ÇIMA GUHARTÊNÊ MEZIN
LI CÎHANÊ ÇÊDIBIN
Zamdarê Zindî
Efrin.net 22. 05. 2005
Gava şoreşa oktoberê li Rûsiy biserket bû gava yekem ji guhatinên
mezin li cîhanê û destê xwe dirêj pir dewet û welatan kir .Ji peymanek
avakir (wersor) li rexê din ji dewlet û hêzên sermiya dar peymana
(Etlesî)avakir , van herdu peymanan dijberiya hev dikirin , cîhan
dabeşî du ristan bûn her yekê berjewndiyên xwe di herêmên cîhanê de
çandin , dewlet û melet ber didan hev , agirê kuştin û hilweşandinê di
nav bera wan de dewlet an de gur dikirin ku, bejeweniya wan bi sev keve
. Aya milet û berjewendiyên, serbixwe û rûmeta doza wan dibûn qurbanên
bejewendiyên wan herdu peyaman. Her hêlek pistgiriya dewletên nuh
avabûne dikir , li ser bingehên diktorî, feaşî tevahî… Van dewletên bûne
dûvçil kên dewletên mezin . Bona ku, ew serdest bin û text û taçên wan
bimînin bi derfên gelên xwe gelek kuştar û çewsandin kirin . Bi sed
hezaran xwîna miletên xwe rijandin , mîna Çili , Iraq , Sûriya ,
Kempoçiya , Borandî… Û çeng di navber wan pêdixistin , ewe pê mijûl
dikirin. Sedem û encama van rewşan miletên van dewletan birçî , tazî û
nezan dimînin û dewletên nûjen pêşketî nedihatin avakirin . Ew
komelgeyan paşmiyî diman û dibûn golên herimî û gemirî , xaka van
komelgan bi telbiz dibûn ku , hemî, nexweşî jê bi derkevin , çi yên
civakî û siyasî têde werin çandin .
Vê rewşa reş û teng dirêj kir ta roxandina peyman Werso û Impretoriya
sufyetê.
Ji vê Qanêxê û şûn ve, çihan biyekserî bû ,û ristek nuh jê re tê rîstin
(Ewlemê) cîhankirin dunyê .Ev ristên diktetor û Faşî û tolîtarî …
Ew partî rvêxistinê Islamî mêjî zingarî yên diho piştgirya wan di hemî
waran de dikirin . Digel komelgên paşmayî bûn kend û kosp li pêşa
berjewenda hez dewletên mezin û siba ji cihankirinê re nebin girêkê . Li
hêla din ew partiyên îsolî (îslum) yên bi destê wan çêbûne , destê xwe
dirêj asayêşa bingehî yên dewletên mezine kirin (bûyerên /11/Elûnê,
balyozxwe Emirîkî li kinyaê, teqinên Medrîdê…) .
Mirov dikare bi zimanekî dîn bêje .Ev rist û rijîmên paşmayî , yên nikar
xwe bi guhêrin û kal bûn , ji çavê miletên xwe ketin, bi va rengî xwe
berdewamî na bin û sedemên jîndariyê nemane .
Ji ber vê guhartin jê bûye giringiyek dîrokî . Bûne Dêwê çavê kaniya
pêşveçûna miletan . Di vir de mirov dikare bipirse :Ma gelo guhartinên
li vê dawiyê tên kirin ( Coriciya , Okraniya , Libnan ,Qirxîsistan…)sedemên
xwe hundirîn e an derveyîn e ?
Em dikarin komilgeya(civak) Sûriyê li vê pêvar(pêwar, Miqyas) bêjigê
xînin.
Sedemên hundirî:
Wek em tev dizanin wergerandina çend serbazên leşkerên partiya Be;is di
sala 1963 an de kirine – ku ,wan ji xwe re kirî şoreşa / 8 /î Avdaarê –
ta roja îro serdestin û ew serdestiya xistine destûra dewletê , xêza / 8
/ê .
Li ber siha vê serdestiyê dewlet û civak ber ya leşkeriyê ajotin ,
seroka partiya Be;is ji ber milet ve bûye xwediyê hemî biryaran û ji
Be;isya re dewlet avakirine (Di dewleta Be;is de , destê berhemkar ew
bilind e ) .Ango dewlet ya besiyane ne ya miletê Sûriyê ye . Li ber
dengê derûşmên gerim û qelakirî , hêdî- hêdî dewleta asayêşî avakirin û
komilgak leşkerî (milîtarî) peydakirin .Jiyana konevaniyê ji nav komilgê
kişandin û bi pêyên asayêşan pelixandin . Ev çel sal bûye partîk
serkirdayetiya Sûriyê dike . Ji ber van sedemên jêrîn gel jê hosan bûye
û verişa xwe jê tê .
*-Ne tenê pariya Be;is û beşên asayîşên xwe konevanî ji nav komilgê
kişandin û kuştin , destûr û zagon tev digel kêm û kasiyên wan jî
girêdan û kar pê nekirin , bêhina demokrasiyê ne dan gelê Sûrî çewsandin
û kuştin di dermafê milet de pirkirin û kuştar(Mecazêr) çêkirin (Hema ,
Meşarqa , Tedmar , Qamişlo…) .
*-Vê zor û setema li ser mila gelê Sûrî tê meşandin , di ber re milet
xizan kirin û pariyê nên lê hesret kirin , dixwazin mêjiyê miletê Sûrî
ji zikê wî bi dernekeve , tucarî bi jiyanek nuh û bi rûmet ne ram e .
Wek rapora navnetewî nîşan kirî ku 64% di bin xêza xizaniyê re dijîn .
*- Di warê dezgehên dewletê de , ji jêr ve ta jor dewlet di warê Îdarî
de herifî û celqbûye . Mirov çi karî bike û ku ve here deriyê dewletê bê
bertîl û berjewendiya kesane nameşe .Van sedemên me jimartine tevan , bi
xwe gelşên civakî kûr û fereh kirine , civak tersî dîrokê meşandine .
Aya li gor civakên din ber paş çû ye , nimûn e (dizî , kuştin , birina
bencê , herifandina rûmetên civakî …) Li şûna komele û ristên sîvîlê û
mirovatiyê ,ji nuh ve li xelek û dezgehên malbatê û êlê vedigerin .
Sedemçn cîhanê:
1- Di van çend salên dawî de , gelek alav û emrazên raghandina pêştketî,
wek êlktirîkê gihêştî hemî malan , hev gîhandin û hevghêştina mirov bi
xelkê derve re gelek sane bûye . Hemî bûyerên li cihanê tên kirin pê ve
tê girêdan teze – teze dibihîse û dibîne , ev dihêle ku , jîna xwe bi
jina miletên din re bipîve û helwestekê jê werbigre. Ev raghana bi wêne
û deng û dîtin , mêjiyê û jiyana mirov ber rûmetiyê diguhêre .
Ev şoreşa teknîkî û êlktironî bûye hêzeke mezin ji guhartinê re , di
hemî waran de .Ji destê deslatan nayê der ku , tiştan veşrin û bin cil
bikin , kar û kirarên wan wan tev ji xelkê hundir û derve berçavin .
2- Şoreş û serhildanên aştî di van du sê salên dawî de .çi li
Corcayê, Okraniya, Libnan û Qirxstanê şewq û ronahiya xwe dide cîhanê ,
taybet ew , dewletên ku, miletên wan dibin nîr û zor û zinatê de dinalîn,
çavê wan mileta baş li ser rewşa xwe vedibîn û civak diheje û dikele ku,
cîkek bi pûşê rewş pizirî keve , tavilê wê gur bibe û alava xebat mezin
bibe, miletê û civaka sûri naha di xwe de bi agirê zor û setemê diqis,
qise. Mirov dikare bêje rewşa şoreşê ya guhatinê ji derev û hûndir ve
bijartine .
Lê, mixabin hêzên niştamî û demok ratî lihevkirina nebrajtîne . Di
navbera wan de hê nêrîn û û pirogramên xebata bi hev re mor nekirine ,
tu rêxistin û peyman nehtine çêkirin . Li gor rewşa civkî û cîhanê ev
xalek gelek jar e .
3- Pirojeya Emrîkî û Awropî , bi demokratkirina rojhilata navîn , û
peyva serokê Emrîkî , ku pişta hêzên demokratxwaz digre , ev îjdilî ye
ne tektîke û vê pirojê xwe kûr di mêjiyê û milet û hêzên rojhilata navîn
de deng vedide . Lê , ji tirsa hukmetîn xwe re ku , wan xinz û bêbext
neke û xwîna wan erzan neke aşkere nikarin bêjin em bi vê pirjeyê re ne
.Lê,di dil û derûşmên xwe de demokratiyê doz dikin û guhartina van
ristan dixwazn. Tevî hemî hukmetên roj hilata navîn derûşma guhartin û
serastkirinê ji xwe re kirine benîşt û dicûn .Lê , tiştî naguhêrin û
kevirekî ji ci ranakin û nalivînin .
4- Wek me gotî , civakên rojhilata navîn gelek li şûnin , bûne axek
bi telbîz ,têde nêrîn û rêxistên Isolî Îslamî peyda bûne , serê xwe bi
mêjîkî kûr hildane ,yên ku, ne bi nêrin û kirarên wan re bin , tavilê
gawir dikin û xwîna wan ji rijandinê re rawe dikin . Ji ber wê mirovên
bê gunh bi dil kevirî hezaran jê dikujin . Ev mêjî û kirar bûne giranî
li ser milên van civakan , guhartin jê re bûne pêwîstiyek bi lez û
dîrokî.
5- Raman rizgarita netewan û demokratî xwaz , pir kar û xebat ji ber ve
tê kirin , ev raman bûye nan û vexwerina van gelan ku, karibin welatên
xwe li ser riya şaristaniyê ava bikin.
Mirov dikare bêje :Guhartin û demokratî kirina Sûriyê û rojhilata navîn
bûye pêdivek dîrokî bi lez . Ku, van miletan di hemî waran de rizgar
bibin û bi rûmet bijîn.
|