Afirandina Adem û Hawa û êzîdiyatiyê
Kemal Tolan
efrin.net, 12.10.2004
Li gorî mitolojiya Êzîdiyan, Xwedê û Milyaketan (Ezraîl, Derdayîl,
Ezazîl, Îzrafîl, Mîkayîl, Cîbrayîl û Şimqayîl) dinya di beriya
afirandina Adem de xemilandine. Lê, kes nizane bi çiqas wext derbasbuye
û şûnde, hêja milyaktan bi raya(fermanê) Xwedê, beden(şikil, laş,
qalib)ê Adem(însanê yekemîn hatî ser ruyê dinya yê) ji axê, avê, agir û
bahê çêkirine û dîsa piştî qedîmekê (li gorî zargotinê me hefsed sal şûn
de) hêja ruh(giyan,can,hilm,nefes) bi qewl, duha, def û şibêban berdane
nava qalibê Adem.
Dema meriv li qewl û duhayên me Êzîdiyan birêne û karibe ji wan baş fahm
bike, meriv vêga jî di şîrovên wan de afirandina dinya yê û çêkirina
qalibê Adem û whd. gelekî zelal dibîne. Di çend sebeqên „qewlê afirîna
dinyayê” de weha dibêje:
„Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim ji me re danî
Pê dilovan Adem nijinî
Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim li rûyê dinê danî
Yek ave,yek nûre
Yek axe,yek jî Agire
Xwedawendê me bi rehm e
Diyar kir şaz û qidum e
Hêvênê Adem hevsûr zor tixûm e
Hevsûr geriya,hat hindave
(temamiya vî Qewlî di çavkanî 1:56 ye )“
Di çend sebeqên „qewlê zebûnî Meksûr” de weha dibêje:
„ Pedşe min li ezman kir sefere
Ew bû çare sefer kirbû ker bikere
Kire riknê çendî menbere
Aşiqa wê jê xeberda
Şaxekî dî jê berda
Kire riknê çendî erde
Erd mabuyê behitî
Xidudekê xeditî
Go:„Ezîzê min erd bê wê sûrê natebitî“
Piştî çil salî bi hijmare
Erdî bixwere negirt heşare
Heta laliş bi navde dihate xware
Laliş ku dihate
Li erdê şîndibû nebate
Pê zeynîn çiqas kinyate
Ku kinyat pê di zeyînîn
Çar qismet têk hinCinikîn
Qalibê Adem pixember jê nijnîn
Şembû dane esase
Înyê kir xilase
Piştî bi heft sal, heft sur hatine doran kase
Piştî bi heft sal, heft sur hatine hindave
Qalib mabuye bê gave(rih)
Gote ruhê: „ Tû boçê naçiye nave ?“
Ruhê go:“Liba aşiqa we melûme
Heta bo min ji bana neyên şaz û qidûme
Nîveka rûhê û qalibê Adem pêxember tixûme“
Şaz û qudum hatin û hidirî
Û nûra muhbetê hingite serî
Ruh hat û qalibê Pêxmber êwirî
Berdewama vî qewlî,
birêne li (2: 49-51 û 1:39-41) “
Gava ruh berdidine nav qalibê Adem, êdî ew Adem dibine Cinetê. Di Cinetê
de ” Şeş Milyaketan sicûde ji Adem re kirin, lê Ezazîl sicûde nekir.
Xwedê têala gote wî:”Tu çima sicûde ji Adem re nakî?” Ezazîl got: Rebê
min, te şîret li me kir û min ew şîret ji bîr nekiriye, sicûde bo te
bitenê ye, Êzîz min(5:116)”.
Di zargotina me Êzîdiyan de hêjî tê gotin: ”Gav Milyaket xeberê didine
Xwedê û dibêjin: ”Ezraîl ji Adem na sediqîne”. Xwedê ji Ezraîl re
dibêje: çima tû ji Adem re sucde (bawer) nakî ? Ezraîl jî dibêje Xweda:
“ Ya Ezda yê dilovan, ne wexta we em ji nûra xwe afirandin, we hingê ji
me re got: “divê hun fermanê min ji bîra nekin û bêyî raya min ji tû
qudretên dinê bawer nekin. Ez ji nûra te me û Adem ji axê ye, ezê çima
jê bawerkim ?(6)” û çavk.:9.
Li ser vê Xwedê nasîna Tawisî-Melek di qewl de jî weha hatiye gotin:
„Qewilê Tawisî- Melek
Ya Rebî éla şanek û éla mekanek û éla sultanek
Ya Rebî tuyî kerîmî tuyî rehîmî
Ya rebî her tu xudayî
Her tuy î layiqî medih û senayî
Ya Rebî tu melekê melekê cîhanî
Ya Rebî tu melekê melekê kerîmî
Tu melekê érşê ézîmî
Ya Rebî ji enzel de her tuyî qedîmî (Çav.:4)
Gava Tawisî-Melek van gotinan dibêje, Xwedê jî di huzura Milyaketan de
xelata tokê zêrîn(tokê Êzî) dide Tawisî-Melek û dibêjê: ”Ji ber ku te ev
şîreta min ji bîra nekiriye, haştere kilîta her heft erd û ezmanan, tû
ji vir û pêde li her der û cîhî de wekîlê(cîgerê) minî û serokê hemû
Milyaketa yî(6)”.
Bi dîtina min, gava em li van çend sebeqên “ Qewlê Afirandina Kinyatê”
birênen, di wan de jî xwanê dibe ka Tawisî-Melek çawa dibe serokê
Milyaketan û tê naskirin.
“ Qewlê Afirandina Kinyatê sebeqa sê, çara û pênca:
Li min cema dibûn babzere
Ji wê behrê deyn xebere
Tê heyne durrêd cewahre
Li min cema dibûn zerbabe
Dê ji wê bahrê deyn tebabe
Behre û doje û qîrinave
Hedha biden ji kitîr
Textê tenê dibû emîr
Ewe alim ewe xebîr
Sebeqa heşt û neha:
Aşiqa ew mîr dît û kir nase
Jêk vavartin muhebetê û kase
Kire riknê çendî esase
Kire rikn û riknî
Durr ji heybetê hincinî
Taqet nema hilgirî
Taqet nema li ber bişebirî
Durr bi renga xemilî
Sor bû spî bû şefirî (temamiya vî qewlî di 2)“
Li goriya zanîna xwe û hinek gotinên ulmdarên me dibêjim, dema Adem
qedîmekî bi tenê di cinetê de dimîne û şûnde, Tawisî-Melek (Ezazîl,
Ezraîl, Emîn Cebraîl û Melkemot yekin) dîsa bi raya Xwedê, sirr û
keremtê xwe Hawa jî jê re”ji binçenga wî” çêdike û jê re dike heval.
Hinga Adem û Hawa wextekî bi hevûdinê re li Buhiştê dimînin û şûnde,
încar Tawisî - Melek dixwaze wan ji buhiştê derxîne. Tawisî - Melek xwe
dixe şiklê Marê reş û diçe dibêje Hawa: „Eger tû bi xwazî bi Adem
karibî, divê tû genim bi Adem bidî xwarin”. Piştî vê gotina marê reş
Hawa ji Adem re dibêje “çima tû ji hemî tahman dixwî, lê tû nikarî ji vî
tahma genim tahmbikî?(3)“.
Belê ka em birênen li “Qewlê zebûnî Meksûr”, bi taybetî jî di sebeqên:
1,2,3 û 4 yên di rûpelê 51 a yê çav.:2 de li ser xwarina genim û
derxistina Adem ji bihuştê weha dibêje:
“Adem pêxember ji wê kasê vedixware
û vediya Mestbû hejiya
Goşt lê huriya, xun tê geriya.
Adem pêxember ji wê kasê vedixware
Kerameta wê kasê hate diyare
Lew Adem pêxember pêngijî pê dibû şiyare
Adem pêxember ji wê kasê vexwar û pê xweştê
Kerameta kasê hat û gehiştê
Lew Adem pêxember hilgirt û bire behiştê
Pedşê minî rebil semede
Ji Adem wê bûn coqeta
Jêk vavartin heftê û dû milete
(Tevaya vî qelî di 2: rûpel 45 heta 52“
Wekî dinê, em birênin li „qewlê afirandina dinyayê“ jî li ser vî babetê
xwarina genim û derxistina Adem ji cenetê weha dibêje:
“Xedawendê me rehmanî
Kasa sirê ji Adem re anî
Av ji kasê vexwar,vejiya
Cîda mest bû hejiya
Goşt jê xuwest wê ruhê
Xîret kete nav serî
Xwîn li canê wî gerî
Adem Xwar ji wê kasê
Sira kasê xweş lê tê
Kerameta kasê gehişte buheştê
Milyaketan bi milê wî girt û avêtin buheştê
Adem ji kasê vedixwar e
Kerameta kasê pê ve diyar e
Xak pê nijinî,bû hişiyar e
Got:"Ev erd çî xweşe"
Giyayê şîn sergeşe
Roj roja mêrê keleşe
Xwedawendê me rehmanî
Ji me re keremek anî
Dem û dezgehê başdanî
Hey Ademo rûdinê
Her dem bike îmanê
Xwedawendî em xilas kirin ji tofanê
Gelî mirîdan bikin karî
Xêra qudretê ji jor barî
Xwe dûr bikin ji neyarî
Kerameta xwedawendê me hate xwarê
Erd û ezman didinn xêrê
Hûn jî bibin xwedanê xêrê
Qet ji bîr neken vê xeberê ( 4)“
Zargotina me vêga hêjî dibêje, dema Adem ji genim tahm dike, êdî
Milyaket wî ji buhiştê derdixin. Çaxê Adem û Hawa têne ser ruyê erdê,
demekê dijîn û şûnde, êdî Tawisî-Melek dîsa surr û keremetên xwe bi Adem
- Hawa dideqayîlkirin û ji wan re eşkere dike ku, ew û çiqas evdên ji
wan zêdê bivin timî ji Xwedê û çiqas xasên Xwedê hene bawer bikin û ew
her wextî ji bo hebûna meznayiya Xwedê , Milyaket û çiqas xasên Xwedê
hene xizmetê bikin.
Belê ez jî weke ku di qewl û zargotina me de zelal dibe û nêrîna gelek
dîroknasan dibêjim „devera ku Adem hatiye ser ruyê erdê Mezopotamiya
ye(8)“ û baweriya Xwedê–Xwedan nasînê ji Êzîdiyatiyê gehîştiye nav
tevaya mirovatiyê. Li ser vî babetî, birênen li lêkolîna min e
„Êzîdiyatî haveynê mirovatiya li Mezopotamiya yê ye(11)“
Piştî demekê, gava ji Adem û Hawa zarok çêdibin, êdî ew herdû li ser
çêbûna zarokên xwe bihevûdin dikevin. Ji bo ku ew bizanîbin ka zarok ji
xwêdan(anjî ziret)a kî zêde dibin, radibin heryekê ji wan xwêdana xwe
cûde dixe nava kupek(cerek)î û kupên xwe dixine binê erdê. Hinga wextê
vekirina kupan tê, diçin kûpê xwe vedikin, dirênin ji nav kupikê Hawa
kêz û kurm((hemû ruh liberên di binê erdê de hene) û ji nav kupikê Adem
jî lawikek ( Seyîdî bincer) derdikeve. Divê, ji wê rojê pêde êdî Hawa ji
meznatiya Adem bawerdike, lê ji hefsûdiyê nahêle ku Adem vê zaroka
xwe(Seyîdî bincer) dinava mala wê de xwedî bike .
Li gorî hinek gotinên ku di çavkanî:8 , 9 de û zargotina me hêja jî
zindî dibêje :“Dema Adem zaroka xwe ye ji kup derketî (Seyîdî bincer e )
dît û şunde, êdî evî hezkirina zarokên xwe -çil kur û çil keç- dinê
jibîr kir. Zarokên wî jî weke diya xwe ji hezkirina bavê xwe û Seyîdî
Bincer hefsûdîn. Zarokên Adem bi diya xwe re pîlanekî ku Seyîdî Bincer
bikujin çêkirin. Tawisî-Melek di wê êvra ku Hawa û çil zarokên xwe serê
siba ji xewê rabin herin Seyîdî Bincer bikujin de, emir dide hûriyan û
dibêje Horiyan „herin di xewê de zimanê Hawa û çil zarokên wê ji
hevûdinê cûde bikin û nehêlin ku ew biryara kuştina Seyîdî Bincer bi
hevûdinê bidine fahmkirin“. Gava Hawa û zarokên xwe ji xewê radibin, her
yekê ji wan bi zimanekî cûde xeber didin, dikin û nakin nikarin pîlanê
xwe bihevûdinê bidine fahmkirin. Ji vê rojê pêde ev zimanê cûde peyda
bûne(9)“ Wekî dinê jî birenin li Çavkanî 8a: :53-78, 8b: 118-120,
8c:142-151 û hwd.
Belê ka em dîsa birênen li sebeqeyeke “Qewlê zebûnî Meksûr”, ew li ser
„vavartina heftê û dû miletan „ weha dibêje:
„ Pedşê minî rebil semede
Ji Adem wê bûn coqeta
Jêk vavartin heftê û dû milete(2) „
Li gorî zargotina me Êzîdiyan, Adem bi qudret û keremeta Tawisî-Melek
zaroka xwe ye ku bi navê Şahîdê (Seyîdê) bin Cer xwedî dike. Gava Şahîdê
bin Cer tê ye emrê zewacê, dîsa Tawisî-Melek Horî yekê(navê wê Leyla) ji
cenetê derdixîne û bi Seyîdê bin Cer re di zewicîne.Di çavkanî: 6a
:rûp.: 765 de jî vê nêrînê dide xwanê .
Ji Şahîdê Bincer û Horiyê jî em Êzîdî zêde bune û lewmaye ku hata îro
hêjî em Êzîdî xwe weke miletê li pey Tawisî-Melek(Êzîdî) didane
nasandin.
Li gorî ku ez ji zargotinên me Êzîdiyan fahm dikim, baweriyên me hemû
girêdanên di navbera Xwedanên esmanî û xwezayî(tabîatê) ne de rast diyar
dikin. Em Êzîdî ji hinga ku Tawisî-Melek bi reza Xwedê haveynê
mirovatiyê (Şahîdî bincer ji xudana Adem) peyda kiriye û heta vêga hêjî
ji hemû Xwedanên di bin erd û li esmana ne bawer dikin.
Li gorî dîtina min sîstema baweriya Êzîdiyatiyê we ha ye :

Çavkanî:
1. Pîr Xidir S. – Êzîdiyatî 1996 rûp.:56 .
2. Pîr Xidir Sileyman- Êzîdîyatî 1995 rûpel: 49-51 û Êzîdiyatî 1996
rûp.: 39-41.
3. Zargotina me ye zindî(hemû ulmdarên me).
4. http://www.lalish.com/duwa_ser_miri.htm
5. Kovara Dengê Êzîdiyan, hêjmar 8+9 -2001 Oldenburg
6. Di sohbeta min û Pêşîmam Hessen(Pêşîmamê Xaltiya)
29.10.1997-Oldenburg û di Axaftina Şêx Nasir re di kitêba : 6a: -
Dr.Z.F.Browsti- das Ausland: Wochenschrift für Länder und Völkerunde.
Nr.: 39. Rûp.: 765- 1886 Sttutgart. Die Jeziden und ihre Religion-
7. Kovara Dengê Êzîdiyan, hêjmar 6+7- 1997 Oldenburg
8. a- Cemşid Bender- Kürt Mîtolojisi 1996 Rûpel: 84-85, b- Kovara
Însîtûta Berlîn-Lêkolîn.hejmar 2. Rûp.: 93-143, c- Etem Xemgîn-
Kurdistanda Dini Inaçlar ve Etkinlikler.Rûp.:147.. û hwd.
9. Erol Sever- Yezidilik ve Yezidilerin kökeni 1993, li gotinên kurê
Muavî Îsmaîl.
10. Kovara Laliş.Hejmar:6. Şêx Xelat Şarî, Rûp.:68-85.
11. Malpera: http://www.pen-kurd.org/,
http://www.duhok.net/lalish/index.htm,
http://www.lalish.com/ku_index.html, |