AXAFTIN, XWANDIN NIVÎSANDIN,

BI ZIMANÊ KURMANCÎ

Rizgar Kurdaxî

Kurdaxî1@yahoo.com


Efrin.net 13.05.2005

Miletê bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi tiştan ,ango Bi du çekan Diparêzin,ol yek.Ziman didu. Lê eger ola miletê bindest û ya serdestan yek be. Hinge merc û çeka xwa parastinê tenê yeke ew jî ziman e.

Belê xwînerên hêja ,delal û giranbuha bi vî awayî Mîrê gewre MÎR Çeladet Bedirxan ziman girîngtirîn mercên netewatiyê Heyîn û neyîna miletan nerxand, Vêça emê îro-roj çawa zimanê xwe biparêzin,bixwînin û wê li pêş xin. Bi bîr û baweriya min be mirovê dibêje ku ez kurd im divê bi kêmanî Zimanî kurdî zanibe bixwîne, Parastina zimên bi van mercên jêrîn tête parastin Divêt ku em bi kurdî Bixwînin,binivisînin û baxivin Ezê yekoyeko li ser her mercekê ji mercên parastina zimên ango Parastina Kurdayetiyê rawestim.

 

 
AXAFTINA BI KURMANCÎ:

Erê dost û birayên hêja ta ku em pevre zimanî xwe biparêzin û bidin parastin Divêt em hewl bidin ku peyvên ne bi kurmancî di axaftinên xwe bi kar nînin herwaha tim û tim derdora xwe jî em şiyar bikin ku ew jî bi kurmanciyeke paqij baxivin û divêt em kesên ku di axaftina xwe de peyvine ne bi kurmancî bi kar tîne her timî wan binerxînin û gunehkar bikin bila ew kes zani bin ku Ew dermafê zimên de gunehkar e…
Lê bi rastî di vê mercê de, merca axaftina bi kurmancî ez bajariyan û hemo kurdên ku ji gundên xwe bi dûr ketine şiyar dikim ku hezkirin, hînkirin û fêrbûna zimanî kurmancî di dilê zarowên xwe de, biçînin çî yên xwendekar û çi jî yên karkir..
Yanê ji dêvla gotina şukren an senkiyo bi pevra bêjin sipas gel one xweş Nerim û naziktir e û ji dêla ku dibêjin ezê te rojê Sebtê an Setirdê bibînim bêjin roja şeimiyê.

Birano: gava em gotinine ne bi kurdî di axaftina xwe de bi kar wînin ev ne pêşveçûn ne jî şaristaniyeke ku em an wîn pê serbilind bin çepî wê ev Xwebişaftineke dîrokî ye, herwaha serînizimbûneke li hemberî zimên û zimazanên kurd. Dîsa dibêjim û dubare dikim ne ez dixwazim ku kesî bêşînim na. Lê armanc û hêvî ewe ku em mafê zimên pêdinê, ji ber em û zimên Bi hev hene hebûn û nebûna ma zimankurmanciya me ye.


XWANDINA BI KURMANCÎ:

Xwînerên hêja naha mirovekî ku xwe kurd dibîne û nikane nemeyekê bi kurmancî binivîse gelo ciyê vî kesî dive ku be ,û kî jiber ve berpirsyar e?
Kurdê ku li tîpên kurdî mîze dike û dipirse ev tîp ên kîjan zimanî ne Gelo ev kurd e ?
Kesên ku sekêşiya kolekê an rêxistinekê an civînekê an an ku bi kurdî nizanin û nikanin tiştekî binivîsin gelo ev serkêş in lê nexwaşweş in?
Herwaha jî kesên zimanzan û ziman-nas eger kurdekî hînî zimên nekin gelo ew xwe mirov dibînin ?
Filan kesa bi kurmancî nikane bixwîne ne xeme divê ew zimazan wî kesî hîn bike û divêt ew kes jî bixwaze ku hîn bibe û qet tucarî bila tukes nebêje io roja kar û xebatê ye ne rojên hînbûna zimên ne na ev şaş e û ev jî nexwaşiyeke Bêderman e.Zanebûna xwandin û nivîsandina bi kurmancî ew kar û xebata Mezintirî û ya rasetqîntirîn e. Ez nabêjim bila kurd hemî kani bin bi kurmancî binivîsin na, lê divêt ku bi kêmanî em hemî bi kurmancî kani bin bixwînin




NIVÎSANDINA BI KURMANCÎ:

Nivîsandin kar û barê rewşenbîr, dîroknivîs,çîroknivîs, wêjevan, helbestvan û kesên ku bi nivîsandinê mijûl dibin e. Vêca helbestvanekî kurd ku bi firansî helbestên xwe dinivîse gelo ma kî dikare bêje ku ev helbestvanekî kurd e, helbestvan e erê bi nijada xwe kurd e belê lê ew ne helbestvanekî kurd e. gava ku bi firansî jî dinivîse bivê nevê ew bi firansî jî dirame û ew ne ji gundîkî kurd re dinivîse, ew helbestvan dikare bi kurdî binivîse û helbesta xwe ji kurdayetiyê re binivîse herwaha pîrtûkxana kurdî dewlementir bike paşê eger dixwaze wê pîrtûkê wergerîne firansî ne xeme ,ji ber ku gava yekem car bi kurdî hatibe nivîsandin, helbet wê bîhna kurmanciyê jê were. Lê çepî wê ez dibêjim qet tucarî ewê kurmancitiyê jî bihîn neke..!?
Lê dîsan eger nivîskarekî kurd ku bi kurdî dinivîse carina bi zimanekî Dîtir binivîse ev ne şerm e, belkî ew dixwaze agahiyekê bighîne kesine Ku bi kurdî nizanin ez dibêjim tenê div ê rewşê de gengaz e ji bilî wê na Tucarî kesê ku ne bi kurdî dinivîse qet nabe nivîskarekî kurd.
Jilewra jî hînbûna zimanî kurmancî zor zor girîng e, yan jî piştî demekê wê nivîskarên kurd nîni bin her kurdek dive xwe jî zarowên xwe jî fêrî zimên jî rêzimên jî bike. Em bi loman û keviran bi xudiyên(xudanên) xwe ketine çima ku wan em fêrî zimên nekirine vêça çira em zarowên xwe û çîranên xwe fêrî zimên nakin .!?
Li dawiyê ez dibêjim du peyvan bi kurmancî binivîsin çêtir e ku wîn du pêrtûkan bi zimanekî dîtir binivîsin…

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]