EVÎNA ROMANTÎK
Lokman Polat
Efrin.net 26. 05. 2005
Xebata edebî bingeha xwe ji hezkirina edebî werdigre. Yê ku ji
edebiyatê hez neke nikare xebata edebî pêk bîne, nikare berhemên edebî
biafrîne. Yanî mijuliya bi edebiyatê re ji hezkirina edebiyatê tê.
Afirandina berhemên edebî dişibe şêweya evînê. Çawa ku di evînê de yê
sêyem tune û du evîndar hene, di afirandina berhemên edebî de jî
evîndariya nivîskar û nivîsê heye. Evîn û nivîs herdujî berhema mejî ne.
Herdujî ji hezkirinê têne afirandin. Di edebiyatê de herî pir mijara
evînê tê nivîsîn. Berhemên edebî bi nexşên evînê têne xemlandin.
Di nav edebiyata cîhanê de gelek berhemên edebî hene ku naveroka wan li
ser evîna romantîk hatiye hunandin. Hem di nav edebiyata klasîk de û hem
jî di ya modern de, ji mijara evîna romantîk berhemên nemir hatine
nivîsîn.
Evînên romantîk, evînên dilêşîyê ne. Bi derd, kul û keder in. Xemgînî û
dilşewatî xwe li ruhê mirov radipêçe. Di evînên romantîk de dram heye,
kuştin û xwîn rêtin heye, îronî heye. Kuştinên -cînayetên- evînî heye.
Evîndar nagihîjin miradê xwe. Keç yan kur, yan tê kuştin, yan kor û
seqet dibe, yan wek Mecnûn dîn dibe. Evîna bê êş tune, evîn bi êş e, bi
derd û kul e. Evîndar nagîşin miradê xwe.
Evîna romantîk û trajîk ji bûyera Habîl û Kabîl dest pê dike û heta dema
me bi şikl û rengên cuda tê. Kurên Adem, Habîl û Kabîl li ser zewaca bi
keçika cêwî bi hevûdu dikevin û Kabîl, Habîl dikuje. Kuştina Habîl
trajîk e, kuştineke cînayeta evînîyê ye.
Evîna Romeo û Julîet, Mem û Zîn, Ferhad û Şêrîn, Leyla û Mecnûn, Kerem Û
Eslî û herweha gelekên din, evînên romantîk û trajîk in. Berhemên ku li
ser mijara evîna wan hatine nivîsîn hêj jî tên xwendin, bi nirx tên
ecibandin. Tiyatro û fîlmên ku li ser wan hatine pêkanîn bi dilxweşî tên
temaşekirin.
Evîn çi ye? Belkî hetanî niha tu kesekî tarîfa wê ya rasteqîn nekiriye.
Her kes li gor xwe evînê şîrove dike. Lê, li gorî min, evîn; haz û
xweşîya bextîyarîyê ye. Şadbûyîna hestên ruhî ye. Di têkilîyên cinsî de,
heger evîn tunebe, ferqa wê têkilîyê û têkilîya cinsî ya heywanî tune ye.
Ji xwe têkilîyên cinsî tişteke xwezayî ye, biyolojîk e, hêlekê mirov ê
heywanî ye. Evîn ferqeke girîng û manedar dixe nav têkiliya cinsî a
însanan û heywanan.
Ji xwe di evîna evîndaran de têkiliya cinsî tune. Evîndar nagîşin miradê
xwe û bi hevre têkiliya cinsî danaynin. Di evînên yekalî yên platonîk
de, di evînên ku nagîşe encama dilşadiyê de dê çawa têkiliya cinsî bê
danîn? Evîndarî ferîbendeke sinrî ye, di dil de ye. Dilê ku gula evînê
têde şîn bibe, dileke pîroz e. Xwezî bi wî/ê ku di dilê xwe de evînê
dihebîne.
|