Hişmendî di mejiyê serokatiya Tevgera Kurd de
Hêlîn Remê
efrin.net, 23.08.2004
Di xebat û bizava gelan de navend û nîşanên serekane peyda dibin. Di
wan deman de, pêwist e rêber û berpirsiyarên gel bi hişmendî û zanebûn
dermanan ji êş û birînan re nas bikin. Ew jî vedigere zanebûn û
têgihiştbûnê, digel serpêhatî û baweriyên wan bi kêşa gelê wan, lê eger
ew sinc peyda nebin, wê timî ew gel di bin stem û destan de bimîne, û
rizgariya wî dê bi paş keve.
Bêguman gelê kurd pir qonax û dem borandine, dîroka wî jî bi rûdan û
bûyerên giring û mezin mişt e, lê mixabin heya wekî îro ew bûyer li gor
berjewendiya gelê kurd ne hatine qezinckirin, ji bilî ezmûna birayên me
li Başûr. Di baweriya min de, sedemên vê neqezinckirina ewan bûyer û
fersendan, bi kurtî, di van xalan de diyar e:
1. Bawerî bi ramanên Olperestî, nemaze yên ola Islamî, ya ku bû berhema
damezrandina bîst û çar dewletên erebî, digel herisandina gelek gelên
Rojhilata Navîn û Bakurê Efrika,
2. Wan bîr û baweriyên Olî kir ku kal û bavpîrên me li netewatiya xwe
binêrin wekû xebateke dunyayî, lewra armanc û xebata wan a bingehîn û
serekane bû belavkirina Ola Islamî, û rastiya vî karî jî diyar û belo ye
di dîroka muslmantiyê de, ku bi hezaran navên zanyar û mêrxasên Kurdan
hene,
3. Piştî belavbûna ramanên sosyal û serkeftinên Şoreşa Oktober li
Rûsyayê wê ramanê jî riya xwe di mejiyê Gelê me de dît, bi hêviya ku wan
ji bin destên dagîrkeran rizgar bike. Mixabin wê baweriyê hêlîna xwe di
mejiyê zane û rêberên Kurdan de çê kir, û ya herî xerab ku armanca wan
bû belavkirina ramanên sosyal, wekû ku berê Ramanên Olî belav dikirin.
Navên Kurdan jî di vî warî de pir in, dîse Rûsan mîna Ereban, dor 15
dewlet ji xwe re damezrandin, di bin siya ramanên sosyal. Em dikarin
bêjin ku Kurd yekemîn milet bû ku di nav wan dewletên Sovyêtê de hate
windakirin.
Diyar e ku perwerdekirina gelê me li ser pêkanîna berjewendiyên miletên
din e, yên ku daxwaz û armancên xwe bi pîlan û xap û rîp bikar tînin.
Eger em bigerin û li dîroka gelê xwe bikolin, emê bi sedan fersendên
windakirî bibînin. Bûyera herî giranbuha û giring di Adara derbasbûyî de
bû. Ew bi xwe xaleke sereke ye di rêveçûna xebata gelê me de li vî
parçeyî. Bi xwe ew bûyer wekî pilaneke qirkirina gelê kurd bû, lê "war
ew war bû, buhar ne ew buhar bû" – xort û keçên me bi mêranî berevaniya
xwe kirin, sing û serê xwe dan ber guleyên şovenistan, êdî hew sutûxwarî
qebûl kirin... Bi vê kiryar û xebata bi rûmet gelê me rêberê xwe berî
dijminê xwe veciniqandin û li hemû deverên kurdî, û li hemû cihên ku
Kurd lê cihwar bûne, dest bi serhildanê kirin.
Wekî em tev dizanin gelê me li vî parçeyî bûye xaka çandiyê ji hemî
raman û rêxistinên Kurdên parçeyên din. Bi taybetî du rêxistinên
kurdistanî dost û layingerê wan li vir pir in, ew jî bi navê (Apoçî û
Berzanî), di cadên Qamişloka rengîn de wêneyên Şana herdû ramanan hatin
bilindkirin: wêneyê Seydayê Berzanî û wêneyê Ocelan, di gel wêneyên
şehîdên serhildanê (hindik bûn). Lê ya herî pak û rind ev bû: Kesên ku
wêneyê Berzanî hilgirti bûn bandikirin "bijî serok Apo", û yên wêneyê
Ocelan ligel wan bûn qîr dikirin û digotin "Bijî serok Mesûd". Evê yekê
yekîtiya gelê kurd diyar kir. Pê re jî ev nîşan dide ku bandora
rêxistinên me li milet pir kêm e; lê gel wê bi rêberê xwe re be, gava ew
di xebatê de li pêş bin.
Serhildana Qamişlo bi xwe dijî pilana rêjêma Sûriyê bû, ya ku bi hemî
cûre û awayan li dijî serkeftinên gelê me radiweste, ev pilan hat
wênekirin li ser astê serokatiya vê rêjêmê li Şamê, li gor ku hin serbaz
û leşkerên rêjêmê diyarkirine, biryara guhestina wan ji herêmê hundir
ber bi herêmê Kurdan ve ji 01.03.2004-ê de ye. Ev biryar ji ber van
destkeftiyên jêrîn hatiye standin:
1. Ketina rêjîma be’s li Bexdayê (nimûneya rêjîma Şamê)
2. Biryarkirina yasaya federaliyetê li Îraqê
3. Ahengên me di roja jina cîhanî de bi eşkereyî bûn, û berê jî
xwepêşandanên ku me li Şamê li dar xistine û me doza çareserkirina kêşa
gelê xwe dikir.
Evan xalan kir ku rêjîma şoven li dijî gelê me har û gur bibe û di roja
12.03.2004-an de hin ji dost û layingerên Sedamê xwînmij rêkirin nav
cadên Qamişlo. Wan jî bi deng û qîrên bilind dev avêtin şanên Kurdan, û
serkeftin ji Flûca re xwestin.
Bawer im eger xort û keçên me şêwra xwe bi rêberê me kiri bana, wê wiha
bersiva wan bidane: Dev ji wan berdin, û tiştekî nekin. Ev bersiva jî dê
di bin navê hişmendî û zanebûnê de bihata danîn.
Xala yekem ji pilanê hatina layingerê Sedam bû, wekî me li jor anî
zimên. Xala diwem jî hatina parêzerê xwînrêj Selîm Kebûl bû, dema dest
bi kuştinê kir, êdî partiyên me hew dikarî bûn milet rawestînin, lê dîsa
erka xwe ji rêjîmê re pêkanîn, dema bangewazek dan gel ku xwepêşandanan
rawestînin. Berevajî rêberên me, rêjîma şoven pilanên xwe kêlî bi kêlî
berdewam dikirin. Bi awakî rêjîm bi serket, gava cardî miletê kurd
çavtirsandî kir, ev jî diyar bû di çelrojiya şehîdan de.
Bêguman hîn fersend li pêş me vekirî ne, pêwist e em gelê xwe biparêzin
û dîsa wî vegerînin mêraniya wî li rojên pêşîn ji serhildanê. Gerek e
hemî rêxistin, partî, siyasetmedar û rewşenbîrên me di van rewşa de
bixebitin:
1. Parastina yekîtiya helwesta siyasî.
2. Xebat ji bo yekbûna rêxistnên nêzîkî hev, û kêmkirina hijmara
partiyan.
3. Xurtkirina têkiliyan di navbera rewşenbîr û siyasetmedaran de.
4. Piwist e xwepêşandan berdewam bikin, û bi awakî aştiyane û gur, ta
pêkanîna daxwaz û aramancên gelê me.
|