Li ser pirtûka
“Bingehên rêzimana kurdî”
ya Kamiran Bêkes

Lokman Polat
efrin.net, 23.08.2004
Ez zimanzan nînim, lê zimanhez im. Ez ji zimanê kurdî hez dikim û ez
bi kurdî dinivîsim û dixwînim. Yek, didu ne tê de, hetanî niha çi
pirtûkên kurdî derketine, min di nav bîst salan de xwendine. Ji xwe
kovarên kurdî yên ku min ne xwendine, tunin.
Di hêla lêkolîna li ser pirs û pirsgirêkên zimanê kurdî û fêrbûna
rêzimanê kurdî de qelsiyek heye. Di vê hêlê de gelek kêm lêkolîn hatine
kirin û pirtûkên ku hatine weşandin ji tiliyên du destan nabore. Weha,
carna di çend salan de carek te hew dît pirtûkek li ser zimên hate
weşandin. Pirtûkên ku hatine weşandin jî ji bo çareserkirina pirs û
problemên ziman têr nakin. Lewre jî divê di vê hêlê de lêkolînên
berfireh bêne kirin û pirtûkên fêrbûna rastnivîsîn û rêzimanê (gramatîk)
kurdî bêne nivîsîn û pirtûkên weha bêne weşandin.
Di hersê perçên Kurdistanê de çend pirtûkên gramerê hatine weşandin, ez
nizanim, lê ez dizanim ku li Kurdistana Bakur pirtûkên ku di derbarê
gramerê de hatine weşandin, çend lib in. Helbet li Kurdistana Başûr û
Rojava jî miheqeq pirtûkên rêzimanî hatine weşandin. Lê, ji ber cudabûna
alfabeyê Kurdên Bakur ji wan tu sûdê wernagrin. Şansê me jî ev e ku
Kurdên Kurdistana Başûrê rojava alfaba Latînî/Kurdî bi kar tînin, ew bi
tîpên Muhamedî nanivîsin û lewre jî Kurdên Bakur ji hemû xebatên wan yên
çandî, wêjeyî û zimên feydê dibînin.
Nivîskarê pirtûka bi navê “Bingeha rêzimana kurdî – zaravayê kurmanciya
bakur” Kamiran Bêkes kurdê Binxetê – anku kurdê Başurê rojavayê
Kurdistanê – ye. Ew lêkolînvanekî zimanzan e. Di gelek kovarên kurdî de
nivîsên wî derketine. Ew niha sernivîserê kovara “Pênûs”e.

Pirtûka “Bingeha rêzimana kurdî” ji 377 rûpelan hevedudan e û li
Almanyayê derketiye. Xwezî pirtûkên weha li Kurdistanê bihatana weşandin
û li wir bihatana belavkirin, da ku xwendevanên welêt jê sûd
werbigirtana. Berga pirtûkê ji alî hunermend Reşat Yusêf ve hatiye
amadekirin. Bergeke sade û xweşik e. Lê, xwezî li ser bergê wêneyeke
habûya.
Naveroka pirtûkê gelek dewlemend e. Nivîskarê zimanzan bi şêweyekî hûr û
kûr li ser bingeha rêzimanê kurdî sekiniye, wî gelek babet bi berfirehî
nirxandine, şîrova rêzimanê kurdî kiriye. Ji xwe dema mirov li sernavê
beşan binêre, dibîne bê ev berhem çiqas dewlemend e.
Ezê niha sernavê beşên pirtûkê li dû hev rêz bikim, da ku bala
xwendevanên kurd bikşîne û bixwaze ku li ser van mijaran bibe xwedî
agahdarî û zanîneke berfireh. Beşê yekê ya pirtûkê li ser deng û tîpan
e. Piştî vî beşê yekê, ev beşên din li dû hev hatine rêz kirin: Kîte,
bêje û darijtina bêjeyan, navdêr, tewandin, jimarnav, veqetandek,
bernav, rengdêr, hoker, gihanek, baneşan, daçek, lêker, kesandina
lêkeran, hevoksazî û rastnivîsandin.
Min di serî de jî goti bû, ez zimanzan nîn im. Lê, ez di mesela
tewandinê de wekî nivîskar na fikirim. Di kurdî de hinek peyv hene, bi
min divê neyên tewandin. Hinek peyv jî dema bêne tewandin, divê nebin
peyveke din û bi serê xwe maneyeke din dernexin. Di kurdî de hinek peyv
hene, dema bêne tewandin, dibin peyveke din û xwedî maneyeke din. Ji wan
peyvên ku ez li dijî tewandina wan im, nivîskar peyvek di pirtûka xwe de
wek minak daye. Ew dibêje:
Ez ji êş têm (niho) (Piraniya Kurdan niho nabêjin, niha dibêjin.
L. Polat)
Ez ji êş hatim (borî)
Ez dê ji êş werim (wêbe)
Bi min divê weha be:
Ez ji aşê têm (dema niha)
Dema mirov peyva “aş” bitewîne û bike “êş”, maneya peyvê tê guhertin. Aş
cihê ku genim lê tê hêrandin û dibe ard. Êş maneya êşa laşê mirov e.
Dema ciheke mirov bêşe, mirov peyva êşê bikar tîne. Hinek kes peyva
“mar” ditewînin dikin “mêr”. Mar navê heywanekî ye. Mêr jî însan e. Dema
tu mar bikî mêr, herwekî tu heywan bikî însan.
Li herêma Amedê, Dêrsimê, Serhadê di nav gelê kurd de hinek peyv nayên
tewandin. Peyvên ku têne tewandin jî maneya xwe naguhirînin û nabin
peyveke ku maneyeke wê ye din heye. Li herêmeke biçûk (herwekî Şirnaqê
yan Cizîrê) heger ji aş re êş dibêjin, divê mirov vê li ser temamê
Kurdan ferz neke.
Belê, di kurdî de tewang heye, lê ev nayê wê maneyê ku îlla divê hemû
peyv bêne tewandin. Hinek kes peyvên tirkî jî ditewînin. Mesela
“Bozarslan” dikin Bozarslanî, “Uzun” dikin Uzunî. Ew hema “î”-yê bi pey
hemû peyvên nêr ve dikin. Mesela “nêr” û “mê” jî di kurdî de problemeke
din e. Hinek tişt, hinek peyv li herêma Amedê nêr in û li herêma Mêrdînê
mê ne. Dema nivîskarekî ji herêma Amedê peyvê nêr binivîse, yên herêma
Mêrdînê dibêjin ev şaş e, ew peyv nêr nîn e, mê ye.
Nivîskarekî kurd pirtûkeke bi kurdî ji bo weşandinê şiyandiye
weşanxaneyekê. Redaktorê weşanxanê Şirnexî ye û tam li gorê Arif Zêrevan
difikire. Nivîskarê ji herêma Amedê di pêşgotina pirtûka xwe de peyva
“Rojhilata Navîn” nivîsiye, yê Şirnexî vê peyvê – li ser navê tewangê –
kiriye “Rojhilata Nêvê”. Min bi xwe ji devê tu kurdekî ne bihîstiye ku
ji “navîn” re “nêvê” gotiye.
Min ev mînakan dan û behsa van tiştan kir, ji bo ku bala xwendevan û
zimanzanan bikşînim ser vê mijarê û ez dixwazim ew jî li ser vê meselê
serê xwe bêşînin û ji vê tiştî re çareseriyekê bibînin.
Herçiqas ez di mesela tewanga hinek peyvan de wekî nivîskar ne fikirim
jî, ev qîmet û giranbihabûna pirtûka wî kêm nake. Wî bi kedeke giranbiha
li ser rêzimanê kurdî (binêrin ew “rêzimana kurdî” dibêje, bi min jî
“rêzimanê kurdî” ye) xebat kiriye û vê pirtûka li ser zimanê kurdî amade
kiriye.
Ez hêvîdar im ku li ser vê babetê minaqeşeyên berfireh bêne kirin, da ku
mirov bigîşe encameke rast.
Bi minasebeta vê pirtûka li ser ziman, ez dixwazim di derbarê yekîtiya
zimanê kurdî de çend gotinan bibêjim.
Celadet Bedir-Xan dibêje: “Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe
bi du tiştan, bi qaweta du çekan diparêzin. Ol yek, ziman dudo. Lê heke
ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingê çek yek bi tenê ye û bend
tenê ziman e.”
Ola Kurdan û neteweyên dewletên dagirker ku hêj jî sê perçeyên
Kurdistanê di bin destê xwe de digrin, anku Tirk, Erebên Sûriyê û Faris,
û ola Kurdan yek e. Di destê Kurdan de maye ziman.
Serokê tevgera siyasî û rêxistinî ya Kurdên Başûrê rojava Dr. Nuredîn
Zaza jî dibêje:
“Gelî Kurdan, eger hûn naxwazin ji hev taromaro û winda bibin, berî her
tiştî zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger hûn dixwazin xwe nas
bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên
din re bi pêş ve herin, û bi rumet û serbilindî bijîn, dîsa zimanê xwe
bixwînin û bidin xwendin."
Şexsîyetekî kurd î bi rûmet, lêkolînvanê hêja Qanadê Kurdo jî dibêje:
“Ziman bingeh û binaxa yekîtiya endamên milet e, çeka serbestî û
serxwebûna wî ye; di jiyîn û afirandina xwe de her milet, mirovên her
civakê hevbendiya xwe, pevgirêdana xwe bi hev re dikine yek.”
Li jor hersê pêşevayên kurd, Celadet Bedirxan, Dr. Nuredîn Zaza û Qanadê
Kurdo girîngiya ziman, bi van çend gotinan gelek xweş tînin ziman. Ji bo
hemû netewan ziman û yekîtiya ziman gelek girîng e. Netewên din ji bo
yekîtiya zimanê xwe kar û xebatên giranbiha kirine. Di nav gelek netewan
de cûrecûre devok û zaravayên wan hebûne. Wan netewan ji wan devok û
zaravayên xwe zimanekî yekgirtî, zimanekî edebî, zimanekî nivîsandinê
ava kirine. Yekîtîya zimanê xwe pêk anîne.
Li Fransayê çend zaravayên frensizî hebûne. Axaftina Fransiyên li Parîsê
û yên başûrê Fransayê ji hev cûda bûne. Lê wan ji hemû zaravayên xwe
yekîtiya zimanê frensizî pêk anîne. Li Almaniyayê jî gelek zarava
hebûne. Di dema împarator Bismark de rewşenbîr û zanayên alman dest bi
xebatê kirine û yekîtiya zimanên almanî pêk anîne. Di erebî de gelek
devok û zarava hene, lê zimanekî wan yî nîvîskî heye ku hemû jê fam
dikin. Tirkîya tirkekî Îstenbolê û tirkekî Konyayê ne wek hev e,
axaftina wan ji hev gelek cûda ye, lê di zimanê nivîsê de Tirkan
yekîtiya zimanê xwe pêk anîne. Mirov dikare ji gelek neteweyên din jî
mînakan bide, lê ev çend mînakên jor bes in.
Tecrûbeyên netewên cîhanê didin xuyakirin ku demeke dûr û dirêj bajo jî,
di dawiyê de ji zaravayên cûre zimanekî yekgirtî têt avakirin. Di hêla
nivîsandina edebî, zanistî, rojnameyî û axaftinên fermî de zimanekî
yekgirtî pêk tê. Di esas û birêvebirina dewletê de ev hewcedarî bi rêk û
pêk têt meşandin. Di nav zaravan de kîjan zarava dê pir bi pêşkeve ew jî
bi bazarê ve, bi bazirganî û tîcaretê ve girêdayî ye. Di bazarê de, di
tîcaretê de kîjan zarava bêt bikaranîn, ew zarava pêş dikeve.
Avabûna kapîtalîzmê ji dema feodalîzmê pirtir ziman bi pêşve xistiye.
Pêşveçûna sanayî û teknolojîyê, îcada tiştên teknîkî, komînîkasîon,
data-kompîtor ziman dewlemend kirine, pêşve xistine. Di navbera zimanên
di dema feodalîzmê û dema kapîtalîzmê de gelek cûdabûn hene. Zimanê dema
kapîtalîzmê pêşde ye. Herçiqas koka ziman yek be jî, pêşveçûn heye.
Ziman xwe digehurîne û nû dike. Swêdiya sed salî berê û ya niha, tirkiya
berê û ya niha, kurdiya dema Ehmedê Xanî û ya niha ji hevûdu guhertî ye.
Zimanên dema niha ji yên berê dewlemendtir in. Ziman pêş ve diçin û her
diçe berfireh dibin, nû dibin.
Ji bo zimanekî yekgirtî pêwîstiya alfabeyeke yekgirtî heye. Kurd bi
tîpên erebî, latînî û kirîlî dinivîsînin. Divê hemû kurd bi yek tewir
tîp û bi yek alfabeyê binivîsînin. Ji bo zimanê kurdî alfabeya herî baş
alfabeya latînî-kurdî ye. Hinek Kurdên ku bi zaravayê soranî daxifin
dibêjin bila bi alfabeya erebî-kurdî bê nivîsandin. Kurdên Bakûr û
Başûrê piçûk heta niha alfabeya latînî-kurdî bi kar anîne. Divê Kurdên
perçê Başûr û Rojhilat jî vê alfabeyê (latînî-kurdî) bi kar bînin.
Alfabeya latînî-kurdî, ya ku hîmê wê Celadet Bedirxan daniye, têra
zimanê kurdî dike. Çend tiştên piçûk ne tê de, qet hewcedariya
guherandina vê alfabeyê nake. Ew guhartinên piçûk ku ez dibêjim
guhertina alfabeyê nîne, bikaranîna çend tîpan e. Wek mînak: Bikaranîna
du “rr”-yan, yanê em bêjin “pir” û “pirr”, "ker" û "kerr" bi vê tewirî
bê nivîsandin.
Sergêjiya di warê zayendan de û mesela tewangê re jî divê helek,
çareseriyeke bê dîtin. Heger piraniya Kurdan "aş" nakin "êş" û "mar"
nakin "mêr", divê hinek zimanzan jî vê weha nekin û li gor axaftina
piraniya xelkê kurd tevbigerin.
|