SERHILDANA AVDARÊ
"XENDIN Û TÊGIHÊŞTIN"
Efrin.net 13. 05. 2005
Ji berî salekê û piştî demeke dirêj, ne
tenê ji guhkerkirina li ser xwestekên wî, lê heya ne pejirandina wî weke
nijad û miletekî cuda û xwedî doz û maf û bi ser de jî meşandina pir
karên teror li ser; çi ji aliyê hin şovenîzmên Ereb ve û çi jî ji aliyê
rêjîma Beis ve, hêşt ku ew li dawiya evê konevaniya pişaftin û
windakirinê û bi rengekî jiberxweyî li hemberê derkeve û bi şêweyeke
aştiyane nerazîbûna xwe ji dewletê re bide aşkere kirin û ewê yekê hêşt
ku, bala dewletên derve bi ser meseleyên mafên mirovan û nemaze doza
Kurd li Sûryê vebin.
Lê ka em binirin me weke rewşenbîr û tevgera konevanî karîbû çi sûde ji
ewê liva cemawerî bigirta û me heya bi kîjan pileyê ew serhildana
cemawerî kire raja doza kurdî û karîbû di dest xwe de weke pelekî
zortêkirina li ser rêjîmê bida bikaranîn û bihêşta ew û bi kêmanî, hin
xwestekên miletê me bi cih bîne û hinekî rewşa Kurda li Sûryê baştir
bibe; çi ji aliyê konevanî û çi jî ji aliyê aborî û ew karibe mafên xwe
yên çandî û bi rengekî fêrmî bi karbîne.
Bi gotineke din, ka me Kurdên Sûryê, heya bi kuderê karîbû li pêş rêjîma
Beis û heya dezgehên navnetewî, xwe weke doz û pirsgirêkeke ku, gerke bi
lez were çareserkirin bida xûyakirin û ka em weke tevgera konevanî û
heya weke rewşenbîr li gor ewê pêla cemawerî bûn û me karîbû serokatiya
wê bikira û ew berve dawiya ku, dihate xwestin bajota; ango em gihêştine
ewê radeya ku, îro em serokatiya miletê xwe bikin û sûdeyê ji evê liva
cemawerî û heyama cîhanî bigrin û bihêlin rêjîma Beis ji mafên miletê me
yên xuristî re erê bike û em jî li gor birayên xwe derkevin, ne ewên ku
îro ezmana xwestekên wan ên herî bilinde, lê bi kêmanî karibin xwe weke
hejmareke rasteqîn di hundir welêt û konevaniya ku, tête meşandin, bidin
nîşan û bêyî me nikaribin konevaniya xwe bidin nîgarkirin.
Piştî evan pirsan û eger ku, em li kar û tevgera xwe ya di rojên
serhildanê û heya îro vegerin, emê karibin hin xalan sayî bikin û li ber
hin rasteqînan rawestin ku, ew dihêlin em pir caran li xwe û konevaniya
xwe vegerin û ji berî her tiştî û mixabina mezin ku, îro û piştî
nîvsedsalekî ji kar û xebata tevgerekê; Tevgera Konevaniya Kurd li Sûryê,
yek ji me bipirse: ka em dikarin serokatiya miletê xwe bikin û ka Kurd
dikarin sûdeyê ji heyama îro bigrin û doza xwe derxin hundir dezgehên
navnetewî.
Mixabin û weke me dît û em dibînin ku, evqas sal ji temenê Tevgera Kurd
borîne ew hîne jî ne tenê mezinnebûye, lê her diçe ezmanê xwestekên xwe
nizimtir dike, tersî meşîna surûştê û ew xêzên sor li pêş xwe pirtir û
sitûrtir dike û ji berî ku, ev rêjîm xêzên sor ji wan re deyne, ew bi
xwe ji xwe re datîne û belkî ji ezmana wan nizimtir be jî û me ev yeka
di karên wan ên di hundir bûyerên serhildanê de dîtin ku, çawa xem û
qisaweta wan tenê ewbû; çawa karibin xelkê bidin rawestandin û bi lez ew
serhildan bête sekinandin û şax û xwestekên wê firehtir û bilindtir
nebin û ew karibin xwe ji Rêjîma Beis re weke mirovin bêguneh bidin
xûyakirin û ne ewbûn û ne jî ti rola wan heye di ewê derketina milet ya
li hember leşker û hêzên asayêşê de.
Lê li hember evê rasteqîna ku, ji me re laweziya tevgera konevanî aşkere
dike û dihêle em li ewê yekê vegerin û ji tevgera konevanî bixwezin ku,
li bername û şêweyên kar û xebata xwe vegere û ew ji ewan şikeftin salên
pêncî û şêstî derkeve ber ronahiya kamêrayên dezgehên ragihandinê û li
gor roja îro û heyama cîhanê û mejiyê ciwnên îro, konevaniya xwe bide
meşandin. Belê, em dikarin bibêjin ku, li hember evê yekê; lawiziya
tevgera konevanî, me dît ku rola dengên kesên serbixwe û rola
rewşenbîrên Kurd hinekî berz bû û hêşt ku, civandin û guhdanek bi
meseleya kurdî li Sûryê çêbibe; çi ji aliyê rêjîmê bi xwe, lê bi rengekî
asayêşî û veşartî weke hertim û çi jî ji aliyê dewlet û hêzên mafên
mirovan û ev tiştekî nuh bû ji milet û doza me ya li evî perçî re.
Tiştê din ku bala mirov û bi rengekî beloq kişande ser xwe; ew kombûna
hemû Kurdan li dor ewê serhildana Kurdên Sûryê; ango ne tenê Kurdên
Kobanî û Efrînê û heya Kurdên Sûryê ku, li Ewropa bi cihbûne digel
birayên xwe yên Cizîrê rabûn, lê heya Kurdên me yên li perçeyên din jî
alîkariya xwe pêşkêşkirin. Bi gotineke din em dikarin bibêjin ku, ewê
bizavê, cara pêşî, karîbû di dîroka Kurdan ya nûjen de dengê wan bike
yek û bi hev re rabin ser piyan û hinekî nakokiyên xwe bidin şûn.
Helbet ev heyam bi xwe jî derfetek bû, eger ku Kurd weke tevger û
dezgehên wê yên aborî, konevanî û rewşenbîrî amedebûna, dê bikarîbûna
ezmanê xwestekên xwe bilindtir bikirana, lê mixabin tiştê ku çêbû me dît
tersî ewê yekêbû û ev ji me dixweze ku, em li partî û dezgehên xwe
vegerin û wan li gor konevaniya îro bidin meşandin, weke berê jî me
gotibû, da ku, em karibin serokatiya miletê xwe bikin û di nerîna me de,
eger ku, Tevgera Kurd bi evê gavê ranebe, dê di navbera evan çend salan
de, ewê bête pişaftin û civaka Kurd û di nav de ew partî bi xwe jî, dê
hêzeke nuh û şûnngirtî derxe meydanê, lê tirs ewe ku di heyameke wilo
de, hêzeke zorbazî xwe bide pêş, nemaze di heyama baweriya rasteqîn tev
li ba mine.
Vêca ji me tevan tête xwetin; çi em kesên xwe weke rewşenbîr ji evî
miletî re pêşkêş dikin û çi jî ji siyasetmedarên Kurd û xwedî rol û
bandor di hundir civaka Kurd de û bi alîkariya hêzên bira û heya yên
dost, em bi hev re li ber yek maseyê bicivin û karibin li gor xwendineke
nuh bername û konevaniya xwe nîgar bikin û ev gava bi xwe jî dive
tevgera konevanî lêxwedî derkeve; ango ji tevgerê tête xwestin ku, bang
li konferansekî netewî bike û çi hêzên civaka Kurd hene lê beşdar bike û
eger ku, ew yeka li hundir welêt zore, derfeta biserxistina konferansekî
wilo, îro li Kurdistana aza heye û em bihêlin ev rûniştin bibe
lêvegerîna me ya herî li pêş.
Tenê bi komcivîn û konferansekî wilo ku, herkes weke xwedî nirîneke
taybet û cuda cihê xwe têde bibîne û karibe dengê xwe bi rengekî aşkere
derîne meydanê û piştî naskirina dîtinên her aliyekî û her hêz û
partiyekê, em karibin li ser ewan xalên bingehîn bighên bernameyekê ji
me tevan re lêvegerîna netewî be û li gor ewê bernameyê emê karibin gava
nuh bavêjin. |