KILOMETIR ZÎRO Û REWŞENBÎRÊN EREB

Mustefa Îsmayîl - Kobanî
Efrin.net 21. 05. 2005
Rewşenbîrên ereb , dîtina fîlmekî kurdî di pêşberka festîvala fîlman
ya cannes de tehmûl nekirin û dest bi êrişekê li dijî
wî fîlmî û derhênerê wî Hiner Salêm kirin .
Xûya ye ku fîlm ê hin û hin qire cireke mezin peydabike, ji ber helwesta
derhêner ji problematîka pêwendiyên Kurd û Ereban di îraqa seddam de .
Lê nivîskarên ereb naxwazin ku kesek çêrî ew şêwe têkiliyên sexte yên ku
di navbera gelên îraqê de hebûn bike .
piraniya nivîskarên ereb îtîraf nakin ku rejîma seddam, rejîmeke
totelîter û xwînmij bû û wê bi siyasetên xwe yên dûrî hişmendiyê civakên
îraqî herifandin û hilweşandin .
îraqa berê di bin siya kujeran de mafên mirovan , nirx , nasnameyên
etnîk , ol , pêwendiyên civakî , sinc... û hwd ji bo berdewamiya rejîmê
bin pê dikir . derhêner ti zêdegavî li pêvajoya îraqê ya berê nekirê ye
, ji ber evê yekê girîngiya naveroka fîlmê , û sedema êrişên ereban .
gelo ma ev fîlm ji gerdûneke din hatiye û li me bêye mîvan
serkêþiya kerwanê êriþkeran romanûs û rexnegêra sînemayê ya misirî XADA
EBDULMUNIÊM dike di gotara xwe de ya ku di kovara OFOUQ ya înternîtî de
roja 17 ê vê mehê hatibû weşandin . tevî ku ew fêlmên festîvalê yên din
dinirxîne , lê ew pirtir li ser Kîlometer Zîro radweste û gotara xwe bi çend
manşêtên siyasî dest pêdike
- cannes bi êriþeke li dijî hemdema seddam destpê dike
- fîlm ajendeyeke dahûrîniye ji sedemên kîna kurdan li ser ereban
- derhêner salêm daxwaza dewleteke kurdî ya serbixwe dike
- cannes , fîlma derhênerekî îraqî ku daxwaza serxwebûna kurdistanê dike
ber hembêz dike
nivîskara me bîhtir di gotara xwe de dibe şîrovekereke siyasî , û
helwesteke siyasî ku dûrî zimanê rexneyê ye bikar tîne . goya ew fîlm
talûkeyeke li ser pêşeroja netewa erebî di rojhilata navîn de .
li gor nerîna wê , ji ber ku fîlm mijarine siyasî û girêdayî rewþa îraqê
, bi taybetî têkiliyên kurd û amerîkayê analîze dike ê fîlm palmeyekê
werbigre. ew jî li gor rexnegêra me pir caran di cannes de pêkhatiye û
ew wek mînak fîlmî QENDEHAR ya derhênerê îranî Muhsin mixmilbav ku
xelateke cannesa 2001 an wergirtibû pêşkêş dike.
ma em dikarin cudahiyekê têxin navbera çand û siyasetê an huner û
siyasetê . ma hunermend , nivîskar , helbestvan , û bi awayekî giştî
hemû rewşenbîr ne xudan helwesteke siyasîne ji bûyerên ku di cîhanê de
roj bi roj diqewimin .pê re ne tenê muhsin mixmilbav wek derhêner mijar
û dîtinên siyasî di fîlmln xwe de li cannes û derveyî cannes
pêşkêşkirine , navine din hene , semîra mixmilbav heye , amîr kostarêtsa
heye , yûsiv şahîn heye . van derhêneran dîtinên siyasî xistine fîlmên
xwe û xelat jî çi li cannes çi jî di festîvalên din de wergirtine .
rexnegêra ereb ji nakokiya pêwendiya kurd û ereban ( di fîlm de nakokiya
hestên şoforê ereb û ako yê kurd ) seyr dimîne . goya ew ne ji vê herêmê
ye û nizane ku vîrûsê ew nakokiyan di hundirê me hemûyan de heye , ma li
misirê nakokî di navbera musilman û xiristiyanan ( qubtîyan ) de tunene
. çima zêdegavî li pirsgirêkên siyasî û civakî , em hemû li rojhilata
navîn dijîn û em dizanin ku çi nexweşî tê de hene .
|