XÊZÊN SOR
Pîr RUSTEM
Efrin.net 12. 06. 2005
Miletê Kurd û bi xêra hinek rewşenbîrên xwe û nemaze ewên ku, piştî
têkçûna şoreşên bakurî Kurdistanê daketibûn binxetê; “başûrî Kurdistanê”
karîbûn xwe bidana hev û hinek komeleyên xwe yên civakî û rewşenbîrî
bidana damezrandin, çi li bajarên Kurdan bin; wek ên Cezîrê yan jî li
Efrîn û Kobaniyê û çi jî li bajarên mîna Şam û Helebê.
Ev komele dê bibine bingeheke xûrt ji damezrandin û avakirina partiyeke
konevanî; Partiya Demokrata Kurdistan li Sûryê “Partî”, ew li sala 1957
an tête damezrandin û ewê silogana “rizgarkirin û yek-kirina Kurdistanê”
hildin û heya bi demekê, li ser evê bernameyê, karên xwe bikin, ta ku ew
dikeve ezmûna xwe ya herî pêşîn di sala 1960 î de û heyştê heval tête
girtin.
Ev ezmûna pêşîn dê bihêle ku, ew cudatiyên hîne di rojên pêşîn de, di
navbera du rewtekan de hebûn, evê carê bi xûrtî derkevin pêş hevalan û
bihêlin perçebûneke kûr têkeve navbera ewana; rewtekek di bin serokatiya
Osman SEBRÎ de û dixwezin li ser nav û bernameya “Partî” bimînin û
rewteka din jî di bin serokatiya Dr. Nûrdîn ZAZA û li gor heyama û
hokerên zîndanê, dixwezin hinek guhertin têxin nav û bernameya “Partî”.
Lê ji bilî evan herdu rewtekan û hîne di demên pêşîn de, hinek heval li
dijî bernameya “Partî” rawestiyabûn û wan gotibû: ev nav û silogan û
bernameya ku, em hildidin ji hêz û şênên me mezintire û wilo ev hokera
nuh dê ji wan re bibe derfet ku, ew evê carê bi xûrtî dengê xwe bilind
bikin û daxwaza vegera ji ewa “bernameya bilind” bikin û hinekî
“riyalîst” biramin.
Em dikarin bibêjin ku, ev kêlîk, bû mofirka di navbera du qonaxan de;
qonaxa ji berî xêzên sor û bizav û ezmûna bi hêza parastinî ya dewleta
yekbûyû di navbera Sûryê û Misirê de û qonaxa piştî girtina ewan hevalên
“Partî” ku, ew ezmûnek bû ji wan re û hêşt bêtirî rewtekekê di nav
“Partî” de derkeve.
Lê ev xêzên sor dê di aste û ezmanekî de rawestin an ew asûman dê her û
her nizimtir bibe, her ku, dewleta Sûryê xûrt bibe û hêzeke weke ya Beis
destlatiyê bi dest xwe ve bîne û Sûryê tenê Ereb, weke dewlet û milet
dibîne û li aliyê din jî “Partî” her û her ji hev bête cudakirin û
lawizkirin.
Mixabin û weke ku, em di roja îro de li nav û bernameyên partiyên xwe
dinirin, em li ewê rastiyê rast tên ku, asûmanê wan her çûye nizimtir
bûye. Lê hîne ji berî ewê yekê jî pirseke dîtir xwe dide pêş; gelo çima
ew cudatî kûr bû û gihêşt ku, “Partî” perçe bibe û ne tenê carekê, lê
bighe ku di roja îro de yek nikaribe navên partiyên xwe lezber bike, hin
ji ber pirbûna wan û hin jî ji ber ku, navê her du-sê partiyên ji hev
cuda bûne wek heve.
Lê pirsa biyantir ewe; gelo çima xwediyên cudatiyê windabûn û me ew di
nav ewan partiyan de nedîtin, an jî weke di rojên îro de, ew nebûn
serokên ewan partiyên ji hev cuda bûbûn, tenê hejmareke biçûk û ew jî
yên li derve ku, dûrî cudatiya ewan hevalên girtî bûn û wilo yek dikare
bipirse: ka ew cudatiya ku, di navbera hevalên girtî de gihêşt evan
hevalên li derve yan jî hinekan xwest evên li derve rê li pêş pirojeyên
ewên girtî bigre û evana weke şûngir ji wan re pêşkêş bike.
Û wilo zincîra perçebûnê dê bajo heya rojên me yên îro ku, weke me got:
nema yek navên partiyan ji hev derdixe û ne jî ti cudatiyê di nav
bernameyên wan de dibîne; eger ku em li ewan siloganên wan ên bi
mijûdûman, weke bername, binirin û bibînin û karibin di roja îro de ji
xwe re belge bijmêrin û li ser ewê yekê karibin li mafê gelê xwe xwedî
derkevin.
Mixabin evan “bernameyên partiyan” û weke ku, me berê jî di gotareke xwe
de gotibû: hêşt ku, ne tenê miletê me, lê heya serok û rêberên wî jî
nizanibe ew çi dixweze û ne tenê wilo; lê bighe pileya ku, tu destê xwe
têxe yê dewletê, ji bo ku tu serhildana miletê xwe bide rawestandin û
piştî ku, ew yek bi cih bête, rabe ew dewlet hêzên xwe yên asayêşî bi
ser tede bişîne û li berdestê sibeyê û li ber bêcemeyên xewê te ji nav
zarok û mala te bi pihîn û kulemistan derîne û bêyî tu zanibî ji kuve û
ji aliyê kêve; ji ber ku, ewana çavên te girêdane.
Lê hîne ya kambaxtir ku, piştî bîst rojan ji girtin û êşkenciyê û dema
te berdin, ne tu û ne jî partiya te wêribe dazanekê bide belavkirin û
têde ewê karê teror pirotesto bike yan jî daxwaza mafê te bike û hîne
dewlet di evê yekê de ranewste; ew ji te bixwezin ku, ne tenê tu dengê
xwe dernexî û nebêjî: ez dame ber lêdan û êşkenciyê, lê zimandirêjî
bighe ewê asteya ku, ji te bixwezin tu ji wan re sîxor kar bikî û tu
endamekî navenda partiyeke Kurde ku, ji bo daxwaza mafê miletekî ve
hatiye damezrandin.
Belê û weke di ewan nimûneyan de, ji me re, tête sayî kirin ku, asta
xwestekên me pir û pir nizim bûbû û xêzên sor, her û her, sitûrtir dibûn
û gihêşt ku, Tevgera Kurd xwe rût bimîne; çi ji aliyê dost û hevalan ve
be û çi jî ji aliyê xwestek û bernameyên xwe ve be. Lê di rojên îro de û
weke ku, em dibînin heyam û hokerên cîhanê tev têne guhertin û di nav de
yên rojhilat û bi taybetî yên Kurda. Lew re û eger ku, em bixwezin xwe
weke jimareke xûrt di Sûryê de bidin naskirin, hinek guherîn û xwestek
ji me têtin xwestin.
Li gor dîtina me û ji berî her tiştî din, dive ev partiyên hene û di
evan demên nêzîk de kongirên xwe çêbikin; hin partî bi evê gavê rabûn.
Lê xwestek ne ewe ku, tenê heval bêne cem hev û kongirekî lidarbixin;
dema em daxwaza kongirên partiyan dikin, em dixwezin ew evan kongiran ji
xwe re bikin rawestgehine nuh, da ku, karibin careke din partiyên xwe
bînin ser ewê riya pêşîn ku, ji bo çi, “Partî” hatibû damezrandin û wilo
karibin bernameyên xwe li gor dem û rewşa cîhanê ya nuh bidin nivîsandin
û birêvebirin.
Ev gav dê bihêle ku, hin miletê me, careke dîtir, li derdora partiyên
xwe bicive û hin jî partiyên me hevdu bipejirînin û li “seriyên” hevdu
kombibin; ji ber ku heyama îro ji me tevan dixweze ku, em hevdu
bipejirînin û ewê ku, bixweze cudatiyên xwe bi “ewê din” re ne di riya
gotin û guftûgoyê re çareser bike, dê têkeve nav rêza teroristan. Bi
gotineke din; em dikarin bibêjin ku, ewê hîngê û bi rengekî dînemîkî emê
bibînin ku, careke din, “Partî” têtin damezrandin û du-sê rewtek di
hundirê tevgera Kurd de derdikevin û ne du-sêzde partiyên îro ku, em
dibînin û hejmara wan hîne jî zêde dibe; tevî ku li evan dawiyan du
partiyên Kurd bûne yek jî û hinekî hêviya xelkê hate vejandin, lê ev gav
dive bête berdewamkirin, da ku, weke me gotî: em du-sê rewteka; Partiyan
di nav xweda bibînin û ne sêzdeyan.
Cindirês-31/5/2005.
|