DEWLETA EL-MIXABERAT DEST PÊ KIRIYE,
GORA XWE DIKOLE!!
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
Efrin.net 07. 06.2005
Ji ber guhertinên li Rojhilata Navîn tirs û xof ketiye dilê dewleta
Sûriyê, loma rêjima faşîst ji tirsa hebûna pêşeroja xwe nizane çi bike.
Dewleta Sûrî, ya ku bi siyaseta El-Mixabaratê têye îdare kirin, ji vir
demek berê bi qetilkirina Serokwezîrê Libnanê yê berê Refîq el-Herîrî li
Beyrutê û van rojan jî bi korsanî revandin û qetilkirina Şêx Mihemed
Meeşuq el-Xeznewî roj bi roj gora xwe dikole.
Dewleta faşît êdî ti sînoran nasnake, ji çalakiyên Kurdan yên demokratîk
re jî rêzê nake, bi guleyan û talankirina mal û milkên Kurdan bi destê
Erebên kevneperest bersiv dide.
Rêjimên faşîst ên di dîrokê de hatine û çûne, hemû di wê baweriyê de ne,
ku ewê her dem bi dîktatorî li ser text bimînin. Lê cîhan êdî ji
dewletên faşît re teng bûye.
Dewleta El-Mixaberat bi qetilkirina Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî xwest,
mesaja tehdîdê bide Kurdan, ku ew dest ji daxwazên xwe berdin. Lê bi
baweriya min dewleta Sûrî palte li lingê xwe xist. Ti kes êdî nikare
pêşiya vê pêvajoya nû bigire; hilweşandina rejimê dest pêkiriye û êdî
rojan dijimêre.
Rejima El-Mixaberatê dê ji holê rabe, lê gelo siyaseta partî û
rêxistinên Kurd li Başûr-Rojava ji bo desthilatiyê amade ye?
Bi bîr û baweriya min, divêt partî û rêxistinên Başûr-Rojavayê
Kurdistanê ji van bûyerên dawîn dersan derxînin.
1- Pêwendiyên xwe sedî sed bi rêjîma Sûriyê ya faşîst re qut bikin.
2- Bi gotinên partî û rêxistinên perçên Kurdistanê yên din tevnegerin.
3- Bi yekîtiyeke xurt siyaset û stratejiyeke nû ji bo Başûr-Rojava amade
bikin.
Bi rastî nayê fêhmkirin, ku Kurdên Başûr-Rojava bi çi mantiqî bi dewleta
El-Mixebarat re dan û standinan çê dikin. Dewleta Sûriyê jî wek dewleta
Tirk û Faris dijminê Kurdan e. Pêwendiyên bê bingeh û vala ji bilî
zerarê ji tevgera Kurd re nîne. Loma divêt siyaseta Kurdên Sûriyê bi
taybetê di pirsa pêwendiya rejimê de zelal bibe.
Hin partiyên Kurd li Başûr-Rojava bi salan e dîrekt, an jî îndîrekt bi
siyasta PDK, YNK û PKKê ve girêdayî ne. Ev jî astengiyeke pir mezin e,
ku partiyên Başûr-Rojava siyaseteke serbixwe derînin holê. Bê guman, ev
nayê wê wateyê, ku partî û rêxistinên Kurdan şîretan nedin hevdu û
alîkariya hevdu nekin. Nexêr, divêt her partî û rêxistin li gorî rewşa
perçê ku ew têde ne serbixwe bin, ku bikaribin li gor rewşa xwe siyasetê
bikin. Wekî din ne fêyde ye ji bo tevgera wî perçî, ku partiyên perçên
din xwe wek serekên partiyên perçeyekî din bihesibînin.
Ya sitar! Niha ev çi mantiq e, ku di çalakiyên ji bo qetilkirina Şêx
Mihemed Meeşuq el-Xeznewî de li Qamişlo û derên din silogan ji bo
Abdullah Öcalan tên avêtin. Ev mantiq mantiqekî pûç nîne çi ye?
Eger partî û rêxistinên Başûr-Rojava dixwezin di vê pêvajoya nû de li
Rojhilata Navîn ser bikevin, divêt berî her tiştî yekîtiyeke xurt ji nav
xwe derînin û stratejiyeke nû ji bo xwe amade bikin, da ku Amerîka û
Ewropa pê baweriya xwe bînin. Tenê bi çalakiyan, niyet, daxwaz û gotinan
nabe, ku mirov bêje: De Amerîka û Ewropa werin alîkariya me bikin,
rejimê hilbiweşînîn. Pirsa herî girîng ew e, ku partiyên Kurd di pê
hilweşandina rêjîma Sûriyê ya faşît re ji desthilatiyê re amade ne, an
na?. Ji bo desthilatiyê çi haziriyên wan hene?
Eger partiyên Kurd bizanibin û bikaribin van bûyeran baş analîz bikin,
rêjîma Sûriyê li ber mirinê ye. Lê heta Amerîka bawer neke, ku Kurd li
Sûriyê bi quwet in, ti tişt nayê guhertin.
Ez di wê baweriyê de me, ku hêza Kurdên Başûr-Rojava ne hêzeke biçûk e,
lê li ser hev nînin. Ger mirov qiyasekê di warê rewşenbîriyê de li ser
Bakur û Başûr-Rojava bike, rewşenbîrên Başûr-Rojava ji rewşenbîrên Bakur
pir pêşdetir in. Divêt ew berî her tiştî ji xwe bawer bin.
Û Başûr-Rojava dikare bi mixalefeta Libnanê re jî îtifaqan çê bike û ji
mixalefeta ku dê di demên pêş de li Liblanê bibe desthilatdar îstîfade
bike
|