DEWLETA TALANKER BERÊ LEYLA ZANA BI KAR
ANÎ, NIHA JÎ ORHAN DOĞAN DIDE REQISANDIN
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
fuadsipan@yahoo.de
Efrin.net
13.05.2005
Dewleta Tirka talanker di
pirsa Kurd û Kurdistanê de heta niha ti carî rast û dirust tevnegeriyaye
û her demê bi hovîtî bersiv daye daxwazên gelê Kurd yên rewa. Mixabin,
Tirk pir bi şans in, ku heta niha bi siyaseta xwe ya fen û fûtan
dinya-alem xapandine. Tirk di xapandoziya xwe de hosta ne, rast e ku
mirov bêje şampiyon in. Tirkan her demê ji bilî siyaseta xwe ya hovane,
ji hin Kurdên caş jî îstîfade kirine û wisa xuya ye, ku heta ew li
Kurdistanê bi desthilat bin, dê her demê jî ji xwe re caşan bibînin û li
dijî tevgera Kurd û Kurdistanê bi kar bînin. Tirk vê dawiyê dîsa hin
Kurdên bê pirensîp didin reqisandin, ku ew serê gelê Kurd bi gotinên
wala şêlû û gêj bikin. Dewleta Tirk di nav kanalîzasiyona heriyê de ye û
hindik maye bixeniqe, lê bi saya kesên wek Leyla Zana û Orhan Doğan û
yên din emrê xwe roj bi roj dirêj dike.
Dewletê berî demekê Leyla
Zana dida reqisandin û niha jî Orhan Doğan kiriye dewrê. Roj tine ye, ku
Orhan Doğan di çapemeniya Tirkan de li dijî daxwazên gelê Kurd nepeyive.
Ka em li sosretên Orhan Doğan binêrin, ew çi dibêje:
Türkiye’de
federasyon olmaz
(Li
Tirkiyê federasiyon nabe)
Û wiha berdewam dike:
Günün
koşullarına uygun olmadığı düşüncesindeyim. Ben Türkiye’de Kürt
sorununun federatif bir yöntemle çözülmesinin mümkün olmadığı
kanısındayım.
(Ez di
wê baweriyê de me ku li mercên rojevê nayê. Li gor qeneata min pirsa
Kurdî bi rê û dirbên çareseriya federatîv li Tirkiyê ne mimkûn e)
Hürriyet, 24.02.2005
http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~2@tarih~2005-02-24-m@nvid~541517,00.asp
Orhan Doğan vê carê jî di
rojnama Milliyet de hevpeyvînek daye rojnamegerê Tirk Derya Sazak û wiha
dibêje:
Eski
DEP milletvekili, Demokratik Toplum Hareketi üyesi Orhan Doğan:
(Mepûsê DEPê yê kevin û endamê Tevgera Civaka Dêmokiratîk)
Etnik siyasetleri kabul
etmiyoruz
(Em
siyaseta li ser nijadî-Etnîk napejirînin)
Milliyet, 14.03.2005
http://www.milliyet.com.tr/2005/03/14/siyaset/asiy.html
Kürtlerin ayrı bir devlete
ihtiyacı yok
(Ji
Kurdan re dewleteke cida ne pêwîst e)
Li ser pirseke ronamegerê
rojnama Zamanê ji Orhan Doğan, ku ew dihere kûderê, siloganên ‘Bijî
Serok Apo’ têne avêtin. Orhan Doğan wiha bersivê dide:
Şimdi yüz bin kişi tek
ağızdan ‘Biji Serok Apo’ diyorsa bunu engelleyemezsiniz. Duygularını
dışa vuruyor bu kitle. Biji Serok Apo demek, benim bakış açıma göre,
yaşasın Türkiye’nin toprak bütünlüğü, yaşasın Türkiye’nin üniter yapısı,
yaşasın barış demektir.
(Niha
sed hezar kes bi yek carê dibêjin ‘Bijî Serok Apo’ ti kes nikare pêşiya
wê bigire. Çalakvan hîsên xwe eşkere dikin. Bi qeneata min gotina ‘Bijî
Serok Apo’ tê wateya yekîtiya axa Tirkiyê, tê wateya bijî avahiya
‘üniter’ Zaman,
02.05.2005
http://www.zaman.com.tr/?bl=roportaj&alt=&trh=20050502&hn=169306
Hêjayî gotinê ye, ku gotina
“üniter” tê wateya ku li Tirkiyê ji bilî Tirkan ne millet, ne hindikayî
û ne jî ziman hene. Ev gotin bi serê xwe şovenîstî ye, faşîtî ye, ku
mirovên wek Orhan Doğan jî ji van şovenîst û faşîstan re kar û xizmetê
dikin.
Orhan Doğan, Leyla Zana û
yên din, ku dibêjin federasiyon ne li gorî rewşa Tirkiyê ye, çi ji
federasiyonê fêhm dikin?!. Heta niha li kîjan welatê ku bi sîstema
federsiyonê têye îdarekirin mane û tecrûbeyên wan li ser federsiyonê çi
ne? Çi mafê wan e, ku seriyan tevlihev dikin û bi navê Kurdan dipeyivin?
Qet nayê bîra wan, ku dewleta talanker ji bo çend peyvên Kurdî di
parlamena xwe de pasgura wan girt, avêtin zîndanê û ji 10 salan zêdetir
di zîndanê de man. Gelo van belengazan qet nebihîstine, ku ar, namûs,
terbiye û pirensîpên mirovan hene?
Dewletên îro di cîhanê de bi sîstema federal têne îdare kirin.
Li DYA 50 herêm, li
Uris-Russya(ji sala 1992an vir ve) 89 herêm, li Hindistan 35 herêm
federal, li Çîn 33 herêm, li Awstiralaya 6 herêm, li Kanada 3 herêm û
deh bajarên wilayet bi desthilatiya sîstema federasiyonê têne
îdarekirin.
Welatên Ewropa wek Almanya
16 herêm, Nemsa(Awstirya) 6 herêm, Swîserland 3 herêm bi desthilatiya
sîstema federasiyonê têne îdarekirin.
Belçîka(ji sala 1993an vir
ve), Îspanya(ji sala 1983an vir ve), Îtaliya(ji sala 2001an vir ve),
Slovakiya(ji sala 2001an vir ve), û li welatên Ewropa yên wek Portekîz û
Danîkmarka jî bi sîstema üniter in, lê ji hin herêman re derfetên wek
sîstema otonomî hatine dayîn.
Û herwiha li welatên Ewropa
Rojhilat wek Ukranya ji hindikayiyên kirîm re û li Moldaviya jî ji
hindikayiyên wek Gagaz re di salên 90îde derfetên wek sîstema
federasiyonê hatin dayîn.
Ka em dubare bikin, ku belkî
kêmaqilên wek Orhan Doğan û yên din, jê dersan derînin, ku careke din
behs nekin, li Tirkiyê federasiyon li gorî rewşê ye yan na.
Di nav 25 dewletên endamên
Yekîtiya Ewropa de, 3 dewletên wek Almaniya, Nemsa û Belçîka bi sîstema
federal têne îdarekirin. 2 dewletên wek Îtalya û Îspana jî hema hema bi
gorî sîstema federal têne îdarekirin. 5 dewletên wek Îngilistan,
Sloveniya, komara Çek, Polonya û Firansa jî bi sîstema herêman (wek
üniter) têne îdarekirin.
Wekî din 15 dewletên endamên
Yekîtiya Ewropa jî ji wan 5 dewlet bi sîstema üniter sentiralîzimê û 10
dewlet jî raste rast bi sîstema desentiralîzimê têne îdarekirin. Û
hêjayî gotinê ye, ev 15 dewlet jî hemû dewletên biçûk in, ku hêjmara
piraniya van dewletan ji çend mîlyonan jî derbas nabe.
Ji 37 dewletên Ewropa 18
dewlet him bi sîstema federasiyonê û him jî bi nîv sîstema federayonê
xwe îdare dikin û destilatî kêm zêde li hev parve kirine. Ez ji van
dewletên Ewropa ne tenê behsa endamên Yekîtiya Ewropa dikim, herwiha
behsa dewletên di parzemîna (kita) Ewropa de ne dikim.
Niha ji belengazên ku bi
gotina generalên Tirkan dipeyvin dipirsim, çima hema hema cîhan sedî
80-90 bi sîstema federasiyonê û nîv federasiyonê têye îdarekirin, çima
federasiyon li gorî rewşa Tirkiyê nabe?!.
Kurdên caş çiqas jî xwe ji
dewleta talanker re şirîn rayê bidin, dîsa jî bê hûde ye û ew ti demê
nikarin bi ser bikevin. Serê wan dê di nava gelê Kurd de herdem berjêr
be.
Federasiyon ji bo demekê ji
Kurdan re derman e. Dewleta Kurdistanê jî garantî ye, ku Kurd ji aliyê
cinawiran ve neyên qetilkirin. Kîjan Kurdên ku dewleta Kurdî nexwaze, ew
him caş e û him jî ehmeq e.
Çavkanî
http://www.dfoersterling.de/australien.htm
http://www.dfait-maeci.gc.ca/canadaeuropa/germany/aboutcanada08-de.asp
http://www.indischebotschaft.de/German/ghomepge.htm
http://www.russische-botschaft.de/Information/aufbau.htm
http://www.kas.de/proj/home/events/9/1/year-2004/month-5/veranstaltung_id-10113/ |