Dr. Îbrahîm Elceferî
zengila metirsiyê lêda !!!!
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Efrin.net 17. 05. 2005
Li gor texmîna min hêja ye, ku ez vê kurtegotarê bi gotinên
feylesofê nasdar Efleton dest pê bikim. "Xweristiya pêdiviyên mirovî,
çarenûsa civakê çareser dike, lê ev pêdiviyan jî , bi demê re û bi
cudabûna xesiyetên mirovan re, tên guhartin;hin kes li peran û samanê
digerin,hin kes destlatê dixwazin , û hin kesên din jî, azadiyê dixwazin.
Eger kesên li samanê digerin , pirtir bûn , dê destlata dewlemendan ava
bibe, eger kesên destaltê dixwazin , û ewanan gihan armancên xwe, dê
dêktetoriyet destlatdariyê bike,eger azadîxwaz serkewtî bûn, dê
dêmokratiyet destlatdar be."
Di vir de naxwazim li ser dîroka konevanî ya nûjen li îraqê ya berî
9.4.2003 an de, rawestim, lê tenê ji bo partî û kesên ku zû hevpeyman û
rabordiyên xwe jibîr dikin,pêwîste cend peyv bêne gotin.
Duh,partiya Dr. Î.Elcefreî bi partiyên din re û li gel partiyên
Kurdistanê,û hemî zadîxwazên îraqê rêjîma xwînvexwar rûxandin, û xwedê
giravî, piştî 85 goristanên tevayî, û bi sed hezaran pakrewanên
nemir,dêmokratiyet bi serket, û ewa bû ye destlatdarê Iraqa nû ,
komareke nû bi seroketiya birêz Mam Celal Talbanî û hukumetek hevpeymanî
ya nû bi serdariya Dr.Î. Alceferî ji aliyê encumena niştimanî de hatin
vebjartin. Lê berî van gavavêtinên dawiyê , wek hatiye zanîn û
ragiyandin, yasaya birêvebira dewletê ji aliyên hemî hêz,
partî,dêmokratîxwazên hevpeymanî û hevkarî, bi şêweyên rewa hatiye
pejrandin. ji bo gelê kurdistanê , du xalên pir giring û payebilind di
vê desturê de hati bûn çespandin.
1-PIRSA FÊDERALIYÊ.2-PÊWÎSTIYA CARESERKIRINA KÊSA
"DILÊ KURDISTANÊ"(KERKUKÊ).
Di dema ku hemî aştî û dêmokratîxwazên cîhanê bi giştî û nemaze yên
Îraqê û li seranserî Kurdistana mezin , bi damezrandina destlateke nû ,
fêderal dilşad dibûn û komara dêmokrat pîrz dikirin , hukumeta nû ( beşê
ereb) ji nişkava li dijî vejandina hêviyên gelê me gollek teqand!!!
Di vê meha borî de , şalyarên hukumeta nû , Ereb û Kurdan û yên din ji
bilî Dr.Berhem alih bi şaşî bi berevajiya deqa sondxwarinê, ya ku pêş
da, li ser lihavhatî, û rêkewtî , sond xwarin. Lê şaşî çi bû? Kê bi
mebest ewa kir?
Hukumeta nû ( beşê ereb)peyva pêkanina fêderaliyê , ji deqa pê
sondxwarinê bê agahadariyên salyarên Kurd, rakiri bû. !!!
Bê guman pêşengên partiyên herêma Kurdistanê, û hemî şehrezayên
dêmokratîxwaz nerazîbûnên xwe derbarê vê helwesta pir gumankirî bi tundî
derbirîn û daxwaza lêvegera sondxwarinê kirin.
Pişt re hukumet neçar bû, û di roja 9.5. 2005 an de sonxwarina xwe bi
awaya rast dubare kir.
Di baweriya min de , sondxwarina Dr.Elceferî û hevalbendên wî , ne ewqas
giring e , lê ya zor ji wê giringtir û nirxbuhatir, niyaz û daxwaza
bicihanîna naveroka desturê ye . eger em kurd çiqas dilsoz û rastgo bin,
lê ji mafê me ye , ku em bi çav û hişên vekirî texmîn û gumanên xwe , ji
vê şaşiya dênamîtkirî, derbibirin.
Ez bêdudilî dixwazim bêjim, ku hukumeta Elceferî(beşê ereb) bi vê
sondxwarina yekem re , namek mezin, watedar, sozdarî, ji van navnîşanan
, Iranê , Sûriyê , û turkiyê re şandin.
Dr . Elceferî û hevalbendên xwe , xwestin raman û helwesên xwe yên
rastîn di sebaret fêderaliyê de ji van welata re bidin diyar kirin ,û ji
wan re bêjin;, va ye, em jî weke we naxazin fêderaliyê bi Kurdan re
bipejrînin, lewre jî divê win hinekî hêmin û arm bin ,
bêhna xwe jî li me fereh bikin, eger em niha neçar in ji daxwazên kurdan
re dibêjin erê, lê eger em di paşeroj de, bi alîkariya we , bi ser
lingên xwe rawestiyan , di wê demê de, emê bi hev re, û bi hêz kêşa
kurdistanê li hemî beşan dorpêç bikin.
Wek hişmendên Ereban bi xwe dibêjin ,"name bi navnîşana xwe diyar e." ji
ber vê jî , ez dibêjim, hukumeta Elceferî nama xwe bi navnîşana "sondakêm
" ji dewletên dirawsê re şand, lê naveroka wê weka min li jor pir bi lez
nîsankiriye. Lê cima ewqas bi lez, Dr . Elceferî nama xwe ya jehirkirî
ji wan re şand?
Wek ji hemû çavdêrên ramyarî, û siyasetmedaran re diyar e, Iran hindik
an pir raman û nirînên gelek partiyên şê,î ji nîzîk ve nas
dikin,têkeliyên xwe hin caran aşkere, hin caran li paş perdan bi hev re
hene, û hin xalên hevbeş di nav wan de, wek (olî , pirsa kurdî ) peyda
dibin .
Dr. Elceferî û bi taqima xwe ve dixwaze zû-zû li ser lingan bisekinin,
lê wek em dizanin , Îraqa nû di bergeheke zor dijwar re têper dibe,
lewra ewanan bi lez , bi pêwîstiya alîkariya van dewletanan nin .Lê ev
dewletan jî , dijmantiya Îraqa nû dikirin û hîn jî kêm an zêde
berdewamin,çimkî tirsa van welatên dirawsê ya herî mezin ,pêşketina doza
kurdî li Kurdistana Îraqê ye, eger ev tirs ji dilên van hukumetên
regezperes derkeve , belkî ewanan
destêwerdanên xwe jî , ji hundir îraqê niha bi şunda bidin, ta ku ewa jî
(hukumeta Îraqê)fersendê pirtir bibîne û kanibin bi sanahî karên
têrorîstiyê di çarçewa Îraqê de bi dawî hûnin, lewre jî , ez guman dikim
, ku hukumeta Elceferî xwestin bi lez vê sonda ne rewa bixwin .
xxxxxxxxx
Sedemekî din jî heye , lê ewa ne ewqas wek yên jorîn giring û balkêş e;
ewa jî bi heyam û siruştiya pir partiyên din erebperest li hundir welêt
ve girêdayî ye , bi vê namê re , dilên hemû hêz û kesayetiyên rijperest
piçekî aram dibin , û tirsa azadiya Kurdistanê li nik wan jî belkî
kêmtir bibe ,ta ku ewanan jî (têrorîst)ziyanê pir negînin kesayetiya
rêzdar Elceferî û hevalriyên wî.
Dêmek navnîşana vê namê pir watedar e, bi pir aliyan e, lewre, Dr.
Elceferi zengila metirsiyê hîn di destpêka riya hevalbendiye de lêda
!!!!!!!!
Vêca , piştî tabloya rêzanî ya hevalbendên me zelal bû, çi ji me Kurdan
tê xwastin?
Mirov bawer dike , ku regezperestên Ereb , Turk, Faris hîn naxwazin
mafên me yên dadmend nas bikin, û destên xwe ji Kurdistanê vekşînin.
Lewre jî , gelê Kurd dikane tenê bi yekitiya vîna xwe ,bi yekitî û
hevkariyên hêzên xwe, bê awerte, û dûrî sûd û kelkên partayetî an
kesayetî pêşbirê pîlanên ne aştî û azdîxwazan bike.
Almaniya
16.05.2005
|