Çi ji destê te tê, kerem ke!


Fûad Sîpan (Akpinar)

efrin.net, 27.05.2004

Kurdistaniyên hêja!
Sîrwan Hecî Berko, navê wî yê rast Siruan Hadsch-Hossein, xwediyê malpera Amûdê, derew û îftirayên xwe vedişêre, ka û giha tev li hev kiriye, ew min di malpera xwe de 27.05.2004-an bi nûçeyeke bi manşt bi “derew û gefxwarinan” tawanbar dike û dibêje, ger ez jê lêborînê nexwezim, dê li dijî min dozê veke.

Sîrwan Hecî Berko careke din jî baş eşkere dike ku karê wî muxbîrçitî ye. Sîrwan Hecî Berko ji min dixweze ku ez jê lêborînê bixwezim û ew jî dest ji dozê ber de. Û Sîrwan Hecî Berko nameyek bi zimanê almanî, bi rêya e-mailê, ji bo min bi rê kiriye û di maila xwe de wiha dibêje:

Ich fühle mich durch Ihren Arikel bedroht und sehe dadurch meinen guten Ruf als kurdischer Journalist sehr beschädigt.
(Ez ji destê gotara te xwe di bin tehdîtê de dibînim û wek Rojnamegerekî Kurd yê bi îtîbar, îtîbara min hatiye şikandin)

Sîrwan Hecî Berko hin tişt bîhîstine, lê nizane bi cih bîne. Madem ku tu ewqas bi îtîbara xwe difikirî û dizanî, hîngê kî wî mafî dide te, ku tu bi îtîbara heyiyên Kurdistanê bilîzî û wan birîndar bikî?

Lê Sîrwan Hecî Berko dixweze bi van gotinên min yên ku min di 25.05.2004-an de belav kirine bi kevirekî du çûçikan bixîne. Çumkî ew bawer e ku ger li dijî min dozê li Almaniya veke û qezenc bike, wê hingê dikare dîsa dozê ji bo îtibara xwe veke û ji min peran bigire. Armanca tehdîda Sîrwan Hecî Berko ev e. Yanê dîsa pere ye.

Min li Sîrwan Hecî Berko derew ne kirine û karê min ji derewan jî nîne. Ger ew ewqas ji xwe bawer e, bila dozê li min veke, ku ezê çawa bi şahîd û îspat tûka wî di dadê de bi wî bidim alastin.

Sîrwan Hecî Berko nizane ku bi kê re govendê digire. Çumkî serê min bilind e, eniya min vekiriye. Ez li ser nan û sifra kesî nînim û ji bo peran pirensîpên xwe nafiroşim û ji bo berjewendiyên xwe rûn ji kesî re nahelînim. Û ez bi bîr û baweriya Kurd û Kurdistanê tekoşîna xwe didomînim, mineta min ji tu kesî jî nîne û ji kesî jî natirsim. Loma jî ez xwe bi hêz û quwet dibînim.

Bûyereke din jî heye, ku hewceyî gotinê ye, ez vê jî bêjim, da ku Sîrwan Hecî Beko baş bêye naskirin. Ew mirovekî wisa malperest e, ku di dema serhildana Qamîşlo û deverên din de li Rojavayê Kurdistanê, wêneyên şehîdan (resim) bi peran difroşe çapemeniya Îngîlîz. Paşê hin kes pê dihesin û jê hêsab dixwezin. Ew jî qurnaziyê dike û bi lêborînekê xwe ji nav vê qirêjiyê der dixe.

Min di nivîsa xwe ya ku di 25.05.2004-an de li ser Sîrwan Hecî Berko belav kir, van gotinên li jêr yên li ser nivîskar Jan Dost nivîsî bûn û Sîrwan jî di nûçeya ku di malpera xwe de belav kiriye qala van tiştan qet ne kiriye:
Zimanê Sîrwan Hecî Berko pir dirêj bûye û ewî bi muxbîrtiya xwe nivîskarê hêja Jan Dost ji Medya TV da avêtin. Wek tê zanîn, nivîskar Jan Dost di malpera efrin.net de nivîseke bi zimanê erebî nivîsî bû û hin rexne li PKK kiri bûn. Sîrwan Hecî Berko muxbîrtî li Jan Dost kir; di malpera xwe amude.com de bi kurdî nivîsand ku Jan Dost li ser sifra PKK rûniştiye û rexneya wan dike. Li ser vê muxbîrtiya Sîrwan Hecî Berko nivîskar Jan Dost ji Medya TV hate avêtin. Ev yek dide xuyakirin ku çiqas Sîrwan Hecî Berko xwe di nav raya giştî de li hember PKK dide xuyakirin; ew di rastiyê de muxbîrciyê wan e.

Û dixwezim gotinên li ser hozanê me yê efsane Şivan Perwer jî dubare bikim.

Sîrwan Hecî Berko ji vir demek berê bi êrişên qirêj çû ser hozanê me yê navdar Şivan Perwer û xwest wî di nav gelê Kurd de reş bike. Sîrwan Hecî Berko di malpera xwe de li ser Şivan Perwer wiha dinivîsîne: Şivan Perwer ji bo çûna Tirkiyeyê Kurdistanê difiroşe?
Gotinên wiha bê edeb û bê exlaq ji bo Şivan Perwer ancax karê provokator û dijminan in.

Belê niha dixwezim ji Sîrwan Hecî Beko bipirsim, ma îtibar û rûmeta te tenê heye?

Di 14.04.2004-an de nivîskarê Kurd Hekar Findî ji Duhokê der mafê Malpera Amûdê û xwediyê malperê Sîrwan Hecî Berko de nameyek vekirî şand û hûn dikarin vê nameyê di malpera Mehname de û nivîsa nivîskar Qadir Diyarî di malpera Qamîşlo de li jêr bixwînin.

http://www.geocities.com/kovaramehname/51/name.html
http://www.serhildanaqamislo.com/pencere1/nuce_.php?g_nr=10018

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]