Malpera amûdê li pê çi ye?
FÛAD SÎPAN
(Fûad AKPINAR)
Almaniya, 25.05.2004
Kurdistaniyên hêja!
Min ev gotar di meha Adarê de amade kiribû ku bi weşînim. Ji ber ku li
Başûr-rojavayê Kurdistanê, li Qamîşlo serhildan çêbû û gelê me li dijî
rejîma Baas li ber xwe da, loma min nexwest, ku di wan rojên teng de vê
nivîsê li ser Sîrwan Hecî Berko belav bikim.
Di 14.04.2004an de nivîskarê Kurd Hekar Findî ji Duhokê der mafê Malpera
Amûde û xwediyê malperê Sîrwan Hecî Berko de nameyek vekirî şand û ez jî
ji wê nameyê, li jêr hin mînakan didim.
Malmera Amûde an jî rasterast mirov bêje, Sîrwan Hecî Berko xwediyê
malperê li pê çi ye? Û sedem çi ye, ku van rojan geh êrişî wir dike û
geh êrişî vir dike. Kî Sîrwan Hecî Berko tevdide û wî dide reqisandin?
An jî kî wî bi vî karê bêbextiyê bi kar tîne. Yên ku wî fît dikin û
provokasyonan pê didin kirinê, kî ne? Sîrwan Hecî Berko van bêbextiyan
bi navê kê dike? Û Sîrwan Hecî Berko vê cesaretê ji kê digire?; heriyê
davêje heyîyên Kurdistanê.
Sîrwan Hecî Berko ji bo van kirinên xwe yên bêxêr ji kê û çend qurişan
digire?
Bêguman mafê her kurdekî ye, ku dîtin û nêrînên xwe li ser her mijarên
Kurdan eleqeder dike binivîsîne. Lê tiştek heye û divê em sînorê wê
bizanibin. Dema em hin tiştan rexne dikin, divêt em xwe ji rastiyê dûr
nexin û bi mantiqê herîavêtinê tev negerin. Çumkî dawiya herîavêtin û
îftirakirinê îflasî ye.
Zimanê Sîrwan Hecî Berko pir dirêj bûye û ewî bi muxbîrtiya xwe
nivîskarê hêja Jan Dost ji Medya TV da avêtinê. Wek tê zanîn, nivîskar
Jan Dost di malpera efrin.net de nivîseke bi zimanê erebî
nivîsîbû û hin rexne li PKK kiribûn. Sîrwan Hecî Berko muxbîrtî li Jan
Dost kir; di malpera xwe amude.com de bi kurdî nivîsand, ku Jan
Dost li ser sifra PKK rûniştiye û rexneya wan dike. Li ser vê muxbîrtiya
Sîrwan Hecî Berko nivîskar Jan Dost ji Medya TV hate avêtin. Ev yek dide
xuyakirin, ku çiqas Sîrwan Hecî Berko xwe di nav raya giştî de li hember
PKK dide xuyakirin; ew di rastiyê de muxbîrciyê wan e.
Sîrwan Hecî Berko ji vir demek berê bi êrişên qirêj çû ser hozanê me yê
navdar Şivan Perwer û xwest wî di nav gelê Kurd de reş bike. Sîrwan Hecî
Berko di malpera xwe de li ser Şivan Perwer wiha dinivîsîne: Şivan
Perwer ji bo çûna Tirkiyeyê Kurdistanê difiroşe?
Gotinên wiha bê edeb û bê ehlaq ji bo Şivan Perwer ancax karê provokator
û dijminan in.
Di wê demê de hin kes ji Sîrwan Hecî Berko re telefon dikin û jê re
dibêjin, ku ”şerm e ji bo te, tu li ser Şivan Perwer tiştên wiha bê edeb
dinivîsînî. Sîrwan Hecî Berko jî wiha bersiv dide: ”Ger hûn bixwezin,
dikarin bi peran van gotinan ji malperê derxînin”.
Nivîskarê Kurd Hekar Findî ji Duhokê di nameya xwe ya vekirî de,
ku ji Sîrwan Hecî Berko re bi rê kiriye wiha dibêje:
Derbarey nûçeyan … bo nimone, te çendîn cara ji min re gotîye ev nûçe
û berhemên belaşin, here nûçên ku pare tînin bîne, rêklamên bazirganî
bîne!!. Lê min ev daxaza te û ew karê te nekir û nakim jî. Wê demê jî
min gotibû te ku bo zanîn ev nekarê mine .
Ez ne( Werecim) ta biçim peran ji xelkê bixazim ….malpera Amûde …..Rastî
li ku be ew li wire Di vê derbarê de em zêde dûr naçin û di rûperên
malperê yên kevin de cîh nagerin, te di van nêzîkan de çendîn nûçên
nerast û şaş di derheqa çendîn kes û alîyan de weşandine, mîna (
hunermendê mezin Şivan Perwer, Pena Kurd, Hîvî Berwarî ,...û gelekin
din).
Ez berevanîyê ji van kes û alîyan nakem, ji ber ku wan bixwe bersiva te
bi başî dane, lê bi van karên te yên nedirost ez nerazî me. Herwesa
mixabin navê min jî dikeve tensihta navaê te û ez ji vê çendê bêbarim û
ez ne digel bîr û bawewrên te yên bertesik û şexsîme.
Malperest, muxbîrcî û xwefroşên wek Sirwan Hecî Berko, beriya ku êrişî
Pena Kurd û hozanê Kurd û Kurdistan Şivan Perwer dike, divê sê caran
berê bifikire, hîngê tiştekî wiha bike. Divê, dema wî yek prosentek qasî
Pena Kurd û Şivan Perwer ji doza gelê Kurd re kar kir, wê çaxê mafê wî
heye, ku tenê rexne bike. Karê maxûlan nîne, ku heriyê wek Tirkan
biavêje, bila pê de bimîne.
Sîrwan Hecî Berko niha jî li pê lêpirsînan (anketan) ketiye û ji hin
kesan dixweze, ku ew di der mafê Pena Kurd de çi difikirin? Ew bi xwe
muxbîrtiyê ji PKK re dike û Pena Kurd tewanbar dike, ku bi PKK ve
girêdayî ye. Pirsên wî ji hin kesan re ev in:
1. PENa Kurd saziyeke serbixwe ye yan na? Eger na,
"neserbixwebûna" wê li kû û di çi de diyar dibe?
2. Eger tu ne endamê PENa Kurd bî, çi divê bête kirin, da ku tu jî bibî
endam. Sedemên neendametiya te çi ne? Eger tu endam bî, nerîna te
derbarî "girêdana" PENa Kurd bi "PKK"ê ve çi ye?
3. Sekreterê PENa Kurd Dr. Zorab Aloian êrîşî Malpera Amûdê dike û
dibêje ku vê malperê dest bi "kampaniyayekê li dijî PENa Kurd" kiriye.
Tu derbarî vê yekê çi dibêjî? Malpera Amûdê di nûçeyên xwe yên li ser
PENa Kurd de şert û mercên rojnamevaniyê binpê dike?
Ez hêvîdar im, ku tu bikaribî ji me re nerîna xwe binivîsînî.
Pêwîst nake, ku tu bersivên xwe bi du hevdu de binivîsînî. Tu dikarî
bersiv û têbîniyên xwe bi hevre di nivîsekê de eşkere bikî.
Ji bo nerîna te ji niha ve pir sipas.
Li gel rêz û silavan
Sîrwanê Hecî Berko
Sîrwan Hecî Berko dixwaze bi van karên xwe yên bêbext û bêxêr ji kê
xelatan wergire. Qet ne bi xêr be, mirovên wek Sîrwan Hecî Berko navê
bajarên me kirine malê xwe û lewitandine.
Tewsiya min ji Sîrwan Hecî Berko re ew e, ku bila qasî bejn û bala xwe
biaxive û ziman dirêjiyê bike. Ger ew wiha berdewam bike û heriyê bavêje
heyiyên Kurdistanê, dê zimanê wî bêye kinkirin!.
Banga min ji nivîskarên Pena Kurd û nivîskarên me yên ku li derî Pena
Kurd in re ew e, ku neyên provokasyonên Sîrwan Hecî Berko, çumkî ew bi
navên hin hesan dixwaze tevliheviyê çêbike û Kurdan berî hev bide.
Şivan Perwer efsane ye
Nîşe: Berpirsiyarê çapemeniya PKK/KADEK û an jî Kongra Gel, emir
qûlên wek Ferda Çetîn jî zimanê xwe dirêj kiribûn û stranên
Şivan Perwer qedexe kiribûn. Gelo kes dizane ew niha çi dike? Ew jî
bi emrê bilbilê İmralî çûûûûûûûûûûûûû
|