Têkiliya Rewşenbîrê Kurd li Sûryê
bi Tevgera wî ya Siyasî re
M.Emîn-Dêrika Hemko
Efrin.net 16. 05. 2005
Di van salên dawîyê de, gelek lêkolîn, bîr û boçûn di derbarî
peywendiya di navbera tevgera siyasî li sûryê û rewşenbîrên kurd de
hatin nivîsandin û pirr berhem û babetên çak û ciwan di vî warî de hatin
berhevkirin, Ji ber vê yekê em di Karin bêjin, ku ev mijara em
pêşkêşdikin ne berhemekî dîye, yan dergehekê nûye îro me lêda û em di
xwazin ji nû ve vekin . lê, ji ber ku hê ew aloziya peymendiyê di nav
bera herdu alan de berdewame, wek ku wê bimînê berdewam jî, ji ber ku ew
babet bi xwe cihê aloziyê ye, yan mirov di karê bi rengekî dîtir bijê,
ku ev aloziya peydabûyî kavnare, reh û rîçalên xwe di kûrahiya singa
erdê de berdaye û xûyaye ku ev alozî wê bi domahî jî newê . lê, belê
dibê ku mirov bi karê çareseriyekî ji rengê dan û standinê, ji
hevnêzîkbûn û têkiliyan bi hev re, ji wan re peydabikê, ku karên herdu
alan wek ku ji hev cuda di warna de û li hevhatî di warin dî de, ku
dijîhev newin, di wê hevrikî û cîwaziya sirûştî û saxlem de, ku bi hev
re bixebitin, kar û keda wan her yekî li ser rêya xwe, û di cok û
rûbarên xwe re bi herikin li ser yek çemî, mezinbûn û firehbûna wî çemî
armanç bê ji her du alan re. belê,berî ku em rengê têkilîyan di navbera
herdu alan de diyarbikin, divê em herdu alan wek siyasetvan û rewşenbîr
nasbikin. Gelo… ka ew kîne...? çidikin, çi ji wan tê xwestin, çima
çirûska şerê sar di nav bera wan de her û her gerim û geşe…? bi çi rengî
di Karin têkiliyan bi hev re avabikin, çima roj bi roj, sal bi sal ne
tenê rewşenbîr dûrî sazîyên siyasî di Kevin, lê belê, millet bi rengekî
giştî ji partiyan di vecniqin û dûrî wan di çin, di gelek delîvan de
millet di bîr û ramanên xwe de ketiye pêşiya wan sazî û rêxistinan, çima
ta îro gotara siyasî ya tevgera kurdî li sûryê ne hevgirtî û zelale…!?kî
berpirsyare di ber sistî û xaviya Tevnan çanda kurdî li sûryê de ye ...?
Ev pirsên raborî û gelek pirsên dîtir jî di mejyê mirov de dijenin û
mirovî di kişînin meydana rewşa siyasî, çivakî û rewşenbîrî di civata
kurdî de û ev pirs di sewdanê mirov de digerin, dihêlin mirov bi
nêrîneka hûrnaz di wê rewşa giran û wêran de bi bonijê. ka Rewşenbîr kî
ye: ev zarwaz bi xwe jî, di pênasînê de, bingehek alozî wergirtiye, û di
her qûnaxê de bi rengekî hatiye danasîn û nêvnaskirin. Em naxwazin xwe
li peyî gotinan û wateya rewşenbîriyê û binyata wê di zimanên latînî de
û firehbûna wê gotinê di qûnaxên dîrokî de, standin û wergirtina wê
gelek nav û nîşanên rengîn û cîwaz di wan qûnaxan de, herin . belê, em
di karin bêjin wek ku berî me xelkê gotî rewşenbîr ewe yê hişemend û
zana ku kariye ristek pêzanîn, têgeh, serhatî û serboryan bi rêya hînbûn,
zanîn, xwendin, dan û standin, lêpirsîn û westandinê pêkbînê û xwe pê
avabikê û wan di jîn û jiyana xwe de hilgirê, ew yek bihêlê ku hiş û
sewdanê wî fireh û têrbibê, remanên wî kûrbibin, nêrînên wî dûrmeyzên
herin, rewşenbîr rewşeka wî ya teybetmend heye ev rewş di hêlê ku ew bi
ked û karekê rewşenbîrî rabê û pêve mijûlbibê, piştî nimandin û
cihgirtina wan pêzanîn û serboryan, ew berhem bi rengekî ji rengan, çi
nivîsandinbê, yan dana bîr û ramanan bê, yan jê bizav û karekî hunerî bê,
derdibê, wek kanîk sere bavêjê vêca biherikê . em naxwazin werin û di
nav dabeşkirin û birrkirina rewşenbîran de wendabibin û bêjin ku ev
birrê rewşenbîran keysbazin û evên he sazbendin û yên he zirnevanin .
rastî her xûya dibê û her kes wê heqê xwe gorî kar û keda xwe bistînê .
lê ya pêwîst di vî warî de ewe ku her û her dergehê dan û standinê,
hevpeyvînê ne win girtin, û mirov tuxîb û sînoran, yan dîwar û sengeran
li dora çanda kurdî avanekê, bila ne tenê pencera giftûgo û hevpeyvînan
di nav bera rewşenbîrên kurd de bi mînin vekirî, lê belê, gereke ew
dergeh û pencere di nav bera rewşenbîrê kurd û tevî rewşenbîrên cîhanê
de, bi teybetî yên ku ew û kurd bi hev re dijîn werin vekirin, nexwasim
di serdema cîhangêrî û şoreşa ragihandin û veguhestinê de, wek tê gotin
ku îro cîhan kirye gundekê piçûk . di vî derbarî de gotina Mihatma Xandî
mifadare dema dîbijê: (( min navê ku xaniyê min hawîrdorî wî dîwar
lêkirîbin, ta ku pencerên wî jî werin girtin û wendakirin, belê min
xanîk divê, ku bayê tevaya çanda cîhanê lêbidê û bi serbest û azad
derbasî wî xanî bibê, lê bê ku ew ba bi karê min ji reh û qurim ve rakê
)).
Bi kurtî em dikarin bêjin ku roleka rewşenbîr ya rexnegêrî heye û di vê
ew vê yekê ji bîr nekê, kartêkirineka baş û berçav di serastkirin û
rêxweşkirina rêyên rast û durist di civakê de bilehîzê û Esmanê tarî
sayî bikê, Kanyên gerav zelalbikê, hêviyên avis bi ser û ber bikê û wan
di jîngeheka saxlem de xwedî bikê.
Siyasetvan kîye : mebesta me ji gotina siyasetvan, yan siyasetmedar, yan
jê zêrevanêsiyasî ewe kesê ku bi siyasetê mijûldibê û ked û karekê
siyasî dikê. vêca ew kes heger di nav rêzên partîyen debê, yan jê cudabê
ji wan partîyan, lê belê, emê bêhtir li ser partiyan rawestin, ji ber ku
partî yan tevgera siyasî wek sazî û dezgehan tên dîtin, ji ber vê yekê
jî barê li ser milê wan girantire û pêkarînên xurtir di nav destên wan
de hene û eger kêmasî di rewşa siyasî de hebin, ew barê mestir ji rexne
û gunehan geleke hilgirin . partîyên kurdî wek ku rêxistinin siyasî, kar
û xebata xwe gorî bernamekê karî di civaka kurdî de di ajon. Lê, li cem
wan wek têdîtin, ku partayetî armance, ne wek ku partî hatiye
damezirandin, ji bo ku bibê têgihiştinek ber bi armancê ve. Ji ve yekê
ew bernamê karî îro xizmeta wan armancên partayetî dike, bi teybetî yên
girêdayî bi rêxistinê ve têkirin û eger carna nêzîkî warê rewşenbîrî ji
dibin, yan tê bîra wan ku pê bi fikirin, ew bi xwe jî gorî nêrîneka
siyasî ya ne diyar û tarî dihilgirin û her dîsa wê li ser rêya
xurtkirina rewşa rêxistinê ve didin. Ji vê yekê gelek partiyan piroj û
pernamên rewşenbîrî pêşinyankirin, yan xwestin ku navend û guropên
rewşenbîrî sazbikin, ewan piroj û bernama di malzaroka xwe de candan,
yan jê man xewnin beravêtî di qûnçikên hişemandiya wa ya tarî de û di
sewdan û mejyê xwedanê xwe de fetisîn, dîsanê ji ber ku mereq û mebesta
wan ew bû, ku ew navend û gurop, yan wan ji alozî û astengên wan
rizgarbikin, yan jê tozê li ser rûyê wan bidê alî, rê û dergehan li
pêşiya wan bîr û ramanên di hiş û sewdanê rewşenbîran de di gerîyan, bi
girin. Siyasetvanê kurd û ji ber serdestîya wî li ser dezgehên siyasî
kariye rola rewşenbîr di wan dezgehan de kêmbikê yan Jê nehêlê, her û
her xwestiye ku rewşenbîr gorî çarçovê hişemendiya xwe kedî bikê, ku
xizmetê ji wî û dezgeha wî ya partayetî re bikê. ew bi Karin bê kêr ve
mijûlkirye û karê rewşenbîriyê di nav destên wî de şehitandiye û li ber
wî wendakirye.
Raste, gelek caran berpirsên siyasî xwestine rewşenbîran nêzîkî xwe
bikin, lê nêzîk kirina wan, ji bo xwe ji êş û azarên xwe rizgarbikin, tê
bi bînê carcarana wê li rewşenbîran vegerin û bi teybetî wek me dayî
xûyakirin berî niho jî, dema ku bêhna bayê damezrandina sazî û dezgehên
rewşenbîrî di bihîzin, yan pê dihezin, lê tucarî, çi dem û çi çaxan ne
xwestine di rawestandineka dîrokî de, bi mêranî li hember pêvajoya xwe
rawestin, bi guhertin û pêşveçûnên cîhanê bi firikin, lêkolîn û
lêvegerekî ji qûnaxên kar, xebat, paşdemayîn, têkçûn, şaşî, başî,
serketin û şikestinên xwe re çêbikin û ji xwe bi pirsin :gelo …. Me di
qûnaxa borî de çi bi vê hişemendî û siyaseta xwe bi dest ve anî ye… ? û
dîsa me bi vê gotara xwe ya siyasî çi bi ser xistye û çi ji milletê xwe
re pêkanîye ….!!!???
Bê dudilî mirov di karê bêjê : ku partiyên kurd li sûryê bi rola xwe ya
dîrokî ne rabûne, ji ber ku ewan mirov avanekirine, tenê karîne di vê
pêvajoya xwe ya dûr û dirêj de, hişemendîk siyasî, sist û xav avabikin,
zanînek sereserî, sivik û tenik bi hûnin, rêz û rawazin kelgerim di
civaka kurdî de bi çînin, û bi vê sistî û xavîya xwe nekarîne barê
milletê xwe hilgirin û di bin de rabin, û hêvî û omîdên wî pêkbînin .
eger em di xwazin civakê avabikin û zanînê di nav de belavbikin berî her
tiştî geleke em vegerin mirovî û ewî di tevî waran de sazbikin, bi
teybetî pêkanîna jîngeheka saxlem, raman û hişekê vekirî, ku mirov di
bergeh û naverasta wê de, bi serbest û azad hest û helewestên xwe
derbirê û bi buhayê xwe wek ku mirove, xwedan mafe jê tê xwestin ku barê
xwe hilgirê, wek ew mafê xwe di xwazê û geleke mafê wî pêkwerê, hewqasî
divê bi rola xwe jî rabê, mafê xwe daxwaz bikê û pêre karê xwe jî
nasbikê . bi vê yekê ewê destê xwe deynin ser birînê û bi karibin bi
rola xwe ya şaristanî û rasteqîn rabin, ne kirina xizmetê ji bo avakirin
û sûtina hişemendîya mirovî bi rengekê rast, û nebûna bernamekê zelal û
karekê mifadar ewin egerên serekî, li pişt cudabûn, ji hevçûn û
perçebûna di navbera partîyên me de têkirin û her yek mihane û hûncetên
xwe yên kawî û bawî diyendikin û di xwazin nav û nîşanin din bidin wan
pîş û Karên xwe, yên tenê xizeta berjewendiya wan kesan dikin, ew
kawîbûn û bawîbûna hiş û mejyên wan kesan xizmeta berjewendiya wan gurop
û kesan dikê û berjewendiyên wan yên teybet di parêzin, ew guropên ku ta
îro bi kêrî çûna behiyekî nayên, yan jê nikarin bi rêk û pêk bi rê û
rismên çûna behiyekî rabin, wek ku çend mirovin rêncber û cotkar ji
gundekî veder pê dirabin, tevî ku çûna behiya karekê girînge li cem wan
û serketineke jî eger karîn bêkbînin ew rengê karî di serê karên wan
deya, her û her di mejyên wan de digerê, guhdaneka zêde didinê, mirov di
karê bêjê ku ji xwe ne di behî û dawetan de bin, ji xwe mirov wan
nasnekê û wan nabînê …!!!??? Yan mirov nizanê ji xwe hene yan na …!!! .
Eve em derbasî hezara sîyan bûne û hê diyardeya ne xwendin û ne
nivîsandina bi zimanê kurdî, di nav endamên partîyan de, bi teybetî di
serkirdayetiya wan de belave û bergeh û rûberê vê diyardeyê, di dema îro
de firehtirdibê, serdestiya mirovin nezan û ne xwenda, lê kotek û
rûqayîm di ser kirdayetiya partîyan de û veşartina wan di bin kirasin
pak û paqij de lê ew bi xwe ji şûn û şopa wan têgeh û serboryan, wan rêz
û rawazan, wan xebat û destxetên paqij dûrin, ewan kesên kevnar û kawî
di ser kirdayetîya partiyan de, bi destên xwe yên dirêj û peywendiyên
xwe yên teybetmend, bi qûl û qewarên xwe yên sazbend, bi hişê xwe yê
girtî û stewir karîne bawernamyê bi pileya zorbaş di warê perçekirin, ji
hevkirin, birrkirin, cudakirin û zayîna partîyan de wergirtine û bûne
pîrikên yasayî ((Qabilên Qanonî )) partîyan avisdikin, û gelek caran
nahêlin neh heyîvên wan derbasbibin wê bi zorê di ber zayînê re dikin, û
nêvika zarokê jêdikin û zaroka nûhatî firşikdikin û ser û berê wê
pêktînin û di nav pêçeka wê de di pêçin…!! Gihane pêpelûkeka bilind ji
zanînê ji ber ku ew bi xwe berhem û keda nêzîkî pêncî salîye, ji kar û
xebata berdewam, îro çeleng û pisporin zana û jêhatî serê xwe di vî warî
de hildane, porr di ber vî karî de şînbozkirne, û kar û xebata wan bê
rawestane. di encamen de, gelek mirovên jîr û zana, bîrbir û hişemend di
nav rêzên partîyan de, xeleka bêdengî û wendabûnê li dora wan hatîye
pêçan, vêca pişta xwe dane partîyan û xwe ji şerenîxa bê mifa dûrkirine
û xwe ji bêbextiyan paraztine. di vir de em naxazin ku werê fêmkirin ku
ev egerê serkî ye, yan yê bi tenêye di ber wendabûn û nependîbûna
rewşenbîrê kurdî û dûrbûna wî ji nav rêzên partyan, ji ber ku di
bawerîya me de, hin egerên dî jî hene, di serên wan egeran de,
binpîkirin û wendakirina nasnameya neteweya kurdî û bê serûberkirina
kesatî û pênasiya wî ya nêvnas û serbixwe, ji alê rijêmên serdest û
desthilatdar ve, yên ku Kurdistan li ser wan hatî ye debşkirin û
parvekirin, ji kevinde ta roja îro siyaseta binbirrkirin û helandin,
nehêlan, ji navrakirin û komkujiyê derbarî gelê kurd li dardixin, û
birçîbûn, penaberî û havîbûn derheqa vî gelî de li kartînin, nehiştine
ev millet êmanahî, aramî û seqamgêriyê li ser xaka bav û bapîran bibînê
û pêşa bibê . di ber vê re jî qedexekirina xwendin û zanînê bi zimanê
kurdî, hiştîye ku zevya çanda kurdî bi mînê stewir û beyar, ji ber ku
rewşenbîrê kurd bi zimanê milletê serdest hînî xwendin û zanyariyê bû ye,
û pêre mezin û firşikbûa hiş, bîr, xewin, hest û helwestên wî jî gorî
rewş û çanda wî milletî jenîye. Bi kurtî qutbûnek ketî ye di zincîra
pêvajoya gihandin û rêveçûna çanda kurdî de,ev çand ketî ye di xewneka
kûr û dirêj de, bi rastî ji ber ku gelek caran mirov seyîr li ber wan
pend û şîretên Kevin yên bi nirx û buha, herdem sax û nûjendar di
berperên zargotina pêma û kele porê kurdî de bi rûnê, û matmayî li ber
wan çîrok, çîvanok, serhatî, serborî, Efsane, bîr û ramanên kûr û
xeyalên dûr dimînê, Mirov ji xwe di pirsê, gelo ma çi mejî, çi hişî ev
pend û şîret afirandine…? helbet ev tev ne ji valehî yekî derbûne û
hatine der!!?? Belê, hema her çanda Erebî û dibin navê netewa
Misulmantiyê de û nîşana wekhevî û biratiyê de. kartêkirineka bê hempa
ya ne saxlem di wêrankirin, herfandin û korkirina çanda kurdî de
lehîstiye, wan bîr û baweriyên olî kir ku milletê kurd li neweta xew
binêrin wek karekê dunyeyî, tewra armanc û xebata wan ya bingehîn û
serekî belavkirin û xezmetkirina ola Îslamê bû, û ji kevîn de xwedanê
çanda serdest xwestine ku çandên netewî, di nav wan de jî çanda kurdî,
di qewara çanda Erebî de bi helînin,bi mihaneya ku zimanê Erebî zimanê
ol û Qurana pîroze û zimanê ku Pêxemberê xwedê pê axivye û jînenîgariya
wî bi şan û xalên vî zimanî ve hatiye xemlandin . îro em pêtviyê
şoreşeka çandî ne, ku em bîranîna hişemendiya kurdî ya Kevin vegerînin,
û Kevin û nûyên xew bi he ve girêbibin. Belê raste yê gotî ku ew milletê
kevinê wî nebê, bêguman nûyêwî jî nîne û wê nebê.
ji ber vê em pêwîstiyê didin avakirina dam û dezgehên rewşenbîrî,
kombend û navendên Estiratîcî, ji ber nebûna dezgehin rewşenbîrî
serbixwe ta dema îro cihê dilêşyî ye, partîyên me ta dema îro ne karîne
van rengên saziyên rewşenbîrî damezrînîn, ma vêca wê çawe piştgirî û
alîkariya wanbikin. birastî siyasetvanên me bi vê yekê ne fikirî ne û na
xwazin serên xwe bi van galgal û gotinên pûç û vale bi êşînin, ji ber ku
gelek ji wan ciyên xwe nav wan sazî û dezgehan de nabînin, beşê dî jî
Karin siviktir û rehettir ji xwe re hilbijartine, beşê di karê jî di
xwazê hevsar ji destên wan dernekevê û ne filitê, ew jî wek serokên
komar û dewletên rojhilat lê hatine, û bi taybetî wek yên welatên Erebî,
her tişt divê di bin imza wan re bi borê û di din çavdêrîya Wan de
bimînê. Dem der bas bibê, û li hêvî û benda kesî naseknê, dibê ku îro
tiştin, yan careserkirinna pirsgirêknan di destê wirov de bê, sibe ji
destê mirov xwe jî derkevê, tevî ku dem dereng ketî ye, lê divê tucarî
mirov di ji yanê de bêhêvî nebê, mirov li ber xwe bidê û berevaniya xwe
di ber man û berdewamiyê de bikê. Di vî warî de, gotina Mikyafîlî li
bîra mirov tê dema gotiye: (( çaxê em zû bi êş û zehmetiyan ve bi gihin,
çareserkirina wan jî wê demê wê hêsanbê, lê eger em bendewar bi mînin ta
ku ew êş û nexwşî di ser me de bigirin pêkanîna dermanî wî çaxî wê
paşbikevê û êş û derd wê asê û giran bibin, di dest pêka asteng û
girêftaran de, şirovekirin û têgihiştin zehmet û dijware lê çareserkirin
hêsane, di pişre naskirina êş û janan hêsane, lê çareserkirina wan zor û
dijwre )).
dawîyê em di xwazin ji qûnaxa gotin û bêjeyan derkevin û ber bi kirin û
karên mifadar, rêk û pêk ve herin, rewşenbîrê kurd li ser milê wî ye ku
ew roleka pêşeng di berhevkirina lêkolîn, vewejantin û lêpirsînan de
bikê û ji wî tê xwestin ku ew kêmasî û şaşiyan bidê xûyakirin, û pêre
derman û rêyên careseriyê bidê nasin û diyarkirin. Em di Karin bêjin ku
hê rewşenbîrê kurd jî ta dema îro bi rola xwe ya dîrokî ya giring di
hûnandina Tevna rewşenbîrî,civakî di civata kurdî de nerabû ye. Eger
mirov li tabloya rewşenbîrî ya kurdî li Sûryê meyzînê mirovê bi bînê ku
rewşenbîrê kurd hê ne diyare, bi rengekê xurt û xûya di meydana pîş û
karê rewşenbîrî, siyasî, civakî, ramyarî û zanyarî de ne xûyaye, û
dîsanê ne karîye bersiva pirs û pirsyarên ku rewşa kurdî li ber destan
di deynê daye, ku pirojekê ramyarî yê bi ser û ber ku bi bikarê tevî tex
û çînên civata kurdî himbêzbikê û sûd û mifayê ji karîn û berhemên wî
werbigrê , ji bo ku milletê kurd jî ber bi asoyeka şarevanî û serdemî ve
bidê ,ya ku millet û civakên cîhanî gihnê de. Eger em li rewşa
reweşnbîriya kurdî binêrin emê gelek deng û rengên rewşenbîran bibînin.
Lê ka em werin li berhem û afrandinên wan bi nêrin, yan bîr û ramanên
wan vewejêrin . bê guman, emê pirojeyên ramyarî yên levdayî, xurt û kûr,
ku bi bê pirojekê netewî demokartî berfireh, û bi ser û ber wê newin
dîtin, ji ber hê ew pirojeyên dilxwaz, hêjî ne hatine sazkirin û
hûnandin, di bê ku hiş û mejyê rewşenbîrê kurd di vî warî de dilivê, û
dil û canê wî di xwazê, lê belê, xwestin tişteke û kirin tiştekî dîtire.
bi kurtî rewşenbîrê kurd hê kanyên hişemendî, ramyarî ne teqandine ku ew
kanî bi bin jêder û çavkanî ji kesên siyasî re, ku ji wan kaniyan avê
vexwê ew kanî bibin çira, rê û şopa kar û xebatê, kirin û lebatê ronî û
zelalbikin. Jîn û jiyana Endamên partîyan pê bi xemilê û hiş û sewdanê
wan pê werê geşkirin û ronîkirin .
|