Kerîm Yildiz Kurdên Sûryê dike

hindikahiyeke zimanî.

Jiyan Bedixan

Efrin.net 15. 05. 2005

Kerîm Yildiz di Malpera Komela xwe de (Kurdish Human Rights Projekt: http://www.khrp.org/country/syria.htm) li ser Sûryê wilo dibêje:
Arabic is the mother tongue of 85-90% of the population. Kurds are the largest linguistic minority (11%). There are also small communities of Armenians, Circassians, Turks, and Aramaic-speakers.
Erebî zimanê dê ye a 85-90 % ji milletê Sûryê ye. Kurd hidikahiyke zimanî yê tevî mezine (11%). Civakên din jî hene, weke Ermen, çereks, Turk û Aramî.
Di despêkêde ew dibêje ko Kurd 1.1 milyonin. Li gora jimartina dawî milletê Sûryê 18 milyonin, Seda 11 ji wan li ba kerîm 1.1 Milyonin. Lê belê problêm ne ewe.
Gava Ko Kerîm me Kurdên sûryê dike “liguistic minority” Nasnameya me ya netewî tuneyî dike.
Li ba yekîtiya netawan Prof. Françesco Capotortî Hidikahiyê wilo diyardike: “A group numerically inferior to the rest of the population of a State, in a nondominant position, whose members— being nationals of the State— possess ethnic, religious or linguistic characteristics differing from those of the rest of the population and show, if only implicitly, a sense of solidarity, directed towards preserving their culture, traditions, religion or language.” “ komek bi hijmara xwe ji kesên din ê ko di wê welatêde dijîn hindiktirin, û ne di rewşeke desthilatdar de ne, endamê wê komê hemwelatiyê wê dewletê ne û ew xwediyên taybetmendîne nijadî, olî an zimanî , ko ji yên kesên din cihê ne û wijdaneke hevgirtinê – her çendî verşartî be jî- ji bo parastina çand, tore, ol yan zimanê xwe diyardike”. Diyarkirina Prof. Françesco capotorti ji bo wateya hindikahiyên di nav rewşenbîrên yasaqa navtetewî û dinav rêxistinên cîhanê de cihê xwe girtiye. Kategoriyên hindikahiyan gelekin, ji wan çend evin:
- Hidikahiya olî: (religious minority) Ev Hidikahiy çêdibe gava komek ji mirovan di nav hevdûde an jî aşkere baweriya xwe bi olekî bikin û destûrên wî olî bi rewşekî bi kar bînin.
- Hidikahiya zimanî: (liguistic minority) Ev Hidikahiy çêdibe gava komek ji mirovan di nav xwede an jî bi awayekî aşkere zimanekî bikar bînin, devkî be an jî bi nivîsê be; bi vî zimanî jî ew ji mirovên di ê ko di wê welatê de divîn cihêne bike.
- Hidikahiya netewî: (ethnic or national minority): Ev Hidikahiy çêdibe gava komek ji mirivan xwe bi taybetiyên Biyolocî, cînî ji aliyekî û taybetên çandî û dîrokî ji aliyekî dinve ji kesên din ê ko di wê walatê de dijîn tevêl bikin, ev hemû tey taybetiyek xweyî ew jî şiyarbûna tevayî û xwesteka toneyî bo azadiyê.
- Mişext: (immigrants) Ev Hidikahiy çêdibe gava komek ji mirovan ji bo kar li welatekî kom bibin an jî ji sedema zor û setemê welatê xwe berdin an jî ji bo jiyaneke çêtir, werin welateke din û li wir jî cîdar bibin.
Tevî ko gelek mirov ji kurdên Sûryê naxwazin ko nave wan bibe Hidikahiy, li gora peymanên navnetewî ev nav li wan dikeve. Lê bûyîna mînorîteyeke netewî, ji mafên Kurdan tiştekî kêm nake, ji berko mînorîteya netewî dikare doza mafê çarenûsî jî bike. Lê tu car Kurdên Sûryê nabin mînorîteyeke zimanî.
Lê xuyaye ko tunekirina kurdên Sûryê û mafên wan li ba kurdên Turkiyê ne nûye, berî Kerîm Yildiz yekî din jî gotibû: ko tu mafên kurdan di Sûryê de tunene û ew hemû ji kurdistana bakur hatine û karê min ew e ko ez wana jî vegerînime bakur.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]