Pirsgirêkên mêjiyê erebî

Pîr Rustem
Yeke ji sinc û vewîniyên ramana tevayî ku, bihêle ewê din weke wî
birame û kar û xebatên xwe li gor bername û pirojeyên wê bi rê ve bibe;
ango weke Birokros textekî wan ê pîvanê heye û gerke tu li gorî textê
wan be û çi zêdebûn an jî kinbûna bejna te ji ewî textî hebe, dê bihêle
seriyê te jê be yan jî tu bête vezîlan, da ku li gor pîvan û hizir û
xwestekên wan bî.
Helbet ev hizir û ramyarî ne tenê ya rojhilatêye û weke em ji rûpelên
dîrokê dizanin ku, miletên Ewropî bi xwe jî ne dûrî evê ton ramyariyê
bûn û ew şerên ku, di navbera Pirotistant û Kasolîk de nimûneyeke
balkêşe; di yek rojê de wan nêzîkî (100) sed hezar bawermend ji hev
kuşt. Lê şerê cîhanê yê duyem ku, li hember ramyariya Nazî lidarket hêşt
ku, ev ton fikir li welatên Ewropî ko bibe, pişgirên wê newêribin zû bi
zû xwe aşkere bikin; heya bi roja îro nîşana Naziyan qedexeye û dadgeh
yekî li ser hildana ewê nîşanê dad dike.
Lê eger ku, em vegerin rewş û çanda rojhilatê, emê bibînin ku, ew ne
tenê weke sinc û vewîniyeke me ya ku xwe berdaye damaran e û bûye parek
ji netêgihiştina me ya tevayî, lê ewê ramyariyê hêştiye ku, ew bibe yek
ji kar û barên me yên rojane û em ewan mirovana; xwediyên hizrên yek
bawerî, ji xwe re bikin simbol û serok. Bi gotineke din û li gor evan
bûyerên terorîzmî yên dawîn, em dikarin bibêjin ku, mêjiyê mislimantiyê
bi tevayî û yê erebî bi taybetî di pirsgirêkeke tûj re derbas dibe û du
rê li pêşiya wan e; yan dive xwe ji pîroziya hizir û deqên kevin, di nav
de û ji berî her tiştî deqa Quranê, rizgar bike û bi rastî derbasî
sedsaliya bîst û yekan bibe û tenê mêjî û zanyariyê ji xwe re weke pîvan
bipejirîne, yan jî ewê çend salekî di evê rewşa terorîzmî de bimîne û li
dawiyê dê tenê seriyê xwe jê bike, gava ku ji bilî xwe ti kesî din li
ser evê xakê nebîne; ewên din dê tev li asûmanan bijîn.
Belkî em hinekî ji mijara xwe bi dûrketibin, lê dîsan jî ew di ewê
çarçewê de digere. Me got ku ji xasmayên ramyariya tevayî ye ku, bihêle
tu weke wî li tiştan binirî, ji ber ku, di bîr û baweriyên xwediyên evê
ramyariyê de, ew tenê rastiyê dinasin û ewên din hemû li ser çewtiyên e.
Di evê koşeyê re em dikarin têbighên ku, çima rewşenbîrê Ereb û ne tenê
siyasetvanê wan ji mirovê Kurd dixweze ku, weke wî biramê û helwestine
yekgirtî ji bo dozeyên wan bigre.
Di derheqa eva yekê de û nemaze li evê dawiyê, me gelek deng bihîstin
ku, qîr-qîra wan bilindbûye û ew bang li kolanên erebî dikin ku, hajî
Kurdan û anîna wan ji Israîlan bo başûrî Kurdistanê hebin. Ev ton bang
ji aliyê rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb û bi evê tûjbûn û gurkirina ji
aliyê dezgehên ragihandinên erebî de, helbet hinek meremên xwe yên
sereke hene û di pêşî de, tûjkirin û gurkirina kolana erebî li ser
Kurdan û yek ji encamên evê ton perwerdiyê, bûyerên meha avdarê bûn ku,
hêştibû cemawerê Dêrê weke dijminekî bi ser bajarê Qamişlo de bête û ne
weke cemawerekî kokê ku, tê cem hemwelatiyên weke xwe.
Lê ji berî ku, em çewtiya evê nirînê ji xwendevan re didin şirovekirin,
em ji xwediyên ewê nirînê dixwezin ku, ew hinekî li dora xwe, li hundirê
welatên Ereban binirin, ji berî ku, gef û guran ji Kurdan re dişînin û
ji wan dixwezin; Bila ti têkiliyan bi Israîl re çênekin, ka çima ew ji
evan dewletên Ereb ku, ala Israîl di hundir paytextên wan de li ba dibe
naxwezin ew têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Israîl re bibirin. Weke em
dizanin, bêtirî dewleteke Ereb bi hukumeta Israîl re peymanên aştiyê
morkirine, weke Misir, tevî ku ew qubleta Ereban a konevaniyêye, û ewên
ku îmze nekirine jî, ewana û bi rengekî kargirtî ewê peymanê bi cih
tînin; ev sîh sal e û di sînorê me û Israîl de yek fişeng jî nehatiye
teqandin.
Ji bilî evê yekê jî û eger ku em Kurd bi rengekî hişmendî û bê tirs
biramin û helwestên xwe bistînin, emê bibînin ku ti rêdan ji evê
dijmantiya ku, dixwezin em bi Israîl re bikşînin tinene; ji bilî ku ew
di bin du heyaman de hatiye. Yek bi bandoriya ramyariya Markisizmî, û ji
berî wê jî ya Mislimantiyê, ku em bûbûn qurbana hizreke îdyolocî ya
nêzîkî bawermendiyê, bêtirî ku nêzîkî kartêgirtiyê be ku, ew bi xwe
rengdana konevaniyê ya pêşîn û serekeye. Tiştê dinê ku, dihêle em Israîl
weke dijminekî xwe bibînin, ev ton konevaniya evan rêjîmên ku, Kurdistan
zeftkirine û hemû rengên êşkencî û pişaftinê li ser me bi kartînin û em;
Tevgera Kurd gihandine ewê radeya ji tirsê ku, ew xwe weke tevgereke
erebî, nemaze di dozeyên ku bi miletê Ereb ve girêdayî, û ne weke
tevgera miletekî ku, du perçeyên Kurdistanê ji aliyê du dewletên erebî
ve hatiye zeftkirin, bibîne.
Li dawiyê em dixwezin bi yek gotinê bibêjin ku, konevanî kartêgirtine û
ne tenê helwest û baweriye, weke ku çawa me fêmkiribû û me ew, û hine jî
em, bi kar tîni; vegere dîrokê û li têkiliya me bi hersê miletên derdora
me, Pars û Ereb û Tirkan re binire ku, em hertim ji ewê din re xebitîne
û em hertim bûne qurbanên bawermendiyê û pê hatine xopandin; çi
bawermendiya mislimantî dibe û çi jî ya markisizmî be. Lew re îro ji me
tête xwestin ku, em di ber dozeyên xwe de bixebitin û hemû nirîn û
baweriyan têxin raja doza miletê xwe û ne hertim milet û doza xwe bikin
hilgirên dîtinên xelkê û li gor evê yekê û eger ku, kartêgirtina Kurdan
bi Israîl re hebe, çima na ji têkiliyê re û ev dewletên derdora me, di
nav wan de Sûriyê bi xwe jî, li razîbûna Emerêka û Israîl digerin.
Cindirês, 2004
|