Têbîniyên li ser Kurdan û Sûriyê
Dr. Zorab Aloian
Efrin.net 11. 06. 2005
Hebûna mirovê Kurd ji vê baweriyê tê, ku niþtimana wî ber bi azadiyê ve
diçe. Lewma mafê her Kurdekî, çi li welêt, çi li xerîbiyê, heye, ku ew
nêzîkî rewþa Baþûr-Rojavayê Kurdistanê, mîna her beþeke din, bibe. Lê
belê, Kurd li Sûriyê xwedî dîrokeke dûr û dirêj in û ev dîroka han ne
tenê bi Baþûr-Rojavayê ve girêdayî ye. Lewma ez dixwazim bi cureyekî
kurt nêrînên xwe li dor Kurdan di pêvajoya guhartinên Sûriyê de bi rêz
bikim. Nêrînên Kurdperweran ne belge ne, ne jî peyvên pêxemberan in: Ew
li ser koka êþ û omidiyê þîn dibin.
Hebûna Sûriyê:
Herêma bi navê Sûriye ji serdema Imperatoriya Romayê de ketiye ferhenga
siyasî. Komara Erebî ya Sûriyê ya îroyîn dewleteke xwezayî nîne, çûnke
ew ne ji dab û nerîta dîrokî tê, ne jî ji ya neteweyî (berwelatê Ereban
nagihije sînorên Sûriyê). Ev dewleta destçêkirî ji çarçoveya bingeha xwe
derketiye: Navendên Xaçparêzan yên Dema Navîn - mîna Laziqiya, Heleb û
Dîmeþq - ne di destên Xaçparêzan de ne. Zimanên aramî û kurdî, yên ku bi
hezar salan li ser xaka Sûriya îroyîn li kêleka hevdu dijiyan, zimanên
fermî nînin. Li derveyî sînorên kevinare yên Sûriyê herêmên giranbuha
mane: Dewletên Urdun, Lubnan û Israyîl, nîvdewleta Filestîn û deverên
Iskenderûn û Mûsilê. Herweha herêma Dêr ez-Zor e bêbext, di warê zaravî
û erdnîgarî de, bêhtir bi ser Iraqê ve ye. Ev Sûriya, ku em dibînin,
tenê bi xêra îdeologiya Beesiyan dikare wek dewlet bimîne. Gelo eger
Beesîzm û birêvebirên wan li Sûriyê ji aliyê eskerî ve jî têk biçe, wê
çi pê bê? Sînorên kelevajî, serkeftina zimanekî biyanî (erebî), lawaziya
bingeha neteweyî, desthilatdariya hindikahiyeke dînî û guhartina mayeya
kêþeya Kurd – ev xalên binavkirî hebûna Sûriyê diêxin bin pirs û gumanan.
Belkî dewleta Sûriya ji xerîteya Rojhilata Navîn nayê rakirin. Lê dîsan
jî ne rewa ye, ku þêweyeke nû ji bo Sûriyê neyê xwestin. Çawa Henry
Kissenger bi eþkere digot, av û nift tiþtên wisa girîng in, ku nabe ew
li bin kontrola Ereban bimînin.
Federalîzim wek Paþeroja Sûriyê:
Herçend nîvê gelê Sûruiyê Erebên Sunnî bin jî, navçeyên civakên din rêya
federaliyê rewa dikin. Di vê pêvajoyê de rola Kurdan gelek mezin e.
Berpirsiyariya hêzên siyasî û rewþenbîrî yên Kurdan ev e, ku ew basa sê
herêmên Baþûr-Rojavayê bikin û vê babetê têxin rojevê. Hêdî-hêdî, gav bi
gav, divêt ev herêm wek yekîneyên federasiyona Sûriyê werin dîtin. Ev
hersê yekîne divêt autonom bin, bi du zimanên fermî birêve biçin (ji bo
þikestina tirsa Erebên wir) û pêwendiyên xurt di navbera xwe de ava
bikin. Bi vî awayî, piþtî demeke pêwîst, ev hersê herêm dikarin xwe
bikin yek. Bi gotina din, ev formeya federasiyonê, ya ku Paul Bremer ji
Kurdên Baþûr re pêþniyaz kiribû û ya ku hatibû redkirin, ji bona Kurdên
Sûriyê wê gelek baþ bûya.
Bêguman, federalîzim wê yekîneyeke Elewî jî bixwaze. Belê, ne gengaz e,
ku ev civaka han bi dirêjxayanî li serê jorê bimîne. Helbet, komên
Elewiyan serwaxt bûne, ku ji ber sedemên demografî, bihêzbûna Îslama
Sunnî û avabûna rewþa nû ya navneteweyî, rojekê wê hukumet ji destê wan
bê standin. Li Sûriyê ev yek ne tiþtekî veþartî ye, ku serkêþên Erebên
Elewî amadekariyên xwe ji bo damezrandina herêmeke taybetî dikin.
Ne dûr e, ku li Baþûrê Sûriyê herêmeke Dirûziyan jî derkeve holê.
Herçend di dînê Dirûziyan de armanca pêkanîna dewleteke serbixwe tunebe
jî, fikireke wisa li ba hin navgînên siyasî têne gengeþekirin.
Yekîneyeke Dirûzî dikare bibe magnêt ji bo hewbawermendên wan li Lubnan
û Israyîlê.
Dîmeþq bi xwe jî divêt rista dîrokî û çandî bilîze û wek paytexta Sûriyê
statûseke zelal – heya statûsa yekîneyeke federalî – ji xwe re wergire.
Hejmara yekîneyan, sînorên wan, firehiya mafên wan yên qanûnî hên ne
xuya ne. Lê civaka Kurdan divêt bibe motora gotûbêjên federalîzmê. Ev
konsepta han projeyeke neokonservatîvan tîne bîra mirovan: Çareseriya
here baþ ji bo dewletên wisa “pirrengiya demokratîk ya hundirîn” e (democratic
pluralism within states).
Li aliyekî, cîhana nûjen regiyonalîzmê gotûbêj dike, li aliyê din jî li
navçeya Rojhilata Navîn pergala federaliyê cihê xwe digire (Iraq û
Imaratên Yekbûyî).
Berjewendiya zimên û têgîna Kurdistanê:
Xuya ye, ku yek ji sedemên sistbûna tevgera Kurd ev bû, ku di platforma
wê de navê Kurdistana Sûriyê winda bû. Encama vê kompromîsê bi þewat bû.
Niha dem hatiye, ku bi nermayî navê Kurdistanê vegere rojeva Sûriyê.
Daxwaza azadiya edebiyat û çanda kurdî û statûseke fermî ji bo zimanê
kurdî (yan li tevaya Sûriyê, yan jî bi kêmanî di yekîneyên Kurdan de)
pirseke biryardar e. Li wan parçeyên Kurdistanê, li kûderê ziman ketiye
navenda jiyanê, derfetên siyasî jî firehtir in. Tevliheviya rewþa Bakur
heta qonaxeke mezin ji vê yekê tê, ku Kurdan ziman û çanda tirkî wek
taca þaristaniyê pejirandine. Bi rastî, serbestiya zimanê kurdî dermanê
Kurdewariyê ye. Xwezil, partiyên Kurdan li Sûriyê zorbeya xebata siyasî
û nivîskî bi kurdî bikirana!
Yekîtiya hêzên Kurdan:
Mirovê Kurd hez dike, geþbîn be, ku ev yekîtî ava dibe. Hêzên, ku
nekevine xebata hevbeþ, wê bi pêþveçûnên objektîv ji holê rabin. Hêvî
heye, ku partiyên me li Baþûr-Rojava ji serboriya du beþên Kurdistanê
rawêjê hildin û mifayê wergirin:
1) Yekîtî heye, ku ji parçebûnê jî xerabtir e;
2) Dutîretî heye, ku gelê Kurd di çavên xêrxwazan de jî dike sosret.
Dîn û siyaset:
Piþtî ku Lîbiyayê jî dev ji Înternasiyonalîzma Îslamê berda, çi pêdvî ji
bo parastina îslama siyasî ji hêla Kurdan ve nemaye. Îslam dînê piraniya
Kurdan e û cihê wê di mizgeftan de ye. Xweþiya Îslamê ji bo mirovên
bawermend cejin, çîvanok, yasayên civakî û pêdviyên ruhî ne. Lê dîrok
diselimîne: Bi çendî Îslama siyasî bi ser dikeve, hewqas nasiyonalîzma
Kurdan lawaztir dibe – û berevajî. Ji bilî vê yekê, rêzgirtina
Xaçparêzan û nîþanên hurmetê ji bo Êzdiyan divêt bibin siparaniya
tevgera Baþûr-Rojavayê. Ev qazanceke mezin e, hem di warê neteweyî de,
hem jî di warê piþtgiriya navneteweyî de.
Rista Kurdan di Pêvajoya Guhartinê de:
a) Bihêzkirina dostaniya gelan, da ku raya giþtî ya Ereban dijminatiya
doza Kurdan neke (yan bi kêmanî asta vê dijminatiyê nizimtir bibe) û
mafên Kurdan wek komployeke berhingaran temaþe neke;
b) Çêkirina yekîtiyeke hêja di navbera hêzên siyasî yên Kurdan de;
c) Xistina statûsa zimanê kurdî nav rojeva siyasî;
d) Destpêkirina gengeþeyan li ser federalîzmê (pêþî li derveyî welêt);
e) Tengkirina bandora îslama siyasî;
f) Pêwendiyên bê tirs û xof bi dewletên Anglo-Saxon re. Rexneya
propaganda Ereban di vê xalê de bi hêsanî dikare bê þermezarkirin:
Ereban bi xwe bi Înglîzan re kar dikir, heta ew ji Osmaniyan rizgar
nebûn.
|