Ronahiyek li ser
rewşa gurûpên rewşenbîrî
Berhîm Qasim
Efrin.net 19. 05. 2005
Di van çend salên bûrîde ,diyardek têkilî di navbera rewşenbîr û
nivîskarên kurd de çêdibê,carna binavê rêxistin tête gotin, û carna
binavê komît, yanjî di bin nave hevgirtin û girûpande.
di dawiya sala bûrîde, yanjî di destpêka sala 2005 de ,daxwazek ji hin
endamê van komîta ku ev rûniştin ango ev komît hemî li ser hev bibin
rêxistin,yan bibin hevgirtinên azad û serbixwe.
merema min ez li ser hin daxazên van endamê va komîtan rawestim û nêrîna
xwe bidim xwiyakirn , û rexnek sivik li nêrînên wa bikim .
eger ev komît,bibê rêxistin, dibin çi navîde bêt, helbet pêdiviye, go
sistemek navxoyî jêre bête danîn .
damezrandina halo piroje ez pê nebawerim, go ev rêxistin xwe tevlî
bûyerên ramyarî û abûrî nekê , heger wek dibêjin hin ji andamên van
girûpan ,( karê me nekarek ramyariye em xwe tevlî vê bûyerê nakin ,karê
me girêdaye bi wêje , rewşenbîr, filoklor û mêjowa kurdiye) ez dibînim
ku ev gotin ,dûrî bîr û bawerên mine,tirsa min ewe go ev endamên van
gurûpan ji berî neha nekarîbûn barê ramyarî hilgirin ji ber hin bûyeran
.û refek dî ji van girûpa, wesa nabêjin , didin xwiyakirin ,ku karê wan
ne tenê ,wêje û rewşenbîre, belê ramyarî û civakiye, carna abûriye.
Ez dibînim hin neronahî di navbera wan heye, beşê duyê ji wan, endam û
kadirin di partiyande, lewra ez dibînim , herwekî ku cidayîk heye
dinavbera siyaseta partiyê mede, ez bawerim herweha ,dengvedanek wê
çêbibê dinav endamên girûpêde û çareser nabê ev nexweşî , kû bibêt
rêxistin .
Her go ev nedaxwaza mine, û ez jê bitirsim ,kû ev buyer bibin sedema
nehîna wesa komît , kû neşê em bingihek aza jêre deyînin .
Birastî ez çi çareseriyê jêre nabînim , çimkî ez bixwe wek, yanjî kêmî
hemû endamên van têkiliyan , me ew asoyên hewqa bilind nînin, û çi
ekadimiyên rojnamenûs yan hozane û ekarnus peyîda nebûne, di nêrîna
minde , belê em dikarin hewqas liser vê babetê nerawestin , çimkî
dijminatiyek dîrokî li hember me kurd heye ji layê dijminve . û heger
pêşketinek çêbûye di dawiya van salande , ji hindirê partîtiyê
derneketiye, heger carna xwe ji ser sînorê rêxistinên kurdî hilavêtiye ,
ez bawerim kû ev bûyer ji ber kû cîhan ketiye di hindirê hemî malande
ewjî saye serê tiknolociya cîhangerî û ragehandinêye .
Ev diyardên (KOMÎT- TEVGER-GIRÛP- HEVGIRTIN) dupat dikê kû partiyên kurd
,nikarîbûn erkê wêjeyî, rewşenbîrî û rojnameyî, ayîndek baş jêre bibînin,
tirsa min ewe ya herî mezin kû ev endamên me yên van diyardan , rexnên
giran bikin li tevgera kurdî û kurdiustanî, bibêt bingih û binaxek arîşe
û kînek mezin…di virda ez dibînim wê ji hemî endaman bête xwestin yanjî
bibêt mercek gerekî dijîtiya tevgera kurdî, ez vê tiştê dibêjim çimkî ez
pê agihdarim, kû ev diyarde xwe dibînê li ser partiyanre.
Mixbin ez vê tiştê didim xwiya kirin , herwekî dixwazim şaşbim divê
nêrîna xwede,çimkî damezrandina halo piroje, karek zor sext û rence,
herwekî pêdiviye,berçavkirina çarenosa netewa gelê meyê bindest û
perîşan , ne tenê em li ser bingihê bav û bapîran,çîrokên rovî, gur û
maran binvîsînin, ne tenê helbest, dîrok û serhildanan,mêraniya sedê
salan şirovekin , .
hemî gelê cîhanê xweyî dîrok û wêje û filoklorin….h.d . kes nikarê
berhemê gelê me wenda bikê, lê ya herî mezin îro tête xwestin ,ji hemî
rewşenbîr, zanyar û nivîskarên me, di pêşde vî çerxê cîhangerîde,
têkilîyên rewşenî, pêre çêbikin, ji sînorên şûn û paşde mayî xwe ser
pêngav bikin .
Çiqas gilih û gazin ji tevgera ramyarî hebin, ev diyrdên nû nebin kelem
di pêşiya erkê pîroz yê di xizmeta qortal kirina gelê mede .
Gelî xwendevanên hêja , bernekevin kû ez dijî yekîtîk hebê binavê
nivîskar û rewşenbîrên kurd, qasî ku ji berî çendê salan ez bixwe yek ji
wan xortên kû dixwestin ,karek rewşenî li ŞAMÊ damezrênin , lê mixabin
em ne hewqas têgihiştîbûn , lewra em biser gelek rexn û pêvedanan û
bûyeran rast hatin ……
Birastî handera min em gelek şaşî û hele ji holê bavêjin , da em nekevin
gerrek bê binî û bê qizinc .
Qortal kirina damezrandina halo komît ,yan dibin çi navîde werê ,
yarmetîk ,alîkarî û piştgirî jêre nebê , ez bawerim ev koşeş û hewldan ,ewjî
wê çênebê , û naçê serî , yanjî wê bibêt partiyek nû birengek bê ser û
bin . ,xama( pênivîs) kû xwe tevlî koçê şarezayî û avdanetî nekê, xama
kû xwe tevlî , piştgirî û pişikdariya doza gelê xwe nekê, û daxwaza mafê
gelê xwe nekê , biserfirazî û bilîmet , ew xama tirsonek ya dibêjê , em
komît yan em girûp serbixwe û azadin , hîn ez agedar nebûme kû kesekê
kurd di vî welatîde hatiye azad kirin û serbixwebûyî .. ? ez dibêjim ,jêre
zûye bila bimînê razayî û raketî û bila rawestê ta pirsgirêka gelê kurd
çareserbêt .
|