Çi ji me tête xwestin?

Helbet merem ji gotina me ew e ku çi ji tevger û rewşenbîrê Kurd
tête xwestin, da ku fêdekarê welat û miletê xwe be? Divê ku yek bêje: Ma
ev pirsa han û piştî evqas sal ji temenê Tevgera Kurd hinekî ne dereng
hatî? Lê tevî vê rastiyê jî, divê em birîn û nesaxiyên xwe nas bikin.
Belê, ev tevger ji salên pêncî, û hîne ji berî wan salan jî û bi riya
civat û komeleyan weke ya “Xoybûn”, dixwest bi raja miletê xwe rabe û li
vê pirsê xwedî derkeve. Lê tevî bizav û çalakiyan jî, weke ku em îro
dibînin, me kêm sûde girtine, eger em nebêjin ku li gor qurbanên ku vî
miletî pêşkêş kirine, pirê caran, ziyanên me ji fêdekariyê bêtir bûn.
Erê, em jî dizanin ku ev gotineke bive ye. Lê emê bizavên xwe bikin ku
tikes li ser seriyê me fort û zêdebûnan neke, û dîsa emê bizavên xwe
bikin ku em rê nedin wan gotinfiroşan, da ku tiliya xwe di riwê me de
nehejînin û nebêjin me û vî miletî: Hûn kar û xebata tevgera me pîs
dikin û ev yeka jî dikeve rajeya konevaniya rêjîmên van welatan, da ku
baweriya miletê me bi tevgera xwe nemîne. Belkî hinek rastî di vê gotinê
de hebe, lê divê em ji bîra nekin, weke me berê jî gotiye: Eger em
tiliya xwe dînenin ser birînê û hin caran jî nexin hundirê wê û banedin,
da ku yê birîndar bêtir bêşe, dê kesê neqîre û bangan hilnede.
Rastiya din jî, eger em bixwazin an na, tevî nesaxî û kêmkasiyan jî,
weke ku me pir caran jî gotiye, dîsan jî dibêjin: Ev tevger nûnera
miletê me ye û divê em lê xwedî derkevin, tevî ku civata kurd ew
derbaskirî. Gerek e ew bi şêweyekî nuh derkeve holê û xwe nêzîkî civatê
bike, da ku em weke Tevgera Talban di dema înternêt û çekên li ser
leyzerê têne teqandin ranehêjin şûr û mertalên xwe û dernekevin meydana
şer. Ev e mebesta me ji tazîkirinê, tevî ku pelê dawiyê jî ji şermecihê
tevan û ji zû de weşiye jî...
Evqas gotin û em hîne ne ketine mijara xwe, tevî ku ew bi du gotinan tê
zimên. Ev yeka bi xwe jî yeke ji nesaxiyên pisîkolojiya kesetiya
Rojhilat e, ku hertim di derdora tiştan re dizîvire – weke yekî ewropî
serast derbasî hundir nabe. Helbet ev du gotin jî ne “ava jiyanê” ye, ku
dê di cih de can bi gewdê tevgerê de berde, weke ku ew babeteke ji dan û
standin re ye.
Di nêrîn û dîtina min de, û piştî hevjiyana bi tevger û milet re, ez
gihîştim wê baweriya ku dibêje: Têvedana hemû par û rengên civatê hundir
Tevgerê û meşandina konevaniya “ka hejmara hevalên partiya min bêtir in,
an ya partiya din” dîtineke pir xerab û li şûn bû. Wê hêşt ku em, û ji
dêvla ku fêdekariyê li miletê xwe bikin, ziyaneke pir û pir mezin
bigihînin doz û kêşeya kurdî.
Bi gotineke din, mixabin li şûna ku em vî miletî ber bi riyên rast û her
yek li cih xwe têvedin û gêçût û delavan li pêş wan fereh û rast bikin,
me ew ji wan riyan bi carekê derxistin û danîn ser hin riyan, ku bi
carekê çê nabe – bi kêmanî di wan deman de – ku ew li ser bin. Weke
nimûne em dikarin bibêjin: Dema ku em ji şagirtekî dibistanê bixwazin
konevaniya dinyayê tev fêm bike û xwendin ji wî re guhdana herî dawî be,
li şûna ku tu jê re bêjî xwendina te doza te ye û serketina te ya di wê
de serketina tevger, milet û doza kurdî ye, û helbet şikestina te ya di
warê xwendinê de, dê şikestina miletê te be.
Vêca tu bi wê nekî û tu rabî şivan an jî cotarekî, digel rûmetgirtina ji
hemû kar û kesan re, bikî rêber û serokê miletekî bindest û li hember
dijminekî zane. Gelo, dê doza te heya kîjan radeyê bilind bibe?!
Li dawiyê jî, em dixwezin vê gotinê di guhê her berpirsiyarekî de bêjin:
Ka em bizavên xwe bikin ku her yek û di cihê xwe de hoste û xwediyê
kar û barê xwe be. Ango herkes bizavên xwe bike ku ew di karê xwe de yê
herî pêşîn be, û em barên li ser milên xwe navêjin ser milên xeynî xwe,
ne jî barên xeynî xwe deynin ser pişta xwe, ya ku berê û di bin barê xwe
de şikestiye.
|