RÊYA BEXDAYÊ ÊDÎ DI HEWLÊRÊ RE
DERBAS DIBE
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
fuadsipan@yahoo.de
Efrin.net 17.05.2005
Bi vê serdana wezîra karê derve ya Amerîka birêz Xanima Condoleezza
Rice di 15.05.2005an de li Kurdistana Azad, pêwendiyên Kurdan û DYA êdî
ketin qonaxeke nû. Nirx û kalîta pêwendiyên Kurd û Amerîka jî roj bi roj
zêdetir û bilindtir dibe. Hewlêr êdî him di siyaseta Iraqê de, him jî di
pêwendiyên bi DYA û dewletên din re xwedî gotineke taybet e. Serdana
birêz Xanima Condoleezza Rice li Selhadînê bi kek Mesûd Barzanî re xuya
dike, ku siyasetmedarên Amerîka baş fêhm kirine, êdî rêya Bexdayê di
Hewlêrê re derbas dibe. Bê guman rola kek Mesûd di vir de roleke sereke
ye û Amerîka jî vî tiştî baş dizane. Jixwe ji vir demek berê jî birêz
Xanima Condoleezza Rice ji bo ku hukumeta Iraqê ya nû zûtir ava bibe, ji
kek Mesûd re bi têkiliya telefonê tika-rica kiribû, ku ew alîkar be, da
ku hukumet ava bibe. Van bûyerên dawîn hemû nîşan didin, ku bêyî gotina
Kurdan êdî siyaset li Rojhilata Navîn nameşe û Amerîka jî li gorî vê
realîtê tevdigere. Êdî ne mimkun e, ku Amerîka careke din bi Kurdan re
bêbextiyê bike û Kurdan bike qurbana siyaseta menfiat û berjewendiyên
xwe. Çimkî berjewendiyên Amerîka di Kurdistanê de jî hene. Amerîka
dibîne, ku Kurd ne tenê bi desthilat in, herwisa bi desthilatiyeke
demokratîk in û Kurdistan jî cihê herî aramî û bi emniyet e. Lê bi qasî
ku berjewendiyên Amerîka ji wan re girîng in, berjewendiyên Kurdan jî
ewqas ji Kurdan re girîng in. Siyaset dan û standin e.
Ji bilî Kurdan ti kes xwediyê başûrê Kurdistanê nîne. Hukumeta Iraqê jî
dê nikaribe li Kurdistanê bi desthilat be. Desthilatiya Kurdan dê li ser
Iraqê hebe û jixwe bi serokkomariya mam Celal Talabanî û hukumeta bi
koalîsiyon di navbera Kurd û Şiîyan de hîmê desthilatiya Kurdan hate
avêtin. Amerîka jî vê rastiyê dibîne, loma ew jî dizanin, ku bêyî riza
Hewlêrê dê li Bexdayê ti tiştekî siyasî nemeşe. Amerîka jî li gorî van
şertan dîplomasî û stratejiya xwe amade dike û dide meşandin.
Ji ber ku berê ti perçeyekî Kurdistanê Azad nebû, loma gotina dijminên
Kurdan li ba Amerîka û li ba dewletên din derbas dibû. Bi taybetî jî
gotina Tirkan li ba Amerîka derbas dibû, çimkî Tirkiye endama NATO ye û
Tirkan ji Amerîka çi dixwestin, di heman demê de gotina wan dihate cih.
Amerîka jî ji Tirkan re bigota şeq Tirkan jî digotin teq û her daxwazên
Amerîka bêyî li ber rabûn dihatin pejirandin.
Tirkan bawer dikir, ku dê heta hetayê bi siyaseta xwe ya çirto û virto
bidomînin. Lê di dema şer û di pê şerê Iraqê re û heta niha navbera
Tirkan û Amerîka xerab bûye û ne mimkûn e, ku pêwendiyên wan wisa bi
hêsanî bê veherandin, temîr bibin; çimkî Tirkan hilweşandinên,
tehrîbatên mezin li hemberî Amerîka kirin, ku selihandin û çêkirin jî
êdî wek xeyal têye xuyakirin. Tirkan kap avêt û bawer dikir, ku dê bi
siyaseta xwe ya fort û zirtî (blöf) Amerîka bîne ser xêza xwe, lê
hêsabên wan yên malê li yê derve li hev nehatin.
Eger Kurd berdewamiya serkeftina siyaseta xwe dixwazin, divêt saniyekê
jî dem derbas nekin, zûtir hukumeta xwe çêbikin. Heta hukumeta
Kurdistana Azad ava nebe û serokê wê belû nebe, nikare behsa
federasiyonê jî bike. Şert û şirûtên federasiyonê jî hene, tenê bi
gotinan û bi niyetan nabe. Divêt Kurdistana Azad, parlamen û hukumeta
Kurdistanê bi kirinên xwe ve cîhanê îqna bikin, ne bi gotinên xwe. Kesên
nikribin pirsên xwe yên malê çareser bikin, nikarin dersan jî bidin
xelkê. Niha serê gotina siyasetmedarên Kurdistana azad federasiyon e û
binê gotina wan federasiyon e. Lê kanî hukumeta Kurdistanê? Kanî serokê
Kurdistanê?
|