Felsefeya Dewletê
Sedemên neamadebûnê bo damezirandina dewleteke
kurdistanî
Sebrî Silêvanî
www.silevani.com
Wek danasînek sakar bo têgehê dewletê mirov dikare bibêje ku
bercestekirinek e ji bo awat, hêvîxwazî û armancên gel nexasime gelek
çewsandî û dagêrkirî bi dirêjayiya salgarê û qonaxên dûr û dirêj bi
xebat, berxwedan û yaxîbûn qediyandîn. Herweha û ji aliyek din,
pêkhatinek e ji ramanên sinc û akarî, ji giyanek perwerdeyî çunkî
daxwaza gewherî û bingehî di wateya hebûna xwe de berceste dike.
Lê, pîrozî û buhayên dewletê di çawayiya bercestekirinê de ne û herwesa
awayên derbirrînê ji bo darijtina wan awat û hêvîxwazî û armancan, ango
li ser zemînê ketwarî û li jêr sîha yeksaniyê û wekheviyê, hevbehriyek
guncayî biafire û hevwelatî nirx û buhayên xwe li saya dewletê biparêze
heta ku bi akam û encaman rastiya bercestekirinê biçespîne û saziya
dewletê biragehîne.
Hêvî û xewn dibin qurbanên derbirrîn û nakokiya
bûyerên berwext
Dewlet bi damezirandina xwe, bi hebûna xwe,
derbirrîna giyanê milletek xwedî nasname, hevgirtî û hevguncayî dike û
çarenivîsê wî vedibirre bêyî ku li ser maf û buhayên wî yên rewa kol
bide yan jî feramoş bike ji ber ku ew damezirandin û hebûn heta dawîn
rade bi wan maf û buhayan ve girêdayî ne.
Dewlet li ser wî zemînî ava dibe yê ku millet li ser
jîn û jiyara xwe dibe serî, ango zemîn merc û binemayek sereke ye ji bo
damezirandina dewletê belê ne hemû ye ji ber ku pirr merc û binemayên
din jî hene û ji serekiyan dihên hijmar mîna netewe, yasa, hukomet û
desthelat.
Ji rastiyên selmandî di ezmonên qonaxên dîrokî de ew
e ku mixabin di heman dewletê de pirinsîp, civak, hêvî û xewn dibin
qurbanên derbirrîn û nakokiya bûyerên berwext û ev bi serê xwe dibin
sersedem bo derizîn, eger ne bêjim şikestin, di navbera ramana akar û
sincî – Binyatên Dewletê – û ketwarî de. Ev derizîn yan şikestin encamên
nerênî di jiyana gel de diafirîne û bandorên metirsîdar dadirijîne lewra
pêwîstiya hebûna dewletê bi xwe pirsek serek e ye ji bo hevwelatî yan
takekesî eger hat û parastina maf û buhayên hevwelatiyê li ber çav
werbigire.
pirojeyê dewletek serbixwe ne di peyrewê ramyariya
Kurdistanî ya hevkat de ye
Li rojgara hevkat, ez na xwazim sedemên ne
damezirandina dewleta Kurdistanî bipirsim ji ber ku bersiv di xwandin û
lêkolînek dîrokî û kardariyane de xwe diçespînin belê dixwazim sedemên
ne amadebûnê ji bo damezirandina dewleta Kurdistanî bipirsim? Ango
nebûna awayên derbirrînê ji bo niyaza dewletê, ew jî eger ew niyaz hebe.
Eger mijara binemayên damezirandina dewletê
bişopînin, xuya dibe ku pirraniya binemayan li bal milletê Kurdistanî
hene ji bo bercestekirinê berev dewletek Kurdistanî serbixwe, belê xuya
ye jî ku awayên perwerdeyê û alavên derbirrînê û rêkên serederiyê ne wek
pêwîst in lewma pirojeyê dewletek serbixwe ne di peyrewê ramyariya
Kurdistanî ya hevkat de ye egerçî bergehên guhorînê ji encamên nakokî û
hevkêşeyên navneteweyî, bi taybet li herêma rojhelata naverastê, amajeyê
didin ku barûdoxê deverê di jangirtina dawiyê de ye dawî ku bêhtir ji
carekê ber havêtî.
Ji bo ku hevwelatî hebûna xwe di çarçoveyê dewletek
serbixwe û xwedî serwerî de biparêze û maf û buhayên xwe dabîn bike,
gerek e li ser hindek şengestên akarî û aşinabûnê xwe perwerde bike yan
jî bihê perwerdekirin û kar û xebata xwe di qonaxa berhevkirinê de
bisengîne ji ber ku biryardan ezmonek ne berdar e di dîroka gel de û
metirsî û gumana nerênî dikarin sedemkariya neomêdiyê biafirînin.
Gerek e waz li felsefe û perwerdeyiya sitewr bihîne
û li gor bûyer û nûjenên serdemî, sewda, raman, berhevî û pejirandinê
derbibirre û mînaka herî qenc li vir birakujî ye ji ber ku rast e ku
birakujî wek kardarî bi dawî hatiye lê belê wek felsefe û perwerde hêj
heye û bi rêjeyek ne kêm di nava tûjgelên ramyarî de tenanet di nava yên
civakî jî de. Mîna volkanek vemirî ye, belê car car dûkêlê dike û di
kûrayiyên xwe de difîrhe ji ber ku pirr e ji bermayî û nişteyan û
metirsiya herî mezin ji teqînek nû ye ( Wek birayên Mosilman dibêjin:
Xwedê neke) Lê, ji bo ku ew volkan gub nebe û wan metirsiyan bêbar bike
ji rastiyê gerek e felsefeya perwerde û xebat û kurdbûnê bihê guhorîn û
li gor pirsa nasname û çarenivîsî bihê têgehiştin çunkî agirbestina
birakujiyê nikare bi sanehî hemû berkar, şûnkar û bandorên nerênî li ser
çand û perwerde û derûnê bisirrîne û pêwîst e aliyên sedemkar vê rastiyê
bivenasînin û li xwe mukur bihên ku felsefeya birakujiyê li gel
berjewendî; maf û buhayên Kurdistanî na gunce û li catî wê felsefeyek nû
gerek e ji bo ku bikare bi awayek saz, jîngehek nû bidamezirîne û paşî
cvakek sivîliyane û evca hizra dewletek saz û serbixwe bikin lê ji bo
damezirandina dewletek saz û serbixwe mirovek saz û serbixwe dixwaze û
ji bo ku mirov saz û serbixwe be pêwîst e ku li nasname, dîrok, ziman û
mafên xwe xwedî derbikeve û ji bo ku bikare ya dawiyê pêk bihîne gerek e
li ser peyrew yan felsefeyek kêrhatî bihê perwerdekirin. Mafê
hilbijartinê û retkirinê hebe, mafê azadiya derbirrînê bi tevavî hebe
herwek Sipînotza dibêje: (( Divê em wek mirov 100% bi azadî
bihizirînin yan jî divê bi êkcarî ne hizirînin[1]))
Û herweha mafên bawerî, ramanî, civakî û keltûrî û hd... !
çima heta niha dewletek serbixwe nîne wek
bercestekirin ji bo buha, hêvîxwazî û armancên gel?
Wek derencam bo amajeyan, dixwazim bibêjim ku
amadebûn ji bo damezirandina dewletek Kurdistanî ne bûye kamne çunkî
felsefe û perwerdeya birakujî û doxmakariyê, zêdebarî bo gelek sedemên
din yên navxweyî, derveyî û tevayî, tev wek alav dihatin bikarhanîn û
xuya ye jî ku alavên nesaz bûn bo damezirîngehek saz.
Pirsek din xwe araste dike ew jî: Aya gelê
Kurdistanî wek gelek çewsandî û dagêrkirî dihê niyasîn yan no?
Eger bersiv erênî be, nexwe çima dewlet nahê
bercestekirin ji bo dawiya çewsandin û dagêrkirinê? Ji xwe eger bersiv
nerênî be, nexwe dîsan çima heta niha dewletek serbixwe nîne wek
bercestekirin ji bo buha, hêvîxwazî û armancên gel?
((Dewlet wek bûnewerek baylojî dihê niyasîn; ji
dayik dibe, perwerde dibe, mezin dibe û pîr dibe heya ku dimire[2]))
Ev awayê danasînê ji bo dewletê, bêhemd, mirovî ditirsîne ji ber ku
eger rast weha be, pirsiyarên tirsdar xwe ditûjînin û serpirsiyar jî ev
e: Erê ma ne direng e ji bo dewleta Kurdistanî eger em dem û qonaxên
dîrokî li ber çav werbigirn? Ji bo ku mirov bikare bi awayek jîrbêj
bibersivîne, gerek e felsefe û perwerdeya dewletê durist têbigehe û evca
hokar û rastiyan bipejirîne tenanet eger hestdar jî bin yan jî ne li gor
berjewendiyê bin yan jî dijî mebest û meremên peyrew yan aydolojiyek
taybet bin.
Herwesa hişmendiya gel û hestê neteweyî beramber
hebûn yan nebûna dewletek serbixwe, rastiyek din dihilêvire û bedaxe ku
heta dumahîk rade jandar e belê pêdiviya gelê Kurdistanî niha û ji her
maweyek din bêhtir bi rastiyan heye ji ber ku bingehê damezirandina
dewletê wek damezirîngeh bi yasayên perwerdeyî û rewştî ve dihê girêdan.
(( Ne awayê hişmendiya mirovî hebûna wî diselmîne,
belê awayê hebûna mirovî awayê hişmendiya wî diselmîne[3]))
Ji vî sirgeyî dixwazim pirsiyarekê araste bikim: Erê hişemendiya gelê
Kurdistanî awayê hebûna wî diselmîne yan jî awayê hebûna gelê Kurdistanî
hişmendiya wî diselmîne?
Ji bo bersivek beraqil, gerek e bersivdar xwe ji
tagiriyê û hewadariya neteweyî û baweriyane biparêze egerna dê bikeve di
telezgeyek zeynekî, hizrî û xeyalgehî de û gerek e barê awarte yê
Kurdistanê û hevbendî û hevpeymaniya hindek hêzên navneteweyî li gor
acenda û pirojeyên xwe neke zemînek ji bo bersivdanê ji ber ku rewşa
hêza hevpeyman ya hevkat diyarde yan helwîstek berwext e û li gor
berjewendî û pilanan dihên arastekirin û qenc e eger mirov li ser milê
xwe bizivire û avrriyekê bide dîrokê ji bo ku helwîstê dûhî berawerdî yê
evro bike û di encam de bigehe baweriyê ku dostê duhî dikare bibe neyarê
sube û herwesa neyarê duhî jî dikare bibe dostê sube, belê îro berwext e
û ji bo ku rastî û rewayiya xwe biselmîne pêdivî bi bergehên akamên
dahatûyî yên neberwext heye.
Ji bo nirxandina wê hişmendiyê û jîwarê Kurdistanê
wek dewletek serbixwe li dahatûyî, pêwîst e alav û binemayên serek e
bihên şopandin bêyî ku pêgirî bi çi sistemên perwerdeyî, tîtalî, olî û
bawerî ve bihê bestin çunkî pirs bi xwe serbixwe ye û bersiv jî gerek e
serbixwe be û tev ji bo encamdana karek serbixwe û ew jî dewletek
serbixwe bi hemû wateya gotinê.
Derencam :
Dewlet bi xwe damezirîngehek tevayî avaker e,
belê aya heya niha sînorên kesayetî, yan takekesî derbas kirine?
Dewlet wek felsefe û perwerde, di hemû qonaxan
de tenanet qonaxa çêbûnê jî de, hemû hevwelatiyan digehîne hev û
rûberan di navbera wan de nêzîk dike, belê aya hevwelatiyên
Kurdistanî digehin hev û rûber di navbera wan de nêzîk in?
Civak wek bingehek ji bingehên dewletê gerek e
ku rizgarkirî, mukum û hevbend be, belê aya civakê Kurdistanî
rizgarkirî û mukum û hevbend e nexasime eger rewşa salên dawiyê ji
1991ê û heta 2004ê li ber çav werbigirin?
Dewlet pirojeyek berfireh û saz û azad e, belê
aya alavên kar û xebat û hişmendiyê saz û azad in?
Dewlet wek heyînek gerek e nêzîk be ji zatê
xwe, belê aya kesayetiya Kurdistanî, wek alav, nêzîk e ji zatê
xwe?
Seyr nîne eger di civakên bê nasname, çewsandî,
dagêrkirî, direngmayî û nesaz de ev pirsiyar jî mîna gelek pirsiyarên
din bê bersîv bimînin ji ber ku ew jî vedigere bo çawayiya perwerde û
felsefeya afirandinê.
Lê, ketwarê Kurdistanê bi giştî, ma ne pîvanek kês
e, yan rengvedanek rasteqîne ye ji bo hişmendiya Kurdistaniyan? Nexwe
boçî ew hişmendî lawaz û bê werar e?
Ew hişmendiya lawaz û bê werar van pirsiyar û mijaran
ditûjîne:
çawa dê millet bikare buhayên herî bilind bi
dest bihîne?
çawa dê bikare dagêrkirinê ret dike eger di
heman dem de felsefe û perwerdeya dagêrkerî bipejirîne û jiyanê li
gor berdewam dike?
çawa dê bişê astê hişyariya xwe ya neteweyî
bipîve da ku bizane ka heta kîjan radeyî azad yan dagêrkirî ye bi
hoyê felsefeyek nekês?
Bi kîjan awayî dê karînên xwe bihelsengîne
ji bo ku di hewldanên berwext de taqî bike?
çawa û kengî dê hewl bide ku bi zimanek
serbixwe derbibirre ew jî eger bivenasîne ku ziman beşek hevtevav e
ji bo nasnameyê û serxwebûnê?
Ka çawa Wolterî pesnê milletê Ingilistanî da, eha ez
jî dixwazim wesa pesnê milletê Kurdistanî bidim lê belê ez ji Wolter
şerm dikim çunkî nizanim dê bi kîjan awayî bibersivînim eger hat û
vegeriya û ji min pirsî: Ma milletê Kurdistanî dikare wê bike ya ku
milletê Ingilistanî kirî...?
[1] Barox
Sipînotza 1632-1677
[2] Hîgl
( Felsefe û Modêrnîzim ) Rêbîn Resûl Ismaîl
[3] Karl
Marks |