Rêveçûna azadiyê
Cankurd
efrin.net 25. 04. 2005
Paş sê salan ji cengek xwînî ya bê rawestin li Iraqê, ku bêtir
ji 1500 leşkerên amerîkî û bi sedhezaran îraqî bi bombe û birrekan
hatîne kuştin, gelek avahî û trumbêl, dibistan û karxane, bazar û
dikan hatîne herifandin, îro li Iraqê parlamentek bi rêya
hilbijartinek hêja pêda bûye, û paş du mehan ji dan û standinê di
navbera endamên wê da, bo Îraqê serekek û bo paralmentê jî serekek
heye. Serekê Iraqê Celal Talbanî yê Kurd e û serekê parlamentê Haçim
Husnî yê Ereb e..
Li vir pirsek xwe davêje meydanê: "Gelo, ma ya serekê amerîkî George
W. Bush rast bû?" Bê guman bo bersivdayînê wê gengeşî, erê û na,
rast û ne rast, pir dakeve ser pelikan.
George W. Bush bi xwe dibîne, ku ev "Serketina azadiyê" ye û "Nîşana
hîviyê" ye. Ew dibîne, ku ew gava welatê wî di Iraqê da avêtiye,
xwînek taze berdaye damarên Demokratan li Beyrûtê, li Şamê, li
Qahîrê û li Tehranê... û weku aniye zimên, gava niha jin li
Afganistanê diçin ser sandiqên hilbijartinê, li Filistînê bi
sedhezaran kes ji karêd zorbaziyê xwe bi paş vedikişînin û tev li
xebata aştiyane dibin, û li Libnanê gel dadikeve kolan û tratên (meydanên)
Beyrûtê û leşkerê sûrî binzor dike, ku ji welatê wî derkeve, evan "Kêlên
berbiçav in di dûroka azadiyê da..." Wek mirovekî bi xwe bawer,
George W. Bush dibêje:"Loranî ku me gav kir, îro li Iraqê
deselatdariyek heye, ku nema kes jê ditirse." Û teviya livbaziya xwe
ya leşkerî di Afganistan û Iraqê da wek "Keda gelên Rojhilata Navîn"
û "Viyana bo azadiyê" dinirxîne.
Bob Woodward di pirtûka xwe da "Bush di cengê da" gelek çavpêketin,
hevdîtin, danûstandin bi piraniya qorê jorîn ê dewleta amerîkî re
kirine, ew ji devêd wan dinivîse, ku ji lêdana têrorîstî ya mezin li
Washington û New York, di 11.09.2001 da û ta dema hêrişkirina ser
Afganistanê, deselatdariya amerîkî ketiye pir şaşiyan, tevliheviyek
mezin pêda bûye, nezanî, nafêhmî û neamadekarî hebûye, lê biryara "Em
diçin cengê" di mejiyê pir mezinan da di roja 11.09.2001 da pêda
bûye û nema kesekî dikarî li hember wê biryarê ya dilê xwe bigota.
Bi rastî, roxandina deselatdariya Talîban û nezanan li Afganistanê,
hilweşandina sazmana Baasê xwînrêj û girtina Seddam Husên û dûvikêd
wî yên har li Iraqê, hilbijartin li herdu welatan, "Hilgavtina aravî"
li Giyorgiya sala 2003, "Rabûna porteqalî" li Ukrayîna sala 2004 û "Rêveçûna
dara Erzê" li Libnanê îsal, herdu rabûnên "Êdî bese" li Sêrbiya sala
2001 û "Bihara Pragê" sala 1989ê tînin bîra me..û ev rêveçûna
azadiyê wê bigihe Sûriyê, Misirê, Iranê û hin welatin dî jî...
Em dibînin, ku pir kesên demoqrat û dij bi ramyariya George W. Bush
li Afganistan û Iraqê derketibûn û wan hêrişên amerîkî wek "Bedkariyên
hov" didîtin, îro baweriya xwe guhartine û dibînin, ku van bûyerên
mezin guhartinin mezin jî bi xwe re anîne. Yek ji rexnegirên
ramyariya George W. Bush, Welîd Canpolat e li Libnanê. Canpolat
Sosyal-Demokratekî navdar e û di binyada xwe da Kurd e. Ew bi
kuştina leşkerêd amerîkî dilşad dibû. Yek î dî Sênatorê amerîkî yê
bi nav û deng Ted Kennedy ye. Jon Stewart ê ku wek bavekî medya ya
amerîkî tê dîtin, Dennis Ross ê ku di navbera Ereban û Cihowan da,
ji zû ve wek navber hatiye naskirin, Sandy Berger ê ku şêwirdarê
hêminiya neteweyî bû di dema Bill Clinton da, Michael O'hanlon ê ku
çepekî lîberal e û gelek ên dî di rojnameyên navdar da, wek
Washington Post, New York Times û Los Angeles Times... Evana giş ji
cengê dilteng dibûn û niha guhartinên di Rojhilata Navîn da çêbûne
an çêdibin, û bi taybetî di Iraq û Libnanê da, wek encamek livbaziya
leşkerî ya amerîkî dipejirînin û tê da hinde hîviyên mezin ên
pêşvedana herêmê dibînin û gavek mezin di meşa azadiyê da dinirxînin.
Bêguman, tevî qerêjiya cengê, li ku dibe bila be, çi eger jê re
hebin bila hebin, em wek neteweya Kurd, ji xwe re van guhartinên di
cîhanê da çêdibin û bi taybetî di herêma Rojhilata Navîn da, wek
serketinekê ji xwe re dinirxînin. Em nikarin her û her bibêjin:"Ez
çep im û ji min tê xwastin, ku ez li hember Imperyalîzmê derkevim."
Kesek nikare çavêd xwe li ser hovîtiya cengê damirîne an guhêd xwe
kehr bike, cenga kê dibe bila be, lê wek neteweyên Alman, Firensî,
Brîtanî û Ereb û Turk li berjewendî û liştên xwe yên neteweyî
dinêrin û wan diparêzin, divê em ji bîr nekin, ku rizgariya me ya
neteweyî bi van guhartinan va girêdayî ye, û em ji bo vê yekê tev li
"Meşa Azadiyê" dibin, ne ji ber ku em hevalêd şer û pevçûn û cengê
ne.
Serekatiya kurdî li jêriya Kurdistanê ev meş û rêveçûna mezin baş
nirxandibû û tevlê bûbû, lê belê nirxandina û xwendina siyasetmendên
turk ji wan bûyerên mezin re ne di cî da bû û lew re ziyanek mezin
ji gelê xwe re anîn.
Em ne dostê cengê ne, em xwestiyarê azadiyê ne. Îro gelê me li
jêriya Kurdistanê rast azad e, ev jî kêlika Domîno ya pêşîn e, ku li
ber bahoza azadiyê li erdê ket, wê kêlikên dî jî li pey hev bên
xwarê. Di vê da guman tune.
|
|