Salvegera 107 salî ya rojnamegeiya kurdî
M.Emîn
efrin.net 06. 05. 2005
Pêkvegirêdan û têkilîya di nav bera heyva Adarê û milletê kurd de ya
cudaye ji girêdana her heyveka dî bi vî milletî ve, Eger di yazdeh
heyvên salê yên dî de,çend rûdan û buyerên mezin û berçav yên girêdayî
bi milletê kurd ve hebin, li heyva adarê her rojek ji rojên wê rûdaneka
mezin ya girêdayî bi xweşî û nexweşiyên kurdan ve heye, çi li roja yekê
wê bê salvegera wexirkirina serwer û rêberê kurdayetîyê Barzanîyê nemir
re, yan li domahîya wê bê sêdarkirina pêşewayê qedirgiran Qazî Mihemed
de, yan jê li rojên dîbê çi rûdana diltevzîna Helebçe bê, yan buyerên 12
avdarê li Qamîşlo û dor û berên wê bê, yan Newroz çejna netewîya gelê
kurd û serê sala Wî ya nû ye, ku di kevê di bîst û yekê wê heyvê de. Ji
ber vê yekê jî gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên kurda
gotine:mirov bê dudilî dikarê bêjê heyva adarê heyva milletê kurd de, bi
tevî şîn û şahîyên xwe ve. lê, dema ku mirov pêdaçûn û geryanekî di nav
rûpelên rojnamegeriya kurdî de bikê, û li dîroka wan weşan û çapemenîyan
binêrê, ji mirov re xuya dibê, ku hijmareka baş ji rojname û Govarên
kurdî yên bi nav û deng di heyva Nîsanê de hatine weşandin, wek mamosta
kerîm şareza gotîye ku gorî wê yekê mirov di karê ji vê heyvê re jî bêjê
heyva rojnamegerîya kurdîye, ji ber ku çendîn rojname û Govarên netewî
ji dilê vê heyvê hatine der, hizir û bîr, hest û helwêstên torevan,
helbestvan, nivîskar, siyasetvan, rewşenbîr, pispor û zanayên kurda divê
mihê de serên xwe hildane, û cihên xwe li ser vê şopê girtine, bîr û
boçûnan di ser û sewdanê wan de bi serbest û azad serî berdane, Berif û
Barana avdarê, ttavî û ewrên giranên destpêka buharê,di binê Erdê de
nimihane û di heyva Nîsanê de kanyên zelal derbûne û teqehane, ava
palayî bi nermî li ser rûpel û kaxetên sipî herikye, bi kûlîlkên Nîsanê
re gulîstana rojnamegeriya kurdî rengînkir ye û xemilandî ye .
Bê guman her ji roja ku yekimîn rojnama kurdî bi navê (( Kurdistan )) di
(22)Nîsana sala 1898 an de, li bajarê Qahîre peytexta welatê Misrê hatye
weşandin û ta roja îro bizava rojnamevaniya kurdî berdewame, tevî ku di
gelek asteng û delîvên teng re derbasbûye,lê milletê kurd heya îro ew
ked û karê ku dihat berhevkirin ji alîyê wan kesanên ku xwe şewitandin
ji bo çira azadîya peyva kurdî ya ciwan û resen geş û ronîbikin ,zar û
zimanê kurdî yê şêrîn vejenînin û xurtbikin, karên wan kesan ,ewên
serkêşiya pêvajoya rojnamegerîya kurdî dikirin îro jî maye cihê rêz û
siyanetê ,û her û her di dil û canê xemxwarên kurdayetîyê de kate didê ,jiber
ku ewan kesan di demeka zor û dijwar de xepitîne û hewil dane û bi
zavkirine ku naveroka nasnameya netewîya kurdî ya dademend bi gihînin
cîhanê û mirovê kurd jî hîn û perwerdebikin û bîr û ramanên netewî di
hiş û mejyê wî de bi hejînin, ji bo jîn û jena dil û canê wî ne
nerawestê ,ne vemirê, ji bona pêşvebirin û çakkirina komelgeha kurdî di
hemû waran de, çi warê çivakî bê, yan jê rewşenbîrî û zanistî bê, ewan
dilsozan li her derekî derfetek dîtibin yan cihê pîyê xwe kiribin, di vî
kerwanî de pêngavek avêtine, û Berekê nejirandî li ser dîwarê
rojnamegerîya kurdî zêdekirine, danîne, lêkirine û ew dîwar bilnd kirine,
zanîne ku rojnamegerî roleka wê ya berçav û karîger di hişyarkirin û
pêşxistina gelan de heye, ji ber wê yekê tê nasîn ku rojnamegerî
desthilata çarane di dar û dezgehên avakirina welat û sîstemên demograsî
sîyasî de, di guhertinên serdemê de û piştî van pêngavên berfireh di
meydana zanistî de, û pêşveçûna bê sînor di warê aborî û rewşenbîrî de,
îro rojnamegerî bûye zimanê netewan û gelên şaristanî, ji bo vewejartin
û hûrdîtinê, vepirsîn û vekolînê, lêkdan û fêrbûnê. belê, rojnamegerî bi
tevî şaxên xwe ve, di her çax û cihî de bû ye tîrêjên ronî di pêkanîn û
ronkirina qunc û qozîyên tarî û girtî de, geşkirina hiş û mejiyan,
rastkirin û vekirina rêçên xwar û mar, kelem û asê, serperiştkarî û
lidûvketin li pey kar û barên dam û dezgehên Hukometan, di welatên
demoqrasî de. rajnamegerîya rastbêj û serbest bi bilindî û bi serfirazî
xwe berpirsyar dibînê ku nameya xwe ya mirovanî û şaristanî hilgirê û bi
merdî bigihînê tevaya cîhanê, Bêguman hebûna rojnemeyeka rastbêj bi
hebûna mirovin hişvekirî, dilsoz û dilpakên mirovatîyê û berevanîya
mafên mirovan û azadîya milletan ve girêdayî ye. di vir de emê, li dûv
roja wan rojname û Govarên ku di heyva Nîsanê de hatine weşandin bi
Kevin û wê bidin naskirin, ta ku em rûpelekê geş yê dîroka rojnamegerîya
kurdî ragihînin,wek ku mamosta Kerîm Şareza xwe di vî warî de westandî
ye û em agehdarî vê gencîna pêzanînan kirine û ew rûpel daye xûyakirin :
1-Li roja yekê Nîsanê, di sala 1942 an de, Govara ((Ronahî)) bi zimanê
kurdî, û bi tîpên latînî, ji alîyê Mîr Celadet Alî Bedirxan ve, li
bajarê şamê, peytexta sûryê derketye,evê Govarê heta heyva Adara 1945 an
de berdewam kirye, di wê qûnaxê de (28) jiman jê hatin weşandin.
2- Her di wê rojê û di wê heyvê de, li sala 1960 an de, Govara (Rojî nû
) li bajarê Silêmanîyê, jimara yekê jê hatîye belavkirin, xudanê wê
parêzer Cemal şalî bû û sernivîserê wê helbestvanê niştîmanperwer
Kamîran Mukirî bû, heta hildana û dest pêka agirê şoreşa Eylûna mezin ya
rizgarî xwaz li sala 11-9-1961 ande (18) jimar jê hatbûne weşandin.
3-li roja (4) ê vê heyvê sala 1959 an de, yekimîn jimara rojnama ((Xebat))
ziman hatê eşkere yê ( P.D.K ) li bajarê Bexda peytexta welatê Iraqê
derket, li pêşîyê çend jimar jê bi kurdî û erebî derketin, lê li dawîyê
hemû bi zimanê erebî derket, ku xizmeteka mezin ya dîroka siyasîya kurdî,
edeb û rewşenbîrîya netewî dikir û heta îro jî wek hûn dizanin ku hê jî
bi germî bi zimanê kurdî tîpên Erebî di wê dana xwe de berdewame, tevî
ku di gelek delîv û astengan re û bi gelek reng û pergalan di dema borî
de der basbû û derket.
4-Li (22) Nîsanê sala ( 1898 ) an de, yekimîn car di dîroka kûrdî de,
rojnameyek bi zimanê kurdî li bajarê Qahîre peytexta Misrê, bi navê
((Kurdistan )) ji alîyê Miqdad Midhet Bedirxan û birayê wî Ebdulrehman
Bedirxan ve di hat belavkirin û (31)jimar ji vê rojnamê hatin çapkirin.
5- Li (29) Nîsana sala 1920 an de, rojnameyek bi navê (( Pêşkewtin )) li
bajarê Silêmanîyê hate weşandin, Mîcersonê Englîzî ser periştiya wê
dikir, ev rojname ya yekimîn bû ku li ser axa kurdistanê derket.
6- Li (22) Nîsana 1994 an de, jimara ( Zîro )ya rojnama Gulan, li bajarê
Hewlêrê peytexta herêma kurdistanê ji alîyê dezgehza Gulan ya rewşenbîrî
û ragihandinê ve derket.
7- Li (29) Nîsana sala 1959 an de, rojnameyek bi zimanê kurdî li bajarê
Tehranê peytexta welatê Iranê, ji alîyê rojnamevanê Kermenşahî (Ebdulhemîd
bedîûzzeman ) ve derket, sernivîserê wê Dr. Mihemed Sedîq Miftî Zade bû,
nêzîkî (5) salan domkir.
8- Li ( 29 ) nîsana sala 1967 an de, rojnama (El Te,axî ) Birayetî, li
bajarê bexda, wek ziman halê Eşker û rismî yê ( P.D.k )bi zimanê Erebî û
paşê bi çend rojan paşkoyek bi kurdî derket, xudan û sernivîserê wê
mamostayê têkoşer û navdar Salih Yosivî bû, û bi alîkarîya desteka
nivîseran rojname dihate weşandin, heta îro jî hê rojname piştî ketina
rijêma Sedamê dîktator bi zêmanê erebî li Bexda tê weşandin .
9- Li (22) Nîsana sala 1998 an de, Govara Dicle wek Govareka siyasî
rewşenbîrî li bajarê Duhoka xweragir û qehreman, bi zimanê kurdî û bi
tîpên latînî derket, ev Govar ji alîyê Wezareta Rewşenbîrî Ya Hukometa
Herêma Kurdistanê ve dihat derxistin,xudanê îmtiyazê Wezîrê Rewşenbîrî
mamosta Felekeddîn Kakeyî bû, sernivîskarê wê mamosta Abdulkerîm Findî
bû, hêjayî gotinê ye ku Dicle Govara yekimîn bû li Kurdistan azad bi
tîpên latînî di hat weşandin, û weşana wê bi piştgirîya Wezareta
Rewşenbîrî û alîkarîya desteka karmend û nivîskaran ta dawiya sala 2001
gihaye jimara (40),evê Govarê nêzîkî (4) salan berdewamkir ye
Piştî van agahîyan û vê qûnaxa dûr û dirêj, Ka îro rola rewşenbîrê kurd
li Sûryê, di bizava rêxeşkirin û geşkirina çenda kurdî de çîye ? tevî
wek ku tê nasîn rewşenbîr ewe yê hişemend û zana,ku rewşeka wîya
teybetmend heye, ew rewş di hêlê ku ew bi ked û karekê rewşenbîrî rabê û
pê ve mijûlbibê. Dîsanê divir de em dikarin li bîra xwe bînin ku
kevintirîn pelgeya daxwazan ji alê rewşenbîrên kurd ve, ji komeleya
damezrênera Sûryê re, di sala 23-6-1928 an de hat pêşkêşkirin, naveroka
wê pelgeyê bi van daxwaz û xwestekên jêrîn di hat pêkanîn :
1- danpêdan bi zimanê kurdî werêkirin, ku bibê zimanê fermî, di rex
zimanê erebî de li herêmên kurdî .
2- Karmend û karbidestên ku werin dest nîşankirin di kar de, li herêmên
kurdî divê kurdbin
3- Xwendin di dêbistanên herêmên kurdî de, bi zimanê kurdî bê.
Ka îro daxwazên rewşenbîrên kurd gorî guhertin û mercên serdemê, di
çarçovê sazîyeka serdemî de, bi rêbaz û bernamekê kar yê zelal û bi rêk
û pêk, ku têkilîyê bi van guhertinan re bikê û cihê xwe di ser rêya
geşkirin û pêşvebirina çenda kurdî de bigirê û berevanîya berjewendîya
netewa kurd bikê, û wê pêkbînê û biparêzê,bi bê xunava destpêka
hevgihiştin û nêzîkbûnê di nav bera deng û rengê bizava rewşenbîrî û
nîşandana rûyê şaristanî yê, ku dengê xwe bigihînê kinarê alên zilhêz û
hêzên xudan gotin û beryar di dest wan de, û tevaya alên vê hevrikî û
vekêşana bê dawî li cîhanê .
Gelo …. Rewşa rojnamegerîya me li sûryê çaweye û di çi warî deye …!?
Rojnamegerîya kurdî li sûryê bi vê sistî û xavîya xwe ve di karê barê
serdemê hilgirê û di bin de rabê, cardî bi vî rengî kerb û têhna milletê
kurd li sûryê, li ser vê dema lez û bez, nazik û hestyar, gerîneg û
têkilhev, dema şoreşa gihandin û Enternêtê di karê bi şikînê yan na
….???
ji vê yekê erkê serekî yê xurtkirin û pêşvebirina rewşa rojnamegerîya
kurdî di stûyê rewşenbîr û hişemendan de ye, û rêxwşkirin û serastkirin
vê rewşa lawaz ji wan tê xwestin .
Di bîrewerîya 107 salî ya rojnamegeriya kurdî de, silavek gerim li canê
wan mirov û kesan bê, çi yê bi dilê xwe yan bi dengê xwe yan jê bi
pênûsa xwe, beşdarî di ronîkirin û berdewamkirina kerwanê rojnamegeriya
kurdî de kirî ye .
|