çirayeke din ber bi azadiyê de
Mustafa ISMAÎL
Efrin.net 04. 06. 2005
Bi awayekî tirajedî û teroryane , paseporta cîhaneke din dan þêx
meþoq . da ku , ew ji gotinên durist û netirs barbike , û piþta xwe bide
daristanên hêviyan , yên kurdên ku , ji mêj ve , di îslamê de , di
siyasetên hovane û qirêj yên rejîman de bin pê dibin .
þêxê þehîd , tiliyên xwe danîbûn ser birînê . dizanibû ku , her nijadekê
îslam li gor berjewendiyên xwe þîrovekiriye . wî jî dixwest ku , kurdên
wî hîn û hîn di pilanên xapandina olî de berdewam nekin .
wî di bin ala hiþmendiya ku , îslamê ew berya çend sedsalan beravêtî
kiribû de . nerînên xwe , yên azad û dijber pêþkêþdikirin . wî dizanibû
ku , cih û war di kolanên ramana îslamî û hember teknerînên nijada erebî
de , ji wî re tune ne . ango , rê ji melevaniyeke dijber re tune ye , lê
wî heya dikaribû , xwe di bin siya zengariya ramanên olî , yên ku di
xizmeta siyaseta asîmîlasiyonkirina gelên ne ereb de , bûne pûte de xwe
na didît .
wî mîna diyocînê layersî çiraya ronakbîriyê rakiribû , û dixwest ku ,
ronahî bigihe quncikên herî tarî di nav kurdên ku , rejîmên totelîter ew
bê yezdan , asîman , nirx , û welat hiþtine .
kêm caran , mizgeft bejnên weha bi rûmet û ronakbîr derdixin holê . lê
di eynî demê de yasayên înfazkirina kesên weha payebilind jî amade ne .
ango , di îslama fermî , siyasî , û ya hatiye qutîkirin de . di ew
îslama ku em dinasin de , derfet tune ye ku , ronahîhezek ji doraliyên
tarî derkeve , ji nav pençên qatê pêrewan derkeve .
îslamê ku em dinasin bêye çoyê rejîmane . bêye hêzeke ewlekariyê ye . bê
ye kelem hember hewldanên pêþxistina civakan , azadiya ramanê , û
sazkirina jiyaneke bedewtir .
ji lewra , girîngiya derketina hin mirovên ronakbîr û dijber ji hinavê
dezgeha olî . û pêþniyazkirina wan ji ramanên nûjen , yên ku armanca wan
nuhkirina olê û pêbawerên wê ye . lê mixabin , ewana nimûneyine pir
kêmin û rê ji wan re ne vekirîne .
tiþtê ku mirov , piþtî ew bûyera bi þewat û bi bandor jê ditirse ewe ,
ku ew þêwe danûstandina hêzên tarîtiyê bi pirsgirêkên cudaþêwe re , ji
rejîmê re bibe pilaneke normal û balkêþ di demên pêþ de .
bê goman , ê di encamê de rewþenbîrên xudan helwest ji pêvajoya siyasî û
mijarên din di welêt de bêne înfazkirin , tam mîna þêxê þehîd .
li Arjantîn , destelata leþkerî , bi kiryarên wisa radibû . li þêlî ,
batxûnkirina kesên muxalif bibû modakê , di dema dîktator bînoþê de . li
turkiyê , peymana dizî di navbera mît û oldarên radîkal de bû sedema
kuþtina bi dehan rewþenbîrên kurd û turk . îroj mixabin , hêzên tarîtiyê
li sûriyê jî dest bi heyama siyaseta batxûnkirina mirovan û pê re
înfazkirina wan kiriye . da ku , sûriye hertim ji xeta nimûneyên herî
riswa û qirêj li cîhanê der nê .
þêxê þehîd , xwendevanekî zîrek û aferindekar bû ji belge û pirtûkên
mêjoyî , ramanî , û olî re.herweha , ji hevrikiya rejîman ji çalakvanên
aqilmend re . baweriya wî bi îslamekî dadmend û wekatekî bê hevsar hebû
, ji lewra , stûbariya wî ji ya hemûyan dûrbîntir û girantir bû
|