Li ser romana
Lokman Polat
"Nûrheyata Licî"
Cankurd
Efrin.net 12.
06.
2005
Paş
romanên "Kewa Marî – Mêkew", "Fîlozof-Katibê Şêx Seîd)",
"Gulîzar" , "Rojnamevan" û "Robîn", û gelek
pirtûkên kurteçêrokan, wek "Evîn û Jiyan", "Jin û Zindan",
"Evîndar" û hinekên din, vaye kek Lokman Polat ji me re "Nûrheyata
Licî" derxistiyê û wek soz di dawiyê vê romanê da daye, ew di demek
nêz da romana "Axîna Licî" li ser têkoşîn û berxwedana Licê
derdixîne.
Lokman
Polat
ê li
Swêd dijî, û ji zû ve li derveyî welêt e, hîn bêtir damarêd xwe
berdide axa Kurdistanê û xwe bi niştê xwe va hîn bêtir dizemirîne, tew
naxwaze bibe biyanî. Dibe jî ew bo Swêd paş evqas dem hîn biyanî
be, lê bo Kurdistanê, ew malxweyekî wefadar maye,
çermê
xwe wek hinek niviskarên me yên din nafiroşe û zimanê Kurdî bi zimanekî
dî naguhêre û her û her li gel gundiyan, cotkaran, karkir û masîvanan,
keç û lawanên şervan, dayik û bavên, ku çavrêyê zarokêd xwe yên girtî
dikin dimîne, bi zimanê wan ê asan dinivîse, wek bi wan re ji dûriya xwe
va bi telefonê
dipeyive. Kî ji Kurdên Licê, Diyarbekirê, Mêrdînê, Girê Sor "Qizil
Tepe" an ji Kardaxa "Kurdaxê"
û Behdînan berhemêd Lokman Polat bixwêne, bi asanî
têdigihîne wate û ramanêd wan berheman, û wilo niviskarê me yê delal
baxekî fireh û rengareng ji gulan pêda dike, ku her kurdek di nav re
bigere û di nav da xelkê wek xwe bibîne, bi wan re bi zimanê xwe
bipeyive û ji wan her peyvekê fêhm bike. Eve jî karekî bash û mezin û
giring e bo yekkirina zaravokên
Kurmanciya bakur. Min berê jî di nirxandina kurteçêrokên Lokman Polat
va şêweya bi karanîna zimên berçavkiriye û li ser nivisandiye.
Ev
kurteroman ji 88 rûpelan e û ji aliyê Helwest – Förlag - DOZ va, li
Istanbolê, hatiye çapkirinê, hema ne diyar e, ka ev îsal derketiye an
sala çûyî. Li ser bergê wê yê
pêşîn Nûrheyat a çeleng û bejinlihevhatî bi cil û bergêd jinên Kurdan,
li ber çiyayekî
bilind rawestiye, ku ji çavêd
wê evîndarî û viyan dibare, hema li ser bergê paşîn ew piçekî pîrtir û
rûxeyidî, bi mêrankî di cil û bergêd şervanekî da, bi şûr û mertal dîsa
li ber çiyaye. Eve jî naveroka kurteromanê ya serekîn e, ku Nûrheyat hem
jinek xweşik û nazik e, hem jî cengawer û mêrkuj
e.
Tiştekî
seyr û hêja ye, mîr Zeydîn, tevî ku gelek kurêd wî hene, ew dilteng e ji
ber tunebûna dotekê "qîzekê" di nav wan da, ew li ber Şêxnûrê
pîroz digere û nizane çi bike, da bibe bavê keçekê. Li ser azariya "nesîheta"
Şêxnûr ew her şev li ber Xwedê digere...
Di civata
kurdî da, rast pir cudahî tune bû di navbera nêr û mêyê zarokan da.
Keçik û kurik bi hev re diçûn ber pêz, h'êlik û h'ezêle bi daran ve
girêdidan, da xwe pê ve h'êl bikin, bi hev re diçûn nêçîra çivîk û
masiyan û gava bav û dayikan deng li keçikê dikirin, digorin:"Kurê!."
Ev jî taybetiyek civaka kurdî ya gundî û koçerî bû. Di romanê da Lokman
Polat li ser zimanê lehengên romana xwe dibêje:" Ewlad ewlad e, çi
keç be çi kur be, herdu jî şêrîn in." (r.04.(
Fantazî
romanan xweşiktir dike û romanek bê fantazî jar û ziwa ye. Di romana
Nûrheyata Licî da fantaziyek xweşik û kevnare heye, tê da agir dibe
mirovek û bi Şîrvanê, dayika Şîrzad re dipeyive û daxwaz û xewnêd wê bi
cih tîne. Heyv "Hîv" dadikeve ser keleha Etaxê û bi mîr Zeydîn re
dipeyive. Sirûşt û mirov têdigihînin hevdu û bi hev re dikevin têkiliyek
mirovî, harîkariya hevdu dikin.
Azadî di xewna Şîrzad da dibe asikek "xezalek" û ji ber wî
direve, ew çiqas li pey asikê dibeze nagihe wê. Eve jî pir xweşik û hêja
ye di romanê da.
Lokman
Polat dûroka herêmê bi kar tîne û tiştê jê re di wê dûrokê da giring û
pêwîst dixîne nav diyalogên romanê, wek di rûpel 12 û 13 da, ku li ser
gelên Yacûc û Macûc ên di Qurana pîroz da hatîne bi navkirin û wek
Iskenderê Makdonî radiweste. Wilo romana wî ber bi "Romana dûrokî"
ve diçe. Li ba Ereban di vî warî da Corcî Zêdan navdar bû.
Mixabin kek Lokman Polat pir guh nedaye hûrikiyên dûrokê, û hema di ser
re lezkiriye û hinde rastiyên dûrokî jî binpê kirine. Çiqas niviskarê
romanê azad be jî, lê divê mirov bo pişt û nijadên bên hinek rastiya
dûrokê jî bide diyarkirin. Di hinde waran da jî romanerê me pir kin
diçe ber bûyeran, bo nimûne: Tevî ku Şîrzad kesaniyek giring e di vê
romanê da, ji bûyîna wî da ta bi ciwaniya wî tenê du rêz di romanê da
hene: "Jê re kurek çêbû. Wê navê
wî Şîrzad danî. Şîrzad mezin bû, êdî bûbû xort. Dilê wî ketibû
Nûrheyatê…"
Ez dibînim bo rewştina jîn û dorjîna kesaniyek serekîn di romanekê da ev
hindik û kêm
Di romana
Lokman Polat da afret "jin an keç"
qehreman e, dadikeve qada şer, û meydanê ji mêran dixwaze, bi wan re
dikeve pevçûnên xwînî, seriyêd wan bi şûrê xwe difirîne û mejiyêd wan
dipijiqîne, lê ew ne jinek normal e, ew ji aliyê hêzên nedîtî va hatiye
amadekirin û fêrkirin, û gava dikeve cengê guhartinek dikeve bejn û
dîmenê wê, wek mêran dibe.
Di vir da du pirs tên
bala mirov:
- Gelo, mebesta
niviskar ewe, ku jin pêdivê hêzek nedîtî ye an jî pêwîst e ezman
piştgirtina wê bike, da bikaribe wek mêr bibe qehreman??
- An jin ne ji bo şer
û pevçûnê ye, û gava ew bikeve nav cengê mêbûn li ser wê
namîne û ew dibe mêr, wek di romanê da hatiye, ku ew di cengê bi tevayî
tê guhartin?
Di her romanekê da, di
nav pevek û axiftinan da, nameyek ramanî, fîlosofî an siyasî heye,
carina li ba hinekan, wek romanerê hêja Mihemed Uzun wilo aşkere
û fireh û req diyar e, ku êdî ew pirtûk ji nav baxçeyê romanan dertê û
dibe pirtûkek fêrkirina dûroka ramyarî an nasdana bîr û baweriyekê, ku
têkiliya wê bi hunera romanê re tê birrîn. Li ba hinekan jî roman
zincîrek ji bûyerên li pey hev û din e, pir baş hatine li hevhûnan û bi
hevxistin, tê da fantaziya ku bingehek giring a romanê ye, hêja ye û
ciyê pesnê ye, Lê mixabin nameyek tê da tune. Roman darek bê
berhem e…Bo çi ew roman hatiye nivisandin, niviskar dixwaze çi bibêje?
Ez dikarim ji wê romanê fêr bibim çi wateyan? Felsefeya niviskarê wê
çiye?....
Di navbera herdu
şêweyan da, roman wek hilgirê ramanekê, ji me re romana Aldous Huxley
(1894-1963) "Cîhana xweşik a nûjen" nimûneyek mezin e.
Aldous Huxley bo Utopiya xwe şeşsed sal berepêş dibeze, da bo
me cîhanek dî, cîhanek bi mirovekî dî, ramanin dî, dan û standinek dî û
hevjînek dî bide nasîn, û tevî ku fantaziya zanist "Science Fiction"
romanê ji serî da ta bi dawiyê digire, lê belê ew hilgirê ramanin mezin
û balkêş e, ku wek geya teviya baxê romanê rapêçane. Di romana "Fîlosof"
a kek Lokman Polat da, bêtir li ser ramanên nivîskar hatiye nivîsandin,
lê di vê romanê da "Nûrheyata Licî", tevî evqas fantazî û bûyer û
pevçûnan, aliyê ramanê qels e. Hinek ramanên baş ên romanê hene, wek "Şêr
şêr e, çi jin e çi mêr e" an "Xwekuştin gunah e." an jî
diyarkirina neyarên gelê Kurd, lê dîsa jî mirov ji xwe dipirse: "Gelo,
daxwaza kek Lokman di vê romanê da çiye?."
Zimanê romanê
Kurmanciyek nas e, asan e û nerm e, lê carina mera dikare hîn asantir
bike, wek: "Ezê bixwazim" li ciyê "Ezê daxwaz bikim." An "Mîr
Zeydîn ê çi bikira" li şûna "Mîr Zeydîn dê çi bikira!..."
Kurd dibêjin:"Bila
berxikekî baş bizê, bila bi derengî bê." Di pirtûkê da hinek
çewtiyên çapê hene, diyare ku ji lezkirinê ye. Divê roman di ber çavan
re baştir bihata derbaskirin. Wek di rûpelên 40 û 41 da. Diviya bû li
ciyê "Ew çiqas di xeterê de de" bihata nivisandin "Ew
çiqas di xeterê de ne." û di peveka "Tu benîademekî tune ku
bikaribe şerkerê sêzdemîn…" divê peyvek wek "bikuje" li
dawiyê heba, an pevek wilo ba:"…bikaribe zora şerkerê sêzdemîn bibe."
an bi terzekî dî…
Birayê delal,
niviskarê me yê hêja û jêhatî Lokman Polat hinde caran lezdike, lew re
şaşî derdikevin holê. Di destpêka rûpela 49ê da vê dibêje:"Dinya sayî
bû, roj çûbû, di şûnê de hîv derketibû." Gava yek vê bixwêne, wê
têbigihe, ku êdî roj teva bûye û êvar hatiye. Lê paş 9 rêzan vê dibêje:"
êdî hindik mabû ku bibe êvar."…"…şer dom
dikir û ber bi êvarê…"
Şaşiyên wilo li ba
gelek romaneran pêda bûne, ji ber ku roman di rojekê da naye nivisandin,
demek dirêj jê re pêwîst e. Di romana Don Kîşot a Sêrvantês
da kerê peyrewê lehengê navdar dimire, lê paş pelekî dî ew peyrew li
kerê xwe suwar dibe û bi rêya xwe da diçe…!!!
Hema pevekek wek vê
pevekê di romana kek lokman Polat da, wê dilê zimanzanan biêşîne: "Nûşîrvan
zirxê hesîn ji xwe derxist!" çawa zirx ji xwe derxist?. Bêguman
mebesta niviskarê hêja:"êxist", ne "derxist"
e.
Di romanê da, rûpel 60
da hatiye, ku Alparslanê turk navê "Kurdistan" dide welatê
Kurdan û egera vê yekê jî li gor dîtina niviskarê romanê ewe, ku "tan"
bi wateya "welat" e li ba Tûraniyan. Di rastiyê da ew ne ji "tan"
hatiye, ew ji "stan" hatiye, weku di Ingilîzî da "State",
di Farsî da "Stan", di almanî da "Staat" û di hinek zarên
dî yên Indo-Europî da jî.
Çiqas em bibêjin,
yekî binivîse ji yekî nenivîse bêtir berdestiya gel û zimanê xwe dike.
Lokman Polat jî gelek zîrek û xebatkar e di warê nivisandina bi Kurdî
da, ew xudanê gelek berheman e, û Kurd pêdiviyê kesên wek wî ne… Ez hemî
berhemêd wî dixwênim, û min gelek ji wan jî nirxandine û rexne kirine,
ez ji ramanêd wî hezdikim û ji Kurmanciya wî ya asan û zîrekiya wî di
her hunerek wêjevanî da…û lew re ez bo wî serkeftinê her dixwazim.
|