Kirasê sipî destê reş sipî nake

Dilawerê Zengî
Di meha 9-ê sala 2001-ê de, li ser daxwaza rojnameya Mîdiya ya YNDK
şandek ji rewşenbîrên Kurd ji xelkên Binxetê berî dan Kurdistanê-
Hewlêrê. Ev şandek bi dilekî germ ji hêla berpirsê partiya YNDK kek
Xefûr Mexmûrî û hevalên mekteba siyasiya partiya wî û endamin ji
yekîtiya nivîskarên Kurd li Hewlêrê hatin pêşwazkirin.
Bêguman, berpirsê partiya YNDK kek Xefûr û hevalên xwe cangiranî
nekirin, bi hemû hiner û karîna xwe qedr û qîmeta xwe girtin. Gelek
serdan û çûnûhatin pêk anîn. Serdana herî balkêş çûna ser gora Nemiran
bû. Ew çûn şopeke mezin di dilê me de vekir. Me gora wan herdû
qehremanan bi çavê serê xwe dît. Me mêraniya wan, kar û xebata wan anî
ber çavan. Tiştê ji me re xewn bû îro em li ber çavên xwe dibînin. Îro
hebûna me bi keda wan bû. Bi têkoşîn û berxwedana wan bû… Em li gelek
cihên nûavahî û serayên rewşenbîriyê geriyan. Mîna koşka huner û Korî
Zanyarî Kurd... Parka Hewlêrê û gelek cihên din…
Her yek ji me jî xwe ji semînerekê re amade kiri bû. Lê mixabin em pênc
rewşenbîr bûn semînerek bi tenê li Otêla (Qesir Nazê) ji me re amade
kirin. Diyar e hew ji wan dihat. Dîsa em spasdarê wan in. ciwanmêran pir
berxwe dan û tu kêmanî ne kirin. Lê ew ji dest wan hat.
Piştî diwazde rojan ji serdana Hewlêrê û derdora wê, me xwest em (du)
rojan serdana bajarê Silêmaniyê jî bikin. Bi rastî ew serdan bi rêkirina
hevalekî ji partiya YNDK bi me re pêk hat.
Li Silêmaniyê, ji dema em derbasî bajêr bûn hetanî em vegeriyan, nûnerê
hukûmetê ji hêlekê, nûnerê encûmenê wezîran ji hêlekê din bi karûbarê me
ve rabûn. Di du rojan de serdan û gera panzde rojan em li dezgeh,
avahiyên nuh, park û serayên hukûmetê em gerandin. Wezîrê rewşenbîriyê
mamoste Fetah Zaxoyî xwarin ji me re çê kir û em daweyî wê xwarinê
kirin. Mamoste Celal Telebanî li nivîsgeha xwe bi beşdariya endamên
nivîsgeha siyasî em pêşwazî kirin Bi rastî em gelekî dilşad û kêfxweş
bûn.
Piştî vegera me, em dîsa du rojan li bajarê Hewlêrê man û me xatir ji
hevalên YNDK xwest û me pir spasiya wan kir û bi dilekî germ û bi
dilşadî em vegeriyan Binyaxetê.
Li vegerê me spasnameyek pêşkêşî partiya YNDK kir. Li ser vê daxwaz û
pêşwaziya wan ya germ ji me re, û li bajarê Şamê du endam (D. Zengî û
Nezîr Cezmatî) li ser navê vê şandekê spasnameyek pêşkêşî serokê hêja
Mesûd Barzanî serokê partiya Demoqrata Kurdistanê û mamosteyê hêja Celal
Telebanî serikê giştî yê Yekîtiya Niştimanî Kurdsitan di riya mektebên
wan li bajarê Şamê re hatin rêkirin. li bajarê Şamê spasnameya kek Mesûd
Barzanî giha destê berpirsê nivîsgeha PDK mamoste Xazî Zîbarî yê rêzdar
û ewî bi xwe li nivîsgeha partiya PDK pêşwaziya me herdû hevalan kir û
name ji dest me girt û pir kêfa xwe ji wê çûna me re anî. Û ya Mam Celal
Telebanî giha destê mamoste (Hazim Yûsifî) berpirsê nivîsgeha YNK yê
rêzdar. Ez ne şaş bim mamoste Hazim hati bû şûna mamoste Adil Mûrad ji
ber ko kek Adil nexweş bû wê demê li derveyî Sûriyê bû. Ji bo me ev cara
yekê ye ko em mamoste Hazim Yûsifî dibînin.
Deqê herdû spasnameyan di rojnameya “Yekîtî” ya Partiya Yekîtî ya
Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) hate belav kirin.
Li vê dawiyê ji me re hate diyar kirin ko mamoste Xazî Zîbarî berpirsê
nivîsgeha Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Şamê ew spasname ji cenabê
Serok M. Barzanî re rê ne kiri bû.
Bi rastî çima mamoste X. Zîbarî weha kir em jî nizanin. Daxwaza wî ji vê
yekê çi bû ji me jî ne diyar e. Negihandina vê spasnameyê li nik gelek
biraderan bû cihê serseknandinê. Bi rastî ev karê mamoste X. Zîbarî
tiştekî pir susret e (ecêb e), ji mafê her kesî ye ko vê pirsê bike. Em
jî dibêjin: Ev karê mamoste X. Zîbarî cihê serseknandin û pirsê ye!?
Çima û ji bo çi ew spasnameya vê şandê ji Serokê hêja M. Barzanî re rê
ne kir!? Bêguman, ev pirs bi hewceyî bersivê ye. Em bi hêvî ne ko dengê
me bighê cihê tê xwestin. Û bi taybetî serokê hêja Mesûd Barzanî yê
rêzdar.
Li vir pirsek tê bîra mirov. Heger nameya serok M. Barzanî di riya
berpirsê nivîsgeha wî re negihê destê wî, karê berpirsê nivîsgeha wî li
bajarê Şamê çi ye û çi dike!?...
Ez bi hêvî me ko mamoste X. Zîbarî cihê wê nameyê bîne bîra xwe, dibe ko
di wan quncikên tarî (...) de ji bîr kir be.
Gelo negihandina wê spasnameyê wê gunehê kê be? Û gazin wê ji kê bê
kirin? Serek û berpirsiyar tucarî gunehê wan nîne… ji ber ko gunehan
nakin. Pêxember in… rehberên Xwedê ne… Na, na ew bi xwe ne…. sed berdevk
û parêzerên wan hene… sed xulam û cêriyên wan hene…her tişt ji wan re
helal e… lê mixabin çîroka şêx û murîda ye... her kes bawer nake.. bes e
.. bes e… lo, lo… Kurda berê gotiye: kê lingê diya me hilda bavê me
ye... De werin vê susretê… vê ecêbê…
Lawo, ne tenê rastiyê winda dikin, belê mêran mê dikin… û wan avis
dikin... û dîsa bê şerm tora xwe davêjin çi bi dest wan ket dana Xwedê
ye…
Gelo kî guhdariya me dike... yê rastiyê dizane… Kî dixwîne û kî
dibihîze… Na, ma kî wê bibêje.. ew bi xwe yên kultêrxur in, yên ko
serjêr û zikmezin in, yên parsek ji koka xwe parsek in û yên ko di
çiravan de nêçîrê dikin û xwe li pişt perdan vedişêrin û hin gotinên bê
berpirsiyar û bê rê, zivir û bê bext ji xwe berdidin, ew bi xwe rastiyê
dizanin. Lê li ser navê me di bazara bêwefadariyê de bazarê dikin.
Dibêjin ko me tu spasname ji Serok M. Barzanî re rê ne kirye!!! Ji ber
ko me pere ji mam Celal Telebanî wergirtiye. Berî hertiştî heger li nik
partiyên Kurdên Îraqê ev awayê wergirtina peran normal be. Ez bawerim ew
dan ji bo kirîna wê partiyê ye. Ji bo nakokî û berberiya navxwe ye.
Kurtgotin ji bo zeramtiyê ye. Lê li nav me Kurdên Binxetê pir şerm e.
Heger hin kes vî tiştî li bejna xwe dibînin. Ew bi wan ve girêdayî ye.
Ew berpirsiyar in di ber vê yekê de.
Em li vir dibêjin û ji her kesî re diyar dikin, berî her tiştî ji
nivîsgeha PDK bê pirsîn gelo me rêkiriye an na!? Heger ne weha be, em
gunehkar in.
Em bi dengekî zelal û bi eniyekî bilind dibêjin: Tu kesî ji me pere ji
tu serokên partî û rêxistinên kurd û kurdistanî rojekê ji rojan
wernegirtiye. Ne ji destê mamoste Celal Telebanî, ne ji destê serok M.
Barzanî û ne ji destê X. Mexmûrî wernegirtiye. Rojekê me li deriyê
serokê tu partî û rêxistinan ne daye. Em ne kultêrxur in. Ne xwefiroş
in. Em nivîskar û rewşenbîrê gelê xwe ne. Serokê hêja M. Barzanî û
mamoste Celal Telebanî û her kurdekî welatparêz û miletperwer cihê
rêzgirtin û hirmetê ye. Em serê xwe li ber keda her kurdekî dilsoz
ditewînin. Em tucarî ji mamosteyê hêja Celal Telebanî bawer nakin ko vê
bêbextiyê li me bike. Ew ne xwediyê vê gotina bêbext e. Em bawer in tu
agahdariya serokê hêja M. Barzanî jî bi vê yekê tune. Lê heger hinek
dixwazin rûreşiya xwe sipî bikin bila ne li ser hisabê me be. Bi wî
kirasê sipî ko li bejna xwe kirine destê wan ê reş sipî nabe.
Di dawiya vê bersivnameya xwe de dixwazim vê çîrokê ji wan kesan re
bibêjim, dibe ko hinek hiş û aqil jê werbigrin.
Dibêjin rojekê ji rojan mîrê wî welatî ferman da ko xelkê bajarê wî tev
li gasîna bajêr bicivin. Li ser daxwaza mîr xelk tev civiyan. Mîr ji
xelkê re got: Ezê teyrê xwe berdim li ser serê kê raweste, ew dibe
fermandarê bajêr. Dibêjin mîr teyrê xwe berda, teyrê mîr geriya, geriya
çû ser serê sewterîkî ji sewteriyên bajêr danişt. Dibêjin mîr ji bêçarî
ew xortê sewterî kire fermandarê bajêr. Roj û meh tê re derbas bûn.
Xortê sewterî nikare dev ji karê xwe yê xerab berde. Rast e li ser kursî
û di dîwana mîr de rûdinişt, cilên sipî li bejna xwe kir, lê dev ji karê
xwe yê reş bernedida. Di karê xwe de zarok bû, bê serpêhatî bû û ew bazê
malwêran şaş çû. Mîr dibihîst bê fermandarê sewterî çi dike. Mîrê zana
pêşî serê teyrê xwe jê kir û got: Bayalê ne azad be li nêçîra fetisî
nagere. Paşê serê wî sewterî jê kir, ew avête ber sehan.
Cihê qirakan di nav balayên baz de nîne. Ez qurban… her kes bi refê xwe
re. Dem weha namîne. Werîsê bêbextiyê kin e. Roja rastiyê diyar e.
|