EM DERENG DIGHÊJIN
Pîr RUSTEM
Efrin.net 19. 05. 2005
Carekê ji nivîskarê Tirk; Eziz Nesin hate pirsîn: çima ev paş nav.
Ewî vegerand û got: dema ku, nav ji ba Xwedê daketin û xelk bezî da ku,
heryek navekî ji xwe re vebijêre, em bi derengî gihiştin wir û piştî me
naskir ku, nav nemane, em ji xwe pirsîn: Ezîz tu kiyî*.
Me çima ev çêrok weke pêşkêşekê, ji mijara xwe re, danî û ka çi merema
me jê heye û çi girêdan di navbera wê û babeta ku, em dixwazin li ser
rawestin heye. Lê ji berî evan hemû pirsan, ka em Kurd, weke netewek
serbixwe ku damarên xwe kûr di dîrokê de berdane -li ser bextê dîrokzan
û siyasetmendarên me- me çi ji xwe re kirî û hêştiye, da ku, em karibin
cihekî ji xwe re, di dîrokê de, vekin û bêjin: vaye em jî hene û ji mafê
me ye ku, em hebin.
Mixabin, em Kurd weke Ezîz Nesin hertim bi derengî bi tiştan hest dibin
û yek ji ewan tiştan; windabûna tore û kelepûra kurdiye ku, her diçe ew
ji nav tiliyên me diherike û nemaze di evan salên dawî de ku,
ragihandinên nuh hêştine em dûrî şevên çêrok û çîvanokan biçin û wan ji
bîr bikin. Helbet daxwaz ne ewe ku, em televezyon û kumpiyoterên xwe
bavêjin û her yek pixareyekê ava bike, da ku, em careke din şevên
zivistanan tevî çêrokên wan vegerînin; na, xwestek ne eve, lê gereke em
wilo bê liv, li hember jidestçûna kultûr û zargotina xwe jî, ranewestin.
Belê, herku kalemêrek di roja îro de dimre, em parekê ji kelepûra xwe
wenda dikin, bêyî ku, em ti xebatê di ber ewê yekê de bikin û çareyekê
jê re bibînin û piştî ku, ti dezî di destên me de nemînin, emê ewê hîngê
û weke nivîskarê hêja bibêjin: em dereng man.
Lewra û ji berî ku, em evan mûmên mane jî wenda dikin, em bangekê li
rewşenbîr û nivîskarên Kurd dikin ku, ew û her yek di herêma xwe de, çi
karibin ji kelepûra xwe kombikin dê hinek rûpel ji dîrok û zanyariya
miletê xwe biparêzin.
Helbet ev yeka dê sûdetir ba, eger ku, dezgeheka me ya fermî heba û bi
evî karî raba û tevî evê kêmasiyê jî, me dîsa dikarî ev yeka derbas
bikira, eger ku, tevgera me ya konevanî ev xebat ji xwe re bikira
qisawet û cihê guhdanê û ewana ji her hevalekî xwe û her yek li gundê
xwe, mala xwe de, çi gotin, metelok, nifir û tiştik û çêrokên kevin (gelêrî)
bidana hev û ji komîtên xwe yên jor re hildana û wan jî, çi partî dibe
bila be, komîtiyeke zanyar û pispor hibijarta, da ku, ew bi karên ji hev
derxistin û erşîvkirinê rabana. Lê mixabin, me ji zûde ev pêşniyaz got û
ti kesî bi ewê yekê nekir, lê dîsan jî dem neçûye, tevî ku, dereng jî
bûye.
* Gotina nesin di zimanê tirkî de, bi merema tu kiyî tête wergerandin.
|