Derbarê Şehîdkirina pênc tekoşerên kurd
Jinûvenirxandineke kurdistanî pêwîst e
efrin.net, 12.12.2004
Bûyera terorane, ya ku berî çend rojan li navbera Mûsil û Şingala
Kurdistanê rû da û di encamê de 5 tekoşerên kurd bi awayekî hovane hatin
kuştin, careke din destnîşan dike ku terora isalmî, ya ku bûye mijara
rojane li hemû cîhanê, bûye dijminekî sereke yê gelê kurd. Lewra
pêwîstiya xîtabe û nêzîkbûneke nû ji aliyê gelê kurd û tevgera wî a
azadîxwaz dike.
Şerê cihanê li dijî teror û hizra terorane, ya ku ji têkista olî û ji
“dibistanên” belavkirina ramanên nifret û kînê li nava gelên Rojhilata
Navîn tê wergirtin û raxistin, pêwîste bi beşdarbûna hemû hêzên
demokratîxwaz û aşîtîxwaz li herema me bê piştgirtin.
Şerê li dijî terorê ne yê aliyekî tenê ye, yanî ne yê DYA û şarestaniya
rojava ye, bi qandî ku yê gelê Rojhilata Navîne bi xwe ye.
Têkbirina terorê û paqijkirina hiş û mintalîtêta gelên misliman dikeve
warê xizmeta çanda “Şarestaniya Demokrat”, ya ku pêwîst e wek bingehê
hevdûnaskirin û hevdûpejirandinê were dîtin. Loma em dibêjin piştgirtiya
şerê cîhanî yê li dijî terora îsalmî dê têkeve xizmeta berjewendiyên
gelê kurd jî.
Berî çend rojana li Başûrê Kurdistanê, nêzîkî bajarê Mûsilê, çend
tekoşerên kurd, endamên KONGRA GEL û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li
ser destê hinek hovan, endamên rêxistinên terorîst, hatin kuştin. Li
gorî agahiyan, ew kesên mijara gotinê bi awayekî hovane û dûrî hemû
pîvanên mêrxasî û qehermaniya şer û berxwedanê, ji paş ve, piştî
binçavkirina wan, hatin kuştin.
Bê guman, bûyera kuştina Meyse Baqî, Hikmet Tokmak, Zekeriya Îbrahîm,
Hecî Cumalî û Nebo Elî, ku bi xwe girêdayî kiryarên dewletên dagirkerên
kurdistanê ye û wek encameke xwezayî ye konsepta dijminane, ya ku Îran,
Tirkiye û Sûriyê li dijî gelê kurd û tevgera wî a azadîxwaz bi rê ve
dibin, derket holê. Ev her sê dewletên han Tevgera Kurd ji xwe re kirine
armanca jiholrakirinê.
Şerê li dijî Terorê û hizra kuştin û serjêkirina mirovan, piştî
liqelemdana wan wek “kafir” û “bêol” pêwîst e têkeve asta pêşende ya
ecindeyên rêxistin û hêzên kurd yên siyasî.
Bûyera 1. Sibata 2003-an, ya ku terorên misilman li dijî komên
berpirsyar yên PDK-ê û YNK-ê li Başûr, û kuştina dehên kurdan li bajarên
Kurdistanê Kerkûk û Mûsilê û vê dumahiyê jî kuştina 5 endamên KONGRA GEL
û PYD-ê yekîtiyeke xurt di kar û helwesta rêxistnên kurdistanî de ferz
dike.
Xîtabeke kurdî ye yekgirtî li dijî terorê pêwîst e ku di vê qonaxê de
derkeve qada siyaseta kurdî, tevî ku ( û bila jî) ev yek bikeve xizmeta
projeyê DYE-ê û Rojava yê.
|