Guftûgoya kurdî-erebî
Çi jê re ye û çi li ser e?

Pîr RUSTEM
Di navbera 17. û 20. meha Êlûnê de û li bajarê Hewlêr
ê, li hotêla Xanzad, hevdîtin û konferanasa guftûgoya kurdî-erebî, ji
aliyê Komeleya Dostaniya Kurdî-Erebî de, hate li darxistin û di bin
destseregirtina birêz Mesûd BERZANÎ û hikumeta herêma KURDISTAN ê, aliyê
Hewlêr ê û li dor pênsid mêvan; çi Kurd an jî Ereb û rêvebir lê beşdar
bûn, pirtirînên mêvanan jî ji Îraq ê bi xwe bûn û li dor bîst û pênc
mêvanan jî, bi herdu nijadan, ji Sûryê hebûn.
Di sibeya vekirinê de sê gotin hatin gotin, a pêşîn
ji aliyê birêz Mesûd BERZANÎ ve hate pêşkêşkirin û di dû re jî parêzerê
Hewlêrê gotina “bajarê dostaniya gelan” got û li pey wî gotina encûmena
rêvebir ji aliyê mamoste Selah BEDRIDÎN ve hate xwendin. Birêz Mesûd
BERZNÎ bi aramiya xwe ya nas, lê bi micink, du tiştên ku îro bala me
tevan dikşînin anîn zimên û got: “rewşa bajarê Kerkûkê weke ya Hewlêr û
Duhok û Silêmaniyêye; bajarekî Kurdistanê ye û ji bo nasnamaya wê û weke
salên heftê, em amedene ku,careke din, vegerin û ji bo wê yekê şer
bikin”.
Tiştê din ku birêz MESÛD bi tundî li ser rawestiya
bû, meseleya fîdraliyê bû; wî aşkere got ku, du rê li pêş wanin; an
divên bi hev re û di hundirê Iraqeke fîdral û demokrat de bijîn an jî
miletê Kurd dê bi tena xwe dewleteke xwe ava bike û got: “ev xwesteka
miletê me ye”. Û di dû van hersê gotinan re jî hinek name û birûsk hatin
xwendin, mîna ewa birêz Mehmûd Ebas û ramanbîr Ebdul Rezaq ÎD û birader
Mihemed XANIM û Munzêr MOSILÎ û.. hwd.
Rûnştina nîvro jî bi serokatiya Dr. Seidî BERZINCÎ û
herdu alîker Dr. Belqîs Mihemed CEWAD û Amêr FEYAD ve hate birêvebirin û
tê de pênc mijar weke pelên kar hatin xwendin; di pêşî de Dr. Munzêr
ELFEDIL mijarek di bin navnîşana “Paşeroja Têkiliya Erebî-Kurdî” de
pêşkêş kir û di dû re jî birêz Selah BEDRIDÎN babetek bi navnîşana
“Berve Doznameyeke Konevanî ya nuh di navbera Kurd û Ereban de” xwend,
Dr. Ebdul Husên ŞEIBAN jî babetek li ser “Têkiliya Kurd û Ereban..
gefûgur û karûbar” ên li pêş wê xwend û mijara Ekrem ELBINÎ jî;
“Nirîneke Erebî ji Doza Kurdî re”, ji aliyê Hesîbe EBURIHAN ve hate
pêşkêşkirin û li dawiyê jî Dr. Şêrzad NECAR mijarek bi navê
“Çareserkirina Fidralî ji Doza Kurdî re” xwend û bi kutakirina xwendina
wî re, dema xwerina nîvro bû.
Piştî nîvro jî ji bo goftûgoyê bû û gelek mêvanan
beşdarî di ewê danûsitandinê de kir û hin caran bi sertî li ber hev
radiwestîn û piştî sê katijmêran ji evê danûsitandinê gerek bû û li gor
bernameya konferansê ku, mêvanên ji derve hatine bi birêz Mesûd BERZANÎ
re rûnin, lê di ewê rojê de ew yek pêk nehat û li kata heyşt û nîvan, bi
ya Îraq, beşdarên konferansê tev bûn mêvanên sekretêrê mekteba konevanî
ya Partiya Demokrata Kurdistanê; birêz Fadil MÎRANÎ û wilo dawî li ewê
rojê hat.
Roja dudiwê jî û careke din, mêvan li hevdu civîn û
rûniştina sibeyê bi serokatiya Hesîbe EBDURIHMAN û alîkariya Dr. Mihemed
ŞERÎF û Şêrîn AMEDÎ hate birêvebirin. Di pêşî de encûmenek hate
vebijartin, da ku, dazana konferansê amede bikin û di dû re, careke din,
dest bi guftûgoyan bû û gihêşt radeya ku, hinek mêvanên Ereb ji kongirê
derkevin, nemaze û piştî ku ji aliyê Kurdekî Îraqê; Şêx OMER de hate
gotin ku, “miletê Ereb tevan xwe firotiye Îsraîl, vêca ew çi ji me
dixwezin û dibêjin têkiliya Kurdan bi Îsraîl re heye”. Evê gotina wî
hêşt hinek serokên êlên Ereban aciz bibin û bi dengekî bilind ji
konferansê derkevin, lê hin hevalên wan ketin pêş wan û ew ji nuh ve
vegerandin.
Rûniştina nîvro jî bi serokatiya birêz Ednan HUSÊN û
alîkariya Dr. Şukriye RESÛL û Ibrahîh YOSIV hate bi rêvebirin û ev
rûniştin jî ji bo danûsitandinê û erêkirina dazna dawî û temiyan bû û di
nîvê evê rûniştinê de hinek mêvan derketin û çûn bi birêz Mesûd BERZANÎ
re rûniştin û piştî ew vegerîn dazana dawî ya konferansê hate xwendin û
eynî ewên ku, bi MESÛD re rûniştibûn çûn serdan û tekilifa serokê
hikumeta Kurdistanê û ji aliyê Serkîs AXACIYAN; çîgirê serokê hikumetê,
ve hatin pêşwazîkirin.
Roja sêyemîn jî gerek bû em biçûna serdana goristana
nemir BERZANÎ yê kal û li vegerê di riya Hamilton – Geliyê Elî BEGÊ û
Avşîta BÊXAL û di kevneşopên Diwîn; cihwarê Eyobiyan re vegeriyana
hotêlê, lê ji ber hinek sedem û karên hinek berpirs û rêvebirên
konferansê û nemaze birêz Selah BEDRIDÎN, em çendek li hotêlê man û
derneketin ewê serdanê, weke nîşandaneke nerazîbûnê li ser ewan karan. Û
eynî di ewê rojê de em hinek mêvan çûn serdana Perlemana KURDISTANê û bi
şev jî ahengeke mûzîkî hebû û hinek mêvan têde hatin xelatkirin. Li roja
din û di sibeyê de mêvanan xatir ji hev xwest û me bervê xwe da mal.
Ev bûn, bi kurtayî, tiştên ku li Konferans û
Hevdîtina Çandî Kurdî-Erebî ku, li Hewlêrê hatibû li darxistin û weke
derfetekê li pêş hin rewşenbîr û siyasetmedar vekir ku, hevdu ji nêzîk
ve nasbikin û bîr û baweriyên xwe bînin zimên û li ser pir mesele û
pirsgirêkan guftûgoyan vekin, da ku, karibin hevdu binasin û belkî ev
naskirina me bihêle ku, em hevdu bipejirînin.
Lê tiştê ji me tevan re, bêtir, aşkere bûbû ewe ku,
emê nikaribin zû-zû hevdu bipejirînin û hîne em bi gerekî pir rûniştin û
danûsitandinane û ne tenê bi ewê din re; çi Ereb an Tirk an jî Pars, lê
heya me pêdivî bi rûniştinên xwe bi xwe re jî heye û gereke em Kurd bi
hev re rûnin û ji berî em bi ewê din re rûdinin, da ku, em xwedî yek pel
bin û hevdu bi dûrnexin an xwe bi dûrnexin; weke dûrketin û nebeşdarbûna
rewşenbîr û siyasetmedarên Silêmaniyê ji evê konferansê.
Têbîniya me ya dudiwan li ser konferansê jî,
kêmasiyên encûmena birêvebir û nemaze li ser birêz Selah BEDIRDÎN ku,
ewî xwe di ser mêvanên xwe re xwe digirt û qet nekir bala xwe ku, katekê
bi evan mêvanên ku bi sedê kîlomitran hatine û nemaze bi ewên
siyasetmedar re tevî ku, hinekan ji wan ev yeka xwest û tiştê din li ser
wan ku, ewana mêvan li ser du-sê radeyan parvekiribûn û ewî birêzî tenê
dida dû ewên mîna Ebdul Husên ŞEIBAN û Munzêr ELFEDIL û... Tevî
rêzdariya me ji wan re, û hemûyên din jî qet ji wî ve ne dihatin xûyan.
Sêyemîn têbîniya me li ser konferansê, beşdarkirina
ew hejmara mezin ji mêvanan ku, qet yekî nedikarî driyê babetekê veke û
guftûgoyê li ser bike û pirek ji mêvanan hebûn û nemaze mêvanên Ereb ku,
ji Bexdayê hatibûn, ticarî têkiliya wan bi rewşenbîriyê re tinebû û
wilo, evê yekê, bi yekî dida nasîn ku, ev konferans tenê ji bo rêklemeke
konevanî hatiye li darxistin û ne ji bo guftûgoyeke rasteqîn, da ku, em
evan pirsgirên lidar çareser bikin. Û ya çaremîn û dawî jî, mêvan bi
rûniştin û xizmekariya ku, hotêla Xanzad ji wan re pêşkêş dikir
nerazîbûn.
Me ev têbîniyên xwe anîn zimên tenê ji bo rastkirina
kar û barên ku, dê di paşerojê de werin lidarxistin û da ku, em karibin
evan kêmasiyên xwe kêmtir bikin, tevî ku, em dizanin qet ti kar bê
kêmanî nînin û kar û xebatên wilo cihê pesin û serbilindiyêye û ev yeka
weke xaleke girînge di kar û xebatên Komeleya Dostaniya Kurd û Ereban
de. Lê dîsan jî em dibêjin, dive ev karên han ji bo doza miletê me bête
bi kar anîn û ne ji bo ku, ev serok an jî ew sekretêr xwe pê bilind bike
û em hêvîdarin ku, ev karên wilo pirtir bibin.
Cindirês, 2004 |