Kuştina merivê oldar û perwerê Kurd şermezar dikim
Kemal Tolan
Efrin.net 04. 06. 2005
Li goriya ku ez li dîroka me ye derbas buyî dirênim û
ji ya niha jî fahm dikim, çi wextê rêberên partî, rêxistin, civak anjî
beg, axa û oldarên Kurda ye rizgarî xwaz nêzî hevûdinê bûne û dibin,
hingê þhidet û zilma rêvebirên dewletên ku Kurdîstan dagirkirine li ser
hemû kesayetên Kurdan zêde bûne-dibin û ew musilman, êzdî anjî alewî ya
ji hevûdinê cûde nakin- nekirine.
Bi dîtina min heta piraniya partî, rêxistin, rêber, beg, axa û oldarên
me Kurdan vê rastiya dîrokê nasnekin û heta em rewşenbîr,
ronakbîr, karker, xwandevanên Kurdên êzdî, musulman anjî alewî xwe di
nava civatê de ji hevûdinê mezintir bidine xwanê û di nava her perçeyekî
Kurdîstanê de tifaqeke me ye netewî tûnebe, dê dijminên netewa me hêjî
li goriya kêfa dilên xwe gelek xwezayî û giyanderên li ber dilê me
þhêrînên bikujin û me wendakin.
Ez weke Kurdekî êzdî, bi kuştina Şex Meeşuq el-Xeznewî, merivê oldar û
perwerê Kurd gelekî xemgîn bûm.
Bila rahma Xwedê li Şex Meeşuq el-Xeznewî be û sersaxiyê ji hemû nefêrên
malbata wî û ji kurdên bixîretin re dixwazim.
|