Serxwebûn û Azadî ji bo seranserî Kurdistan tiştekî rewa, merovanî û
datmendî ye“

"Berêz Serok Momer AL-Qedafî“

Memê Girhelef

Efri.net 08.05.05

Roja yekşemê 01.05.05 kenaleke nû „democracy“ ya Al-mustakillah, di roj
vebûna wê de, çar jornalîsta hevpeyvînek li gel Momer AL-Qedafî bi zendî kirin û pir
pirs ji hat kirin û diskisionek li ser rewþa dêmokratî di herm û cîhanê de ya
iroj û a paþerojê hatin kirin. gava nivîskar û rojnemevan ereb ye þovînî regez
perest û dijkurd daxwezek ji Qedafî kir „ îrîþek bêbinî û ser dijî hêzên û
tevgêren kurdistanê û dîroka kurdan ,herweha berdewamkir berî ketina rêjama
Sedamê hisên ya nejadperestû ku patiyên kurdan (PDK û PUK) alîkarî piþkirtîyek
mezin ji Sûrî û we wergirtin, lê îmro berzanî û talebanî hevkarên emrîka ne û
dijî Sûrî ereb ne û dixwazin Êraqa ereb perçebikin. Ez bewer im ku siba ew þerê
wejî bikin.

Daxwaza min ji te heye ku to ji serokê êraqê berêz Mam Celalê Telebanî bêje ev
bêbexdî ciye û destên xwe ji van tiþtana bikþînin, gava ew bê serdana te li
Lîbyayê.

Bi Rastî pirsiva serok Qedafî pirsivek þehnazî, dilsozî û serbilindî û cîye
dilxweþi ji kurdan bû. Berêz Qedafî heweha got „ min pişgirtîya partiyên kurdan
nekirî ye lê ez pişkirtîya kurdan jibo azadî û serxwebûna sernserê kurdistanê
û ev tiştekî pirînsîb e li ba min, ji ber ku netwa kurd netwek cuda ye ji netewên
der dorên kurdan (ereb, faris û turk ).

Û herweha got: gava em, ereb di bin dagîriya Osmanîya de bûn, wan zimanê me
qedexe kirin û kultur û tora me di nav civaka turkî de asîmîlasîon kirin, karên
Turkan talan, weran û koştin bû. me jî ji alîye xwe ve dijîtiya van karan kirin û me
berxwedan û şoreş meşandin ji bo serxwebûnê, me ev, hemo ereban tiştekî rast û
rewa didîtin.
Çênabe em îmro dijî kurdan rawestin ji bo serxwebûna wan.

Helwesta min wek serok Qedafî: Kurd netewek pir kevanare li vî herêmî û xwedî
şarestanek, dîrokek, dudirêje. Kurd di kurdistana xwe de gerek bibin xwedî
weletekî serbixwe, ji ber ku ev mafekî rawa, mirovane û datmendî ye û gerek em
alîkaîya wan bikin bihemo alîan.

Weletê kurdan, kurdistan mebesta min ewe her çar perçn kurdistan gerek
bêye avakirin li kêleka welatên ereban, farisan û turkan û bi vin xwedî welatek.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]