Bi erdhejan re hêza
merivan piçûk û baweriya bi zanînê jî mezintir dibe
Kemal Tolan
efrin.net, 06.01.2005
Dema ez
li ulmê (îbadet, qewl û duhayên) mîtolojiya me Kurda ye kevn dirênim,
dibînim ku Xwedê nasîna me Êzîdiyan ji qedîm û heta vêga hêjî her
qîmeteke mezin dide hebûna ulmê Xwedê û Milyaketên Xwedê. Ulmê
Êzîdiyatiyê gelekî zelal dide xwanê ku baweriya me timî li dijî Xwedê
ne nasan, dagirkiran, zordar û zulmkara ye. Ji xwe ji ber vê baweriyê,
hemû ulmdarên me yên berê û yên vêga hêjî zindî dijîn timî dibêjin; çi
wexta ku însan(meriv) li dijî hebûna Xwedê û Milyaketên Xwedê derkevin,
divê meriv van gotinên di qewlê „Miskîno jaro“ de li bîra wan bîne.
Belê,
ezê niha çend sebeqên “Qewlê Miskîno Jaro“ pêşkêşî xwandevanên hêja
bikim û hêvîdarim ke em karibin dersekê ji van gotinan bigrin.
“
Qewlê Miskîno Jaro:
Hey benî Ademo,
Miskîno jaro Ademo.
Ev dinya mestexanye,
Wek xewina şevane,
Hero yara hinane.
Benî Adem livê diniyayê mebe tema,
Ev zêr û malî gelek meke cema,
Diniya bo Resulê Xudê nema.
Ev diniya erdê derwêşe,
Têda di gerin cimile cêşe,
Kesek
bi nefisakibar naçite pêşe.
(Temamiya vî Qewlî di Çavk.: 1 Rûp.: 94-96. de)“
Dîsa li
gorî ku vêga gelek ulmdarên me Êzîdiyan hêjî
dibêjen,”çî gava piraniya merivan li dijî hebûna Xwedê û Milyaketên
Xwedê zêde bive, dê hingê ava reşê li tevaya dinya yê rabe û wê bive
roja qiyametê . (2)”
Di
Êzîdiyatiyê de , li ser hatina ava reş û roja qiyametê weha tê gotin:
„ Di
wextekî de gava emrê însanan pir dirêj buye, geleka ji wan hebûna Xwedê
û Milyaketên Xwedê înkarkir kirine. Hingî ku însan zalim û Xwedê nenas
bûne, ewan gelek caran goştê hevûdinê xwarin(hinek
jî dibêjin hingî însan zêde bûbûn, carekê nexweşiyek li însan peyde bu û
însan ji ber vê nexweşiyê çû ber helakê, tev gurî û birînbun.)e.
Di vê demê de Nûh Pêxember (nebiyê Şeyîdî-Bincer e), ne weke wan di
fikirî û ewî her ji hebûna Xwedê û me Milyaketên Xwedê bawerdikir. Nûh
Pêxember timî duha û hêvî ji Xwedê û Xasên Xwedê dikir û dixwast, ku ew
dawiyê li vê zilm û zora ser ruyê erdê dibe bînin. Xwedê hêvî û duhayên
Nûh Pêxember qebûl dike û dibêjê:“Nûh Pêxember, tû ji xwere
gemi(geştî)yekê çêke, çiqas neferên mala xwe û cotek ji ruhilberên ku
hûn ji wan hezdikin û yên ku pêwîstiya we bi wan hebe bigîne ser
hevûdinê. Hûn tev bihevre bikevine nava Gemiyê. Ezê tofanekê(ava reş) li
dinya yê belakim, dê bive qiyamet û ez tuxmê çiqas însanê ku li dijî
hebûna Xwedê û me Milyaketên Xwedê derdikevin ji dinya yê xelaz bikim.
Gava Nûh Pêxember emrê Tawisî-Melek temam dike, êdî Tawisî-Melek bi
raya Xwedê ava reş li ser ruyê dinya yê beladike, çiqas merivên li dijî
Xwedê û Xasên Xwedê derdiketin û hemû giyanderên dinê ku li ser ruyê
erdê hebûne dibin ava reş de dihêle. Tenê Nûh pêxember û ruhilberên ku
di gemiya wî de bûne li ser ruyê avê mane. Piştî demek derbas dibe, êdî
Tawisî-Melek bi raya Xwedê ava reş li ser ruyê dinya radike, Nûh
Pêxember û giyanderên di gemiya wî de hebûn berdide ser ruyê erdê û ji
hingê heta vêga jiyan li ser ruyê vê dunyaya em tê de dijîn heye. (2)“
Wekî xwanê dibe ev erdhej û tofana di 26.12.2004 de ku
li Okyanûsa Hindî – başûrê Asiya yê de çêbuye ne ya ewil e û ne jî ya
dawî ye. Weke ku di ulmê me de jî hatî û tê gotin “eger însan ji van
tofanê giran ders negire, wê dîsa roja qiyametê bê”
Belê, qewlê me vêga hêjî li ser hatina ava reş û roja
qiyametê weha dibêje:
“Qewlê Qiyametê
Rojekê ji rojan dibî
Terqîn li erşan dibî
Xebare li çiyan dibî
Suniye li behiran dibî
Ne kesê kesan dibî
Ne babê pisan dibî
Ewê rojê xelikê zalim li wê derê nuqisan dibî.
Ew bû roja dijiwar dibî
Kursiya pedşa li xwar dibî
Qazî bi xwe cebar dibî.
Ne sed xwezî bi ruha enkar dibî
Sed xwezme bi ruha ehil qiriyar dibî.
Ew bû roja mezin dibî
Qazî bi xwe kerîm dibî
Xelik hemû xetxwîn dibî
Ewê rojê ne sed xwezme bi wê,
ruha derewîn dibî.
Ew bû roja li wê dibî
Kursiya padşê li erdê dibî
Qezî bi xwe Xwudê dibî.
Sed xweziya wî mêrî kar û emelê wî çê(dirust=ser
rast) dibî
Herkesekî kar û emelê wî vê(vêra= li gel) dibî
Hey nebî ha nebî
Hebîbî ya rebî
Himeta seyida nebî
Mewhazir û guhidaran, li ber dîwana Şîxadî û melik Şêxsin hebî.
(1: 92-93 )”
Çavkanî:
- Pîr Xidir Sileyman- Êzîdîyatî
1995 rûpel: 49-51 û Êzîdiyatî 1996.
- Di sohbeta
min û Pêşîmam Hessen(Pêşîmamê Xaltiya) 29.10.1997-Oldenburg û di
Axaftina Şêx Nasir re di kitêba : 6a: -
Dr.Z.F.Browsti- das Ausland: Wochenschrift für Länder und Völkerunde.
Nr.: 39. Rûp.:
765- 1886 Sttutgart. Die Jeziden und ihre
Religion-
|