Ga ji dest çû, bila golik neçe

Cankurd
23.04.2005
Bêguman Tûrkiye xwe wek superhêzekê di herêmê da didît, ew herêma ku
dikeve navbera Rojhilata Navîn û basikê jêrînê Ewrûpa ya nûjen.
Gava dewletek Superhêz be, pêwîste yên derdora wê guh bidinê,
berjewendiya wê bi cih bînin, raya wê di her warekî da bibin, ji wê
bitirsin û xwe ji xeyd û nevîna (kurh) wê biparizin. Lê belê Tûrkiye bi
nînikek şaş li xwe dinêriya, xwe pir werimî, sermezin û bi govdeyekî
mezintir di nînika xwe re didît. Ev nêrîn jî çewt bû û nerastiyê jî ji
wê re pir ziyan di jiyana rastîniyê da anî. Bo nimûne: Turkan bawer
dikir, ku ewan di seriyê lîsteya wan welatan da ne, ku Ewrûpî jê re
dergahê EU bi zûkî vekin, niha jî diyar dibe, ku Tûrkiye li paş tevan
maye û dibe jî tew derbas nebe nav EU.
Berî cenga Amerîka ya duwê li ser Îraqê, Tûrkiye di wê baweriyê da bû,
ku Amerîka û Ewrûpa wê bê Tûrkiyê nikanibin bavên ser Îraqê, histoyê
Seddam Husên ê har û hêzdar binve bikin û sazmana wî ya xwînî biroxînin.
Lew re siyasetkarên Turk wilo qurnas û dengqebe, perrêd xwe wek tawûsekî
vedireşandin, girangiran dipeyivîn, sultanêd xwe yên kevin dihanîn bîra
xwe…
Di wê ezeziya rojenî da, hemahema pê li Kurdan dikirin, gef û gurr didan
Barzanî û Talebanî, çove xwe yê leşkerî dileqandin û zorbaziya xwe li
wan dimandin. Hema çi fayde?
Amerîka û hevalbendên wê, bê piştvaniya Turkan ketin Îraqê, Bexdad di
kêmtirî mehekê da ji dest leşkerê îraqî yê mezin derxistin,
deselatdariya Seddam Husên ê hov serbinkirin, û Seddam jî reviya, çû xwe
di kurtek binzevînî da veşart, sipî û kêç ketin nav por û birça wî.
Dilên Tûrkan bi wê yekê êşandin û heybet û zanîna mezinêd wan jî li erdê
xistin. Bo çi ? Ji ber ku Îraq ji wan re kaniyek zêrîn bû, û tirsa wan a
mezin ji parçebûna Îraqê bû, ku Kurd li wir bibin xudan hêzek mestir û
sibe daxwaza bakurê Kurdistanê jî bikin, Tûrkiye biçûktir bikin.
Rewşa li Îraqê paş cengê pêda bûye, hilbijartinên azad û demokrat li wir
diyar kirin, ku rastiya Kerkûkê, rastiya gotina Kurdan bi cih anî, ne ya
Turk û Turkmenan. Berê li teviya cîhanê belav dikirin, ku 3 Milyon
Turkmen li Îraqê hene, bêtirê wan li Kerkûk û derdora wê ne. De fermû!
Kanîn van 3 milyon, kuve çûn, kê ewan ji ser sandiqan qorî kirin? Bo çi
ne hatin ser sandiqên hilbijartinê? Kê ne hêla ewan bên? An ew derewek
bi armanc bû û derket tiştek ji rastiyê di bin da tune..!
Na..îro rastî derketiye meydanê û nema ev derew li hîç bazarekê tê
firotin. Kerkûk mal û niştê Kurdan e, ne yê Turkan e.
Bêguman ew rengê ramyariya çewt û ew helwêsta nebaş a Turkên qebeqebe
dipeyivîn û xwe li ba Amerîkanan dikirin keçek delal û nazinîn, bû egera
jarbûna hikariya dewleta turk di ramyariya rojane ya Îraqê da û ziyanek
mezin ji wan re pêda kir.
Çare çiye, da ev ziyan mestir nebe? Divê ewan paş ku ga ji dest xwe
berdan, golik bernedin. Îraq ji Turkan re dergahekî mezin û vekirî bû bo
derbasbûna nav Erebistanê. Lê niha?!
Sûriye! Erê ev derî hîn vekirî ye û bi taybet paş ku Sûriye serokê PKK
Abdullah Öcalan ji ba xwe derkir û paş kurterevekê di Ewrûpa û Rûsiya re
ew li Kîniya, li orta Afrîka hat girtin û dan destê Turkan. Ta niha jî
ew destgêrê wan e.
Serokê sûrî Dr. Beshar Al-Assad tew kêşeya Senceqa Iskenderûnê (Hatay)
nîne ser zimanê xwe, berê her û her digotin ev parçeyekî giranbuha ye ji
welatê sûrî. Sûriye jî niha ketiye tevliheviyek ramyarî û bi taybet paş
kuştina serekwezîrê Libanê Refîq Herîrî bi xiniziyek mezin. Eve
delîveyek baş e bo ramyariya turkî, divê ji dest xwe bernedin û divê
gavek ber bi Sûriyê ve bite avêtin, da ew neyartiya kevin were
peçinandin, û wilo diyar bike, ku Turk û Ereb hevser û birayêd hev in
(!) û bo herdu aliyan berjewendiyên hevpar hene, û di serî da neyartiya
hevpar a li hember Kurd û Kurdistanê. Lê ya tev giring ewe, ku Turk vê
carê Sûriyê ji destê xwe bernedin, weku Îraq bi xwendinek şaş ji
polîtîka navnetweyî re ji dest xwe berdane.
Bêguman van nêrîn, gotin û gengeşe di seriyêd mezinên Turkan re berî
serîlêdana Nejdet Sezer bo Şamê hatin û çûn, wan xwe ji vê serîlêdanê re
amade kir û bi germî destê Assad guvaştin û jê re dostaniya xwe anîn
zimên, lê rewşa Sûriyê wilo wêran e, ku ew nema xwe bi kêşeya kurdî re
li Îraqê an li Tûrkiyê gêro (mijûl) dike, sed problemêd wê li ber derî
ne û Sûriye tew ji pirkirina neyaran re ne amade ye, lora ku hêzdartirîn
dewleta dinyayê USA çovê xwe di rûyê wê da dihejîne.
Ya Turkan jî ne diyar e, ka ewan rast dostên yekî ne an neyar in. Ewana
herdu çavêd Ewrûpa maçdikin, dixwazin mala xwe tev li ya wan bikin, lê
di nav xwe da dibêjin:"Evana gawir in, we çi ji wan stand bo we helal
e…"
Mera nikane bibêje, ku Turk dostêd Ereban in an yên Kurdan in! Ewê ku vê
dibêje û di nav gelên herêmê da belav dike, xwe dixapîne an ajan û dûvik
û peyrewê Turkan e.
Ma kî ji dostaniya gur û pezan bawer dike! Evana, Turk, bi xwe dibêjin:"Em
ji nijadê gur in".. Ma hîn çi pêwîst e bo zelalkirina polîtîka wan?
|