Pîra Mirovxwer
Luqman Silêman
Efrin,net 24. 05. 2005
Bajarê CIZÎRA BOTA bajarekî kevnare, ciyê xwe di nava rûpelê dîrokê
de baş girtiye, li hêlekê çemê diclê ye li hêla dî deşte, deştek fereye
tev gul û çîçekin, li hêla çepê kanîyek biqasî bejna mirovekî kûre, li
binê kanîyê kevirê sor û sipî, kesek û reş, ji hemû rengan kevir di binê
kanîyê de hene lê dema mirov dixwazê li binê kanîyê binêrê, wêneyê mirov
dizelalîya avê re xwiya dikê û masî jî têde şahîya xwe dikin û xwe çep û
rast davêjin û carna ji ber çavê mirov winda dibin, dikevin di wan celxê
keviran de, ew kevirê reş. birî yê kû ew kanî ji berê de lêkirye cîye
masîya di nav wan keviran de hiştiye ji ber wê yekê dema ku mirov
tiştekî davêjê binê kanîyê, masî xwe di wan celxa de vedişêrin . Birastî
ava wê kanîyê pir cemidîye, mirov nikarê destê xwe bêxê di nav ava
kanîyê de, hingî ew av cemidîye, dibêjin di germa tebaxê de zebeş
avêtine kanîyê, ew zebeş bûye du parçe, hingî ava wê cemidî ye. Li orta
bajêr tirba mem û zînêye, li rexê rojhilat xanîk bi kevirê reş yên bir,
bi kils û cesê xweşik hatiye hûnandin Ew xanî yê silêmanê şekirê ye, ew
xanî jî nîşana kevnahîya bajêre, xanî wek çavîk ji buhiştêye derdorê
xanî tev gul û gul çîçekin û darê fêkîne ew dar bi zanebûn hatine çandin,
darê behîva tev di rêzek.de hatine çandin, mirov li serê rêzê bisekinê
dawiya rêzê xwiya nakê, her wekî darê xoxa û kizwane û sêv mişmişa,
rêzê wan cidane ji yên dîtire, lê dema mirov li ber dîwarê qesrê
disekinê û li dîwarê qesrê dinêrê ew gulê lav lavkê û şêlanê bi dîwar ve
di meşin kevirê dîwarê qesrê li cîna ji wan gula nema xwiyadikin, hewşa
qesrê bi gelek hostay, û bi kevirê birî ye rengîn hatiye reqifandin û di
nîvê hewşêde bîrek heye ew bîr biqasî miterkî ser rûwê erdê ketîye û
kûrahiya wê wek bejna sê mirova tê bi pêpeloka mirov dikarê dakevê binê
bîrê .Li qurcka hewşê sêlek kevirî û di bin wê de sê kevirin ew sêla kû
pê nan çêdikin, li oda silêman tîr û kevanek bi dîwêr ve daleqandiye, û
li rexê dî şûrek botanîye. bajarê cizîrê, ji kevinde hatîye sûrihkirin,
û du derî lê hene yek li hêla rojhilate û yê dî li rojavaye, êvarî wan
derîyan digrin û sibiha wan vekin.dibêjin carekê şêrek ketiye deriyê
rojava de, ne ma hişt kes ne ji bajêr derkevê û ne jî kes herê bajêrî
çend roja ew derî ma bê çûn û hatin. Deng bi bajêr ket, her yekî ji yê
dî re got: dibêjin şêrek ketiye deriyê rojava de, hayê we ji we hebê
bere kes di wî derî re neçe, gotin li hev gerandin ta gotin giha Mîrê
Bota, Mîr bakir şêwirmendê xwe, ka em çawe vî şêrî bikujin, yan wî ji
derî derxin, û xelkê jê biparêzin, dibêjin şêwirmendê Mîr jêre gotine
Mîrê min ev netişteke emê çar xorta bişînin wê serê şêr ji te re bînin û
werin, şêwirmenda ban li çar pênc xorta kir û ji wan re gotin hûnê herin
serê vî şêrî bînin ji Mîrre, xorta go: Belê ez benî emê niha herin bînin
û werin dibêjin wa xorta heryekî rahişte şûrê xwe û berê xwe dan deriyê
rojava, da serê şêr ji mîr re bînin lê mixabin ew xort nema biser MÎR de
bisaxî vegeran, şêr ew tev kuştin, dema MÎR bihîst şêr ew xort tev
kuştin, MÎR delêlî berdan nav bajarê cizîra bota, go yê serê vî şêrî ji
min re bîne ezê keça xwe bidmê, bi deha xortên Ji xwe razî rahiştin şûrê
xwe û berê xwe dan deriyê rojava, her yekî ji xwe re digot ezê serê şêr
ji mîrê botan re bînim û keça wî li xwe markim lê mixabin kes ji wan
bisaxî bi ser mîr de venedigeriya, bi vî rengî çend heftî derbasbûn bê
go:Kes serê şêr ji Mîr re bîne û keça wî li xwe markê. kurekî Silêmanê
Şakirê Heye temenê wî ketiye bîst û yekê de, xorta di ser xwe re nabînê,
rojekê ji serê Sibêde gote: Diya xwe ka gulokeke rîs ji min re qenc
bipêçe ezê herim serê vî şêrî ji Mîrê botare bînim!! diya wî gotiyê Kurê
min bi dehê xorta çûne serê şêr bînin lê bi saxî li malê xwe venegerane,
tê çawa here serê wî bîne ne here û ne keça mîr ji me re divê, şakir li
serê xwe siwar bû û go ezê herim yan ezê serê şêr bînim û yan wê şêr
nimjî wek hevalê min , min bixwê , diya wî bê çare guloka rîs jêre qenc
pêça û da destê wî û go: De here kurê min yezdan biterebê.şakir, şal û
şapikê botanî li xwekir û şûrê xwe da milê xwe û guloka rîs xiste destê
xwe û berê xwe da deriyê rojava , bê go silêman zanibê kurê wî çûye serê
şêr ji mîr re bînê , dema Şakir nêzîkî li şêr kir şêr da xwe rabû û xwe
vekişand bû qerp qerpa hestiyê Laşê şêr, Şakir jî bi gavên hêdî hêdî ber
bi şêr ve diçe, her yek ji wan xwe amade dike da xwe çenke yê dî lê
xwiya dike şakir ji şêr jêhatîtirbû, ew guloka rîs ji şêr re avêt şêr jî
bi lep û diranê xwe xwe zerkir wê guloka rîs, lep û diranê şêr dinav wî
rîsîde man asê, û şakir bilez şûrê xwe kişand û serê şêr ji laşê şêr kir,
û vegeriya berê xwe da dîwanxana Mîrê bota, û serê şêr li ber mîrê bota
danî go fermo mîrê min va serê şêr min ji tere anî, dema mîrê bota serê
şêr li ber xwe dî bawer nekir, go: Serê wî şêriye yê go: Ewqas mirov
kuştine û vî xortî çawe serê wî aniye, mîr gote nav maliyê Xwe, Heso, go:
Kuro Heso, here meyzê ka raste ev serê wî şêriye, vî xortî anî, Heso wek
bablîsokê, çû deriyê rojava dît va kelaşê şêr bê serî li wê rastêye
bilez li mîr vegeriya, go: Mîrê min raste ev serê wî şêriye, vî xortî
anî ji mîrê minre. Mîrê bota şakir li ba xwe rûnand û go: Birazî ka ji
min re bêje ti ji kî mal batêye û navê bavê te çiye, şakir go: Mîrê min
ez kurê silêmanê şekirê me, mîrê bota, berê silêmanê şekirê nas dike,
silêman ji malek xuyaye, mîr cardî ban li Heso kir go: Heso her ji min
re silêmanê şekirê bîne Heso bilez çû silêman anî dîwanxana mîr, go:
Mîrê min va min silêman anî, mîr go bi lez wî derbazke, silêman bitirse
nizane çima mîrê bota ew xwestiye cem xwe lê dema silêman derbas bû cem
mîr û mîr bişahî ew himbêz kir û ew li cem xwe rûnand, silêman dît va
kurê wî, şakir jî li cem mîrê bota rûnandye, silêman matmay ma, û ji xwe
re go: Dibê go: Kurê min tiştin nebaş kirbin, mîr ji rengê Silêman nas
kir go: Ew ditirse, Mîr go: Silêma ev xort kurê te ye? silêman li mîr
vegerand go: Belê mîrê min xulamê te be Kurê min e, mîr go: Silêman kurê
te serê wî şêrê go ketibû deriyê rojava de ji min re aniye û min soz
dabû yê serê şêr ji min re bîne ezê keça xwe bidmê. xwîn bi laşê Silêman
de hat bêna wî ferebû, go mîrê min ger go ji min û ji wê ba wê şêr sax
ji tere baniya, mîr li ber vê gotina silêman baş sekinî û di serê xwe de
bir û anî lê Mîrê me ji hev der nexist, û ji silêman pirsî go çawe, ger
ji te û ji wê ba wê şêr sax ji min re baniye silêman. Silêman go: Mîrê
min ezê ji te re bêjim, berî bîst û pênc sala, şevekê ji şevê zivistanê,
maliyê me tev li malin, dest pêka şevêye pizrokê baranê tên me şîva xwe
xwar, navmaliya me rahişt firaxê xwarinê û derket hewşê, da firaxê
xwarinê li hewşê bişo, dîtina me dîtî, qêrînek bi navmaliya me ket li
ezmanê çardiha sekinî, em tev derketin, hewşê lê xwedê navmaliya me bide,
em lêgeriyan, li hewşê li oda, li bîrê! te digot qey bû teyrek û bi
ezmana ket, me pirsî ji cîrana, ji derdorê xwe, me ti pêjna wê nekir, bê
çare em vegeran mal, bi dilekî xemgîn ta roja dî, serê sibê cardî me
pirsî li wan der û dorê xwe, lê mixabin me tiştek, nas nekir û navmaliya
me bê ser û şûn çû, piştî çend roja, me navmalîk dî ji xwere anî, mîrê
min ez naxwazim serê te bêşînim, ew jî wek ya dî bê Ser û şûn çû, me çû
ya sêya ji xwe re anî, lê nim ji xwe re go: Ezê, qelewîziyê li vê bigrim,
odak me heye deriyê wê li deriyê hewşê dinêrê, min çend roja, xwe diwê
odê de veşart, bê go: Zarokên min zanibin. Mîrê min, şeveka tariye
pizrokê baranê tên mirov tiliyên xwe di çavê hev rakê mirov hev nabînê,
deriyê hewşê vekiriye, ez jî di odê de li deriye hewşê dinêrim,
navmaliya me jî li hewşê firaxa dişo, dîtina min dîtî tiştek reş ket
hewşê û rahişt navmaliya me û bişûnde vegeriya, min da dûv wî reşî û min
lezand ez dixwazim bighimê lê ez nagihimê, tariye û pizrûkê baranê tên û
berê me ketiye bayê reş, lê ez dizanim ew di kure diçe, wê xwe berda
newala dirêj û diber dara tiwêre giya nêzîkî xirbê keleş, mi dî tiştek
li depê Sînga min ket, min cîde ew tişt girt mi dî va destê navmaliya
min e, goşt xwariye! û hestî li min werkirye, min lezand da ez bighimê,
wî jî xirbe xilaskir û xwe berda xwar û ez nahêlim ji ber çavê min
windabe, mîrê min wî reşî xwe di biniya kaniya reş re berda, wê ermixanê
û min xwe li dû berda ermixanê, ez dimeşm, min dî wî reşî xwe avête min
û me bi noqa hev girt, min nas kir go: Ev girtin ne ya ti dehbaye, ev
girtina mirovaye, lê em bihevre napeyvin, me hev bir û anî, nizanim em
çiqasî man bi hev ve, lê xwîdanê di şilka serê min re avêtye, tiqlê min
sist dibin her go: Min digvêşe qirçe qirçê ji parsûwê min tînê.mîrê min,
min gazî kire yezdanê mezin û mi go: Ya min di bin vî reşîde bide erdê û
ya vî reşî dibin min de bide erdê, û min nav li xweda mi go: Ez silêmanê
şekirê me, mîrê min mi ew reş bilind kir û li erdê xist û min piştika
xwe ji pişta xwe kir û li destê wê girê da û min ew da pey xwe û mi anî
mal bê go maliyê min pêbhisin, min ew kire odekî, min derî lê Kilît kir,
û min çû xwe şişt û ez razam ta roja dî serê sibê, min çû derê odê vekir,
mi dî va ew reş pîrekeke, lê ji xwarina goştê mirova zimanê wê Sitûr
bûye nema karê bipeyvê .Mîrê min mi çû kêrek ji kêrê berbera anî min
zimanê wê xirtikand ta zimanê wê wek yê me lêhat û min ew pîrek li xwe
markir û şakir ji wê Pîrekêye, mîrê min, ji ber vê yekê min ji te re got!:
ger kû ji min û ji wê ba wê şêr ji te re sax baniya…..
|