Tirkiyê: Saziya Leşkerî dîsa serê xwe hilda!

 

Werger ji Erebî: Tariq Hemo

efrin.net 25. 04. 2005

Her kesê ku bawerî bi wê yekê dianî,ku Saziya Leşkerî li Tirkiyê ziîf û bê bandor maye, carek din bi axaftinên Urgenral Hilmî Özkuk şaş ma.Axaftinên Özkuk, an jî ew "Daxuyaniya" ku li ser 45 rûpelan hatibû raxistin, û mîna "Nameyek Vekerî" ji raya giştî re, bi zanîn, hatibû ragihandin, çend amajeyên girîng dane dewlet û berpirsyarên tirk, û her weha her kesê ku bi "Kêşyên Tirkiyê" re aleqedare.

Özkukê ku li Akadîmîya Leşkerî a Stenbûlê peyamek tûnd û tûj da xelkên xwe,ji bo cara yekê bal kişand ser çend "Pirsgêrêken Girîng" û nerazîbûna xwe derbarê wan de nîşand da. Di derheqa AKPê de, weha axft" AKPê bi taktîkên xwe yên cihêreng dixwaze rêviberiya dewletê têxe bin kontrola xwe de". Her weha Öuzkuk gef li Yûnanistanê jî xwer û da zanîn, ku "Gerek Yûnanstan gelekî bi ser Tirikiyê ve neçe û di kêşeya Qubrsê de xwe tevnegerîne".

Lê ya girîng û balkêş di axaftina Özkûk de, ew bû ku, ev cara yekeme ji demek dûre ve, desttêwerdaneke bi vî rengî di siyaseta Tirkiyê de, ji aliyê eskeran ve tê kirin, rû dide.

Weha dixuye, ku piştî 2 sal û nîvan ji "Desthilatdariya" AKPê ve, ku rola eskeran di siyasetê de, li gorî pîvanên YE, kêm bûbû, dîse hewledanek eskerî, bi van axaftinan re,destpê dike.

Piştî ewqas"Xwegirtin" û "Bêalîbûn" ji aliyê eskeran ve, ku Ozkûk bi xwe jî alîgerê vê "Qonaxa Nû" bû ( Binavkirina mirovekî sivîl wek serokê MGKê), dîse Saziya Leşkerî serê xwe hilda û hikûmet û hêzên derdor hişyar kir.

Gelo sedema vê yekê ci ye?. Her weha, gelo kî bi rastî tirkiyê bi rêve dibe?.

Ya rastî, ku axaftinên Özkûk derbeyek xurt li "Prosesa Reform û Dîmokratîzekirina" dewletê da. Her weha, ew "Wêneya tirkiyê" a ku qaşo di hişê cîhanê de hatibû guhertin,hilweşand û dîsa mîna berê"Welatekî ji aliyê eskeran ve tê birêvibririn" nîşan da!.

Tiştê ku Özkuk derbirî, û ew xalên ku da destnîşan kirin, jinûve damezrandinekê di navbera esker û sivîlan de li Tirkiya berendama YE yê, ferz dike.

Destnîşankirina wezîfeyan û danasîna berpirsyariya her saziyekê, îro li tirkiyê pêwîst e. Ya naxwe "mînaka" tirkyê wek dewletek ji aliyê eskeran ve tê birêv birin, dê her û her bimîne li cihê xwe.


Dr.Mihemed Nûraldîn.
Rojnama Al-Sefîr
Werger ji Erebî:
Tariq Hemo

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]