KURDISTAN-TV


FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

fuadsipan@yahoo.de


Almaniya, 22.01.2005

Ji bo vekirina studiyoya nû û salvegera heftan ya damezrandina KURDISTAN-TV li Almaniya di êvara 17.01.2005-an de şahiyeke gelek delal li bajarê Kleve, ku li nêzîkî Düsseldorf e pêk hat. Di pê xwarina êvarê re bernameyeke zindî him bi axaftinên siyasî û him jî bi hunera gelek hozan û dengbêjên ji her çar perçeyên Kurdistanê heta nîvê şevê di Kurdistan-TV de hate weşandin. Bername ji aliyê xanim Hêvîdar Zana, û birêzan Dana Alî Seîd û Xalid ve hate pêşkêşkirin. Di bernama zindî de hozan Canê, Fatê, dengbêj Birader, Delîl Dîlanar, Yilmaz û gelekên din beşdar bûn. Wan bi dengên xwe yên xweş em hemû beşdarvanên studiyo û temaşevanên K-TV bi coş kirin. Şahî di dawiyê de bi lîstikê govendê qediya.

Eger pêş niha bîst, sî sal berê bigotina ku dê di sala 1991-ê de Başûrê Kurdistanê rizgar dibe, di sala 2003-an rejîma Sedam Husên ji holê rabe û di salên 90-î de wê çapemeniya Kurdan, ya bi dîtinî, Televîziyon, ku bîst û çar seatan li her çar perçên Kurdistanê û li tevaya cîhanê weşanê bike, û çapemeniya nivîskî jî her roj dê bê weşandin, dê ti kesî bawer nekira û dê bihata gotin ku ev daxwaz xewn û xeyal e. Belê xewn û xeyal be jî, xewnên Kurdan êdî roj bi roj bi cih tên.

Hatina van rojan bi hêsanî ne bû. Gelê me ji bo rojên wiha pîroz bi sed hezaran şehîd dan. Xwezil bi van rojan e, ku gelê me bi saya wan lehengên kurd dengê xwe digihîne gelê xwe û tevaya cîhanê. Divê ti carî neyê jibîrkirin û her dem bê westan bête gotin ku ev rojên pîroz ji bo me hemû Kurdan bi saya serê mîlada Kurd û Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî ye.

Hingiya çapemeniya Kurdan heye û Kurd ne wek berê bê deng in, loma çapemeniya kurd wek qilçikek di çavê dijmin re dihere. Dijminên me bi zanetî em ji her tiştî bêpar hîştine. Û loma ew ewqas ji çapemeniya me jî aciz in û ditirsin.

Bi taybetî televîzyon û çapemeniya nivîskî ji bo ramana dewlet, siyaset û partiyan rola kilîtê dilîze. Çimkî dewlet û partî ancax ramana xwe bi saya çapemeniyê dikarin bigihînin gelê xwe. Bê guman çapemeniyeke ku sedî sed bê layan û azad be nîne. Ev pirs li tevahiya cîhanê wisa ye. Hemû çapemeniya cîhanê di nav siyaset, îdeolojî û partiyan de hatiye parvekirin û ji aliyê wan ve tête fînansekirin. Eger mirov mînak ji Emerîka bide, ku di dema hilbijartinên sala par de jî baş eşkere bû, ku dubendî ne tenê di nav partiyên Emerîka û herwiha di çapemeniya Emerîka de jî çê bû. Ez dixwezim mînakekê ji Almaniya jî bidim, ku mirov ji nav û naverokên rojnaman dizane, ka ew siyaseta kîjan partiyên alman diparêzin. Wek mînak Frankfurter Allgemeine Zeitung nêzîkî partiya CDU û Frankfurter Rundschau jî nêzîkî partiya SPD ye. Divê di vir de pirsa herî girîng ji bo me Kurdan ne ew be ku çapemenî ji aliyê kîjan partiyên Kurdan ve tête pêkanîn û fînansekirin. Pirsa herî girîng divêt ew be ku netewe û berjewendiyên Kurd û Kurdistanê têne parastin an na. Gava em di vê mijarê de hemraman (hemfikir) bin, ku di çapemeniya Kurdan de hest û hîsê neteweya Kurd û Kurdistan tête parastin, wê hingê pirs namîne. Ji bo min jî ev xala herî girîng e.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]