Osman sebrî
kaniya gotina resen û jiyana dumdar e
M. Emîn
Dêrika Hemko
Bê guman dema mirov navdar û têkoşerên kurdan bihijmêrê,yan mirov
rûpelên dîroka kurdî ya siyasî û toreyî vewejêrê,nav û stêra xebatkar û
nivîskarê Qedirgiran osman sebrî di bilindiya banê Gerdûnê de diyardibê,
û bi ronîk zelal di çirisînê .
Osman sebrî kî ye
Di roja 5-1-1905 an de, li gundê Narincê Ji dayik bû ye.Narinc
rûniştgeha serekên êla Merdîsan bû, ev êl dikevê Di navbera bajarên
Malatya, Ruha,Sêwerek û Semsûrê de.navê Wî Osman kurê Sebrî ye. Sebrî bi
xwe serokê eşîra Merdîsan bû. di sala 1915 an de ,bavê Wî Sebrî dimirê û
apê Wî şukrî cihê Bavê Wî di êlê de digirê .Osman li ber dest û darê Apê
Xwe mezin dibê, apê Wî guhdanê Pê dikê û ji zaro yên xwe pitir qedir û
qîmetê Wî digirê û di bin çavdêriya wî de, Osman singa zemînê dişeqitînê
û dergehê Jînê vedikê û bi nerim û nazî kakila jiyanê diçirizînê. Osman
bû delalê êlê û bi rêz û rawazên wê mezin dibê,û bi rewişt û tîtalên wê
re çavbel dibê , li ser naskirin û fêrbûna rêç û rêzên êldariyê ji
siwarî û şervaniyê, cirîd û nêçîrvaniyê,xwendin û hişyariyê Berdewam
dimînê ((apê Min şukrî ji kurrên xwe pitir ji min hez dikir û didam
pêşiya tevaya malbatê û min şûna wî digirt dema ne diyar dibû)) .(1)
Di sala 1922 an de, dibistana bîrbûnê(ruşdiyê)ya leşkerî kuta kir û di
wê navber û maweyê De, welatperwerê Kurd yê navdar Isma'îl Efendî naskir
û guhertinek mezin kete di jiyana wî de, bi vê naskirinê.li ser destên
vî mamostayî fêrî hizir û ramanên netewî yên resen û rastgir bû,dijî
tengî û şaşiyên ku dihatin berhevkirin di çarçovê Rêzên êldariyê de
rawesta((mamosta Isma'îl Efendî mirovekî xwenda bû hişyarî û serwextî
xiste pêşî ya min,bi nasî û dostanî ya wî min gelek tiştên çak û hêja
kirin, berî her tiştî rêzana eşîrî ya şaş û çepel di çavên min de ket,
min ji zor û zorbazan rû yê xwe bada û di xwest bibim kesekî qenc û
xêrxwaz))(2)
Sitem û rola Turkan û berdewamkirina siyaseta tepeserî û bişaftina gelê
Kurd di qewara toraniyet û regezperistiya Turkan de ji alîkî ve, û ji
alî yê dî ve wêrankirin û qirkirina milletê Kurd ji bin ve,bi teybetî
piştî şikestin û têkçûna şoreşa kurdî di sala 1925 an de û darvekirina
serkar û rêberê şoreşê şêx Se'îdê Pîran di gel çil û heşt hevalên wî de.
evê bûyerê êşeka giran di dilê Her kurdekî bîbir û welatperwer de hêla û
dizanîn ku paşeroja wan wê ji ya şêxê Pîran xirabtir û nexwştir bê
.netebtînê xwe berda di dil û canê Serok eşîr û mirovên pispor,
welatperwer,hişyar û zanan de. her yekî dizanî ku eger îro ne roja wî bê
,bê guman sibe dora wî ye...!?
Hukumeta kemalî dest bi girtina serokeşîran kir, hin darvekirin û hin dî
piştî eşkence û lêdanê berdan û hin dîtir gunehbar kirin ,û avêtin binê
Zêndanan. di wê rûdana tarî û dûman de, di nav wan pêlên xurt û dijwar
de , eşîra Merdîsan jî bara xwe ji sitem û zorê, girtin û lêdanê,
gunehbarkirin û darvekirinê, wêrankirin û ji hev belavbûnê wergirt.bi vê
yekê Dora eşîrê hat ((dawî dora me hat du ap û du xalên min, ez û du sed
û heftî kes ji eşîra me xwstin mehkema Istiqlalê,lê me tevan xwe ne da
dest,tenê Apê Min şukrî û xalê Min Hacî Derwêş çûn mehkemê))(3).di vî
warî de zincîreka dirêj ji girtin û berdanê, çûn û hatinê berdewamkir û
kêşand .
Di sala 1926 an de ,piştî dadgeheka kurt herdu apên Osman ,şukrî û Nûrî,
di zêndana Amedê De hatin bi darvekirin. Osman û şazdeh mirovên dî
gunehbar kirin û berên wan dan zêndanê. bi vê yekê, Osman du sal
derbaskir, bi eşkence û lêdan, di zêndana Dinzilî de .
Di sala 1928 an de ,Mustefa Kemal lêborîneka giştî da seranserî girtiyan
û di nav wan de, Osman jî hat berdan . Lê belê Di sala 1929 an de ,dîsa
Osman tevlî bîst û şeş axa û serekeşîran hat girtin û ber bi dadgeha
leşkerî li Malatyayê Ve birin . vê carê Xwstin gunehê Wan girantir bikin
,û bêxin di stûyê wan de , ku ew xwe ji bo şoreşeka nû berhev û amade
dikin û kar û barê Wê pêktînin.ta çareyekî ji wan re bi bînin ,ji ber di
zanîn ku tawana mirovê Bi şoreşê Rabê Darvekirine.evê Girtinê Heft mehan
domand, vê carê Jî bi alîkariya cîgirê Dozgeha giştî ku mirovekê Kurd bû
hat berdan((ez jî wekî te kurdim, lê mixabin ku min ji milletê Xwe re tu
xebat ne kirî ye,xebata min tev ji Tukan re bû,bawerim ku tu yê bi kêrî
millet bê yî.hiker serê Min tê biçe ezê Te û hevalên te berdim.lê ne bê
tu li vî welatî bimînê,Turk wê te bidin kuştin.))(4).bi vê girtin û
berdanê De gelek tişt di hiş û sewdanê Osman de zelal bûn û cihê Xwe
girtin ,bîr û baweriyên wî nimihan, şax vedan û bişkivîn,di deryaya kûr
û bê binî de,di nav di nav pêlên jiyaneka reş de,pêlekî ew bir û yekî ew
anî, di vê gerîneka şêlo û tarî de ,di nav şeq û deqa jiyaneka zor û ne
xweş de,Osman rê şeqand û hestê Kar û xebatê Dijî sitem û zorê Li nik wî
bilind bû û bi merdî da ser rêya welatperwerî û gelparêziyê,dest ji mal
û milkan berda((gava ji zêndanê vegerîm welêt, ji mal û milkên malbatê
Yên pirr û fireh di destê Me de tiştekî hêja ne ma bû. milik li gundiyan
par vekirbûn,mal hukometê Dest danî bû ser,hemî çirr û virr
kiribûn,tiştekî hindik hiştibûn ku çavên mirov ne digirt.dema min li
dora xwe nihêrî û li wê rewşa xwe hûr bûm,tenê Li pêş min du rê ma
bûn..yan rê ya sernizmî û xwesipartinê,ya din rê ya têkoşînê,bê du dilî
min da ser rê ya pêşîn))(5) .da ser rêya mişxetiyê, penaber û derbeder
li kolanên biyaniyê,hêviyên xwe li ber ronahiya ayindeyek nependî û
nediyar berda û berê Xwe da felekê û pişta xwe da oxirê û ber bi Sûryayê
Ve çû .
Xebata Osman Sebrî ya siyasî li Sûryê
Qûnaxa pêşîn
Piştî ku Osman ji rewş û jiyana bê aram û asayî li deverê Bê hêvî û
neçar dibê, di roja 24-12-1929 an de, kurdistana Turkiyê Diberdê û ber
bi ya sûriyê Ve direvê,ya ku wê demê Di bin dest û darê Firinsa de bû ,
li bajarê Kobanê Cih digirê û li wir di rûnê . sê..çar heftî ji
akincîbûna wî naçin, ew û Mîr Celadet Bedirxan hev dibînin û li ser
destên wî Osman dibê Endamê Komela Xoyebûnê, piştî wê guhertinin di
serkirdayetiya Xoyebûnê de çêdibin,bi egera lêborîna giştî ya ji alê
Mustefa Kemal ve hat dayîn. hin damezrênerên Xoyebûnê mîna Elî Rida
kurrê Şêx Se'îd û Emînê Ehmed serokê Rima,derfet dîtin û bernedan,û ji
Xoyebûnê xwe kêşandin û xwe sipartin dewleta Turkan
Osman tevî kesên dî ,di sala 1929 an de,hatin nav rêzîn serkirdayetiya
Xoyebûnê û di buhara sala 1930 an de , li ser daxwaziya Xoyebûnê gelek
belavok derbasî kurdistana bakur dikê,pişt re û li ser beryara
serkirdayetiya Xoyebûnê ku xwe ji bo pêkanîn û destpêkirina şoreşekî
berhevbikin û eniya şer di pêc dever û alan re destpêbikê((devera Kobanê
Bozanê Şahîn Beg û birayê Wî Mustefa Beg herdu serokên hoza Berazan bûn
,berê Wan li Orfayê û Mereşê bû . bi wan re jî Osman Sebrî di çû da paşê
ber bi eşîra xwe Merdîsan ve herê))(6)
Roja 1- 7- 1930 an de, û li ser beryara Xoyebûnê dest bi êrîşan hatkirin
, li devera Kobanê Di şeva 3-8- 1930 an de , destek ji hêza Bozan Beg bi
serokatiya Osman Sebrî berê Xwe dane Orfayê û êrîş kirin ser du
qereqolên leşkerî li ser sînor di devera Serûçê De û paşê rawestan û li
benda serdarên hêza Bozan Beg û birayê Wî Mustefa Beg man . lê belê ,
herdu serdar negihan wa , ji ber ku herdu ji alê desthilata Firinsa ve
hatin girtin û ew ber bi bajarê Helebê Ve şandin.dema şervan û çekdaran
ev yek bihîstin hêvî û omîdên wan şikestin û ber bi şûn de vegeran .lê
Osman ji ber ku ji sergungeha xwe lib ajarê Reqayê Revî bû ,nema karî lê
vegerê û ji vê ma li kurdistana Turkiyê û di nav xaka wê de çû ,wê demê
Di nav tevî wîlayetên Kurdistanê De leşker nema bûn , tev şandibûn enya
şer li ser Araratê, valehî ket bû di warê Leşkerî de li deverê ,tenê
Cendirme mabûn ,wan jî nedikarîn li pêşberî ti hêzan şer bikin ,yan jê
rawestin , piştî du mehan û dema leşkerên Turkan ji Araratê Vegeriyan,
careka dî rewşa deverê şil û pil bû , ûbi sedema vê rewşê Osman dîsa
berê Xwe guhert û ber bi Sûriyê Ve zivirî. lê vegera vê carê ne hêsanî
bû ,li herdu rexên sînorî hat gunehbarkirin, bê cih û war ma, ne çar bû
,û dergeh di rûyên wî de hatingirtin , li nava êlên Erebê E'nizan ,li
ser sînorê Herdu dewletan xwe veşart.
wê demê Ji nû ve zanî ku herçar eniyên dî tifengek ne teqandine û wek
çûyîn, bi wî rengî bi şûn ve vegerane ((piştî ez vegeriyame Sûryê Min
zanî ku herçar enyên din çi xwelî bi serên xwe de anîne. Celadet
Bedirxan, Haco û mala Cemîl Paşa sê çar rojan di nava welêt de mabûn û
bê ku tifengê Bi teqînin vegeriyabûn Sûryê û Firinsa hemû sergunî Şamê
Kirbûn. her çi mala Ibrahîm Paşa, ne çûbûn serxetê Biryara Xoyebûnê tevî
belavokan ji walî yê Mêrdînê re şandibûn )).(7)
Bi encama van bûyeran, ji Komela Xoyebûnê, piştî ji kar û xebatê bê hêvî
dibê û destê Xwe jê dibirrê û ji wê dûr dikevê,di dawiya sala 1930 an de
, dever berda û rê girt û berî da êla Barzan,li kurdistana <raqê. di
tebaxa sala 1931 an de ,bi fermandariya desthilata Engilîz ku destdariya
<raqê Dikir hatkirtin,û dîsa e wavêtin binê Girtîgeha Musil û Bexdayê .
di wê salê de berdan û xwe di nav koçerên Ereban de veşart li Tilegel,
ta revî ber bi ?man û Filistînê ve û li wir ma ta sala 1935 an de û pişt
re vegeriya Sûryê. di sala 1936 an de ,desthilata Firinsayê Ew ber bi
Ifrîqya ve ,li girava Midxeşqerê Ve sergunkir. lê li wir cî negirt û
nerawesta, berî da Libnanê û di sala 1938 an de , ji wê derê Berî da
Şamê û lê rûnişt.
xebata Osman Sebrî ya siyasî li sûryê
Qûnaxa paşîn
Piştî dûrbûnekê Ji meydana siyasî, ku çend salan vekêşa , bê hêvîtiyê
Nekarî xwe di dil û canê Wî de bi cih bikê,ji ber dizanî dema bê hêvîtî
reh û şaxên xwe berdidin di dil û canê Mirovî de buhara dil diçilmisê û
dibê Kaniya kul û xeman ,û pê re dimerçiqê ,rêç û rêbaz li ber çavan
wenda dibin,hêvî û omîd hêlîna xwe berdidin û difirin , li şûnwaran
venagerin û nazivirin , wê demê Mirov ji mirovatiya xwe ya nêvnas û
kesatî havî dibê û dûr dikevê ,şûn û têgera mirov di çivakê De bê pêjin
dilivê û bi dengekî kerr û şikestî dibunijê. ji ber vê yekê , di qutbûna
xwe de, gelek çalakiyên rewşenbîrî û toreyî yên bi nerx û buha sazkir û
hûnand, bi wan kela dilê Xwe yê birîndar hênik û fireh dikir, bi gotinin
nazik û peyvin tenik, hest û nestek sivik , , hizir û bîrekli ber kûr,
tev di gemyeka ciwan de ,li ber ba û bahozeka sar û dijwar radixist,
raman û bîr ji kaniya dilê Bendewar , mîna pêteka sor li ber bageşeka
tûj didêra û ber ba dikir, pête...hêdî-hêdî rê li ber çavan ronî dikir û
rêbaz di hiş û mejî de diyar dikir. dawiyê Gemî li ber ava çemekî
rawesta, û pê re hizir û bîr , raman û boçûn jê hat daweşandin.Osman di
gel çend zana, pispor, bîr ber, rewşenbîr û welatperwerên kurd di sala
1957 an de , li kurdistana sûryê, partiyek bi navê Partiya Demokrata
Kurdistanê Damezrandin. Osman bû sikirtêrê Partî û rêbaza wê di
belavokekî de, bi zimanê Kurdî û di bin navê Rêzana Partî de hat
berhevkirin û li ser qapê Wê belavokê Armanca Partî di bin nav û nîşana
Yekbûn û Rizgarkirina Kurdistanê De hat dest nîşankirin û di nav rûpelên
wê de reng û şêwazê kar û xebata Partî da xûyakirin .
di tebaxa sala 1960 an de , Osman Sebrî bi hin hevalên xwe re hat girtin
û di zêndanê de bi ser bilindî û mêranî ala pêdarî û berxwedanê
Bilindkir û berevanî yeka şêrane di ber rêbaza Partî de kir ,û kiryar û
şêweyê eşkence û lêdanê hetikandin.
Di sala 1962 an de , ji zêndanê hat berdan û ber bi Bêrotê ve revî û li
wir bi cih bû ta dawiya sala 1963 an de . lê ne dendika xebatê û ne
derdê Welêt,ne jî reh û germiya mêranî yê û hêvî û roniya çira azadî yê
di dammarên wî de ziwa ne qerisîn. li ser gazî û nalîna derbeder û
perîşanan berdewam ma û netebitî. evê Di dil û canê Neyar û dijminan de
agirê Zikreşî û tepeseriyê Gurrkir û dîsan di sala 1964an de , lib ajarê
Helebê Tevlî hin hevalên xwe hatin girtin. lê ewê Xweragirtina mêranî ji
alê Osman û hin hevalên wî ve, cara pêşîn di zêndanê de, bû egera
eşkerekirin û piştgirtina Partî ya Demokrata kurdistana <raqê û di
rojnama Xebat de ev alîkarî û hevkarî dan xûyakirin dema bankirin û
gotin :(Azadî ji Osman Sebrî û hevalên wî re bê ) (8)
ev xelat û alîkarî ji serwerê şoreşa <lona mezin ve , rêberê kurdayetiyê
Barzanî yê nemir, xwîna pêşmergan tevlî xwêhdana girtiyankir û ev yeke
bû ardû yê gurrkirina kar û xebatê .kar û xebata Osman Sebrî û hevalên
wî di zêndanê de gurrtirkirin, pêdarî , berxwedan û xweragirtin
bilindtir û berfirehtirkir û pê re çira azadî yê geş û ronîtirkir .
Di van girtin û berdanan de, gelek tişt di serê Osman de zelalbûn û
mirov ji hev hatin naskirin û veqetandin, bi teybetî di serkirdayetî ya
Partî de. mirovna xwe di ber rêbaza Partî de berpirsyar nedîtin, çI di
zêndan ê de û çI ji derveyî zêndanê û xwestin rêbaza Partî ji naverok û
rastî ya wê ya netewî dûr bikin. dawî yê bi eşkere nêrînên xwe yên
tirsonek û serşor belavkirin, dema gotin :em kurd li sûryê Kêmayî ne, lê
di rêbaza Parti de, hatibû ku kurd di sûryê De li ser xaka xwe ya dîrokî
ne û ev xak parçeyeke ji Kurdistanê û gelê Kurd netewe ya diduwane,
diwelêt de tê dîtin û jimartin,û dîsa gotin ...Partî gereke bibê
Komeleka rewşenbîrî û çivakî ne ku wek rêxistineka siyasî werê Dîtin .
Osman rêberî ya Partîkir û pêvajoya xebatê ber bi pêşve bir, dijî asteng
û girêftarên nejadperist û şovonistan de sekinî ,rîp û pîlanên bi kîn û
tirsonekan pûçkirin. evê Yekê Hişt dilê Koledaran rehet nebê û çavên wan
ji qada xebatê newê Girtin.
Osman ji xwe re kirin armanc û xwestin rûbar û çemê Ava şîrîn û zelal li
ser vê gulîstana siyasî û toreyî, dibistana netewî û perwerdeyî bigirin,
canî di singa wî de bi merçiqînin, hêvî û omîdan di dilê Wî de bi
kurisînin ,çira serbestî û azadî yê di giyanê Wî de vemirînin. tevî
rengê Zirt û lêdanê,girtin , sergunkirin û lêdanê li ser badan, mifa
nekir û ji bîr û ramanên xwe neket û peya ne bû .
Di sala 1969 an de, û piştî ku bê çare man , berî dan kurmê Darê û kurim
hişyar kirin û hejandin, di berê de pêşiyan gotine :(kurmê Darê Ne ji
darê Bê hişkî û ne mana darê Nîne).bi rê yah in mirovên dilgemar û
bênteng ,nezan û zikreş Osman tewanbarkirin û ji serokatiya Partî hat
dûr êxistin.lê ji rastî ya dîrokê Re û berçavkirin û parastina mafê Her
kesekî û her mirovekî dilsoz û xemxwarê Kurdînî yê û divê her kes bizanê
û bi bihîzê, ku kesên ew beryar dayîn îro ew bi zimanekê Zelal
dibêjin:(Osman mirovekî welatperwerbû, dilsoz û dilpakê Kurdînî yê bû,
rolekê Wî yê bilind û giring di hişyarkirin û vejandina ramyariya netewî
û rewşenbîrî de li sûryê Heye û di warê Siyasî û rojnamevanî de jî
lehîst ye, mirovekî canfida û merd bû, bi jana belengazan dihesa û di
kûrî ya derya kul û xemên wan de wenda dibû ......hd)
Piştî wê beryara ne dademend û sedmixabin, Osman xwe ji nava meydana
siyasî kêşand ji bergehê kar û xebatê dûr ket û bi hêvîn beravêtî , bi
keserin diltevzîn, xem û xeyalên xwe kom kirin û dest û rûyên xwe şûştin
û tûrê hêvî û omîdan avête milên xwe û bi bangek melûl ,hewarek lal di
derya ya kûr û bê binî de werbû, bîr û raman di rojeka peyîzî de, li ber
bahozeka tûj û dijwar berdan û xwe ji wan tevan rizgarkir.
Di roja 11-10-1993 an de ,canê Pak û rewan milê Xwe tewand û nema karî
di bin barê Kul û derdan de ,êş û azaran de rawestê, serî danî, xatir
xwestin,hêstirên ziwa ji kaniya çavan qerisîn, piştî jiyekê Dirêj di dan
û merdî yê de, di ber millet û welat de borand, giha karwanê Nemiran û
li goristana gundê Berkevirê Nêzîkî bajarê Dirbêsî yê veşartin û bi vî
rengî kanî ya Apo Osman ziwa bû , gul û kulîlkên gulîstana wî çilmisîn û
pelê darên
daristana wî qermiçîn û werihan û rûpelek zêrîn û rengîn ji rûpela
qehremanekî hat girtin û qulpandin.
xebata Osman Sebrî ya toreyî û rojnamevanî.
Helbest û stiran du rûbarên tenik û nazikin, çem û cobarên buhara di nav
zênî yên çiyayên Kurdistanê De, bi destpêka buharê Re di herikin û bûne
nêvnasî ya jiyana rewşenbîrî û toreya kurdî , wek tê nasîn ku
giringtirîn coke ta niha ma ye jîndar û berdewam ku di nav xwe re name
ya dildar û evndarên mirovatiyê Bi xwe re radihêjê û radigihînê, toreya
gelê Kurd ve diguhêzê û dîroka wî di parêzê,û berevanî ya hebûn û merdî
, têger û dana wî di pêşveçûn û pêşvebirina şaristanî û mirovatiyê De
dikê . ji vê yekê Helbesta kurdî bi giştî bû ye helbesteka sitiranî û
çîrokî, di naveroka xwe de , dengûbasan, bûyer û serpêhatiyan, bi kurtî
jiyana milletê Kurd di tevî qûnaxên dîrokê De nîşan didê, şîn û şahî yên
gel, kul û derd, hêvî û omîdan berçav dikê û bi tîpin zêrîn di singa
zemînê de di nivîsînê.Osman jî şûna kilasîkên helbesta kurdî şopandî ye,
gelek helbest û stiran berhevkirine û afirandine , ewî jî wek her bîrwer
û zanyarên serdemê, qedir û qîmetê Ziman dizanî û parastin û nêzik bûna
kurdan ji hev re ,bi parastin û yekîtî ya ziman ve girêdida û didît. di
vî warî de xebitye û bû ye xemxwar û xembarê Zimanê Kurdî û komele û
rêxistî yên çandî û Toreyî avakirine .
Di sala 1938 an de , Osman Sebrî û bi alîkarî ya hin xort û ciwanên
welatperwerên kurd , civatek bi navê Yekîtî ya Xortên Kurdan pêkanîn, di
pey re ew civet û civîngeha Lawên Kurdên Welatperwer , li tara kurdan li
Şamê Tevlî hevbûn û bi navê Civangeha Kurdistan(Nadî ya Kurdistan) hatin
naskirin. gelek xort gihane wan û jimara wan giha çen sedekî, xebata wan
ji belavkirina hizra netewî û hînkirin û fêrkirina zimanê Kurdî re bû.(
9)
Di sala 1955 an de ,komela Vejîyan û Çanda kurdî ,jib o fêrbûn û
pêşxistina zimanê Kurdî di warê Rênivîs û Rêzimanê de sazkir ye û didît
dema ziman newê Nivîsandin, bê guman pêş nakevê û ber bi pêş ve jî na çê
û wê bimînê mîna Dareka hişk û bê ber û fêkî(çiqas ku ziman berî dewre
ya nivîsandinê Heye jî ,ne tiştekî pirî hêjaye, wekî dareke hişk bê gulî
û tila, ber û fêkî. lê gava kete warê Nivîsandinê ,hêdî tilî lê dikevin
û pelik digire, paşê bi ber û fêkî jî dibe) . (10)
Di vir de Elfabêyek amadekir, jib o têgihiştina xwendin û nivîsandina bi
zimanê Kurdî ,û di pey re Elfabêya Tekûz jib o rastkirin û duristkirina
xwendin û nivîsandina zimên weşand , û di wê maweyê De hin têbînî û
pêşinyarên çak û ciwan diyarkirin, ew têbînî û pêşinyar wek pirojekê Kar
destnîşan û berçavkir,di vî alî de emê çend xalên girîng û serekî bi din
xûyakirin mîna:
- yekîtiya Elfabêya kurdî.
-Avakirina civatek zaniestî ku endamên wê ji her devereka cuda xortekî
bîrbir û zana werê Pêkanîn û guhdanê Bi danhev û vewejartina gotinên
zaravê Wê deverê Werê Kirin û bijartin.
-Kar û xebata vê civeta zanistî ,berî her tiştekî ferhengeka gewre,
fireh û tevayî ji gotinên tevî zaravan hatîn dîtin û bijartin werê
Amadekirin û berhevkirin.
-Pişt re kitêbên kevnar û nûjen werin destnîşankirin û çapkirin, dawî yê
û piştî gavin ber fireh werin avêtin bi yekîtiya zimanê Kurdî mijûl
bibin.( 11)
Osman bi giyanê Xwe ji xaka bav û kalan , welatê Jîn zayînê dûrket.lê
pira hêvî yan di navbera dilê Wî û xaka bav û bapîran de tucarî qut ne
bû.xwîna zelal di damarên wî de di qeliqî û çem û rûbarên xaka pîroz de
di herikî,vîna welat di dilê Wî de serî hildida û di bişkivî, doza
vegerandin û azadiyê Lêdikir, bîranînên zarokatiyê , newel û zinarên
gundê Narincê, zozan û çiyayên hênik û bilind, kanî û hewdên şêrîn û
cemidî, dar û hewingên xemilandî, dayîka çav li rê û bendewar, xwîşk û
bira, xal û mam ,hogir û heval tev li bîra wî di hatin û ji ber çavan
wenda ne dibûn,di ket gilî û gazindan, bi deng û bangeka şoreşger û
mêranî bang dikir û halê Welat û millet ronî dikir.
divê tu zanibî ev bû ne sî sal
min ne dît xwîşk û bira,xelkê Dimal
ne min dît axa welat , pîra diyan
ne vexwar kewsera gewr ava çiya
* * * * *
dibêjim bê ser û ber ,bê doz û tol
ji me çûn deşt û çiya namûs û ol
pir spas ji xwedê, we ew der nedît
tu bê qey nemane mêrxas û egît (12).
rewşa welat di hiş û mejiyê Wî de di geriya , êş û kul , sitem û zor,
wêrankirin û talankirin li ber çavan eşkere dibûn, dil di xwest lê dem
giran bû,çavan didît lê dest ne kar bû. tucarî kula wî ya kambax serê
Xwe ne di tewand ,ew teraf û pêt li ber bageşekî hêdî-hêdî çirûsk dida û
gur dibû, li rê û çareyekî di geriya ku kela dilê Xwe pê hênik bikê, bi
Ferat û Dicle re, bi kerbûna şevê Re, bi ba û bahozê Re, bi balinde û
lawiran re ,bi teyîr û tiwaran re di lorand û di peyivî, rastî refek
Qulink tê , bi wan re di kevê Axaftinê, gilî û gazindên xwe li ber wan
radêxistin û ji wan hêvî dikir ku saloxdan û silavên wî, rewş û jiyana
wî ya rojane, ji dost û heval û hogirên wî re bigihînin.
Ho Qulingo, kû de diçî ?ber va bakur dibî herî?
Ji bo çI te zû berdan berî demê Ew germiyan
Qey diçî nava welêt, zozanên kurd serê çiyan
De fermo , venîşe, tu pêlekê em bi peyvi
Heye ku gelek najo li wî erdî em bicivin
* * * * * *
Te çI got ? çI di bêjî? ser wext ne bûm,Teyrê delal
sî sal bûn çavnêriya min dikin gelek heval
heye li zozana, te bi bînin pirsê Bikin
divê tu bi ser û ber bêjî wan vî halê min .(13)
Osman Sebrî mîna her torvanekî xemxwar û dilbêş nêzîkî birîn û kêşa gelê
Xwe bû, bi dilsozî û dilgermî, bi şoreşa <lûna mezin re dibê Heval û
hogir, piştgir û navmal,pale û dengdêr, agirê şoreşê Li serê çiyayên
Kurdistanê Pîroz dikê û dademendî û armancên wê li gelê Kurd û li gelên
cîhanê Diyar dikê, daxwazê Li xortên kurdan dikê Ku hişyar bibin û ji
gotinên kelê û felsefeya xav û rijî dûr bikevin,û ji nêrînên kawî û bawî
dûr biçin, ewî bawerîka kûr û hêvîka mezin bi serwer û rêberê
şoreşê,dildarê Gotina rast û durist Barzanî yê nemir tînê. dozê Li wan
xortan berdewam dikê, Ku li ser şopa rêberê şoreşê, bi dilgermî û
comerdî cihên xwe di nav rêzên xebatkar û pêşmergan de bi girin û
pêvajoya xebatê ber bi pêş ve bibin, ji ber ku siyaset ne gotin û
felsefeya vale û rijî ye yan viyayî ya çak û rewaye . lê belê, pêkanîna
nîr û mercane ,û çespandina derfet û encamane.bi vî rengî helbestvanê me
, deng û hewara xwe dikir û di bin nav û nîşana hêvî ya kalemêrekî de,
xotên nûhatî ,xortên dûrî bergehê kar û xebatê,dûrî meydana şoreşê
Rexnekirne û kêmasî yên wan berçav deynane .
Digot yekî kalemêr bi hezrîng û pirr keser
Nizam çima xortên me nadin ser şopa rêber
Vaye pênc sal kutabûn gihane sala şeşan
Li Behdînan û Botan rabû şoreşa rengîn
Bi lehingî şerdikin di cîhanê bû dengîn
* * * * * *
ez dibînim xortên me bi felsefe û qirîn
hemî dûrî qada şer di peyivin diçin, tên
ji bo îro me navê îdî'a û felsefe
divê doza gelê Kurd çend gavan bi pêş keve.(14)
bi destpêka buharê Re, suriştê xemil û xêla xwe wergirt, bi gul û
kulîlkên rengîn,bejn û bala welêt xemiland , rewş û bedewî ya buharê,
cejna Newrozê Himbêz dikir û bi dengê şalûl û bilbilan re awazên
evnîndaran vedhûnan û li ber bayê Siban re didêran û radixistin, cejna
Newrozê Di cerg û canê Helbestvanê me de cihekî pir mezin û biha girtî
ye, gurzên helbestan, tûrên gotaran li ber tîna wê cejna netewî
hûnandine û rêsane, Newroz berdewamiya xebatê ye li ser rêça pêkanîna
azadî û aştiyê Ye , xwerakirtin û berxwedana bê rawestane ta
misogerkirin û dabînkirina mafê Gelê Kurd û paristina nasnameya netewî
di çarçovê Hebûn û wekhevî yê de .
Newroz cejna rohilat bîst û yekê Adarê
Ew bû sersala kurdan li destpêka buharê
Newroz yanê nû serê Salê dimînin
nêrgiz, sosin rengareng çarmedor ew didin bîn
* * * * *
ger yê me kurdan ji kêrik giha be hestî
nizam heya çI demê Dê bimînin rawestî.(15)
Osman li ser deng û gazî ya perîşan û belengazan, di şevên tarî de
hişyar dibû , doza mafê Wan dikir û bi canekî sivik û dilekî germ bar ê
serdemê Hilgirt.
Dixwezt herdu tengî û giranîyê li ser mil ê neçar û perîşana kêm û sivik
bikê û dem a bi destê Wî ve dihat ji binî ve radikir,jena dilê Wî bi ya
wan re lêdida û li ser rewş û halên wan di bonijî, alîkarî û yarmetî ji
wan re divî ya û di xwest.
Bira ! di bînî va ez gihame dawî ya jînê
Nema dikarim bi dûr kevim ji nav nivînê
Her roj serê Min gêj di be dora xwe nabînim
Piştî çend dakî dê bimirim , ger tê yî şînê
Nebî di gel xwe baqê Gulan tînê ji bo min
Mirî nikarin dest kewtîbin tucar ji bînê
Bihayê Gulan ger bidî mirovên belengaz
dê bêjim sipas te dest da ser birînê
Gulên tu bînî di çilmisin di helisin zû
Tiştê bidî belengazan li pêş xwe dibînî.(16)
Berhemên Osman Sebrî evin :
1-Elfabêya kurdî - Şam sala 1955 Z.
2-Bahoz û çend nivîsên din - Şam sala 1956 Z.
3-Derdê Me (gotar û helbest) sal ne diya re ?
4-Apo (gotinên xav nepijîn bê tav) Elmanya 1981 Z.
5-Elfabê ya Yikûz - Şam sala 1982 Z.
6-Çar lehing - Şam sala 1984 Z.
7- Bersiva Hoşeng - Şam 1992 Z.
8- Sespêhat yên min (destnivîse)
ne tenê Osman ev berhem afirandin, lê belê Bi xurtî alîkarî û piştgiriya
herdu Govarên Celadet Bedirxan kir ye, di Govara Hawar, Ronahî,Çiya de,
gelek gotar, çîrok, serpêhatî û lêkolîn, di warê Dîrokî ,zimanzanî
,siyasî û toreyî de nivîsandine û belavkirine.
bi rastî em bê dudilî dikarin bêjin : ku Apo Osman dibistaneka
welatperwerî, wêjeyî, mafperwerî bû, piştî kar û xebateka dûmdar û
berdewam di warê Toreyî, siyasî, rojnamevanî de, mîna kanîk ava zelal û
paqij derbû û diherikî, canê Xwe yê şîrîn bi dilsozî kir gorî azadî û
mirovatî yê,dozdar û parêzerê mafê Perîşan û belen gazan bû, xudanê
gotin û dengê serbest û azad bû.ev bû armanc,hêvî,name û daxwaza wî di
jiyanê de,ku bi serbest û rûmet berî bidê Goristanê Ta ku bi serbilindî
û serfirazî bi bê lawê Kurdistanê.
Xwe danî nim bo sitem û zorê
Di vê ser bilin ez bi çim Gorê
Gava bi rûmet bi çim Goristan
hêja ye bi bim lawê Kurdistan(17)
Jêder:
1,2,3,4,5 -serpêhat yên min . Osman Sebrî (destnivîse)
6-Xoyebûn – civata(serxwebûn)a kurd –(1927---1946)Z. nivîsandina mamosta
Mihemedê Mela Ehmed de û wergerandina nivîskara navdar Keça Kurd de.
7- serpêhat yên min Osman Sebrî .
8- rûpelin ji dîroka tevgera rizgarîxwaza netewî ya kurdî li Sûrya yê,ji
nivîsîna mamosta Mihemedê Mela Ehmed de(beşê Diduwan) Beyrot.
9- Xoyebûn jêderê berê.
10- Govara Ronahî hijmara (24) -sernivîserê Wê Mîr Celadet Bedirxan bû
(1942---1945).
11- Govara Hawar hijmara (22) -sernivîsarê Wê Mîr Celadet Bedirxan bû
(1932---1943).
12- Tarîxa Edebeyata Kurdî (1) PROF:Qenatê Kurdo 1983 Z.
13- jêderê berê .
14- Govara Çiya hijmara(6) sernivîsarê Wê mamosta Hemreş Reşo Ewropa (
1965---1970)Z.
15-Tarîxa Edebeyata Kurdî (1) PROF : Qenatê Kurdo.
16- Govara Gelawêj hijmara (1) sûrya 1991 Z.
17- Govara Zanên hijmara(8) sernivîsarê Wê mamosta Ebdulbaqî Huseynî
sûrya 1993 Z.
|