Dîn zêde dibin
Pîr RUSTEM
Efrin.net 06. 05. 2005
Dînekî nuh li dînên bajêr zêde bûye. Ev bû
hefteyeke ku ketiye bin bandora rewşa dîntiyê. Kesên bajarê (Efrînê);
rûniştinên xwe pê derbas dikin. Zarokên bajêr jî lîstikeke nuh dîtibûn.
Wan digot: “çima piştî sê heyva ma, û piştire, ew ket nav lehiyê. ewa me
dizanî jî, Selmên hêşt, em têda nezan derkevin. Ne tiştekî veşartî ye ku,
yek di serpêhatiyan de, ji ser hişê xwe dere, lê ne piştî sê heyvan”.
Gava di seriyê zukakê re bi derket, careke din her pîrekekê rahişt zarên
xwe û ew xistin hembêzên xwe. Nemabû ew wêribin wan bi tenê li devê
deriyan bihêlin. Di navbera her çendakî de dînek di borê, û bi her yekî
re ordiyek ji zarokên ku karin xwe ji lêdanên kevirên dînan biparêzin.
Bi hatina her yekî re, ev ordî dimeşe. Tirsa pîreka mezin ji wan bû, ku
kevirek rê şaş bike û cih di seriyê zarokê wê de bigre.
“Selman dînekî başqetir e”. Digotin. Veqetandina wî jî, ku ji refên
dînan bi der dixistin, ji vê yekê di hate: Di vê hefteya ku dîn bûna xwe
aşkere kirî de, ew wek bilî xwe nake; tikesî nedît ku, ew radihêje
kevirekî û di zarokekî mizeret werdike; her tim berîka wî tijî şekir bû.
Eger bidîta zarokek şerê xwe ji ser wî naşo, dest dixiste berîkê û
şekirek davête ser wî. Vê yekê hêşt ku ordiya li pey wî mezintirî her
ordiyên li pey dînên din be. Heya hêşt ku dînên bajêr, di komcivîna xwe
ya dawiyê de, li ser vê yekê rawestin.
Ket devê çarşiyê. Dengê wî û zarokan, ku ber bi guhên esmên ve dikişe,
hêşt xwediyên dikan an seriyên xwe di derîyan re têvedin. Mirovekî cilên
xwe tijî dike ye, dirêjiya wî nêzîkî li du mitran e sîngekî fereh, di
durvê wî re xûya ye ku, di demên ew neferekbû, hejmarek ji civatê dihat
hejmartin, karê wî yê omizê û zendan bû.
- “Ka şekirekî, û ji te re zarokek”. Pevoka herî bi tenê ku, di vê
hefteyê de, ji devê wî bi derdikeve, evbû. Eger xwediyê dikanekê
bixwesta pençek şekir têxe destê wî, ji nûh ve vedigerand, radihişt
şekirê xwe, dixist berîkê û dimeşî.
Çêroka “ Selmanê Dîn”, ji sê mehan û hefteyekê de, dest pêdike; ji roja
ku, ji nişkava, pîreka wî xwest bimre. Di wê rojê de sê kemyonên çemento
hatibûn. wî û hevalên xwe, yên di embara çemento de kar dikirin,
divyabûn nanê nîvro jî li wê derê bixwin, heya ku karibin wan boş bikin.
û berî ku roj di piş çiyayên Zagros wer bibe, zarokê wî yê deh salî, bi
kel û girî, bi wir ket. Bê ferman û destpêk gotê: “Diya min mir”.
Heya bi demeke dirêj, wî bîr nebir ew çi dibêje. “Diya min mir”, bi
rengekî alavî, ev pevok bi derxist. Li çavên hevalê xwe dinêrî û digot.
Ew jî, bê ku zanibin çima, wilo di cihê xwe de mabûn sekinî. Heya bi ewê
ku tûrekî çemanto hildabû ser milên xwe, şik nedibû ji ser milên xwe
bavêje; wilo dev jihevkirî mabû.
- “Diya min mir”. çima mir ?!. kê gote wê bi mir?. çima ew mir?. mirin
çî ye?!. kî ye ewa mirî ?”. Ev bû çarde salin, ti caran nehatiye bîra wî
ku rojekê bi vê yekê ponijîbû. Dîsa li zarokê xwe yê çav bi hêsir nihirî,
û ji nuhve lehiya pirsan êrîşî ser kir. Lê bê deng destê zaro xist nav
lepên xwe û hêdî- hêdî ji hewşa embarê derket.
- “Rûmetgirtina kesê mirî, di zû veşartina wî de ye”. Mele gotina xwe
got. Xwest bi lez, axê bi ser kin. Goreke nuh bi du kêlikan, li
goristana (Zêdiyê) zêde dibe; mêvaneke nuh dikeve nav kesên çiyayê
Zêdiyê. Gava ew çend kesên ku dev ji karên xwe berdabûn û bi cenaza wê
re derketibûn, xwestin seriyê mêrê wê xweşbikin, ew ne dîtin. Çendekan
bi dengekî- dudiwan deng li wî kirin, lê bûbû pariyeke nan di devê
segekî har de; kesî ew venegerand. vê yekê hêşt hîn zûtir vegerin ser
karên xwe.
Di dema ku wan ax bi ser pîreka wî de dibarandin, xwe ji nav koma yên
zindî dikşîne û berve wê qubeya ku bi rengê kesk hatiye pêçan dere.
Dengê zîrkiniya derî dihêle refeke qirik, bi vebûna derî re, di esmên de
winda bibin, û di nav deryayeke keskayiyê wer bibe. Di nîvê odê de
tirbeyeke bi etlesê kesk hatî pêçan. çaxa berve kêlika li ber seriyê wê
dinêre dibîne ku Ejdehayê gora Şêx diparêze serî ji nav kulora laş
derdixe û bi çav melûlî lê dinêre.
Mirina pîrekê, neh zarok di stûyê “Selmanê Dîn” de hêştin. Neh civînok
digel dînekî, li bajarê Efrînê zêde dibin. Her neh ji sibehan heya bi
êvaran di nav kolanên bajêr de, li ser sergoyên bajêr digerin. ji bilî
bavê (Dîn). Dema ew vedigerîn mal, “Selmanê Dîn” nuh dest bi karê xwe
dikir ku ji mal bi derkeve.
Derketina wî, heya bi sê mehan, dibin mij û dûmên de bû. ew bê şop, heya
ber destê sibehê, dihat veşartin. Lê di vê hefteya ku dînbûna xwe
aşkerekirî de, xelkên bajêr tê derxistin ku ew ji dema ro diçe ava de,
heya berî dîk bangil bide, li nav mezel, li ber seriyê jinika xwe
rûniştî dimîne. Kesên bi meraq ku bi xwestana zanibin ew çidike, wê
biketana ser dengê kesekî azir ku axaftineke, fireh bi kêlika gorê re
dike.
Her roj karê wî ev bû. Heya berî heft rojên dawiyê, wî radihişt çiqina
nên û galonê avê. Şev bi wî xweş dibûn. Her tiştên li mal û bajêr
diqewimî, gotinên pîrekên cîranan, îro zarokên kê û kê şer kirine, her
tişt û her tişt ku çêdibû digote pîreka xwe. Pir caran, demên ku bê deng
dima- carna ji qastîka wilo dikir- dengê wê diket guhên wî ku baxêfe ka
çi tiştên din hene. Lê di roja dawiyê, ji çûna xwe ya ser gorê, de- ew
di nav kefte-lefta axaftinê de bû- gor li ser wan vebû, pîreka wî seriyê
xwe ji bin milên ew kesê ku li ser sîngê wê mexelîbû bi derdixe, li
kûraniya çavên “Selmanê Dîn” dinêre û gotinek bi ferehiya esmên belav
dibe:
- “Derew in !!”. |