RONÎKIRINEK
LI SER REWŞA ROJNAMEGERIYA KURDÎ
LI SÛRIYÊ
Şêrgo SIRÛCÎ
Efrin.net 29. 04. 2005
Weku em dizanin , rojnamegerî ( rojnamevanî
) beşek e ji agahdariyê. Û ji ber girîngiya rola agahdariyê di jiyana
civakan de, îroj gellek dewletan siha desaleta rastexwe ji ser wê
hilanîye û ew bê wezîr hîjtiye. Û wek wêneyek cuda: hîn kurd di çi
radeyê de ne, û çi hêvî ji agahdariya kurdî dibe di van nîran de?
Helbet , agahdariya kurdî , di van çend salên dawîn de, gavne hêja
avêjtine, çi di warê radyo û televizyonan de, û çi jî di warê govar û
rojnameyan de. Lê ev «rewşa zêrîn» belav nebûye li bilî Başûrê
Kurdistanê û qada derveyîn. Li Rojhilatî Kurdistanê jî pareke biçûk ji
serbestiyê bi dest agahdariya kurdî ketiye. Û jê kêmtir li bakurî welatî.
Tenê li Rojavayî Kurdistanê rewşa agahdariya kurdî herî li paş e.
Û ji ber ku rewşa agahdariyê di her welatekî de girêdayî ye bi rewşa
giştî de ji aliyên siyasî, aborî, civakî, û çandeyî de; em dikarin
bibînin çawa ku agahdariya kurdî li Rojavayî Kurdistanê di bin bandora
vê rewşê de êşîgeke mezin dibîne.
Bêyî ku em têkevine şirovekirina rewşa giştî li Sûrîyê, tunebûna
demoqrasiyê, bindestiya gelê Kurd... Em dikarin bibêjin ku, heya niha,
agahdariya kurdî li Sûrîyê sînorkirî ye di xeleka rojnamegeriyê de, ya
ku ew jî sînorkirî ye di xeleka tevgera siyasî ya kurd de, Loma rewşa vê
tevgerê – bi parçebûn û paşdemayina xwe – bi xurtî têkariyê li
rojnamegeriya kurdî dike.
Ji aliyê din de , gelek tûkên bingehîn hene di riya xurtbûn û ferehbûna
rewşa rojnamegeriya kurdî de li Sûriyê, ji wan :
• Qedexekirina rejîma Sûrî , di destûr û yaseyan de , û bi hemî amîrên
parastinê.
• Kêmaniya xwendevanên zimanê kurdî.
• Rewşa tevgera kurd ya nebaş , û guhnedana wê ji zimanê kurdî re ; çi
di warê hînkirinê de, û çi jî di warê bikaranîna rojnameyên kurdî de. Ji
bilî rojnameya «DENG» (ya Partiya Hevgirtina Gelêrî ya Kurd). Di gel
çend govarên sêrek..
• Rewşa aborî û rola wê di guhdan û kirrîn û hînbûn û xwendina merovê
kurd de.
Û weku xuya ye , « gunehê » rewşa han ne tenê li ser milê xwendevanan e,
belê – ji bilî qedexekirina rejîmê – beşekî mezin ji «guneh» tê ser mila
tevgera siyasî ya kurd, bêyî ku em ji bîr bikin para mayedar û
rewşenbîrên kurd.
Çi nirxandin ji rojnamegeriya kurdî re , li dûrî van xalan û li derveyî
vê xelekê, nikare rewşa wê ya rasteqîn bide ber çavan, û loma nikare bi
asoyên duristkirin û başkirina rewşa wê birame. Û bi vê nirxandinê em
dikarin pîrozbahiyeke bilind bikin ji rojnameya DENG re di bîranina
birêketina rojnamevaniya kurdî de – ya heftemîn piştî sedî - di gel
hêviyên serkevtinê di riya doza pîroztir de.
======================================== |