Çanda tirsê û împeretoriya xwînê
Zanyarên entirbiyologiyê ji me re didin nasîn ku mirov weke heyîn û
aferîde vedigere ji berî nuha bi sed hezar sal; ango em ji berî sed
hezar sal, ji kişwera sewalan qetiyane û me xwestiye kişwereke xwe ya
cuda û taybet bidin damezrandin û helbet tu cudayiyên mezin, di wan
deman de, di navbera mirov û sewalan de tinebûn û ne jî di navbera herdu
kişweran de. Bi gotineke din, em dikarin bibêjin ku, mirov jî di
hovîtiya cinawiran de bûn û belkî hin caran hovîtiya wan dida ser a
cinawiran jî, ji ber ku, cinawer dikuje tenê ji bo berdewamiya di jiyanê
de. Lê evê din; mirov dixwest û hîne jî dixweze ku, xuristê bi hemû reng
û warên wê têxe bin destlatiya xwe.
Ev heyîna veqetiyayî nêzîkî heyştê hezar sal dajo û têde hinek
guhertinên mezin çêdibin; naskirina êgir şoreşekê di ewê civakê de
çêdike. Lê ev civak, di meseleyên ramyarî û hizrî de, ewan guhartinên
mezin, li gor pîvanên îro, nasnakê da ku, bihêlin rûyê civak û heyînê û
bi rengekî tûj bête guhertin û ev dîroka, ku nerm dimeşe, dê bajo heya
ji berî zayînê bi deh hezar sal, ji berî ku, mirov nivîsandinê nasbike
bi şeş hezar sal; dema ku dikare ayîn û baweriyên xwe û di riya
afrandina pût û pêkeran re, derîne holê û ji bo nimêj û pûtperestina wan
hin dîtin û baweriyên din derketin pêşiya civaka nuh, weke dayîna
qurbanan bo Xwedayan.
Û eger ku, em li evê pêgirta kevin; dayîna qurbanên mirovî bo Xwedayan,
vegerin û li wê yekê ne tenê weke heyameke olî binirin, emê bibînin ku,
ev gerdiş û bi tonrengên ku, ew qurban dihatin pêşkêşkirin, ji me re û
bi rengekî tûj aşkere dike ku, ew rengê jiyan û çanda ji berî sed hezar
sal, ku mirov bi hovan re dijî, hîne ne miriye û careke din û di bin hin
bawerî û navnîşanan de derdikeve çarçewê, lê evê carê ne ji bo ku, ew
dixweze di jiyanê de bijî weke heyînekî, lê da ku ewê din têxe bin
destlatiya xwe û ta ku, ewê armanca xwe bi cih bîne, divyabû bi darê
zorê û riya êşkenciyê be.
Li gor xwendin û vekolînên ku, me di dayîkên pirtûkên dîrokî de kirine û
weke ku, emê di evê lêkolînê de bibînin ku, kuştina ewê din; ewê ne li
gor dîtin û baweriyên te û weke “gawir” li cem mislimanan tête bi
navkirin, ne tenê tiştekî rojane û suriştî bû, lê ew ji bingehiya çanda
wan e û ew li pêşiya nimêjkariyê bi xwe ye jî û eger ku, em li gotinên
pêximberê mislimanan vegerin, emê evê yekê di gotinên wî de û bi rengekî
aşkere bibînin; “… yek hate cem pêximber (S.) û got: kîjan mirova
çêtire? Got: bawermendek bi can û pereyên xwe ji bo XEWDÊ şer dike, got:
û di dû re? Got: bawermendek ku, di geliyekî de ji geliyan, nimêj dike û
…” [1].
Û eger ku, em li dîrokê vegerin û nemaze ya mislimantiyê, emê bi sedan,
eger ku, em nebêjin bi hezaran, li çêrokên ku evê gotina me bi cih dike
rast werin û bi taybetî piştî ku, ew dibin xwedî hêzeke xurt û leşker û
dikarin imperetoriyeke fireh bidin damezrandin. Lê ji berî ku, em ewê
dîrokê didin vekolîn, em dixwezin bibêjin ku, ev yeka ne bi mislimatiyê
re hate holê; ango çanda kuştina “ewê din” ji Ola Îslamê kevintire û ew
weke çanda hovîtiya mirovane ku, di qonaxên pêşî de ji jiyana wî,
gerkiyeke heyîna wî bû, da ku, karîba di jiyana hovane de li berxwe bide
û bimîne.
Helbet ev jiyana hovane di hizir û ramyariya wan mirovan de cihekî
berfireh girtiye û hêştiya bibe yek ji sitûnên hizrên wan ên olî jî;
“gerdişa dayîna qurbanên mirovî di cîhana pûtperestiyê de tiştekî rojane
û normal bû” [2]. Û evê yekê hêşt ku, IBRAHÎM jî kurê xwe ÎSHAQ weke
qurban ji XWEDAyê xwe re pêşkêş bike, ango ew çanda herêmêye; “di Quranê
de û weke ku, di Tewrat û Telmod û Enacîlan de, pir navên Dojehê bi kar
têtin. Û gotina Dojehê ewa ku, 77 caran di Quranê de tête vegerandin, ew
bi xwe geliyê Bin Henome ku, pûtê Xweda MOLK li wire û dihêşt pûtperest
qurbanên mirovî li ber bişewitînin û wilo geliyê Bin Henom bû geliyê
kuştinê” [3].
Lê hatina evan olên ku, bi nirîna tevayî têtin naskirin, ev çand kûrtir
kirin; ji ber ku, ji nihadên evan olên tevayî ye ku, ew tenê li ser
rastiyêne û dive ew ji bo gotina XWEDAyê xwe bê aramî kar bikin; çi bi
gotinê an jî bi şûr, lew re me dît ku, ev olên tevayî hertim bi yên din
re di şer û dogişan de bûn. Fîras SEWAH dibêje: “ew nimêjkariya ku,
berve radeya ola tevayî diçe, bi evan nihadan tête naskirin:
1. Ew bizava kesekî bi xwe ye ku, dixweze şoreşekê li dar bixe.
2. Ew damezerê ku, dixweze oleke tevayî damezrîne, xwe tenê xwediyê
rastiyê dibîne.
3. Ev nimêjkariya; ola tevayî, nikare bi xeynî xwe re, bi aştiyane, bijî
… û ne dûre, ev nerazîbûn, rengê şer û cengan bistîne.
4. Hertim bang li mirûdan dike …” [4].
Tevî evê rastiyê jî, lê di nirîn û dîtinên me de, ev çanda kuştinê bi
zarawaya sermiyandariya xasma re derket holê û em ewê yekê di çêroka
kuştina Qayîn ji Habîl re dibînin, dema ku XWEDÊ dayîn û sermeyedariya
yekî dipejirîne û ya ewê din jî vedigerîne; “Ji karên wan weke ku, XWEDÊ
di pirtûka xwe ya zîz de gotî ku, QAYÎN HABÎL kuşt û dibêjin: ew li
beyara Qai kuşt… li xaka Şamê” [5]. Û ev kuştiyarî, dê bibe mercek ji
mercên berxwedanê û zordariyê û nemaze ji xwediyên ramiyariyên tevayî;
“… hema xwediyên xendekê, ewên ku, di wê demê de li bajarê Nicran li
Yêmenê bûn, li ser dema mîr Zî NEWAS… ewê ku, li ser Ola Cihoyan bû,
gihêşte wî ku, miletek li Nicrane û ew li ser Ola Xaçeperestiyêne, ewî
bi ser wan de girt û ji wan re xendek kolan û tijî kuzotên êgir kir û
Cihotî ji wan re pêşniyaz kir, ewê ku kete pey berda û yê ku, nepejirand
ew avête nav êgir” [6].
Ev ton çand dê derbasî Îslamê jî bibe û ji ber hinek taybetiyên Beyara
Ereban û ziwabûna wê û digel merceke din ku, bi pisîkolojiya bindestiyê
ve girêdayî ye, ewa ku êlên Ereban jê têşiyan û xwe weke dûvik ji herdu
Imperetoriyên mezin; Pars û Roman re didîtin, hêşte ku, ew bi rengekî
tûjtir û hovanetir evê çanda kuştinê bi rê ve bibin û weke ku, ew
bixwezin tola xwe ji dîrokê vedin û helbet, pir caran, ewan bi hev jî
kiriye û ne tenê bi “ewê din”.
Di şerê Uhud de û piştî ku, misliman dişkên û pûtperes bi serdikevin û
ji bo ku, ew kînên xwe li wan sax bikin, keç û jinên pûtperestan bi ser
cendekên mislimanan ketin û bi wan lîstin; “jinên wan guh û bifn
jêdikirin û ji xwe re dikirin gerden, û HIND zikê HEMZE qelaşt û kezeba
wî derxist û ew cût, lê dema çêj jê nedît ew velûkir” [7].
Û eger ku em li pirtûka Quranê vegerin, emê binirin ku, ewana ev çanda
kuştinê xistiye pileya “pîroziyê” û “ewê din” hertim di bin zor û
gefûguran de ye û êşkencî û kuştin ji wî re ye û dê ne tenê carekê yan
jî demekê têde bimînin; “kî bi ya XWEDÊ û pêximber neke, jê re agirê
Dojehêye, ewê heya bi heya têde bimînin” (72/23) [8]. “XXWEDA nifir li
gawiran kiriye û ji wan re agirek peyda kiriye, ewê hertim têde bimînin”
(33/65) [9]. “xwediyên êgir ewê hertim têde bimînin” (2/39) [10]. Û emê
evê dîtinê li ba xaçeperestan jî bibînin, tevî ku, YESOI bi diltenikî û
dilovaniyê tête nasîn, lê dîsan jî ew nikare xwe ji evê çanda hovane
rizgar bike; ji ber ku, ew jî law û berhema evê herêmêye û dê bihêle ew
di Encîlê de bibêje ku, Dojeh “agirekî venamrêye” (Metî 18/8, 25/41)
[11] û “agirekî heya bi heya ye” (Metî 25/46) [12].
Lê emê kuştiyariyên mezin ku, em îro dikarin wan di bin navê jînosaydê
de bi nav bikin, di talan û girtinên wan ser milet û imperetoriyên din
de bibînin ku, bi cendekên mirovan pire ava dikirin, weke şerê Tirk û
Romanan ji bo Qistentînê; “ji Rom û Nesara dor şêst hezarî hate kuştin,
gihêşt ku bi pêlêkirina cendekên wan yek bighe ser sûra bajêr. Bajar
vekirin û şûr heya bi çend rojan hate bi kar anîn û xelkên wê kirin kole
û Tirk piştî sê rojan, ku li Qistentîniyê digeriyan, bi derketin û ketin
nav şar û merc û gundan, wan xelk digirt, dikuşt û weke koleyan dibirin,
ta hatin û li ber sûra Qistentîniyê cih girtin û wekî çel rojî li wir,
pîrek û zaroyan, bi paçekî û cilkeke ji dîbac û hevrîşim difrotin… û mêr
tev kuştin û belkî jin û zaro jî [13].
Lê emê evan komkujî û bêtarên han hîne di rojên pêşîn de, ji
damezrandina dewleta îslamê û li ser destên pêximberê wan; Mihemed bi
xwe jî bibînin û yek dikare, evan karên wan ên hovane, di bin navê
kuştin û jînosaydkirina “ewê din” de bide xwendin.
Kuştina ewê din
Ne tenê ji bo hêsankirina xwendin û vekolînê, dê bihêle ku, em evê
movikê bi xwe jî bi bêtirî navnîşanekê bidin naskirin, lê ji ber ku,
“ewê din” bi bêtirî cureyekê hatiye naskirin û jînosaydkirina wî jî bi
pir şêweyan hatiye meşandin; ango “ewê din” carina weke yekî “gawir”
hatiye nasîn û pir carên din jî weke ewê ji ser riya ola xwe ya rasteqîn
daketiye, yan jî ew ne li gor pêşiyan e. Bi gotineke din, emê pir rengên
kuştiyariyê bibînin; çi kuştina serokên êl û miletan û herifandina
dewlet û serhildanên wan û çi jî kuştiyariyên wan ên li hember hev û ka
kiyê destlatiyê bi dest xwe ve bîne û ev yeka hîne di roja pêşîn, ji
mirina “pêximber” derdikeve holê; dema ku ew dibin sê alîgir û ji bo
cîgiriyê du rojan cendekê pêximberê xwe li erdê dihêlin.
1. Palînkirina serokatiyan
Emê Babik ELXUREMÎ, weke nimûneyeke balkêş, li ser evî mejiyê
mislimantiyê û nepejirandina dengekî nuh; dengê perîşanan ku, bang li
guhertinan dikir, bînin ku çawa ew bi destê dezgeha îslamê tête kuştin û
bi çi şêweyê ku, qet yek nikare bawer bike; “Di hin çiyan de li aliyê
Ezrebêcanê, di salên dused û yekan de, yek bi navê Babik ELXUREMÎ derket
û pir xelk bi pey wî ket û… wî pir leşker şikandin, heya ku ELMUITESÊM
di salên dused û pîst û sisiyan de leşkerên xwe bi ser wî de şandin, di
bin serokatiya EFSÎN de. Wan şer kir û wî BABIK û birayê wî girtin û
anîn û dema ku dikevin hundir, bira dibêjêyê: BABIK, tiştê ku te kir ti
kesî nekirî û anuha aramiyekê bikêşe ku ti kesî nekêşaye, wî jê re got:
tu yê anuha aramiya min bibînî.
Û ELMUITESÊM fermanê dide ku, herdu dest û lingên wî jê bikin, û dema
wan dibirin, ew riwê xwe bi xwînê paş dike û dihêlê ELMUITESÊM jê re
bibêje: tu di mêrxwaziyê de wilo û wiloye, vêca çima te riwê xwe paşkir,
gelo ew ji ber tirsa ji mirinê bû, wî got: na, lê dema pê û destên min
hatin birîn û xwîn çû, ez tirsiyam ku bibêjin ew ji tirsa re zer bûye û
wilo gûman bikin, lew re min riwê xwe bi xwînê veşart, da ku, ewê tiştî
li ser nebînin. Û piştî wê yekê seriyê wî jêdikin û yê birayê wî jî û li
ser laşê wan êgir dadidin, bêyî ku deng ji wan derkeve [14]. Lê dê pir
neçe û di rex wî de textekî din dê bête venandin û MAZYAR, dê li ser
bête xaçkirin, lê piştî ku, ew bi xêzeranan bête kuştin. (vegere Miroc
Elzeheb, C.4, R.61). Û wilo zincîra mirovên ku, li ser textan dihatin
xaçkirin, dê her û her dirêj bibe.
2. Qirkirina hevbendiyan
Emê di evê movikê de jî bibînin ku, çawa piştî Dewleta Îslamê dibe xwedî
hêz û dezgeh û leşker, ew vedigerin hevbendiyên duh û wan didin ber
kuştinê; piştî ku, leşkerên Qureyş ji dorpêçkirina bajarê Midînê
vedigerin Mekê û benî Qureyza bi tena xwe di nav lepên MIHEMED û hevalên
wî de dimînin, ew wana (25) pîst û pênc rojan di heşargehê de dihêlin û
piştî ku, ew omîdiyên xwe dibirin, radibin şandeyekî xwe; Şas bin QEYS
dişîni ba MIHEMED û obeya wî, da ku, ew rê bidin wan, weke ku çawa ji
berî wê dabûn benî Nedîr û ew rahêjin mal-mewal û zariwên xwe û ji
Midîne koç bibin. Lê piştî danûsitandinê, ŞAS têdighe ku, ewê nikaribin
seriyên xwe ji ber lêdana şûr bi parêzin, nemaze gava ew dizane ku,
MIHEMED biryar û fermana wan daye dest Seid bin MUAZ; serokê êla Ews ku
kîneke wî ya kesîtî bi Cihoyan re hebû û wilo SEID fermana wan dide û
dibêje: “dada min ji wan re ku, mêr bêtin kuştin û pere bêtin parvekirin
û jin û zaro jî bibine kole. Pêximerê XWEDA (S.) ji SEID re dibêje:
dadkirina te ji wan re ji ya XWEDÊ ye, ewa ji jorî heft ezmana.
Û ew zelîl bûn û pêximberê XWEDÊ (S.) ew li Midînê di mala bint ELHARIS
de girtin û di pişt re pêximberê XWEDÊ (S.) derket çarşiya Midînê –ewa
ku îro çarşiya wê ye– û xendek tê de kolan û şandin pey wan, ew ref bi
ref tanîn û li ustiyê wan didan û di nav wan de dijminê XWEDÊ, Huyî bin
EXTEB û Keib bin ESED, serekên milet, û ew dora şesid-hefsidî bûn û ewên
pirdikin jî dibêjin dora heysid-nehsidî bûn… pêximberê XWEDÊ (S.) ferman
dabû ku, her ewê simbêlên wî derketibin gereke were kuştin [15].
Û ewê bighên radeyekê ku, aşkere bang li kuştinê bikin û wê weke
silogana germkirin û tûjkirina mirûdên xwe bi kar bînin û emê ewê yekê
di pir şer û dogişên wî; MIHEMED de bibînin û nemaze di şerê li dijî
Benî Mustelîq; Ibin Hîşam dibêje ku, “silogana Mislimanan di roja Benî
Mustelîq de: Mensor, bimir, bimir bû” [16].
3. Hovîtiya talanan (xezewatan)
Lê hovîtiyên mislimanan ên aşkere û rasteqîn yek dikare di girtin û
talanên wan de, ewên ku bi navê xezewatan têtin bi nav kirin, bibîne û
nemaze yên li ser miletên din; “mewaliyan” û yek dikare wan bê dudilî bi
jînosaydê bi nav bike; “ELBILAZIRÎ di Fituh Elbildan de dibêje: piştî ku
Ebdelah bin AMÊR ji vekirina Cor vekişiya, êrîş bir ser xelkên Istexir û
ew bi zorê vekir, piştî şerekî dijwar ku, mencenîq bi kar anîn û têde 40
000 ji Eceman hatin kuştin” [17]. “... û –Elrebîi bin Ziyad ELHARISΖ
bajarê Zirbix, ji Sicistanê dorpêç kir, piştî ku bi xelkê wê re şer kir,
vêca EPERWÎZ rabû Merzebanê xwe weke şandek bo wî bi rêkir, da ku, bi wî
re peymanekê lidar bixe. Wî – ELREBÎI – candekek ji yên kuştiyan xwest û
li ser rûnişt û bi ser yekî din de jî pal veda û hevalên xwe jî, her
yek, li ser cendekekî bi rûniştin da… û peyman bi wan re îmze kir [18].
Û li ser dema ELMUITESÊM jî pir talanên li ser miletên din çêdibin û
bêtirê wan jî li ser Imperetoriya Roman û bi hezaran kes têne kuştin û
di yek şerî de ji sedê şeran “sî hezar ji wan kuşt û MUITESÊM çar rojan
têde rûdine; (di bajarê Zebitre de) û wê dişewitîne û huldişîne” [19].
Lê ewên pêşîn û komkujiyên wan ne kêmtirî evên paşin bûn û pirê caran
evana ew, ji xwe re, weke simbol dîtine û li pey wan çûne.
4. Omer û komkujiyên wî
Belê, eger ku em li kar û biryarên cîgirê duyemîn; Omer bin XETAB
vegerin û wan hêdî hêdî bidin ber xwendin û vekolînan, emê bibînin ku,
ew jî lipey hostekarê xwe; MIHEMED çû ye, lê wî bêtir û bi şêweyeke
bernameyî ev çanda kuştin û jînosaydkirina “ewê din” bi rêve biriye;
“Omer bin ElXETAB nameyek ji kargerê xwe yê li Besra, Ebo Mûse ELEŞEIRÎ
re şand û têde got: xelkên Besra di ber çavên xwe re ke û te kî ji
mewaliyan; (mislimanên ji xeynî Ereb an) û ewên ku, ji Eceman misliman
bûne û gihîştî pênc bostan dît, li kepira wî bide… hd” [20].
Lê Ebo MÛSE bi Ziyad bin EBÎH şêwirî; ka ew çawa bike. ZIYAD jê xwest
ku, ew wilo neke û careke din li OMER vegere, Ebo MÛSE bi gotina wî dike
û eynî ZIYAD digel nameyekê dişîne ba OMER. Ew dikevin danûsitandinê û
li dawiyê dikare OMER bighîne ewê baweriyê ku, ev yeka dê bihêle rêza
piştgirên wî ji ser hev hilweşe û ev karê ZIYAD dê bihêle ku, piştî
demeke derng, MUAWIYA di nameyeke xwe de loman jê bike û bibêje: “Bira
eger ku te OMER ji wê yekê venegeranda ba, dê bibûya rêdanek û ewê
bimeşiya û XWEDÊ yê ew pakbikirana û damar û rêşalên wan hilkirana û
cîgir tev dê li ser ewê riyê biçûna, ta ku, ne por û ne nênûkek û ne jî
ewê pife êgir dike bimana…” ta dibêje: “Li mewaliya û Ecemên ku misliman
bûne binir û wan bi sinet û rêdana Omer bin ELXETAB bibe û di wê de
şikinandin û pûçkirina wane” [21].
Û OMER bi rengekî fireh û sayî fermanên xwe ji Ebî Mûse re bi rêkiribûn
ku, nahêlin ti gûman bighên baweriyên yekî ku, ewî ji bo qirkirin û
jînosayd kirina “ewê din” kar dikir û ev yeka, di nirîna me de, rê ji
evan miletên din re vedike ku, ew îro dadkirina dîroka mislimantiyê
vekin û serdar û serokên wan weke gunehbarên şer bidin dadkirin û ji bo
çespandina eva dîtina xwe, em dikarin biryar û fermanên ku, OMER ji
kargêrê xwe Ebî MÛSE re bi rê kiribûn, bînin zimên; “De ka em binirin
çiye sinet û rêdana OMER di evan Ecemên ku, welatên wan hatibû vekirin:
1. Ereb jinên wan bistînin, lê jinên xwe nedin wan.
2. Ereb bibin beşbirên wan, lê ew nikarin beşbiriya Ereban bikin.
3. Di riziq û dayînên bo wan de destê xwe bigir.
4. Di şer û cengan de wan têxe pêş û rêkan bi wan dûz bike û daran pê
bibire.
5. Çênabe kes ji wan, di nimêjê de, pêşrewiya Ereban bike û ne jî têkeve
rêza pêşîn, ta ku, Ereb tev cihên xwe distînin û rêz temam dikin.
6. Ti derî ji deriyan û ne ti welat û dûgelan bide dest wan û ne jî kesî
ji wan bike dadwer û xwedî fermanan.
Û ewî got: Birayê min, eger ku OMER seraneya yên mewalî nekira nîviya
yên Ereb –û ew ji bawermendiyê ve nêzîke– dê çawa Ereb di ser Eceman re
bana” [22].
Şerên mislimanan digel hev
Em di movika çûyî de li ser hinek bûyer û çêrokên ku, mislimana bi
seriyên “ewê din” kirine rawestiyan û me dît ku, wan çi bêtar tanîn
seriyên wan û ew dighêşt pileya jînosaydkirina ewan miletan, lê emê di
evê movikê de bibînin ku, qirkirina wan ji hev re; ya mislimana xwe bi
xwe, ne kêmtirî ewên ku tanîn seriyên “ewên din” e û belkî hin caran bi
rengekî hovanetir hatine meşandin, nemaze û piştî aşkere dibe ku, çêroka
mislimantiyê û sirûş û pêximberîtiya MIHEMED, derew bi derewe û ew tenê
ji bo sermiyan û destlatiyê bû û vaye cîgirekî mislimana; Elwelîd bin
Yezîd bin EBDULMELÊK û piştî bi tîrkevanê pirtûka Quranê qul dike,
nirîna xwe di derbarê evê meseleyê de tîne zimên û bi rengekî ristî;
“Haşimiyek bi cîgiriyê lîst bêyî ku, sirûş jê re bê û ne jî pirtûk”
[23].
Helbet û li gor bawerî û xwendin û karên mislimanan bi xwe, yek dighe
ewê encamê ku, ev dîtina han ne tenê ya WELÎD bû û ewana ji pêşî de
fêmkiribû ku, çêrok çêroka sermiyan û destlatiyê ye û ji ber ewê yekê ve
xebatên xwe ajotine; ji ber ku, eger mirov wilo lê nenire dê çawa karibe
têbighe, ji berî ku bi pejirîne, ku du mirov, kêşeyên digel hev şerdikin
û hevdu dikujin, weke di şerê Elcemel de, ewa di navbera pêrewên ELÎ ji
aliyekî ve û li aliyê din jî AÎŞE û ZUBÊR û TALHA û li dawiyê herdu jî
dê buheştî bin; evan tevan soza buhiştê sitandiye, belê dê çawa
bawermendek karibe evê yekê bi pejirîne û bi destên evana, bi hezaran
hatine kuştin; “… û di dû re şerê Elcemel ku, xwestin tola cîgir (OSMAN)
hildin û ji aliyê kêve; kuştarên wî bi xwe. Û çi ferman ji şerê Elcemel
gird û bêtartir bû; têde bi hezaran ji mislimanan hate kuştin û têde rih
û simbêl û birh û bijang hatin hilkirin û peyayên Ebdil QÊS weke seyan
dixuşandin û ew bê guneh dikuştin” [24]. “Û li ser rîşmê deve heftê
dest, ji yên benî Debi, hate jêkirin” [25]. Belê, her ku destek dihate
birîn, yekî din dibezî û rişmê deveyê ku, AÎŞE li ser piştê rûniştibû,
digirt û pir nediçû û ew jî dihate birîn.
Lê ev şer û kuştinên mislimanan digel hev jî, pir şêw û reng sitandine û
emê ji bo firehkirin û hêsankirina mijar û têgihêştina wê, wan di bin
hinek movikan de, bidin şirovekirin.
Kuştina malbata Elî
Me di pêşî de ew anîn ne ji ber ku, ew ên pêşînin ku bi destên
mislimanan hatine kuştin, dayîkên pirtûkan ji me re salix didin û weke
me berê jî gotibû ku, ewana hîne di roja pêşîn de li hev nekir û du
rojan cendekê pêximberê xwe li erdê hêştin, ta ku, Ebo BEKIR û bi
piştgirî û zordariya OMER karîbû cîgiriyê bi dest xwe ve bîne û emê
bibînin ku karê wî; Ebo BEKIR, yê herî pêşî, wî leşkerên xwe bi ser
hinek êlên Ereb ên mislimana de şandiye û ew dane ber kuştin û
qirkirinê, tenê çima wan gotibû; nema ji îro û bi şûn ve em pereyên
seraneyê “zikatê” didin mal-pereya mislimanan û emê wan li belengaz û
perîşanên xwe belav bikin, heya gihêşt pileya ku, nivîskarên mislimanan
bi xwe li ser ewê yekê rawestin; “ew sedsala ku di piş –di dû MIHEMED–
re, bi pêncî salî hatiye, sedsala herî kuştiyariyê ye; têde HUSÊN hate
kuştin û Midînê hate dagirkirin û Mekê hate dorpêçkirin û Kevirê Reş jî
hate herifandin û cîgiran mey vexwar û pûştî kirin, weke ku, bi Yezîd
lawê MUAWIYA û Yezîd lawê ATIKÊ û… re bûye û têde xwînên gunehbar hate
rijandin û misliman hatin kuştin û lawên piştgir û koçberan kirin kole û
nîşan li ser destên wan hatin kişandin weke ku, çawa li ser destên ên
Romanan [26].
Belê, me malbeta ELÎ di pêşî de anî û ew jî ji ber sê sedemên girîng;
ewa pêşîn ku, ELÎ û hîne di roja pêşîn de nerazîbûna xwe ji cîgiriya Ebo
BEKIR re da xûyan, dema ku, ew naçe rûniştina Siqîfê, da ku, ew jî dengê
xwe bide wî û ew yeka dê bihêle ku, OMER êrîşê bîne mala wî û ji ber ku,
FATÎME; keça pêximber û jina ELÎ bi xwe jî ne bi ewê dengdanê re bû û
nedixwest derî ji wî re veke, OMER ew di piş derî de guvaşt “û şopên evê
guvaştina sert û hişk dê di hundir cendekê FATÎME (S.) de bikolin û ewê
nesax û şînayî bikeve, ta ku, di dû bavê xwe re, bi çend rojan, koç
bike” [27]. Sedema duyemîn jî, ku evê malbetê bi kerwanan “şehîd” dane û
li ser destê herdu dewletên Umewî û Ebasî; “… û çiqwas dîwar li
serElewiyan girtine û ew bi saxî xistine bin bingehên avahiyan û ew … ta
bi ta jî di zîndanan de hêştine û ew xistine hundirê qutîkan jî”
(xwendevan dikare vegere pirtûka Elşîa beyn Elheqaêq Welewham,
R.393/394).
Sedema sêyemîn jî ji bo girîngî û “pîroziya” evê malbetê û da ku, em ji
xwendevanan re bibêjin ku, ewên karibin evan bêtaran bînin seriyê
malbeta herî “pîroz” li cem xwe, dê jê re tiştekî pir normal be ku,
jînosaydê bînin seriyê “ewê din”; “Ji rasteqîna hezkirina vê netewê;
(Imeta Mislimana) ji serekê mala Xwedê; Elî bin ebî TALIB re, wî zarên
xwe agahdar kirin ku, wî bi dizî veşêrin, ji ber ku ew li ser xwe, piştî
mirinê û veşartinê, ditirsî. Û ji rasteqîna hezkirina… temiya ELZEHRA
ku, wê bi şev û dizî veşêrin û ta nuha kes gora wê nizane û ji rasteqîna
hezkirina vê netwê, ji xwediyên malbatê re, şerê wan bi HESEN; rihana
pêximber re, ta hêştin ku… û bi vexwerdandina jehirê ew tête kuştin… û
ji rasteqîna hezkirina… kuştina wan ji HUSÊN; law û rihana pêximber bi
ewê şêweya hovane û bêtarên dîtir ên di piş re, ku netew di nav dudiwan
de par ve bû; yên kuştiyar û yên nexemxwar… û ji rasteqîna hezkirina…
tiştên ku wan bi zarên HESEN kirine; Derxitina wan ji Midînê ta bi Îraqê
û ew girêdayî û zîndankirina wan li Haşimiyê ku, şev û rojê ji hev
dernedixistin û eger ku, yek bimira ew wilo bê şûştin û veşartin
dihîştin… ta ku zindan bi ser wan de hilweşiya û ev netew di nav dudiwan
de par ve bû; yên kuştiyar û yên nexemxwar [28].
Lê rijandina xwîna evê malê, dê di ELÎ û zaroyên wî de raneweste;
ELMESÛDÎ dibêje: “şer û dogişên di navbera xelkên ÎRAQ û ŞAMÊ de heftê
bûyere”. (Miroc Elzeheb, C.2, R.360). Ewê di her demekê de, ku tenê
hinek derfet ji wan re çêbdibûn, li hember rikbirên xwe derkevin û doza
tolhildanê bikin û yek ji wan, “Zeyd bin Elî bin ELHUSÊN li hember Hîşam
bin Ebid ELMELÊK derket û ew di şêr de hate kuştin, rabû hevalên wî ew
di cokeke avê de veşartin û ax û şînkayî bi ser gora wî de kirin, da ku
veşêrin, lê serkêşê leşkerê HÎŞAM cihê wî dinase û seriyê wî ji HÎŞAM re
dişîne û HÎŞAM jî jê re dinivîse ku, wî tazî xaç bike… û di dû re jî
dişewitîne [29].
Yolyos VELHOZIN jî di derheqa evê çêrokê dinivîse: “Û bi fermana cîgir,
lawê Iraqê (Yhya bin Zeyd bin ELÎ) hate şewitandin û xaliya wî jî avêtin
avê” [30]. Lê Zeyd bin ELÎ bi xwe jî li hember cîger şer kiribû û di şêr
de “tîrek wî birîndar dike û dema derdixînin, ew li malekê, di cada
Elberîd de, dimre û di cokeke avê de, piştî ku avê ji ser dibirin,
vedişêrin û ji nuh ve avê berdidin. Lê di dû re ew cih tête naskirin û
lêşe derdixin, di pişt re dibin Kofê û li wir xaç dikin û li wir xaçkirî
dimîne, ta ku HÎŞAM dimre, hema serî, ji Şamê re dişînin û di dû re jî
ji Midînê re [31].
Û ELMESÛDÎ jî evê çêrokê tîne zimên ku, çawa li ser dema Hîşam bin
Ebdulmelêk bin MERWAN û careke din, şîa û di bin serokatiya Zeyd bin Elî
bin ELHUSÊN de serî hildidin û weke hertim, ew jî dixweze ji bajarên
Îraqê, ji Kofê de dest bi serhildana xwe bike; “êvar dahat... û ZEYD tev
de bi birîne, û tîrek jî li eniya wî ketibû… tîr kişandin û ew di ewê
katê de mir û ew di cokeke avê de veşartin, û li ser gora wî ax û çawîr
dane hev, û av di ser re berdan…” [32]. Lê YOSÊF ew derxist û seriyê wî
ji HÎŞAM re şand û di dû re jî û bi fermana HÎŞAM wî tazî bi darve dikin
û ta pêncî mehî wilo dihêlin û di piş re jî dişewtînin û xaliya wî bi bê
re berdidin.
Emê di dû re bibînin ku, seriyê kurê wî jî; Yehya bin Zeyd bin ELÎ di
nav destên Elwelîd bin Yezîd bin Ebdulmelêk bin MERWAN de ye û ew jî dê
bi darvekirî bimîne, ta ku Ebo Muslêm ELXERESANÎ cendekê wî dadixîne,
dema ku, li ser destên wî dewleta Umewiyan dişke û ya Ebasiyan ava dibe.
(ji bo lênirîneke bi firehî xwendevan dikare veger Miroc Elzeheb, C.3,
R.225).
Lê Ebî MISLIM bi xwe jî dê nikaribe seriyê xwe bi parêze û piştî ku, ew
dihêle Ebasiyîn bi ser kevin, ewê li ser destê Ebî Ceifer ELMENSÛR were
kuştin û ji berî wî bikuje û piştî ku, Ebî MISLIM jê re dibêje: “mîrê
bawermendan min ji dijminê xwe re bihêle”, dê lêvegerîne û bibêje wî:
“XWEDÊ min nehêle eger ku, min tu hîşt! Ma dijmin ji te dijmintir ji min
re hene” [33]. Lê bila Ebî MISLIM ewqasî li xwe negre û zor nebîne, vaye
wî amê xwe jî, Ebdulah bin ELÎ; mirovê duyemîn, piştî Ebî MISLIM ku
hêştibûn dewleta Ebasiyan bi ser keve, da kuştin. Û ji bo kuştina Ebî
MISLIM xelkê Xeresanê û yên Çiya û Teberistanê, di bin serokatiya kesekî
bi navê BESINFAD de kom dibin, ta ku tola wî hildin, lê nêzîka şêst
hezar kes ji wan tête kuştin û ew direvin. (vegere Miroc Elzeheb, C.3,
R.306).
Ne tenê wilo, lê dighe ewê pileya ku, ew zarziçên ELÎ bi tevayî didin
ber kuştinê û ev yeka dê bihêle neviyekî ELÎ; Ebdulah bin ELHESEN ji Ebî
Ceifer ELMENSÛR re bibêje: “Eba CEIFER me di Bedir de ne wilo li we kir”
[34]. Û wilo em têdighên ku, çêrok çêroka tolvedan û destlatiyê ye û ne
ya ayîn û baweriyê ye û eger ku, em li gotina ELMENSÛR, ewa ku ji kurê
xwe re dibêje; “heya ew sax ba dê, destlatî ne ya te bûya”, piştî ku ew
Ebî MISLIM dikuje û lawê wî bi bîra wî tîne ku, ew dostekî wan bû û çima
ew kuşt, vegerin, emê evê rastiyê bi rengekî beloq bibînin.
Ev kîn dihêle ku, ew dîwarên zindanan bi ser girtiyan de biherifînin û
ji bihna laşeyên ku, di nik yên birîndar de mane, ew hinek pixûr ku, bi
dizî derbasî cem wan kiribûn, pêdixînin, da ku, hinekî bihna ewan laşan
kêm bibe, lê birînên wan yên ku, her diçû û ew diwerimîn, dê bihêlin
kezebên wan jî biwerime û pê bimrin û ewana bi evê yekê tenê nekir, lê
wî; ELMENSÛR seriyê kur ji bav re weke xelat jî şandiye. (Vegere Miroc
Elzeheb, C.3, R.310).
Ev tev li aliyekî û eger ku, em li çêroka ELHUSÊN û şêweya ku, ew û
heval û malbeta wî pê hatiye kuştin vegerin, emê ne tenê kîna evan ji
hev re nasbikin, lê yek dighe ewê baweriyê ku, piştî dewlet û dezgehên
mislimantiye xurt bûne, ewana karîbû çiqasî dîrokê sexte bikin û ewê
hovîtiya xwe veşêrin; “di dehê Elmuherem, roja çarşemê, dehê Oktober
sala 680 Z. û piştî nimêja sibê her komek ji bo şêr rêz girt… û ji berî
şêr jî HUSÊN hin gotin û gotûbêj ji dijminên xwe re gotin… û piştî
avêtina tîran, şerê bi şûran dest pê kir û hevalên HUSÊN xatir jê
xwestin… ew tev hatin kuştin. Lê neviyê pêximber (ELHUSÊN), kesî newîrî
ew bikuşta, ta ku, ŞEMIR çû û karîbû ev dudiliya bişkanda… di pêşî de
ELHUSÊN ji danişgeha zaro û pîrekan bi dûr xist û… li wir gelekan bi ser
de girt û xistin bin derb û lêdanan, ta ku, sî û sê kêr û sî û çar
derbên şûr lê kirin û çi tiştên li HUSÊN bûn jê dizîn… û xelkê bi ser
mal û mewal û deveyan de girt û ew dizîn… û xelkê bi ser jin û xawrin û
pirtikên ELHUSÊN de girt, ta dest avêtin cilên li bejna pîrekan jî.. .
Û şehîdên Kerbela li Xadiriyê veşartin, lê seriyên wan jêkirin û ew
birin, heftê û du serî digel Şemir bin zî ELCEWŞEN û… birin ba Ebdulah
bin ZIYAD û wî jî bo cîgir (YEZÎD), li Şamê, bi rêkirin. Ew pir şabû û
kêfkir û hêşt ku, çovekî têxe dest xwe û pê devê ELHUSÊN bikole [35]. Lê
ewê bi evê yekê tenê nekin û dê bighe ku, ELMITEWEKÊL fermanekê derîne û
ji berdestên xwe bixweze ku, gora ELHUSÊN vedin, da ku dûz bikin û ne
dûre ku, hestî jî bişewtandana, weke ku çawa bi yên cîgirên Imewiyan
kiribûn. (li Miroc Elzeheb binire, C.4, R.135).
Ev kuştin û tolvedana ji hevdu, dê tenê li cem malbeta ELÎ raneweste û
ewê dirêjî pêrewên wî jî bibe û dê bihêle ku, cîhana mislimantiyê par ve
bibe û du riyên sereke û ji hev cuda peyda bibin û pir caran yek gûman
dike ku, qet ew ne yek ole û ewê li nivîsên herdu kêşeyan vegerê evê
rasteqîna han û bi rengekî beloq têde dibîne, vêca û di movika bête de,
emê li ber hinek şerên ku, di navbera van herdu kêşeyan; “sinê û şîa” de
derketne, rawestin.
Şerê kêşeyan
Piştî kuştina Osman bin EFAN rê kete Elî bin ebî TALIB ku, ew cîgiriya
mislimanan bi dest xwe ve bîne, lê li hember wî du pêl konevanî, du
kêşeyên cuda derketin ku, her yek ji wan li cihê pêlava xwe digeriya û
da ku, deslatiyê ji xwe re sar bike û di serokatiya yekê ji wan, dayîka
bawermendan; AÎŞE bû û digel wê TELHA û ELZUBÊR bûn û me dît ku, çiqas
misliman di ewî şerê, ku tenê rojekê li ber xwe dabû, hatin kuştin;
“ewên ku ji hevalên ELÎ di ewê rojê de hatin kuştin pênc hezar [kes] bûn
û ji hevalê deve [û bilî wan] ji xelkên Besra û xeynî wan sêzde hezar
bûn û xeynî wê jî hate gotin” [36].
Lê ev komkujî, dê li hember tiştên ku, di dû re hatin li darxistin,
çêrokeke pir sivik û hêsan be, nemaze piştî ku, ELÎ di şerê Sifîn de
dişke û hinek ji hevalên wî; ji şîa wî li hemberê derdikevin û dihêlin
hêza wî ya leşkerî li hember leşkerên Şamê ku, di bin serokatiya MUAWIYA
de derketibûn û doza tolhidana cîgirê sêyemîn; Osman bin EFAN dikirin,
lawez bibe. Û eger tenê em li jimara kuştiyan binirin, dê bihêle yek
hezarê nifiran li oleke wilo bîne ku, hêştiye “di sed û deh rojan de sed
û deh hezar kes were kuştin” [37]. ELÎ bi tena xwe û tenê di rojekê de
komek mirov dikuje; “ewên ku ELÎ bi destê xwe û di rojekê de kuştine,
pêncsid û bîst û sê mêr in”. (Miroc Elzeheb, C.2, R.399).
Ev cobar û çemên xwînê dê di evê yekê de ranewstin û her biçe gola xwînê
dê firehtir bibe û ewên ku, seriyên xwe wenda bikin dê bi qasî evan
kelayên tirsê, ku ji me re avakirine, bin; “… mirov û komeleyên ku, ji
bo şîetiyê hatine kuştin an jî hatine êşkencekirin, di her çerxekê de,
nayên jimartin. Bes bû, eger ku, te bixwesta mirovek, di dewleta Benî
Umeye de, bête êşandin û koçkirin û bêparkirin, heya kuştin jî ku, tenê
te bigota ewî “tirabiye”*… mirov di dewleta Benî Umeye de xwe ji jin û
xizmekarê xwe xwe diparast… çiqas pereyên xelkê jê sitandin û malên wan
hilweşandin û dest û ling jêkirin û xirnikên gewriyan birîn û xelk li
ser kokên darên xurmê xaçkirin… wan Hecer bin UDEY û çarde hevalên wî ji
Kofa anîn Şamê… û nîvê wan li Merc Ezra hatin kuştin… ew ji ZIYAD re
vegerand û jê xwest wî bi rengekî pir xerap bikuje, rabû wî ew bi saxî
xiste gorê… piştî ku, dest û ling û zimanê wî jêkirin, ew.. . Û HECAC,
karmendê Benî Umeye ji bo şîiyetê, seriyê Kemîl bin Ziyad ELNEXIÎ jêkir
û QENBER, xizmekarê ELÎ… jî serjêkir.
Û serdema Ebasiyan jî ji ya wan ne kêmtir bû, wan çiqwas helbestvan ji
bo pesindana wan ji malbeta ELÎ re kuştine û zimanê hinekan jêkirine û
pirtûkên hinekan şewitandine û gorên hinekan ji nuh ve vekirine û ew
şewitandine… Elî bin Mihemed bin Emar ELBERQÎ pirtûka wî şewitandin û
zimanê wî jêkirin û Ebo Elhesen Elî bin WESÎF… şewitandin… û ji komelên
ji bo şîiyetê ku bi hezaran kuştine, şîiyên Efrîqa… û şîiyên Heleb jî
ku, bi komîne, di sedsalên şesidî de hatin kuştin û… . Û di serdema me
de jî rêzdarekî Îranî û li ser dema Wehabiyan, di navbera Sefa û Merwe
de weke berxekî tête serjêkirin piştî ku dadwer rê dide û bi boneya ku,
wî bi lêvên xwe yên ku Ezra li ser danîbûn, Kevirê Reş “Keibê” qirêj
kiribû” [38].
Ango dewleta Ebasiyan û tevî ku, pismamên Elewiyanin e, ji evana re, ji
dewleta Umewiyan ne çêtire û weke yek ji rûpelên dîrokê dinase ku,
carina şerê wan dijwartir bû; “Û dewleta Ebasiya di karên xwe yên pîs de
ku, bi Elewiyan û bilî wan re kirine, ji dewleta Umewiyan ne çêtire, ta
gihîşt ku bi jîndarî dîwaran li ser wan bigrin û banên girtîgehan bi ser
wan de hilweşînin û bilî wan pir tiştên din… . Û SEFAH birayê xwe YIHYA
weke şûngirekî xwe şande Mûsilê, wî yazde hezar ji Ereban kuşt û ji
xeynî wan jî xelkekî pir di hundir mizgeftan de, piştî ku eman dabû wan.
Û dema bi şev dengê giriyê pîrek û zariwan dike, fermanê dide ku wan
bikujin tevî zariwa û bi wî re çar hezar reşikên Efrîka hebûn, wan bi
zorê jin dibirin, weke ku, dîroka Ibin ELESÎR dibêje û… sixêf ji mîrê
mislimanan; Elî bin ebî TALIB re digotin û gora HUSÊN ajotin û
nedihêştin ti kes biçe serdana wî” [39].
Şerên şîa husên
Zarên ELÎ, dê ji ser evê riya bav venegerin û ew jî yê bizav û çalakiyên
xwe bikin ku, tola bav û hevalan vedin û vaye ELHUSÊN pêrewekî xwe;
Muslêm bin EQÎL dişîne Îraqê, da ku, binire ka derfetên serhildan û
tolvedanê hene yan na, lê ew tête girtin û derbasî cem Ubeydelah bin
ZIYAD; kargêrê Yezîd bin MUAWIYE dikin û piştî ku, ew gotinên pir xerap
ji hev re dibêjin, Ibin ZIYAD dêng li leşkerên xwe dike ku, wî derxin
jorî koşka mîrîtiyê û… “bang li ELEHMERÎ dike… da ku, tola xwe jê vede,
ew derxistin jorî koşkê û Bukîr ELEHMERÎ li ustiyê wî dixe, seriyê wî di
jêr wer dibe û laşê wî jî dikin dû seriyê wî û Hanêi bin UIRWE jî
derxistin çarşiyê û seriyê wî jêkirin, tevî banga wî û ew kalekî ketî
bû…” [40]. “Û ji 16000 peyayên ku soz dabûn dê biçin tenê 4000 kombûn… û
roja çarşemê bîst û duduwê cemadiya pêşîn sala 65 a K. (roja çarşemê 4
Yinayêr sal 685) an şer dest pê kir û ta roja înê dirêj kir. Û şîa weke
şêran şer kir, lê barandina tîran ew kuştin û ji bilî hinekan kes ji wan
nema” [41].
“Û dema leşker li seriyê ELHUSÊN pir dibin û têgihişt ku, rê li ber
neman, got: XWEDA dadvaniyê di navbera me û miletê bang li me kir, da ku
piştgiriya me bikin û nuha me dikujin, bike. Wî şer kir ta ku hate
kuştin û ewê ku, ew kuşt mêrekî ji Mizhec bû û seriyê wî jêkir û pê bezî
cem Ibin ZIYAD… -da ku, zêr û zîvan bistîne-, cendekê wî jî bi derb û
lêdanên şûr û xenceran ji hev êxistibûn û digel wî ev jî hatin kuştin,
ji lawên birayê wî, Elhesen bin ELÎ: Ebdulah bin ELHESEN, û Elqasim bin
ELHESEN, û Ebo Bekir bin ELHESEN, û ji birayên wî: Eleibas bin ELÎ, û
Ebdulah bin ELÎ, û Ceifer bin ELÎ, û Osman bin ELÎ, û Muhemed bin ELÎ; û
ji lawên Ceifer bin ebî TALIB: Muhemed bin Ebdulah bin CEIFER, û Iewin
bin Ebdulah bin CEIFER û ji zarên Eiqîl bin ebî TALIB: Ebdulah bin
EIQÎL, û Ebdulah bin Muslêm bin EIQÎL” [42]. Eger ku, ev tev ji malbata
herî “pîroz” bin; ji malbeta ELÎ, dê ji xelkên din çiqwas bin û evên ku
dikarin tenê di cendekê HUSÊN de, roja ew tête kuştin, şopên (33) sî û
sê lêdanên xenceran û (34) sî û çar derbên şûran bihêlin, dê çi û cî
bînin seriyê “ewê din”.
Û em dikarin hîne bi sedan bûyer û serpêhatiyên weke evên me anîne
zimên, di dîroka Islametiyê de, bibînin mîna Bûyera Eyn Elwerde û Benî
Elnedîr û bilî wan pirên dîtir. Piştî şerê Elsifîn û derketina hinekan
ji nav rêza leşkerên ELÎ, ewê çend carên dî li hember wî derkevin û ji
ewên ku, li hember ELÎ derketibûn, Ebdulah bin Weheb ELRASIBÎ û “di 9
sefer sal 37 k. (17 yolyo sal 658 zayînî) herdu leşker li hev rast tên.
Û digel ELRASBÎ ji bilî 2800 peya ji koka 4000 an nemabû û yên pir hatin
kuştin, weke ku cîgirê wan -Ebdulah ibin Weheb ELRASIBÎ- hate kuştin û…”
[43].
Û “Ibin ELESÎR hinek bûyerên dîtir ku, piştî şerê Sifîn li darketibûn…
bi bîr tîne, ew dibêje ku, Eşres bin Uif ELŞÊBANÎ, ewê tevî dused leşker
li Deskera daketibû, di bihara duyemîn sal 38 K. de, hate kuştin û Hîlal
bin UILFE û birayê wî MICALÊD… ku, wan serokatiya bêtirî dused peya
dikir, di sala 38 an de hatin kuştin û Eleşheb bin Bişir ELBICLÎ ku, 180
peyayên wî hebû li Circiraya, nêzîkî Dicla, hate kuştin û Ebo MERYEM…
hd” [44]. “… û Xewarêcên Kofa aramî girtin, ta ku cîgirek ji xwe re
bijartin… û ew derketin, bi ser wan de obeyek leşkeran şandin û ew tev
hatin kuştin [45].
Şerên xwe bi xwe
Weke me dît ku, piştî mirina “pêximber”, misliman bûne çend alîgir û her
yekî ji wan dixwest cîgiriyê bi dest xwe ve bîne û evê yekê hêşt ku, pir
şer û dogiş di navbera wan de derkevin, lê hinek misliman jî derketin û
gotin: nema ji vir û şûnda em pereyan didin gencîneya mislimanan û emê
wan li belengaz û perîşanên xwe belav bikin û yek ji evên ku, wilo
dixwestin, Malik bin NUWEYRA bû; hevalê MIHEMED û ewê ku, jê re hatibû
gotibin: “tu yeke ji ewan diheyên Bihuştî”.
Evê xwestek û baweriya wan hêşt ku, destlatên mislimanan û nemaze OMER û
Ebo BEKIR, ewê yekê weke jêvegerîna ji ser riya misilmantiyê bijmêrin û
leşkerên xwe di bin serkêşiya Xalid bin ELWELÎD de bi ser wan de
bişînin, da ku, wan vegerîne yan jî MALIK û miletê wî bikujin û dema wan
dît ku, “XALID digel obeyeke leşkeran bi ser wan de tê, MALIK ji miletê
xwe xwest ku, rahêjin şûrên xwe, lê dema ku XALID dighe ba wan, ew bi
XWEDÊ sûnd duxe ku, ti ne rindiyê ji wan re naxweze û got: em nehatine
da ku şerê we bikin, lê em mêvanên we ne û hêşt dilê MALIK rûne… û dema
çaxa nimêjê bû, MALIK û miletê xwe rabûn ser nimêjê û XALID û obeya xwe
jî êrîşî wan kirin û MALIK û miletê wî girêdan û di dû re jî kuştin… û
gava çavên wî; XALID bi pîreka MALIK û bedewbûna wê dikevin dilê wî
diponijêyê û ew gandariyê digel wê dike, di ewê şeva ku, mêrê wê kuştiye
de û seriyê MALIK û miletê wî jî, weke kuçik, xistibûn bin beroşên
xwarinê û xwarina ganeyê li ser çêkirin û wî û obeya xwe xwarin” [46].
Bûyera elhera û zordariya dewleta umewî
Ji ewan şerên ku, ji bo cîgiriyê li darketine, em dikarin Bûyera Elhera,
weke nimûneyeke balkêş bidin xwendevan. Helbet ewên din jî; weke Şerê
Sifîn û Elcemel û yên di navbera şîa HUSÊN û MUAWIYA de, ne kêmtirî evê
bûyerê ne, lê yek dikare ji ewana re hinek rêdan bibîne û bibêje ku,
“kurtikê OSMÊN” di wê ortê de hebû. Hema Bûyera Elhera tenê ji bo
cîgiriyê hate li darxistin û da ku, destlatî ji Yezîd lawê MUAWIYA re
bimîne û bi çi şêwe û zordariyê; “Leşkerên YEZÎD êrîş birin ser Midînê,
gava wan got em wî naxwezin, wan hinekî şer kir û ew revîn di bûyera ku,
jê re dibêjin Elhera, rabû serleşker fermana bajêr ku, ew sê rojan
seybe, derxist. Dibêjin ku di encamê de çar hezar û pênsid kes hate
kuştin û hezar keçik ji keçkaniyê kirin û ev hemû tişt jî bi fermana ku,
YEZÎD ji serleşkerê xwe Mislim bin EQBE re şandibû bû” [47]. ELMESÛDÎ jî
evê yekê dibêje û ji bo firehtirîna lênirînê, yek dikare, vegere pirtûka
wî; Miroc Elzeheb, cildê sêyemîn, rûpelên 78, 79, 80 ê.
Helbet ev yeka ne tenê li bajarê Midînê pêkhatiye, yek dikare bibêje ku,
ti bajar ji “bajarên mislimanan” nemane ku, bi dehan bûyerên weke ya
Elhera ku, pê nehatine û di encamê de bi hezaran xelkê can û şeref û
malên xwe wenda nekirine; “… û xwediyê Şamê, Bisir bin ERTAT bi ser
welatên mislimanan; Mekê û Midînê, cihwarên XWEDÊ û Pêximber de şand,
mêran dikujin û zariwan serjêdikin û peran didizin û jinan direvînin û
di dû re bûyera Kerbela bû û di dû re ya Elhera bû ku, têde koçber û
piştgir û lawên wan hatin kuştin û bjarê pêximber (S.) sê rojan hate
seybkirin û gihêşt ku, bi sedan zaro bibin, bêyî bavê wan bête naskirin
û eger ku, yekî bixwesta keça xwe bide, wî li xwe ne digirt ku keçaniya
wê li cih be û digot: ne dûre ku, di roja Elhere de tiştek gihêştibe wê.
Û koçber û piştgir û lawên wan weke koleyan, ji Yezîd bin MUAWIYA re,
hatin pêşkêşkirin, eger xwest dê wan bike kole yan berde yan jî seriyê
wan jêke” [48].
Nivîskarên şîa bi rengekî firehtir li ser evê bûyerê radiwestin û ew
hejmara kuştiyan û bêtarên dîtir pirtir û firehtir dikin; “… di bûyera
Elhera sala 63 K. de, Yezîd bin MUAWIYE ferman da Musrêf bin EIQEBE ku,
têkeve Midînê… û sê rojan bi şevên wê ve ew seyb kir, piştî yê kuşt kuşt
û yê dizî dizî û li seran serî wê demê jî agir pêketiye û yên mane jî ew
bernedan, ta ku, wan xwe weke kole ji YEZÎD re xelat kirin. Û di encama
dawî de hefsid kuştî ji rûçikên koçber û piştgiran û deh hezar jî ji
ewên din” [49].
Û bi evê sebaretê, cîgirê mislimanan; Yezîd bin MUAWIYE helbestekê
dirêsê û ji dîroka mislimantiyê re dihêle, weke belgenameyeke dîrokî ku,
ji me re sayî dike, ka evên pêşîn heya kîjan radeyê baweriya xwe bi
çêrokên sirûş û daketina Quranê û pêximberîtiya MIHEMED tanîn, û vaye em
hinek beytan, ji helbesta YEZÎD, pêşkêşî xwendevanan dikin.
Xweska bapîrên min ên di Bedir de bidîtana
tirsa Xezrec ji lêdana şûran.
Ewana yê bi şahî bi hêl-hêla û bi lîlanda
û bigotina: Yezîd destên te pûçnebin.
Me kokên kevnar ji serekên wan kuştin
û me dagerandina Bedir vegerand.
Bila ez ne ji Xendef bim, eger ku tola xwe
ji benî Ehmed û kiryarên wan venedim.
Haşim bi sermiyaniyê lîst, ne
salixek hat û ne jî sirûş daket” [50].
Eger ku, helbesteke weke eva YEZÎD di roja îro de û piştî (1423) ê
salan, ji aliyê “gawirekî” de û ne mislimanekî û hîne cîgirê mislimanan
bi xwe, bête nivîsandin, dê helwesta evan hêz û “zanyarên” mislimanan jê
çibe û ewê çi fetwe û fermanan di dermafê wî de derînin; zincîra ewên
ku, jiyana xwe ji bo evê yekê winda kirine, dirêje. Lê ev bûyer û
komkujiyên ku, di destpêka demezrandina Dewleta Umewî de pêkhatine, dê
li ber kar û bêtarên ELHECAC dilopek ji dengizê be; ewê ku, di roja
pêşîn de ji destlatiya xwe ya li bajarê Kofa ku, derketibû ser diyarokê,
gote cemawerê nimêjyaran: “bi XWEDÊ ez nirînin dilxwez dibînim, û
ustûyin dirêj û seriyin ku gihêştine û dema jêkirina wan hatiye û [ez]
xwediyê wê me, weke ku ez li xwînê dinirim û ewê di navbera fûtê û rihan
de diherike” [51].
Em ewqasî nakevin dû çêrokên HECAC, ji ber ku, dê bihêlin bi sedan rûpel
bêtin dagirtin û dawî li wan nayê, lê emê tenê hin karên wî weke nimûne
bînin zimên û ewê bihêlin em têbighên ku, ev dewlet tenê li ser xwînê
ava bûye û eger ku, hinek aliyên wê yên ronahî û zanyariyê hene jî, ew
bi xêra “ewên din” hatine holê û rola Ereban di ewê yekê de pir hindike;
ew bi xwe û şer û cengan û destlatyê de ketibûn û ji zanyariyê re ne
valabûn: “… û di piş re dewleta Benî Merwan hat… Merwan Ebid ELMELÊK,
HECAC kir waliyê Hîcazê û di dû re yê Îraqê, wî Kevirê Reş (Keibê)
hilweşand û dest û ustiyên koçeber û piştgiran bi nîşanan muhir kir,
weke yên Romanan û jin û mêr bi hev re dixistin yek zindanên bê banî û
di zindana wî de, piştî mirina wî, bi hezaran xelk hate dîtin bêyî ti
kes zanibe gunehê wan çiye”[52].
ELHECAC bi xwe li ser xwe salix dida ku, tiştê herî kêfxweşiyê li ba wî
peyda dike; “rijandina xwînê ye” [53]. Û li ser destên wî ne tenê bi
hezarên hezaran hatine girtin, kuştin û şewitandin û ta jin û zarok jî
ji bêtarên wî xelas nebûne, lê weke me dît ewî bi kuştinê re kêfxweşî
didît; dema Şebîb ELXARICÎ dişke û piştî ku, dê û jina wî dikujin, ew jî
di avê wer dibe û dimre, lê cendekê wî ji HECAC re tînin, ew zikê ŞEBÎB
diqelêşe û dilê wî derdixe û hîne dil jî daditerişîne. (vegere Miroc
Elzeheb, C.3, R.147).
ELMESÛDÎ jî pir rûpelan ji komkujiyên HECAC re vedike û dihêle tu bê
dudilî bighî ewê baweriya ku dibêje: ew mirovekî sadî bû û tenê bi
êşkencekirina “ewê din” re kêfxweş dibû; “HECAC di sala pêncî û nehan de
mir û ew lawê pêncî û çar salaye, di nîvê Îraqê de. Destlatiya wî li ser
xelkê bîst salan ajot, û tête jimartin ku, tenê ewên seriyên wan
jêkirine sed û bîst hezarin, ji bilî yên ku di şer û leşkergehên wî de
hatine kuştin, û di zindana wî de pêncî hezar mêr mir, û sî hezar jin…”
[54].
Dewleta ebasî û tolhildan
Dewleta Ebasî jî ne bi hewceyî ku, em wê pêşkêş bikin, ewê xwe bi xwe li
ser destê damezerê wê, ELSEFAH; cîgirê pêşîn ji benî Ebas re, pêşkêş
kir, gava ku li ser diyarokê û di roja bijartina wî de, xelkê agahdar
dike û dibêje: “ezim ewê xwînê dirjîne û seriyan jî difrîne”. Û tenê
eger ku, em li herdu fermanên wî yên herî pêşîn vegerin, emê bibînin ku,
ew ol û dewlet li ser çi bingehê avabûye û çiqwas ji me re dive ta ku,
em karibin ji evê pisîkolociya kuştin, serjêkirin û herikandina xwînê
rizgar bibin; “biryara wî; (ELSEFAH) ya pêşîn… ku, cendekên cîgirên Benî
Umeye ji gorên wan derînin û wan xizêrankin (celdkin) û bi daran ve xaç
bikin û di dû re bişewitînin û ariya wan jî li ba kin… û ket pey Benî
Umeye, ji zariwên cîgira, ew kuştin û ji bilî mendal û ewên ku, revîn
Endelusê kes nefilitî” [55].
Eger ku fermana pêşîn a dewleta Ebasî di dermafê miriyan de bû, weke me
dît û ew ji gorên wan derxistin û careke din ew kuştin, weke ku çawa
XWEDÊ, “ewê din” hertim vedijîne, da ku, careke din, wî di dojehê de
bişewtîne û wilo em dikarin bibêjin ku, SEFAH karê XWEDÊ meşandiye û
gereke ew ji aliyê mislimanan ve qet neyê pirotestokirin. Belê, eger ku
biryara wan a pêşîn ew bû, lê ya duyemîn di dermafê jîndaran de bû; “û
nuha biryar an bûyer an jî filîmê ku, ELSEFAH pê rabûye… Şibil bin
EBDULAH, koleyê benî HAŞIM û di çêrokeke din de SEDÎF, derbasî cem Elî
Ebdulah bin ELÎ û di çêrokeke din de ELSEFAH, dibe, ku nêzîkî nod kesî
ji benî Umeye li ba wî nên dixun û ta ku, ew bihêle sinaryoya filîmê bi
meraqtir bibe, ew helbestekê bo ewê sibaretê dibêje û tîne bîra cîgir,
ku bav-kalên evên nanê wî dixun çi û çi anîn seriyên bapîrên wî û wilo
jê dixweze û weke ku, XWEDÊ ew şikinandine, dive ew jî wan daxîne pileya
herî nizim û ne wan teklif bike û rûpelekî nuh bi wan re veke… û EBDULAH
(û gotin ELSEFAH), fermanê dide ku, bi daran li wan bidin ta ku, wan
dikujin û sifre jî di ser cendekê wan re rêxistin û li ser nalînên wan
nanê xwe xwar, ta ku, tev mirin” [56].
Lê ewê ne tenê dijminên xwe bidin ber şûr û kuştinê û ew yeka bi xwe ji
sinc û gerdişên ewan qonaxan bû û belkî li cem mislimanan hinekî bi
rengekî hovanetir hatibe meşandin, lê hema tu rabî û hevalên xwe jî bide
ber kuştinê, da ku, destlatî bi te tenê bimînî, dê ev yeka dûrî sinc û
nihadên siwartî û mirovantiyê bin, heya bi pîvan û sincên ewê demê jî;
“dîroka dewleta Ebasiya, li ser dema ELSEFAH, ji bilî rindiya dudiwan
nizane, yê pêşî Ebo MISLIM e, ewê ku dewlet li Xeresan da damezrandin û
şûngirî da dest ELSEFAH û yê dudiwan jî Ebdulah bin ELÎ ye; amê ELSEFAH
û serokê leşkerên Ebasiyan, di... û dibêjin, ku ELSEFAH dixwest herdiwan
bikuje… . Lê Eba Ceifer ELMENSÛR, cîgirê Ebasiyan ê duyemîn û damezerê
rasteqîn ji dewleta Ebasiyan re… bi wî karî rabû, di pêşî de hêşt ku,
Ebo Mislim ELXERESANÎ, Ebdulah bin ELÎ bikuje û di dû re jî ew bi xwe
Ebî MISLIM dikuje” [57].
Helbet kuştina Ebî MISLIM dê dawiyê li kuştyariyên ELMENSÛR neyne û her
û her ev gola xwînê dê firehtir bibe û pir mirovên din daqurtîne û
bihêle çandeka li ser tinekirina “ewê din” ava bibe; “Elqadî bin ebî
CERADÊ… dibêje: gava ELMENSÛR xwest biçe Hecê, di sala ku têde mirî;
sala 158 an, wî deng li RÎTA kir; keça birayê xwe û jina lawê wî MIHEMED
û hinek kilît dane wê û ew bi sûndên giran sûndkirin da, ku ew deriyê
hin zerzemînên wî ji ti kesî re veneke ta ji lawê wî re jî, ta ku,
biçespînin ew mir, wê hîngê ew herdu tenê (û) bêyî yekî sêyemîn bi wan
re be, (ew dikarin vekin). Û dema lawê wî bihîst bavê wî mir, ew digel
RÎTA çû û ew derî vekirin, dîtina ewan komên kuştiyan ku, nav û nîşanên
wan bi guhên wan ve daleqandî û jê dixûyan ku, tev ji benî Talibin,
tirsek mezin xist dilê ELMIHDÎ û di cih de ferman da ku, kortekê ji wan
re bikolin û wan têde veşêrin” [58].
Bi mirin û veşartina komkujiyên wî di ewê kortê de, dê dawî li çêrokên
kuştin û talanakirina “ewê din” neyê û vaye Haron ELREŞÎD jî dide ser
riya bapîrê xwe; di serdema wî de û weke di her destlatiyeke zorker de,
hinek li hember wî, di bin serokatiya Rafêi bin ELLEYS de, derketibûn û
piştî ku wan dişkîne, ew bi wê yekê tenê nake û wan tîne û dike perçe
perçe; “… û birayê RAFÊI xwest û (haron ELREŞÎD) got: we ez bihin teng
kirim heya hêştin ku, ez êşa evê riyê hilgirim, tevî ku nesaxim jî… ezê
kuştinekê te bikujim ku, cara ji berî te kes wilo nehatiye kuştin û wî
ferman da ku, regez bi regez wî ji hev parvekin”. (Miroc Elzeheb, C.3,
R.375). Û dighe ku, ew ên herî nêzîk, ji wî re, weke Ceifer ELBERMEKÎ jî
bide ser riya dijminên xwe û seriyê wan jêbike, nemaze dema ku, bidîta
navûdengê yekî belav bûye û ewê karibe seriyê wî bi êşîne û bi kuştina
wî tenê nakin, lê ew li êl û civaka Bermekiya vedigerin û wan didin ber
talan û komkujiyên tevayî û heya gorandina mirovan jî. (vegere Miroc
Elzeheb, C.3, R.384 û şûnde).
Lê emê evan komkujiyan tiştekî normal bibînin gava ku, em bibînin bira
seriyê birayê xwe jê dike, ji bo destlatî û cîgiriya mislimanan; seriyê
EMÎN ji MEIMON re diçe. (vegere Miroc Elzeheb C.3, R.422 û şûnde). Û ev
çêrok dê ne cara paşin be û “… seriyê ELMUSTEÎN dê ji birayê wî ELMUITEZ
re here”. (vegere Miroc Elzeheb C.4, R.164). Û ELMUITEZ bi xwe jî dê
were kuştin û bi çi, “… hinek dibêjin ku, ew bi ava gerim hate
derzîkirin”. (Miroc Elzeheb, C.4, R. 184)
Ango, evana qet rûmeta mirovan negirtî; ne gotine ev pîrejine yan jî
zaroye û ji bo bi destxistina destlatiyê, wan her tişt bi kar aniye û bi
sedê hezaran jî xelk dane ber kuştinê; “û rojên wî; (yên ELMUITEMED ku,
têde destlatî kiriye) çarde sal û çar meh bûn, wî yên bi çûk û mezin
dikuştin, û mêr û jin, û dişewitand û hildiweşand, û ew hate Besrayê û
di yek şerî de wî sêsed hezar kes kuşt” [59]. Lê piştî bi destxistina
destlatiyê jî, careke din, destên xwe ji rijandina xwînê ne şûştine û li
ewên ku, ji cîgiriya ji berî wan mane, vegerîne û ew dane ber kuştin û
qirkirinê û wan qet rûmeta ti tiştî negirtî; “.. û ewê ku, jê re digotin
ELQAHÊR, diya cîgirê ji berî xwe bi lingekî bi darvekir, tevî nesaxiya
wê jî û…” [60]. Ev hinek tiştên ku di dîroka Îslamê de pêkhatine û pir
tiştên din hene, bi sedan û hezaran ku, yek nikare wan bijmêr.
Kuştina heval û zanyaran
Di evê movikê de jî, emê nêzîkî mijareke taybet bibin; kuştina xwediyên
yek ayînet û baweriyê. Li gor dîtin û têgihêştinên me, bûyerên di evê
movikê de û tevî ku, ji yên çûne ne hovantirin jî, lê ew bi şêweyeke
tûjtir hizir û mejiyê kesê misliman ji me re xûya dikin; ji ber ku,
kuştina “ewê din”, ewê ne li gor dîtin û bawerî û kartêkirinên te, çanda
herêm û wan qonaxan bû, lê hema ew bighe pileya ku, tu heval û xwedî yek
dîtinê jî bikuje, dê ev hinek pirs li cem mirov peyda bike û bihêle em
gûman bikin ku, ew bi derûn û pisîkolojiyeke ne sax ve girêdayiye û ta
ku, em mijarê ronî bikin, emê hinek nimûneyên balkêş bînin zimên.
1. Kuştina ebdulrehman bin milcêm
Weke me dît ku, hîne di rojên pêşî de ewana li hev nekir û nakokî kete
navbera wan, lê dijberî û şerên giran dê di navbera şîa ELÎ û dewleta
Umewî de derkevin holê û ji wan şeran, şerê Sifîn bû û belkî ew ê herî
giran bû ku, di encamê de, sed û deh hezarî jiyana xwe wenda kir û evê
bêtar û koma hestiyan hêşt ku, hinek ji mislimanan li hember evan
kêşeyan derkevin û wan tev wek gunehkar bibînin û ew biryarekê bistînin,
ku ev hersê kes; Elî bin ebî TALIB û Muawiye bin ebî SIFYAN û Emro bin
ELAAS, gereke werin kuştin, da ku, misliman ji ewê (fitnê) derkevin.
Û wilo sê kes ji evê yekê re têtin amedekirin û her yek ji wan berê xwe
dide welatê ku, ev hersiyên me bi nav kirine, lê destlatiyê dikin, da
ku, her yek ji wan ewî bi destê xwe bikuje. Lê tenê Ebdurihman bin
MILCÊM dikare bi hilpesariya xwe rabe û ew Elî bin ebî TALIB dikuje, lê
rê nakeve wî ku, ew bireve û şîa ELÎ wî dîl dikin; “piştî mirina Elî bin
ebî TALIB bi lêdana hinek derb ji aliyê Ebdirhman bin MILCÊM ve, Ebdelah
bin CEIFER rabû Ibin MILCÊM anî û dest û lingên wî jêkirin û çavên wî jî
korkirin –ew bi hesinê sorkirî kildan– û… fermana jêkirina zimanê wî jî
da…” [61].
ELMESÛDÎ jî li ser evê bûyerê radiwestê û yek ji xwendina çêroka wî
têdighe ku, evên misliman çi kîn li ser hev hilgirtine, heya ku, ew
karibin bi evê hovîtiyê bawermendekî weke Ibin MILCÊM bidin ber kuştinê;
“… û dema xwestin Ibin MILCÊM… bikujin, Ebdulah bin CEIFER got: wî ji
min re bihêlin, ta ku, dilê xwe hûnik bikim, wî dest û lingên wî jêkirin
û mîxek germkir, ta ku bû kuzot û çavên wî pê kildan… û di dû re xelkê
ew bir û di beyaran re xuşandin û di pişt re ew bi petrol şûştin û agir
pêxistin” [62].
2. Kuştina Mihemed bin ebî Bekir
Eger ku, mînaka yekemîn ewqasî di nav mislimanan de ne bi nav û denge,
lê mînaka me ya duyemîn, kesekî nasdare, eger ku, ne ji aliyê xwe ve be
jî, lê bi kêmanî ew lawê ewê yekemînbû ku, li pey MIHEMED çû û baweriya
xwe bi ola nuh anî û ji aliyê din ve jî, ew birayê AÎŞE ye; dayîka
bawermendan a herî zîz li ber dilê MIHEMED ku, hêştibû ew ji mislimanan
bixweze; ew nîvê ayîneya xwe ji wê werbigrin û tevî evê yekê jî, dê
nikaribe xwe ji ewê çarenûsa ku, qet yek nikare bawer bike, bi parêze;
“û di sala sî û heyştan de MUAWIYA, EMRO bin ELAAS bi ser MISIRÊ de
şand… ew û Mihemed bin ebî BEKIR li hev rast hatin –ew kargêrê ELÎ bû–
li cihekî jê re dibêjin MISNAT, wan şer kir û MIHEMED dişke… ew şer
dikin ta ku, MIHEMED tête kuştin… wî dibin û dixin hundir eyarê kerekî û
êgir pêdixin” [63].
3. Kuştina osman bin efan
Qet ne gereke ku, em li ser kesîtî û navdariya nimûneya xwe ya sêyemîn
bi peyivin û bi xwendevanan bidin nasîn, ew ji dijmin û ji berî dostan
re kesekî xwedî nav û denge û ew, bi hebûn û sermiyandariya xwe, roleke
pir girîng, di destpêka mislimantiyê de lîst û hêşt ku, MIHEMED bibe
xwedî pişt. Lê tevî evan nihad û karên wî û salên wî yên di heyştê de
jî, dê nikaribin wî ji ber kuştinê bidin alî û “eger ku Omer bin XETAB
bi destê xortekî Mecosî hat kuştin û êşek di dilê mislimanan de hîşt”
[64]. Lê Elî bin ebî TALIB û Osman bin EIFAN bi destên hevlên MIHEMED bi
xwe hatin kuştin û çi kuştin.
Weke ku dayîkên pirtûkan ji me re salix didin ku, di roja înê 8 zî
elhice sal 35 K. 17 yonyo sal 656 Z. cemawerekî mezin ji mislimanan
derdora mala cîgirê sêyemîn girêdan û jê xwestin dev ji cîgiriyê berde
yan jî dê wî bikujin, “hinek hevalên MIHEMED û lawên xwe bi şorişgeran
re civîn, ewên derdora mala Osman bin EIFAN girêdan** û ew kuştin, di
nav wan de Mihemed bin ebî BEKIR… û ji yên ku xelk li ser evê çêrokê
dihevot, Telhe bin UBEYDULAH û AÎŞE dayîka bawermendan û xeynî wan”
[65]. Helbet ev yeka jî piştî nakokiyin dûdirêj hatibû û ew ne mijara me
ye.
Lê gotina Osman bin EFAN a hertim ji wan re ku, “kirasê XWEDÊ lêkiriye
ti kes, ji bilî wî, nikare jê bike” û wilo pir şandek di navbera
cemawerê serî hildayî û cîgir de çûn û hatin, lê bêyî ku, ew bighên ti
çareseriyan û wilo wan êrîşî ser deriyê kilît kirî kirin û agir pêxistin
û hinek jî di ser dîwarên cîrana re ketin hundir; “Mihemed bin ebî BEKIR
di ser dîwarê mala Emro bin HEZIM re ket cem OSMÊN û digel wî jî Bişir
bin UTAB û Sodan bin HEMRAN û Emro bin ELHEMIQ. Wan OSMAN li ba pîreka
wî NAÎLE dîtin ku, ewî di pirtûkê de sûretê Elbeqera dixwîne, Mihemed
bin ebî BEKIR ket pêşiya wan û bi rihên OSMÊN girt û got: XWEDÊ dest ji
te berda ey NEISEL, -hinekan ev nav li Osman bin EFAN kiribûn û pireka
ji wan û bi rengekî fêrmî bang li kuştina wî dikirin-; û gihîşt ku
aşkere bang li kuştina wî bikin. Li ser zimanê AÎŞE tê gotin: NEISEL
bikujin, neileta XWEDÊ li NEISEL*** be” [66]. Û vaye “Ebdirhman bin OIF
jî, li ser doşeka mirinê, ji hin hevalên xwe re dibêje: Wî bikujin ji
berî ku zordariya wî bêtir dibe” [67].
Û piştî ku ew çedikin ber hev û Mihemed lawê ebo BEKIR tûkên wî dide ber
çavan û jê re dibêje: ka çima MUAWIYA û xeynî wî nayên alîkariya te û
hîne wî riyê OSMÊN bernedane, ew jê re dibêje: “lawê birayê min rihê min
berde, bavê te dê ti caran wilo nekira”, lê MIHEMED vedigerîne û dibêje:
“tiştê ku em dixwezin bi te bikin ji evê yekê bi pirî mezintire û… bi
tîrekî ku di dest wî de bû eniya wî diqelêşe û Kînana bin Bişir bin ÎTAB
destê ku, ji nişkava hinek tîr têde dîtibûn, radike û li bin guhê OSMÊN
dide û wan têvedide, ta ku, di gewriya wî re çedike û di piş re şûrê xwe
hiltîne û wî dikuje. Û dibêjin: Kînana bin BIŞIR bi bastûnekî li eniya
wî da û ew bi aliyekî de qulabt û di dû re Sodan bin Hemran ELMIRADÎ ew
bi şûr kuşt. Hema Eimro bin ELHEMIQ jî hulpekî ser sîngê wî, û hîne
hinek nefes di wî de ma bû, û neh derb lêdan û got: Sisê ji wan min ji
bo XWEDÊ lêdan, hema şeşên din min ji bo tiştên ku, di sîngê min de, li
ser wî” [68].
Û dibêjin dema wan bi tîr û şûran li wî dida, wî hîne Quran dixwend û
evê yekê hêşt ku pirtûk di xwînê de bimîne û hinekan jî xwest seriyê wî
jêkin, lê hinekên din rê neda, nemaze piştî ku NAÎLA xwe avête ser
cendekê wî, lê dîsan jî nikarî rê li ber Uimeyr bin DABI bigre ku,
hilnepeke ser sîngê wî û hin parswên wî neşkîne tevî ku, ew miriye jî û
bi derketina xwe re ti tiştî li hundirê wî nahêlin, tevî rêşdikin û
dibin, ta bighe xeftanê NAÎLE û pîrekên din û hinek jî gotin û destan
davêjin wan, ji bilî kuştina çend kole û xizmekarên mala OSMÊN… û wilo
perde bi ser çêrokeke din ji yên mislimanan tête berdan. (ji bo ku
xwendevan bi ferehî li ser evê mijarê raweste, em wî vedigerînin pirtûka
“Zî Elnoreyn Osman bin EFAN”, ji rûpelê 187 ta rûpelê 224 an). Û rojek
dê were ku, kurê Osman bin EFAN û li ser destê cîgirekî mislimanan; Ebî
Ceifer ELMENSÛR hezar qayîşî buxe.
Êşkencekirina zanyaran
Carina ev pirs ji rewşnbîrê Ereb tête kirin; çima dengê wî li ber
destlatan nizime û ew weke rewşenbîrên miletên din nikare li hember evê
destlatiya kor raweste û bihêle weke ku, li ser rojnamegeriyê tête gotin
ku, ew destlatiya çaran e, ew rola xwe bistîne û evan serok û
fermandaran tazî bike û bihêle miletê Ereb li hember wan û nîrên wan
rabe. Belê, em pir caran evê pisê di ragihandinên erebî de dibhîsin, lê
li gor dîtinên me hîne bersivên rasteqîn nehatine dayîn û ew jî ne ji
ber ku, rewşenbîrên wan ên zîrek tinene ku evê bersivê bidin, qet na, lê
em dikarin ewê bersivê di hundirê evan çêrok û bûyerên çûne û yên bên de
bibînin.
Milet û imperetoriyek, “şaristaniyek” weke ya mislimantiyê ku, ji pêşî
de, li ser tirs û xwînê rabe, dê helbet çand û kesîtiyeke revok weke ya
“me” peyda bike. Weke me dît ewana ne tenê “ewê din” dane ber kuştin û
talanê, lê heya heval û hogir jî. Û wan bi ewê yekê tenê nekirine jî, lê
heya zanyarên xwe jî dûrî evê cergeya tirsê nehêştine û bi sedan çêrok û
bûyerên êşkencekirin û kuştiyariyê, ewên di dermafê zanyaran de, ji me
re hîştine; “OSMAN li Ebdulah bin MESÛD, hevalê bi rûmet, xist ta ku ew
fitiqî kir û hêşt têkeve nivîna mirinê û mir û Ebo Zir ELXEFARÎ… jî ji
Midînê koçkir û hêşt li beyabaneke rût; Elrebze ji tî û birçîbûna re,
bimre” [69].
Helbet ne tenê OSMAN, di evê çêrokê de gunehkare; “Elzubêr bin ELEWAM…
li hember ELÎ, di bûyera Elcemel de, şer kir û gava ji cengê direve Omer
bin CERMOZ rastî wî tê, seriyê wî jê dike û ji pêşew ELÎ re tîne (S.) di
sala 36 a koçî de” [70]. “Û MÛTESÊM jî sî û heyşt xizêranan li Ehmed bin
HENBEL dide, da ku, bêje Quran çêkiriye” [71]. Û yekî din; ELXERCÎ ku ji
nivîskarên bilind bû, dê di jiyana xwe de şeş hezar sîle ji cîgirekî
pûşt weke ELMITEWEKÊL buxe. (vegere Miroc Elzeheb, C. 4, R. 102). Û
êşkenciya ELMENSÛR ji Ebî HENÎFE re û zindankirina wî û lêdana ji wî re
û li dawiyê pê vexwerdina jehrê… û lêdana ELMENSÛR ji MALÊK re û ew tazî
bêyî ku, ti tişt şermîniyên wî veşêrin, da ku, wî riswa bike” [72].
Lê ev bûyer tev li aliyekî ne û bêtara ku Ibin ELMUQEFEI pê hatiye
kuştin li aliyekî dine û ji bo sedemekê ku, dihêle rewşenbîrên Ereb qet
newêribe yek gotinê li ber destlatên xwe bêje û ev çêrok, digel ên çûne
û bi şêweyeke beloq bersiva newêrekiya rewşenbîrên Ereb dide; “û… Ibin
ELMUQEFEI jî pirtûkeke biçûk, lê bi sûdeyeke pir mezin û bi navê
“Rîsalit Elsehabe” ji MENSÛR re şand, têde temiyan li cîgir dike ku,
çawa alîkar û berdestên xwe vebjêre û bi konevaniyeke durist, bi cemawer
re, bide û bistîne û ew di temiyên xwe de pir bi zimanekî nerim û
diltenik axivî bû û ne dûre ku, dayîna xelat û hin pereyan ji MENSÛR
tika dikir, û belkî qet bawer ne dikir ku, tenê dayîna hin temiyan,
gunehekî mezine li ba ELMENSÛR û… seza ewê ku, rola xwe derbas bike, dê
weke ya Ibin ELMUQEFEI be, ewê ku, dest û lingên wî, parî bi parî,
jêkirin û li ber çavên wî li ser êgir bijartin û bi zorê hêştin ew, parî
bi parî, buxe ta ku… dimre û ne dûre, û ewî laşê xwe bi fermana mîrê
bawermendan duxe, ku pirsî be; çi mîr û çi bawermend” [73].
Û ne dûre ku pirsî be, çi bawermendî û çi mislimantî û çi surûş û… ta çi
XWEDÊ jî, vêca em jî dipirsin û piştî evê bûyerê, dê ti kes wêribe li
ber cîgir û destlatan dengê xwe bilind bike û ji wan re bêje: na. Eger
ku, hinekên din ên serhişk hebin jî, dê çarenûsa wan ji ya Ibin
ELMUQEFEI ne çêtir be; “… û li ser ELWASÊQ jî tê gotin ku, wî Ehmed bin
Nesir ELXUZAÎI, yek ji mezintirîn gotûbêjên gotinan, di dîroka Îslamê
de, ku di bendan de girêdayî (û) ji Bexdayê anî Samura û li ser Quranê
jê pirsî, wî got: ne çêkiriye… hêşt hêrsê ELWASÊQ rabe û şûr xwest û
got: Eger ku ez rabûm kes bi min re ranebin… derbek li kepira wî da û
ferman da, ku seriyê wî vegerînin Bexdayê û li wir bi dar vekirin û laşê
wî jî li Samura, ta şeş salan xaçkirî ma” [74].
Emê bi çêroka kuştina Ibin ELMUQEFEI dawiyê li evê movikê bînin, ne ku
di dest me de ji bilî wan tinene, lê ji ber ku em, ji aliyekî ve,
naxwazin pir dirêj bikin û ji aliyê din de jî, ev bûyerên ku me anîne
zimên, wêneyeke sayî dane xwendevan ku, çanda mislimantiyê ta çiqwasî di
pêvajoya tirs û xwînê de çûye; “li vir emê rawestin… lê tenê bese ku,
çavên sê cîgirên, di pevdemekê de, hatin korkirin û perçiqandin û ew jî,
ELQAHÊR û ELMUTEQÎ û ELMUSTEKFΔ [75].
Kuştina dîlan û lîstina bi cendekan
Weke em dizanin ku, di hemû deman de, hinek mafên dîlan hebûn û heya
çiqwasî dijmantî heba jî, ewana rûmeta dîlan digirtin û ev yeka sinc û
pêgirteke civakî bû û rêzgirtina ewê, di navbera şerkaran de, dihate
girtin. Lê heya ev jî, li ba mislimanan, ne hatiye rêzgirtin û ji aliyê
nimûneyê wan ê herî pêş, MIHEMED bi xwe; “Nedir bin HARÊS tête kuştin,
Elî bin ebî TALIB wî dikuje. Û ji wir derket, ta gihêşt Eirq Elzebiye,
wî Eiqbe bin ebî MEÎT kuşt û gava EIQBE ji pêximberê XWEDÊ (S.), demê ku
ew fermana kuştina wî dide, dipirse: MIHEMED kiyê ji zaroyan re bimîne?
Ew dibêje: agir…” [76]. Ango dilovniya wî; “pêximber” ji zaroyan re jî
nîne.
Li aliyê din û piştî ku misliman dibin du kêşeyên rikbir, ev çanda han û
sinca kuştina dîlan bi rengekî bernameyî tête bi karanîn; “û ELMUXTAR
bang kir… û rê li pêş şîa vebû ku, ewên ELHUSÊN kuştine bikujin û di
pêşî de dest bi kuştina dîlan bû û di dû re jî bi serekên ku, di ber
Kerbela yê de berpirsiyarin, ew ji cihveşarên wan bi derxistin û
kuştin…” [77]. Û “MUSIEB –bin ELZUBÊR– hemûyên ku, xwe dane dest, kuştin
û weke dibêjin; hejmara wan di navbera şeş û heyşt hezaran de bû… û wilo
navê serbir ku, lêbûbû di cihê xwe de hat… lê tiştê ku, bêtir hêşt xeyd
li ser MUSIEB çêbibe, kuştina wî ji jina ELMUXTAR re… û MUSIEB bi ser de
jî ferman da û destê ELMUXTAR jêkirin û di rex mizgeftê de hate
mîxkirin” [78].
Û ji berî ku şerê ELCEMEL dest pê bike jî, hinek ji hevalên MIHEMED, û
di bin serkêşiya AÎŞE de, diçin BESRA, lê kargêrên ElÎ wan digrin û
rihên wan jê dikin û dema ew dixwezin gencîneya mislimanan bidizin û
parêzerên wê nahêlin, ew şer dikin û “heftê mêr tête kuştin, ji bilî
birîndaran, û pêncî ji ewan heftiyî piştî ku, ew hatibûn dîlkirin, hatin
serjêkirin” [79].
Dîl û ew di şer de hatiye girtin û belkî yek riyê ji xwe re bibîne û wî
bikuje, lê hema tu rabî û şandekan jî bikujî; dema ku, Ebeydulah bin
ZIYAD ji şandekê Elhusên bin ELÎ dixweze ku, li ser diyarokê sixêfan ji
ELÎ û kurê wî ELHUSÊN re bide û ew ne tenê wilo nake, lê bi ser de jî
pesna wan dide û sixêfan ji wî û bavê wî re dibêje, ew wî digre û tîne
koçka xwe “û Ubeydulah bin ZIYAD fermanê dide ku, ew ji jorî koçka wî de
bête avêtin, ew avêtin, ew hûr dibe û dimre” [80].
Lê evana ne tenê rûmeta dîl û şandekan negirtiye û gihîştiye radeya ku,
ew bi cendekê ewê mirî jî bilîzin; “Hind bint UTBE û jinên pêre gihêştin
wir û dest bi lîstina bi cendekê hevalên pêximber (S.) kirin, poz û
guhan jêdikin; gihêşt ku HIND, ji poz û guhên mêran, gerden û xilxalan
çêbike û… sîngê HEMZE diqelêşe û cîgerê wî dicû…” [81]. Û evê yekê hêşt
ku MIHEMED bibêje: “eger ku XWEDA hêşt ez li deverekê ji deveran bi ser
Qureyş kevim, ezê bi sî mêrî bilîzim” [82]. Ango, eger ku ew di şerekî
xwe yê digel Qureyş bi ser bikeve, ewê bi cendekê sî mêrî ji ewên wan
bilîze û ev ji me re dide nasîn ku, MIHEMED bi xwe jî, dûrî ewê sinciya
ku rûmeta dîlan û cendekên kuştiyan digirte.
Serjêkirin û çanda mislimantiyê
Weke di hemû çêrok û bûyerên ku, bi me re derbasbûne, me dît ku, sinc û
pêgirta serjêkirinê li ba mislimanan karekî rojaneye û yek dikare bibêje
ku, ew zaroyên xwe li ser ewê sinciyê perwerde dikin û em nikarin yek
kêşeyê weke yeke awerte û dûrî evî karî bibînin; “… û wilo Ibin XUBAB
birin ber avekê û ew û jina wî ya pêre serjêkirin û pir kes bi vê rengî
kuştin” [83]. “… ketin pey Qitrî bin ELFUCAE ta ku, li Teberistanê
gihêştin wî, şer bi wî re kirin û… ji ser hespê xwe de kete devê
geliyekî… û hinekan ew dît û kevirek bi ser wî de berdan… ew kuştin û
Ebo Elcehim bin Kînane ELKELBÎ seriyê wî ji HECAC re dibe û di pişt re
jî ji Ebdul Melêk bin MERWAN re tîne” [84].
Û yek ji cîgirên ku, pir serî jêkirine Ebdulmelêk bin MERWAN e û kargêrê
wî Elhecac bin Yosêf ELSEQEFÎ ku, li ser dema wan pirekan seriyên xwe
wenda kirin, weke: Emro bin SEÎD û Ibrahîm ELEŞTER û Îsa bin MUSEB û
dighêje ku, ELMESÛDÎ binivîse; “… ji Ebî Muslêm ELNEXEÎ, wî got: Min dît
ku seriyê ELHUSÊN anîn û li mala Elkofê di nav destên Ubeydelah bin
ZIYAD e danîn, û paşê min dît seriyê Ubeydelah bin ZIYAD anîn û li ewê
cihî di nav destên ELMUXTAR de danîn û di piş re min dît seriyê ELMUXTAR
anîn û di nav destên Museb bin ELZUBÊR de danîn û di dû re min dît
seriyê Museb bin ELZUBÊR anîn û di nav destên EBDULMELÊK de danîn” [85].
Û ji bo firehkirina mijarê, xwendevan dikare vegere (Miroc Elzeheb,
cildê sêyemîn, rûpelên ji 99 ta 117) e. Ne tenê wilo lê xweştirîn
kêfxweşiya wan bi rijandina xûnê û serjêkirinê dihate cih.
Pisîkolojiya kujyariyê
Piştî evan çêrok û bûyeran, em dikarin çanda mislimantiyê weke çanda
tirsê bi nav bikin, ewa ku mirovê misliman li ser derûn û pisîkolojiya
kuştin û wêrankirinê perwerde dike û eger ku, yek li çêroka jiyana Busir
bin ERTAT vegere, dê pisîkolojiya yê misliman nasbike: “Di salên çel û
şeşan de MUAWIYE, Busir bin ERTAT digel sê hezar leşker bi ser Midînê de
dişîne… û li ser diyarokê, wan bi kuştinê azar dike, eger ku, ew MUAWIYE
weke cîgir nepejirînin û… ji wir diçe Mekê û di dû re jî Yimenê û li wir
Ubeydelah bin ELEBAS hebû, ew jê derdikeve û… herdu lawên xwe EBDURIHMAN
û QESEM li ba diya wan Ciweyriye bint Qariz ELKÎNANÎ dihêle, BUSIR wan û
xalekî wan dikuje… û BUSIR li Midînê û di navbera herdu mizgeftan de pir
xelkên ji Xuzaa û xeynî wan kuştibûn, û dîsa li Cirif pir xelk ji mêrên
Hemedanê kuştibûn, û li Senaayê xelkin pir kuştibûn, wî bes dibhîst ku
yek piştgirê ELÎ ye ew dikuşt” [86].
Belê, eger ku, tenê em li çêroka jiyana Busir bin ERTAT vegerin û
binirin, ka ew çawa mir, emê pisîkolociya mislimanan nasbikin. “…
kalemêr li dawiyê dixerife û mêjiyê xwe winda dike û ew bi şûr tête
nasîn, wî, ji xwe bi dûr nedixist, jê re şûrekî textî çêkirin û eyarek
(meşkeke eyarî) jê re werimandin, wî lêdida û her ku, ew diqetiya bi
yeke nuh diguhartin. Wî bi ewî şûrî li ewê meşkê dida ta ku, ji binî
mejiyê xwe wenda kir û gûyê xwe dixwar …” [87]. Hezkirin û pêvegirêdana
BUSIR bi ewî şûrî ve derûn û kesîtiya yê misliman ji me re aşkere dike
ku, ev çanda mislimantiyê çiqwasî yekî ber bi xwînê têve dide û ev bi
xwe jî ji me re şirove dike ku, çima ev hêzên teror tev bi Ola
Mislimantiyê ve girêdayîne û em îro karên wan dibînin.
Şêweyên kuştin û êşkenciyê
Eger ku tenê em li rê û şêweyên ku, mirov pê dihatin kuştin vegerin, emê
nasbikin ku ev çand; çanda mislimantiyê li ser çi ava bûye û çi dihêle
ew di roja îro de û bê pirs û dadkirin “ewê din” bidin kuştin û bi evan
riyên hovane. Û em li jêr hinek rê û şêweyên ku, wan û heya nuha jî bi
kar tînin, bînin zimên:
1. Kuştina bi derbên şûr û xenceran, ev rê jî di şer û cengan de bi kar
tête.
2. Serjêkirina bi şûr û ev a bêtir bi kar tê.
3. Guvaştina gunên mirov ta ew dimre.
4. Xistina mirov navbera du dar, textan û guvaştina wî, ta ku ew tête
pelixandin.
5. Bihingirtina yekî; çi bi danîna destan ser devê wî yan jî bi riya
balîv û cilikan.
6. Derzîkirina bi ava gerim; kuştina cîgir ELMUITEZ.
7. Werimandina bi berdana bê di damaran re û kêrkirina wan da ku, xwînê
bi xortî birjîne.
8. Xistina jehrê hundir xarinê; kuştina Hesen lawê ELÎ.
9. Lêdana bi çov û xizêranan ta ew dimre; kuştina Beşar bin BURD.
10. Jêkirin û hûrkirina mirov û hilkirina regezên wî yek bi yek.
11. Xistina mirov hundir laşeyekî gemirî, ta ku kurimên ewî laşî bere wî
jî bikin.
12. Bijartina mirov, weke dewarekê, li ser êgir.
13. Xistina mirov li ser seriyê wî hundir kortekê de da ku, “canê wî di
paşiya wî re derkeve”.
14. Girêdana yekî li ser koşka mîr û berdana tîran ser wî ta ew tête
kuştin.
15. Avêtina yekî û ew hîna nemiriye ji ser koşka mîr de.
16. Hêştina yekî tî û birçî di hundirê zindanan de û hilweşandina
dîwaran bi ser wan de.
17. Xistina yekî hundir sindoq û metmûran de; mîna bi Elewiyan dikirin.
18. Xazûqkirin; xistina dar an jî hesinekî di paşiya wî de û derxistina
di dêv re.
19. Gurandina mirov weke qurbanan û jêkirina koştê wî.
20. Nehêştina ewê dîl û girtî ku, raze.
21. Korkirin û kildana çavan bi şîşeke sorkirî bi êgir.
22. Bi darvekirin û xaçkirina “ewê din”, piştî serjêkirinê.
Gotina dawî
Li dawiya evê vekolîna xwe, em dixwezin hinek pirs derxînin holê; gelo,
evê ku li ser çandeke wilo hatiye perwerdekirin û hêştiye ew ji sîka xwe
bitirse, dê wêribe li pêş evan rêjîman derkeve û serî hilde; ango dê hêz
li ba wî hebe ku, hinek guhertin derbasî hundir civaka misilimantiyê
bike û rê li pêş evan hêzên teror û pêla kevneşop bibire.
Piştî me dît ku, çiqwas bêtar û komkujî bi navê evî XWEDA yî hatine li
darxistin, gelo ka pêdiviyên me bi yekî wilo dê çibin û ka ev mislimanên
ku, bang li hişmendiyê dikin ewê karibin xwe ji şûnmayiya Îslamê rizgar
bike û wan çêrokan weke efsaneyên bapîran bixûnin û ne weke rasteqînên
jiyanê yên “pîroz”.
Ev cemawerê bawermend, dê çawa karibin piştî hezar û çarsed sal û wilo
bi hêsanî, dev ji XWEDA û çêrokên wî berdin û ka çi derfet dê ji evan
pêlên misliman ên nîv-nîv re hebin ku, nehêlibin ev cemawer, pariyekî
hêsane be, ji pêlên kevneşop re û ew karibin li şûna YEHO yê Tewratê; ew
Xwedayê şer û cengan, Xwedayekî dilovan, yekî bê kîn û kuştin û dojeh
bidin afrandin.
Pirseke din xwe bi hêz derdixe pêş her ewê ku, li ser dîroka dewleta
Îslamî radiweste; gelo ka “Pêximber”, di pêşî de, xwedî pirojeyeke
şaristanî bû û ew piştî xwendin û têgihêştineke kûr, ji hemû kartêkirên
serkeftina şoreşekê re, gihêştibû ewê baweriyê ku, dem gihêştiye û
gereke ew ji aboriya êlî derbasî ya bajarvaniyê bibin, an ew weke xwedî
xwenerojekan, ji ewan pêrûtan, ku dixwestin hinek dadvanî di civakeke
nifşî de pêk bînin. Û pirs li ba yekî kom dibin, lê em di ewê baweriyê
de ne ku, bersiva evan pirs û pirsgirêkan û çareserkirina piroblêmên me,
tenê di yasan û qanûna ku, dihêle ol û dewlet ji hevdu cuda bibin de ye
û weke em dibînin, dem hatiye ku, hêzên pêşverû û komeleyên civaka sivîl
bilivin, da ku, em karibin bingeha civakeke bê kuştin û zordarî bidin
damezrandin.
* * * * *
Gîre
1. Riyad Elsalihîn, R. 320.
2. Ellah wel Însan, R. 31.
3. Qis û Nebî, R. 164.
4. Dîn Elînsan, R. 91.
5. Miroc Elzeheb C. 1, R. 36.
6. Miroc Elzeheb C. 1, R. 67.
7. Quses Elquran, R. 302.
8. Pirtûka Quranê
9. jêdera berê
10. “ “
11. Pirtûka Enecîlan
12. Jêdera berê.
13. Miroc Elzeheb, C. 1, R. 202.
14. Telbîs Iblîs, R. 102/106.
15. Tehzîb Sîrit bin Hîşam, R. 198/207.
16. Tehzîb Sîrit bin Hîşam, R. 212.
17. Zî Elnoreyin, Osman bin EFAN, R. 94.
18. jêderê berê, R. 96.
19. Miroc Elzeheb, C. 4, R. 60.
20. Muitemer Ulemai BEXDAD, R. 113.
21. jêderê berê, R. 114.
22. jêderê berê, R. 114.
23. Elheqîqa Elxaîbe, R. 87.
24. Elşîe beyn Elheqaêq Welewham, R. 89.
25. Miroc Elzeheb, C. 2, R. 375.
26. Elşîe beyn Elheqaêq Welewham, R. 57.
27. M. U. BEXDAD, R. 134
28. Elşîe beyn Elheqaêq Welewham, R. 34/35.
29. F. FODÊ, R. 96.
30. Elxewarêc Welşîa, R. 261.
31. Elxewarêc Welşîa, R. 260.
32. Miroc Elzeheb, C. 3, R. 218/219.
33. Elxewarêc Welşîa, R. 175/177.
34. Miroc Elzeheb, R. 380.
35. “ “ R. 404.
36. Elşîe beyn Elheqaêq Welewham, R. 205/208.
37. Miroc Elzeheb, C. 3, R. 69.
38. Elxewarêc welşîa, R. 194/195.
39. Eşîa beyn Elheqaêq Welewham, R. 90.
40. Miroc Elzeheb, C. 3, R. 70/71.
41. jêderê berê, C. 3, R. 304.
42. “ “ , C. 3, R. 310.
43. Elxewarêc Welşîa, R. 41.
44. “ “ R. 42.
45. jêderê berê, R. 57/59.
46. M. U. Bexdad, R. 123/124.
47. Eheqîqa Elxaîbe, R. 80.
48. Elşîa beyn Elheqaêq Welewham, R. 89/90.
49. M. U. Bexdad, R. 92.
50. Elşîa beyn Elheqaêq Welewham, R. 104.
51. Miroc Elzeheb, C. 3, R. 134.
52. Elşîa beyn Elheqaêq Welewham, R. 90.
53. Miroc Elzeheb, C. 3, R. 132.
54. jêderê berê, R. 175.
55. Elheqîqa Elxaîbe, R. 95.
56. “ “ R. 98.
57. “ “ R. 103.
58. Elşîa beyn Elheqaêq Welewham, R. 199/200.
59. Miroc Elzeheb, C. 4, R. 209.
60. Elşîa beyn Elheqaêq Welewham, R. 90/91.
61. Elheqîqa Elxaîbe, R. 68.
62. Miroc Elzeheb, C. 2, R. 426.
63. “ “ , C. 2, R. 420.
64. Elheqîqa Elxaîbe, R. 25.
65. Muitemer Uilemai Baxdad, R. 74.
66. Elheqîqa Elxaîbe, R. 24.
67. “ “ , R. 41.
68. Zî Elnoreyin Osman bin EFAN, R. 187/194.
69. M. U. BAXDAD, R. 77/78.
70. M. U. BEXDAD, R. 85.
71. Miroc Elzeheb, C. 4, R. 52.
72. Elheqîqa Elxaîbe, R. 107.
73. “ “ , R. 108.
74. “ “ , R. 127.
75. “ “ , R. 132.
76. Tehzîb Sîrit bin Hîşam, R. 149.
77. Elxewarêc Welşîa, R. 222.
78. Elxewarêc Welşîa, R. 231.
79. Miroc Elzeheb, C. 2, R. 367.
80. Elxewarêc Welşîa, R. 170.
81. Tehzîb Sîrit Ibin HÎŞAM, R. 166/167.
82. jêderê berê, R. 168.
83. Elxewarêc Welşîa, R. 40.
84. Elxewarêc Welşîa, R. 108).
85. Miroc Elzeheb, C.3, R.117.
86. Miroc Elzeheb, C. 3, R. 30.
87. Miroc Elzeheb, C. 3, R. 172.
المراجع والمصادر:
1. الإمام أبي زكريا يحيى بن شرف النووي الدمشقي، رياض الصالحين.
2. كارين آرمسترونغ، الله و الإنسان، دار الحصاد للنشر و التوزيع – الطبعة
الأولى، دمشق 1996م.
3. فراس السواح، دين الإنسان، منشورات دار علاء الدين – الطبعة الأولى،
دمشق 1994م.
4. أبي الحسن علي بن الحسين بن علي المسعودي، مروج الذهب ومعادن الجوهر،
دار المعرفة – بيروت.
5. أبو موسى الحريري، قس و نبي – بحث في نشأة الإسلام 1997م.
6. محمد أحمد جاد المولى، قصص القرآن، دار القلم العربي بحلب – الطبعة
الثانية 1993م.
7. كتاب القرآن، مكتبة الملاح – دمشق 1960م.
8. الكتاب المقدس, كتاب الحياة – الطبعة الثالثة 1988م.
9. الإمام أبي الفرج عبد الرحمن بن الجوزي القرشي البغدادي، نقد العلم
والعلماء أو تلبيس إبليس، عني بنشره و قدم له و خرج أحاديثه محمود مهدي
أستانبولي، دمشق 1976م.
10. عبد السلام هارون، تهذيب سيرة ابن هشام، الطبعة الثامنة – بيروت 1981م.
11. محمد رضا، ذي النورين عثمان بن عفان، الخليفة الثالثة، دار الكتب
العلمية – الطبعة الثانية، بيروت 1982م.
12. شبل الدولة مقاتل بن عطية الحجازي، مؤتمر علماء بغداد، لجنة سيد
الشهداء الخيرية – الطبعة الثانية، الكويت 2003م.
13. د. فرج فودة، الحقيقة الغائبة، الهيئة المصرية العامة للكتاب 1992م.
14. محسن الأمين، الشيعة بين الحقائق و الأوهام، منشورات مؤسسة الأعلمي
للمطبوعات – الطبعة الثالثة، بيروت 1977م.
15. يوليوس فلهوزن، الخوارج و الشيعة، ترجمة: عبد الرحمن بدوي، مكتبة
النهضة المصرية – القاهرة 1958م. |