HIN PIRSGIRÊKÊN SIYASETÊ DI
( KOMAR ) A EFLATON DE
Mustefa ÎSMAYÎL - Kobanî
Efrin.net 25. 05. 2005
Komara Eflaton malpereke girîng di warê sazkirina ramana siyasî de
digire . cudahiya vê pirtûkê ji hin berhemên felsefî yên din ne tenê ji
ber pêþkêþkirina pirsan hatiye . lê ,ji ber ku , ew digel pirsan ,
bersivan jî diyarî xwendevanan dike . û hemû pirsgirêkên ku , li hember
mirovê berê di þaristaniya girîkî ya kevnar de berzdibûn çareserdike .
komara Eflaton , roleke payebilind di felsefeya kevnare de dilîze .
berya ku , qonaxa pirsa felsefî xwe hilbide . lewma , di vê pirtûkê de
bêhtir Eflaton li ser þîrovekirin , rexnekirin , û bersivan rawestiyaye
. û ew bi va awayê han cîhaneke ramanî û felsefî ku ji lihevxistina
kurte pirsan û bersivên dirêj hatiye avakirin , didomîne .
çimkî li cem hemû ramanbîran , fîlozofan û nivîskaran gotinên amade û
qutîkirî nîne .
pirtûk pergala hevpeyvînan distîne . û Eflaton li ser zimanê SOKRATÎS
nerînên xwe yên cur bi cur eþkere dike .
li cem wî tenê pênc celebên hikûmetan hene :
- hikûmeta aristokirat
-hikûmeta tîmarxî
- hikûmeta olîgarþîk
- hikûmeta demokrat
- hikûmeta zordest
ji van pênc celeban , Eflaton forma dewleta aristokrat hildibjêre , û
ewê wek nimûneya herî çaktir û çêtir dibîne . li gor wî tenê dewleta
aristokrat dikare xizmeta cemawerê xwe bibîne . lê , ew forma dewleta
zordest hîç napejirîne . di ramana wî de , ev cureyê dewletan nikare ji
bilî bêzariyê , belengaziyê , û xizaniyê ti encamine berder û bi havil
derxîne holê .
jêderê dewleta zordest di vîn û daxwaza gel de tê dîtin . eger gel pir
ji desthilatê hezbike û bixwaze wê bi dest xwe bixe , helbet ê demek
bête ku , nema ew êdî dikarin destên xwe ji desthilatdariyê biþon û xwe
ji bin bandora wê derînin . bi wateyeke din , eger mirov girîngiyeke zaf
bide pirsa desthilatê , dê encam dewleteke xirab û ne baþ be .
li aliyê din , gelo ma derfet heye ku , komareke baþtir û mînakî bête
bikaranîn . ....
bê goman , hebûna vê derfetê girêdayî ye bi destxistina kategoriya
fîlozogan ji sehneya siyasetê re , û bidestxistina wan ji hikum re . li
gor Eflaton , ew kategoriya han li yaqî birêvebirina dewletê û xelkê wê
ye . çimkî wan heye þert û mercên zanebûn , paqijî , û dadmendî .
seba destelatdar ti helwestê li wî negirin , ew hin nerîn û gotinên xwe
sivik dike . çi ku ji bîra wî neçûye , çawa rayedaran jehir bi mamosteyê
wî Sokratîs dan vexwarandin û di encamê de , wî jiyana xwe ji dest da .
lewma , ew dibêje ku , ne merce ku fîlozof pêþrew bin , divê ku pêþrew û
hikûmdar di þûnên xwe de bimînin . lê , bi mercê ku ew bibin fîlozof û
di warê zanistî de bixebitin .
ji hevgirtina herdu hêzan , ya siyasî û ya felsefî ( rewþenbîrî ) di
eynî kesî de , wê berhemine bi sûde bidin çi civakê , çi jî destelatê .
ji ber ku , herdu hêz di jiyana civakan de alavine bingehîn û rodarin .
teqez , divê partîzan û rewþenbîrên me kurdan , nemaze di heyama îroyîn
de , sûdeyan ji vê ramana siyasî werbigirin , hinekî xwe bi dûrî silogan
û duriþman xînin , û siyasetên xwe li gorî pîvanên hiþmendiyê bi kar
bînin . çimkî navêt ku partî rewþenbîran ji xwe re bikin serad . herweha
navêt ku , rewþenbîr jî partiyan ji xwe re bikin serad . ango ; me divê
têgihiþtina hevtewawkirinê , bi taybetî piþtî bi dehan gotar û nivîsar
derbarî problematîka pêwendiyên siyasetmedar û rewþenbîrên kurd li
kurdistana baþorî rojava .
li gor Eflaton , dewlet ne ji beþekî ji xelkê re sazbûye . dewlet ji
tevahiya xekê xwe re hatiye holê . erka dewletê þakirina gel e . û ji bo
vê armancê pêwîste ku , dewlet bi danûstandineke taybet pêþwaziya hemî
dozên ku , wek kuspekan li hember rêveçûna dewletê radiwestin bike .
dema mirov bi awayekî baldarî li rewþa civaka girîkî û dewletê ( wek
mînak : Esîna ) dinêre , tê dîtin ku rewþa gel û rayedarên dewletê zêde
ji hev dûre . lê mixabin , fîlozofê me , vê rewþa han rexne nake û ti
dîtinên dijber di derheqê va parçebûna civakî de derpêþ nake .
li dewleta Esîna ya kevnare , navê Esîna ya reþ hate birîn . çu ku Esîna
miþte kole bû . lê , pirsgirêka koletiyê di nivîsara Eflaton de cih
negirtiye , û fîlosfê me bi ti awayan nûzî vê pirsgirêkê nabe .
gelo , ma ew ji tirsa êrîþa dewlemendan yên ku , berjewendiyên wan
hebûna koleyan dixwaze hatiye . an daniþtvaniya fîlosof di asta bilind
ya hiþmendiyê de , nahêle ku , ew ti pêngavên nêziktêdayînê ji xelkên
pêpelûka nizim re bike .
wêdetir , çima ew bê helwest û hewldan li hember pirsgirêka koletiyê
radiweste , nemaze ku , wî bi xwe jî taliya koletiyê di jiyana xwe de ,
tam kiriye .ma ev ne qelsbûneke di têgihiþtina wî ji azadiya civakê re
... an felsefe ya rasteqîn divê hertim di xizmeta berjewendiyên
dewlemend û rayedaran de be ......
|