KURDISTANA AZAD A HEMU KURDAN E.
Serhad B.RÊNAS
"Qet metirsin le têkoþan,ta ku bigên be armancman.
Ew kesey le mirdin tirsan ne kerwanî xebat ce man."
Çi xweþ gotine birêyên me yên baþurî.Belê, niþtimanê ême disa ber
diranên xwînxwarên de ye.Gelê Kurdistana Azad bi hemû hezên xwe bi
xebatên dîplomatîk,bi hewlên medyaya Kurdistana Azad,bi riya dezgehên
Dewleta Federal A Kurdistan,bi daxûyanîyên wek Br.Mesûd BARZANÎ, li dijî
çavsorên ku dijminahî yên xwe li beramberî destkeftên neteweya Kurd li
Kurdistana Azadi,bi her avahî nîþan didin,bê tirsîn têdikoþin.
Neteweya Kurd bi têkoþina xwe ya dûr û dirêj li Kurdistana Baþûr niha
ber bi derîya serxwebûnê hatin.Kurdistana Baþur û bi tevahî hemû gelê
Kurd bo wan rojan zêde zêde berdêl da.Niha di serî de Dewleta Tirk û
hêzên din ên dîyar bo serneketine Kurdan hewlek mezin didin.Tirkîyê mafê
serxwebûnî tenê bo Neteweya Kurd ne rewa dibîne û tehdîdên tund li gelê
Kurd dike.Li gel vê yekê bo 50-60 hezar Tirkmen an jî Tirkên Qibrisî û
bo berjewendiyên xwe yên stratejîk qiyametê radike.
Kurdistan divê Serbixwe be,ji ber ku -bi kurtasî-;
- Berdawamîya û pêþketina þaristanîya Kurd,
- Bo gelê Kurd jiyanek baþ û biewle
- Bo parastina dîrok,nirx û rûmeta Gelê Kurd ji dijminên wek Tirkan
- Bo pêþketina Kurdan di warên wêje,musik,huner,mimarî,zanist,teknolojî
û hwd. de
- Bo pêþketina çand,aborî,zimanê Kurdî,modernizasyona civakî,bo bilind
bûna
standartên jiyanê û dahatuyeke azad bo mirovê Kurd
di "Kurdistaneke Serbixwe" de ye.
Daxwaza Neteweya Kurd wekî netewperestî tê binav kirin.Gelekî bê dewlet
mafêke xwe yê rewa dixwaze,mafê tu kesê binpê nake.Her wiha
netewperestîyek maqul û ku dest navêje mafê tu gelekî û bêzirar be wekî
hemû gelan mafê gelê Kurd e. Dewleta Tirk angaþt dike Kurd ku Kerkûk ne
bajarekî Kurdîye,eþkereye ku Dewleta Tirk ji ber heman sedeman vê
angaþta bêbingeh dike. Bajarê Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna
bajarê Kerkûk ne bi angaþtên vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta
xalkê Kerkûkê diyar e.Derdê neteweya Kurd ne petrole.Petrol di hemû
Kurdistana Baþur de heye.Her wiha le baþurê Kurdistanê madenên din jî
heye. Beþa Kurdistana Baþur ku di bin rêveberîya Dewleta Federe ya
Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de di rêza 6emîn û
Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê rêza 1emîn de ye. Lê çawa ku
Kerkûk bajareke Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye.
Kerkûk di wan belge û xalan de diyar dibe ku bajarekê Kurdistanê ye;
- Ewliya Çelebîya Tirkan di "Seyahatname" ya xwe de diyar dike ku
"Kurdistan ji wilayetên wek Erzurum,Wan, Diyarbekir,Cizire,Ciziri ibn
Ömer,Ýmadiye, Musul(Kerkûk jî girêdayê vê wilayetê ye),Þarezor û Ardelan
pêk tê.
- Þemseddîn Samî ku yekem zanînnameya Tirkan nivîsandiye,di derbarê
Kerkûkê de wiha dibêje;"Kerkûk ,li bajarê Kurdistanê Musilê de ye û 160
km dûrî Mûsilê ye.Û berdewamîya nivîsa xwe ya ser Mûsilê de Kurdistanî
bûna Kerkûkê dûpat dikê
- Di belgeyên Osmanîyan de Kerkûk wek bajareke Kurdî dihat binav kirin.
- Hin nexþeyên dîrokî û biyanîyan de jî Kerkûk di nav sînorên Kurdistanê
de dihat nîþan dan.
- Di hêjmartinên 1922 û 1924 de li beramberî 494007 Kurd hejmara Ereban
bi qasê 166941 bû.
- Bi hemû hewlên Erebandinê bajarê Kerkûkê di hêjmartina giþtîya 1957 de
nifûsa Kerkûkê ji %52 Kurdan,ji %26 Ereban û ji sedî 19 Tirmenan pêk
dihat.
- Di hilbijatinên 2005an de Kurdan li Kerkûkê ji %70 deng girtin ku di
nav wan dengan de hin Kurdên ji Kerkûkê hatibû sirgûn kirin tune bû.
Li beramberî hewlên Tirkan û yên din em çi dikin;
Li gel hewldanên ku Kurdên Kurdistana Azad dikin di jor de hatibû
destnîþan kirin Kurdên perçeyên din bê dengin bi taybetî jî Kurdistana
Bakur.Dewleta Tirk her roj rayadarên Kurdistana Azad bi tundî tehdîd
dike,car caran bi dagirkirina Kurdistana Baþur jî tîne ser zimên.Medyaya
tirk heqeretên bi hercûreyî li Kurdan dike.Faþist û wawikên Tirkan li
dijî Kurdan çalakîyan li dar dixin,kifiran li Kurdan
dikin.Sembolên,rûmetên,wêneyên serokên Kurdan diþewtînin,tehdidên bi her
rengî dikin.Kurd cima bêdengin li hember þewitandina wêneyê Rêzdar Mesûd
BARZANÎ!... Li beramberî vê yekê Amed ku ji layê her derdorî wekî "Navenda
Kurdan" dihat binav kirin îro bê denge.Bêdengîyek kûr... Batman bê
denge,Þirnex bê deng e,Wan bê deng e,Merdîn bê denge,Riha bê
denge,mixabin Mehabad jî bê denge,Sine jî Kirmanþah jî...
ÇIMA?
Li Kurdistana Baþur ne serbixwe be jî dewletek heye,bi dehan organên
media,Hikumeta Kurdistan,Parlemena Kurdistan,wezaretên Hikumeta
Kurdistan,bi dehan sazî,dezgeh,rêxistinên
neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û fermî) heye.Gelê Kurd di hemû
perçeyan de bo serxwebuna Kurdistanê þehîd daye,xwîna vî hatiye
rijandin,xwîn rijandîye,xebat kirîye,berxwedaye lê Serxwebuna xwe ji ber
sedemên curbecur destnexistîye lê îro çareserîya tenê ya hemû keþêyên
Neteweya Kurd û derîya tenê ya pêþketina
çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî KURDISTANA AZAD
heye.Kurd neteweke ji ber vê yekê jî ew hemû pêþketin ya hemû gelê Kurd
e.Beþekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we
diçe.Parastina Kurdistana Azad ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka
bingehîn û neteweyî ye.Kurdên ku li pêy tiþtên çopikî û bêwate de
diherin di nav
sernewqiyek mezin de ne.Kurdên Kurdistana Bakur ber bi TIRKBUNEKE
DEMOKRATIK û
HEMWELATI BUNEKE EKOLOLOJÎK-AZAD re bêdeng bêdeng dimeþin.Tirkbûn bûyê
bingeha
stratejîya wan.Êdî wisa bûye ku di hemû dezghên xwe de tehemmula
axaftina zimanê
Kurdî jî nakin.Televizyona wan jî heman polîtîka da dimeþe ango ROJ TV
wek
neynika wan e.Xebatkarekê ROJ TV Mahmûd ONDER bi xwe eþkere dike ku "li
her
derê televizyonê tirkî tê axaftin" û diyar dike ku "ez dikarim hinek jî
pêde
biçim bêjim, ne tenê tê axaftin, ``hewl tê dayin, ku tirkî were axaftin.”
"
hemû dezgehên wê rexistinê de heman tiþt heye.Ev yek jî nîþana
polîtîkaya wan
e.Jixwe ji holê rakirina zimanê Kurdî tê wateya ji holê rabuna vê gelê
ye. Ger
ziman wenda be, nîn be
hiþyarî,raman,têgihîþtin,rexne,dîrok,rabirdû,dahatû
wateya heyîne namîne.Bêþik mijara zimanê û rûdanên girêdayê wan
meselayan
mijarên nivîsekê dinin lê ev xal jî ber çavane ku xwedî derketina
Kurdistana
Azad,Kerkûka paytext û wd. di vê alî de,hiþmendîya xwedî derketina
zimanê Kurdî
tune dikin û bihujîna rastin û gelemperî ji layê wan tê cêbece kirin.Bi
daxawa
beþekî mezin ji Kurdan bi serhiþkî tevdigerin û rastîyê nabînin ku li
Tirkiyeyê
Kurd ne ”alt-kîmlik” in ne jî Turkiyeyî bûn “ust kîmlik “e. Salan berê
PKK li
Kurdistana Baþûr de li KUKê an jî hêzên din yên Kurdî çi
dikir,stratejîya PKK
çawa bû niha jî hevþêweye.A niha girseyekî mezin ji Kurdan li pêy
polîtîkayên
dijeyatî kirina Serxwebûna Kurdistan,pêþketinên li Kurdistana
Azad,dubendî
xistina di nav hiþ ramanên gel û yekîtî û hiþmendiya Netewîya
Kurdî,heqeret
kirina serok û rêveberên Kurd , xepandin û veþartina rastîyên dîrokî ji
gel û xelet agahdar kirin û ewiqandina bi tiþtên vikûvala(Bi vê avahî lawaz
kirina
têkoþîna serxwebûn û pêþketina Milletê Kurd) û þaþ qenalize kirina Gelê
Kurd de
dimeþin.Erka Kurdên ku li pêy wan politikayan de nameþin û rastiyan
têdigêhêjin
hiþyar û îqna kirina Kurdên din in.Helwesta Tirkiye pirr zelale.Listika
ala û
bilind bûna rengê þovenistî li Tirkîye derxistiye holê ku dijminê Kurdan
ne tenê
dewleta Tirkîyeye her wiha girseyeê mezin ji Tirkan e jî.Di
xwepeþandanên bo
piþtgirîya ala tirk de bi sloganên”Tirkîye Tirk e,Ewê Tirk bimîn e” jî
xuya bû
ku bo Gelê Kurd çareserîyek tenê heye,ew jî Kurdistaneke Serbixwe ye.Di
meselaya
ala tirkan de jî Dehapîyan û serokên þaredarîyên Dehap î daxûya kirin ku
ew jî
girêdayî vê ala ne.Xwedîye vê alê jî di dehan sal xwîna Kurdan rijandî
ye.Ango
rewþ bi giþtî wisa ye.
Lê hin jî ne derenge Gelê Kurd divê bê derengî bi bîr û boçûnên neteweyî
û bi
nêrîneke xwebawer dest bi xebatan bike.
Mesela;
- Di zûtirîn kat de divê partî,sazî,dezgeh,hêz,tevger,platform,navend bi
giþtî
Kurdên ku ne li pêy wan sernewqiyan de ne, bernameya netewî amade
bikin,partî û
sazîyên ku derwey siyaseta TIRKIYEYI BÛN ê ne divê werin cem hev û hêzên
xwe yek
bikin.Stratejîya neteweyîya Kurdî saz kirin.
- Bo Kurdistana Bakûr divê Konseyeka Neteweyî were damezirandin.Wê
konsey divê
bi Kurdistana Azad re jî têkîlîyên xurt dayine.
- Kurdên ku li diaspara dijîn dikarin rolek mezin bileyzin.Dewletên ku
lê dijîn
karin a çalakîyan li darxin,bi rêvebirên wan dewletan re hevdîdinan pêk
bînin û
diplomasî û dezenfermasyon pêkbînin.
- Her wiha her Kurdek dikare bi serê xwe jî bixwebite.Nikare be hêç
tiþtek jî
bike,dikare e-name yan li NY,PE,sazîyên navnetewî,organên medyaya cîhanê
û
Tirkîyeyê re biþînin mafdar bûna gelê Kurd bînin ziman û piþtgirî
bixwazin,
- Bo diplomasîyê bi Kurdî,Tirkî,Engilizî û bi zimanên din divê malparan
werin
çêkirin.
- Divê piþtgirî bidin tevgera referandûma li Kurdistana Azad re piþtgirî
bidin.Ger gelê Kurd bi referandumekî bi riya NY bê pêkanîn serxwebuna
xwe -wek
Teymura Rojhelat,Eriteria,Çekoslovakia û gelek welatên din ku bi awakê
aþtiyane
serxwebunên xwe bi dest xisti ji Iraqê cûda bibe.
Edî divê Kurd jî rastîya sîyaseta cihanê baþ fambikin,dev ji sîyaseta
kevneþopî berdin.Ger Neteweya Kurd vê delfeta mezin jî wenda bike þit lê
tuneye
ku xeterên pir mezin ewê li ber dahatuya Kurdan derkeve holê.
Bila mirovê Kurd ji bîr neke ku hêzên ku angaþata "Êdî ne dema dewletên
serbixwe ye,cihan global buye û ji ber wê jî pêdivî dewletekê re nîne"
dikin
herî pir girêdayê ramana dewletên neteweyî ne.Kî dew ji Dewleta xwe ya
serbixwe
û netewî berda-berdide,herin ji Fransiyan bipirsin,ji Elmanan,ji
Emerîkîyan ku
li her derê ziman û ala wan heye,ji Îtalîyan,ji Ereban,ji Japonan,ji
Îspanîyan,ji Ingîlîzan,ji Tirkan,ji Farisan,ji Rûsan bipirsin bêgûman bi
tûndî,devên bi peroþ û xozî bersiva NA bidin.Çima 50 milyon bêjin ÊRE.
Tirkên ku li Enqere li dijî kurdan çalakî çêdikirin ji devên wan dirûþma
"Emê
dibe ku þevekî de werin(Ango îhtîmla darbeya leþkerî tuwanc dikirin)"
diqîrîyan.Edî dem hatiye ku Kurd jî bibên "Emê dibe ku þevekî de
SERXWEBÛNê îlan
bikin".
Pêk anîna hiþa neteweyî ya Kurdî,modernîze kirina civaka Kurdî,pêk anîna
hiþmendîya dîrokî ya Kurdî heta çareserkirina kêþeyên civaka Kurd dikeve
ser
milê rêvebir,rewþenbir,nivîskar,berpirsên medya,pisporên siyasî,kesên
hizirdar,bîrewer ku pergala cihanê têgihîþtine û inteluktuelên Kurd.Bê
serbixwebûyîna Kurdistan ne mimkune ku hin kêþeyên girîng were çareserkirin û
peþxistina
zimanê Kurdî,wêjeya Kurdî,medyaya Kurdî bi wan re girêdayîye.Bo rizgar
kirina
Kurdistan divê bizûtneweya rizgarîya Kurd xwedî sîyasetek Kurdistanî
be.Bergehek
eqilane divê bo helsengandin û nirxandina xeterên ber siberoj(dahatû) û
berdewamîya heyîna Kurd.An ew hiþmendî di gelê Kurd de pêk were an jî
pêþberî
milletê Kurd rojên reþbînane ewê derkeve peþberî dahatûya Kurd.Hêz û
rêxistinî û
kesên bakurî! Qet metirsin le têkoþan,ta ku bigên be armancman.
Serhad B.RÊNAS
B.KURDISTANÊ-AMED
serhadbrenas@yahoo.com
|