HEWLÊR DÎSA BI NALÎN E
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
fuadsipan@yahoo.de
Efrin.net 05.05.2005 /ALMANYA,
Xebera reş dîsa ji Hewlêrê hat. Li gorî nûçeyên peyamnêr, îro
(04.05.2005) li Hewlêrê li tenişta Hola Mîdiya teqîneke terorîstî çêbû,
ku heta niha 45 şehîd û 95 kes jî birîndar hene.
Ger dijminên Kurdan bikarîbana dê heta niha Kurdistana Azad hemû
bikirana gola xûnê. Dijmin her derfetê bi kar tîne, Kurdan qetil dike û
pîskolojiyeke xerab li ser Kurdan bihêle. Lê dijminên Kurdan bi van
êrişên terorîstî ji cîhanê re jî mesajan didin, ku ne tenê Iraq, herwiha
Kurdistana Azad jî ne bi emnî ye.
Partiyên sereke PDK û YNK li hêviya çi ne?
Wek tê zanîn, çend sal berê di navbera Partiya Demokrata Kurdistan û
Yekîtiya Niştimanî Kurdistan de ji bo yekgirtin û yek hukumetî biryar
hatibû standin. Lê mixabin di pê hilbijartinan de û heta niha herdu
hukumet nebûne yek. Raya cîhanê beriya hilbijartinan him li ser Iraqê û
bi taybetî jî li ser Kurdistanê negatîv bû, çimkî her çiqas desthilatî
bi raya gel be jî, lê şertên desthilatiyeke demokratîk bi raya gel, bi
hilbijartinan têye pîvandin. Rewş di pê hilbijartinan de li ser Iraqê û
li ser Kurdistana Azad sed û heştê rade hate guhertin û ramana cîhanê
niha pozîtîv e.
Lê divêt herdu partiyên sereke ji bîr nekin, tu hilbijartina çêbikî û
paşê hukumeta xwe ya hevbeş avanekî, serî û ba lê bidî, li ser hêsabên
biçûk tevbigerî, wê rewşa cîhanê ya pozîtîv jî dîsa wek berê negatîv be.
Wisa têye xwiyakirin, ku herdu partiyên sereke yekgirtiya heqên xwe
diparêzin, lê nikarin di nav xwe de yekîtiya Başûrê Kurdistanê biparêzin.
Sedem çi ye, çima partiyên sereke daxwaza gelê Kurd li ber çav nagirin û
pirsgirêkên di nav wan de hene ji bo hukumeteke hevbeş çareser nakin!.
Ez bawer nakim, ku pirsgirêk tenê serokatî û cihgirê serokê Kurdistanê
be. Eger pirsgirêk serokatiya Kurdistanê be, ma ji vê pêşniyariya kek
Mesûd maqûltir ti tişt heye, ku serokatiya Kurdistanê bi hilbijartinan
be?. Ma Kurdan hindik ji dîktatoran kişand?. Kîjan dîktator bi
hilbijartinên demokratîk hatine ser text? Dema serokatiya Kurdistanê bi
hilbijartinê be, wê hingê pirsgirêk namîne. Eger Mam Celal dixweze, bila
di pê serokkomariya Iraqê re were li Kurdistanê ji bo serokatiyê bibe
namzet. Eger bi raya gel be, wê bibe serokê Kurdistanê jî.
Partiyên sereke çima serên xwe li ser sînorê Başûrê Kurdistanê naêşînin,
zêde li ser pereyên Îbrahîm Xelîl û li ser emniyeta Hewlêrê diêşînin?
Xaneqîn, Mendelî, Şingal, Mexmûr û Şêxan ji sala 1970î heta sala 1974an
di bin desthilatiya Otonomiya Kurdistanê de bûn, lê niha li ser vê
meselê çareserî çênebûye. Aliyên Ereban dest ji van bajaran ber nedane û
Ereb dibêjin, bila ev bajarên han di bin desthilatiya Iraqê de bimînin.
Heta xetek di navbera sînorê Kurdan û yên Erebên Iraqê de neyê danîn,
Kurdistana Azad wê herdem di binê tehdîda terorîstan de be.
|