pirtûka Heyder Omer
"Osman Sebrî, helbestvan û
nivîsevan"
Cankurd
Efrin.net 06.05.2005
Di sala 2003ê da nivîsevanê
kurdê xebatkar Mihemmed Mela Ehmed, ku ji xelkê
Cezîrê / Navenda Kurdistanê ye û demekê bi xwe jî li gel Osman
Sebrî (Apo) di
Partî Demokratî Kurdistanî Sûriye da xebitiye, pitûkek bi Kurdî û Erebî
li
Berlînê, li ba Havîbûn, wek jînenameyeka rêberê mezin û têkoþerê nemir
Osman
Sebrî belav kiriye, tê da lêkolînek dirist û hêja li ser Osman Sebrî (Apo),
ji
aliyê Kurdekî ve çêdibe, û tevî ku ev pirtûk pir bi derengî hat nivisîn,
lê dîsa
jî em dikarin bibêjin, ku pirtûka Mihemmed Mela Ehmed deriyekî baþ bo
lêkolînin
hîn firehtir û nêzîktir, li ser jiyan û xebata (Apo) vekiriye.
Belê, vaye pirtûka duwê, li ser Apo, îcar tev bi Kurdî, ketiye ber
destêd
xwendevanan, ew jî pirtûka niviskarê hêja Heyder Omer e, ku ji
xelkê Çiyayê
Kurdan /Rojavayê Kurdistanê ye. Pirtûka Heyder Omer li ser Osman Sebrî,
wek
helbestvan û nivîsevan, di sala 2004 da, li Berlînê, li ba EVRA Verlag
hatiye
çapkirin.
Lê belê di sergotina nivîsevanê pirtûkê da ev hatiye nivisîn: "Berî pêþî,
min
gotarek, bi boneya bîranîna 93 saliya wî, nivisand. Sernavê wê "Helbestvaniya
Osman Sebrî" bû. Ev gotar sala 1998ê, li Þamê, li mala wî hate xwendin,
û di
kovara "PIRS" hejmar 13 de hate weþandin. Di dû re min ew firehtir kir,
û di
sêmînarê, ku roja 13,01.2001 ji bo 96 saliya wî li bajarê BAD SALZUFLEN
(Elmanya) hatibû li darxistin, min ew xwend, û di kovara "PÊNÛS"
hejmar 8, di
bin sernavê "Osman Sebrî wek helbestvan û ramanbîr" de hate
weþnadin." (Binêr:
rûpel 8)
Wilo ji me re diyar dibe, ku herdu lêkolîneran di ber hev re, belku bê
ku hevdu
binasin jî, xwe bi jînenameya mamhosteyê têkoþînê gêro û mijûl kirine.
Ew
valahiya dûrokî ya di vî warî da di pirtûkxaneya kurdî da bi xebatên xwe
hêja
dagirtine, û ji me re berhemin, ku pir pêwîst bûn, derxistine tirata
lêkolîn û
gengeþiyê. Bila dest û çavêd herdukan nerizin, da her û her me bi
xebatin wilo
giranbuha dilþad bikin.
Heyder Omer, ku bi xwe edbiyata erebî xwendiye û demekê mamhosteyê zimên
bûye,
bêguman xwe bi zarê Kurdî re pir gêro kiriye, û gelek salan jî bi Kurdî
nivisiye, lew re em dikarin bibêjin, ku zimanê pirtûkê asan e, zelal e,
xweþik û
hêja ye.. Em dikarin bi peyvekê bibêjin "Kurmancîe" ye. Ez dibînim, ku
gelek
niviskarên Kurd hene, û bi taybetî li bakurê Kurdistanê, gava berhemêd
xwe
diweþînin pir dîna xwe nadin ser paqijkirin û kurdîkirina zimanê
nivisandinê, û
bi wê þêweyê zarê me yê Kurdî, mixabin!, tê herifandin. Bo vê yekê ez
supasiya
kek Heyder Omer dikim, ku bi zimanekî delal û kubar ev pirtûk ji me re
lêkiriye.
Niviskar xwe gelek westandiye, weku wî bi xwe jî gotiye, pir ji zû ve..
Ew
vegeriye dema "serdema!" Osman Sebrî (Apo), ew dem bi hûrnêrînî tevdaye,
kesaniyên wê demê dane ber hev, li rewþt û dêmenên wan ên ramyarî,
malbatî û
neteweyî ( ) temaþe kiriye. Ew jiyana rêzanî, civakî û roþenbîrî di
navbera
þoriþên herdu þêxan de, Þêx Ubeydullah Nehrî û Þêx Seîdê Pîran, ku di wê
demê da
Apê Osman zarotî û xortaniya xwe borandiye, dide ber lêkolînê, ji me re
hûrikiyên rojane derxistine meydanê ( ) û em bi wan bûyerên ku di jîna
Apo da
bûne, baþ haydar kirine. Ew derbas dibe rojava û jêriya Kurdistanê,
jiyana
rêzanî û civakî ya Jêrxetê di navbera 1920 û 1975 dide xuyakirinê, û
jîna Osman
Sebrî gav bi gav dide ber rohniyê. Eve jî bo lêkolînên dema pêþ me
giring û
pêwîst in.
Heyder Omer di pirtûka xwe da bi hostayî li ser jiyana wêjeyî û
roþenbîrî ya
Binxetê (Parçeyê Kurdistanê yê di bin destê Sûriyê da) radiweste, pir
baþ diçe
ser xebat û berhemdariya Bedirxaniyan, Cegerxwîn, Qedrîcan û mezinên me
yên din.
Ew bi hostayî jî diçe ser kovara Hawarê û hikariya wê di xebat û jîna
Osman
Sebrî (Apo) da. Niviskar derbas dibe, tê ser jiyana wêjevanî ya nûjen li
Rojavayê Kurdistanê û gelek navên giranbuha tîne bîra me.. Bêguman eve
jî pir
baþ e, da em hikariya Osman Sebrî (Apo) di jîna wêjevanî û rêzanî ya
gelê Kurd
da, li Jêrxetê binasin, lora ku evana tev bi kesaniya wî, bi xebat û
kefteleftên
wî hiker bûne… Ev jî parek giring e ji lêkolînekê li ser kesekî wek
Osman Sebrî
(Apo), ku evqas rêç û þopên bêlî û xuya li þûn xwe hêþtine.
Heyder Omer di pirtûka xwe ya giranbuha da bi firehî, bi gelek
tewat û tebat li
ser berhemên Osma Sebrî (Apo) radiweste, wek kesekî, ku bi xwe
mamhosteyê
edebiyatê ye, gotar û helbest û pirtûkên seydayê xwe, yek û yek
rêzkirine, dane
ber rohniyê û ji me re dane nasîn. Bi rast, ev kar ne karekî asan e,
karekî pir
dem û kanîn û zanatî jê re pêwîst e, ne karê her yekî ye.
Di paþgotina pirtûkê da, niviskar li ser rêberê mezin Osman Sebrî (Apo)
wek
siyasetmend vê dibêje: "Xebata wî pirr cure ye, gelek cefa di ber bîr û
baweriyên xwe de kiþandî ye, û hevaldozê hizra hevrayariya xebata
çekdarî,
rêzanî û nivîsevanê bûye." Hema kêm pirtûk, lêkolîn û nasdayîn li ser
jiyana
roþenbîrî, helbestvanî û nivîsevanî ya (Apo) hene, lew re niviskar ji
xwe re erk
û delamet dizane, ku li ser wê yekê bi zanyarî û lêkolînî raweste. Ev
kar jî bi
rast baþ kiriye.
Li dawiyê ez dixwazim vê bibêjim:
"Raste em tev xwe wek zarokên biçûkên rêya xebata Osman Sebrî (Apo)
didin
nasdan, û rast e, ku em xwe wek hezkirên kesanî û têkoþeriya wî dibînin,
em bi
wî serbilind in, lê mixabin! Bo çi em wek wî nabin, di berxwedana xwe da
li
hemberê hêriþa neyarê hov? Heger em rast ji Osman Sebrî (Apo) hezdikin,
em
xilatekê bi navê wî li dostên gelê Kurd belav dikin, weku nîþana
wefadriyê ji
xêza wî re, bo çi em nikanin li ser rêya wî bi hev re, di bin alaya wî
ya
ramyarî da, yekdest bin û saziya, ku wî avakiriye, ji parçebûnê, ji
îdiyolocîkirinê, ji hevxwarinê û hevtunekirinê biparizin?.
|