Xwendinek
di “Cergeyên tirsê” de

Pîr Rustem
efrin.net 21.05.04
Emê di vê xwendina xwe ji pirtûka dr. Nesir Hamêd Ebo Zêd de, ya ku
sernavê “Cergeyên tirsê; xwendinek di guftûgoya pîrekê” hilgirtî,
bizavên xwe bikin ku em nêzîkî deqa wê bibin û kari bin navxêzên wê
bixwînin. Lê ji berî ku em bi wê yekê radibinî, emê pirtûkê bi
xwendevanan bidin nasîn. Pirtûk ji weşanên Navenda Çandî ya Erebî ye
(Bêrût; çapa duyemîn; 2000) û ew ji du perçeyan hevedudan e: perçê pêşîn
“Pîrek di guftûgoya astengiyê de”, yê dudiyê jî “Destlatî û maf”. Pirtûk
ji 310 rûpelan pêk tê.
Pirtûka dr. Nesir li ser bingeha guftûgoya “yê din” ava bûye û ew li gor
rêbaza guftûgoya pêşverû meşiye. Piştî pêşgotina xwe û danasîneke bi
ziman û îdeolojiya wê ew hevpeyvîna nûnerekî guftûgoya paşverû digire û
weke bingeh ji xwendina xwe re datîne. Di hevpeyvîneke xwe de Mustefa
Meşhûr, ku yek ji yên binav û deng li cem “Ixwan Misilimîn” e, dibêje:
“Eger Ixwan bigihên û destlatiyê li Misirê bikin, dê Eqbat (xaçperestên
Misirê) ji ‘Ehil el-zimê’ bin, musliman dê siya xwe di ser wan re
bigirin û ji wan re tiştên ku ji muslimanan re ne û li ser wan tiştên ku
li ser muslimanan in. Tenê çê nabe ku em wan têxin nav ‘leşkerên
mislimanan’, ta ku em wan di ezmûna balvedaniya welatparêziyê re derbaz
nekin, demên ku em bi dewleteke xaçperest re ketin şer. Ji ber vê sedema
dawî gerek e Eqbat ciziyê bidin.” 1
Dr. Nesir pir nêrîn û lêvegerînan bi bîra me tîne, ku çawa heya bigihe
şêxê el-Ezher lê vegerand û got ku “ciziyê tiştekî bi dîroka kevin ve
girêdayî ye û çê nabe em îro li ser baxivin” (rûp.10). Helbet em dikarin
helwesta şêxê el-Ezher fêm bikin ku camêr baş dizane ev yeka bi xwe di
deq û fiqha mislimantiyê de xaleke qelsiyê ye û ew naxweze wan deriyan
li ser xwe veke, digl ku ew dengê rêjîm û serdestên Misirê dinimîne, yên
ku naxwazin van deriyan li xwe vekin, da ku yekîtiya welatê xwe berve
sînorên bive têvenedin. Lê dema ku yekî weke dr. Nesir bê û rahêje
helwesteke wilo û binivîse: “Dema ku fermana ciziyê fermaneke Quranê ya
aşkere bû”, sûretê el- Tewbê benda 21-ê “tê fêmkirin ku ev fermana ta
dawiya sedsala nozdehan û despêka sedslên bîstan di civakên mislimanan
de dihate meşandinî û nemaze li Misirê, lê muslimanên îro mecbûr nake ku
wê pêk bînin.”2
Ew hîne pê de diçe û ji me re xûya dike ku di wan deman de gerekiyên vê
fermanê hebûn û dibêje ku “ew yeka weke rêçajotinekê bû ji pêgirteke kûr
di têkeliyên welaten de û ne ji ba misilimanan derket”3. Em ne dijî van
dîtinên wî ne û ne tiştekî veşartiye dema ku em bêjin di wan demên ku
pir miletan qonaxên şaristaniyê birî bûn Ereb hîne di qûm û tariya
beyara ereban de dijîtin û gerek dibû ku ew ji şaristaniyên dora xwe fêr
bibin. Lê pirsa me ji Dr. û şêxê el-Ezher û hevalên wan – xwediyên
helwesta ku dibêje: “ciziyê fermaneke berê ye” – çawa ew dikarin vê yekê
bêjin û em tev dizanin ku gotûbêja “Na ji zîrekiyê re demê ku deq hebe”
yek ji bingehînên fiqha îslamê ye.
Lê Dr. Nesir dixweze di dora vê yekê re bigere, dema ew dinivîse ku
“ciziyê çîrokeke dîrokî ye û tiştê ku di Quranê de li ser hatine gereke
em lê binêrin û pê re bistînin, weke ku dadeke terzandî be, ew ji dîrokê
be”4. Wilo em dibînin ku ew xwe ji bîr ve dike ku di pir ciyan ji Quranê
de hatiye: “Gotina Xwedayê te bicih hat... tikes nikare gotinên wî
biguhêre û ew dibîse, dizane”5. Di benda 162-ê ji sûretê el-Eraf dibêje:
“Ewên zorker gotina ku ji wan re hati bû gotin bi yeke din gihartin, me
ji ezmên de êşek bi ser wan de şand bo zorkeriya wan”6. Di sûretê
el-kehif, benda 27-ê de jî dibêje: “Tiştê ku ji pirtûka Xwedayê te ji te
re daketî bixwîne, tikes nikare gotinên wî biguhêre.”7
Bi ser van bendan de jî ew dibêjin: Eger ku cin û mirov li hev kom bibin
dê nikari bin tîpekê ji gotinên Xwedê bughêrin .Vêca çawa Dr. Nesir
dibêje ku ew fermana ji demên berê re bû û îro ne gerekî me ye. Helbet
em naxwazin ku bê fêmkirin ku em ne li dijî fermaneke wilo ne, çi di
demên çûyî de û çi jî di roja îro de, û gereke ew û pir tiştên din bêtin
rawestandin û guhartin. Lê tiştê ku em li ser Dr.Nesir digirin ew e ku
ew dixweze bi du rûçikan bi deqa Quranê re bide û bistîne. Ew ji aliyekî
ve bi daketina Quranê ji ba Xwedayekî bilind bawer e, û ji aliyê din de
jî ew doza guhartin û pêşxistina bend û fermanên Xwedê dike. Ew xwe ji
bîr ve dike ku ev yeka çêna be, bêyî ku bendeke din daketi be û ya berê
pişafti be. Wilo gerek bû ku ew helwesta xwe aşkere bibêje; yan bi
daketina Quranê re ye û ew deqeke pîroz e çê nabe ti guhartin tê de çê
bibin, yan jî ew deq bi destê hin kes û mirovan – û li gor rewşa civaka
wê demê – hatiye nivîsandin, û ji ber ku dema îro dad û fermanên wê
derbas kirine, gereke ew ferman nuh bibin û bêne guhartin.
Lê û weke ku ew bi xwe jî di rûpelê 11-an de dinivîse “pêgirtina bi
nûjeniyê di radeya jiyana mewdanî de û xwastina ramyariyeke weke ku çawa
yên paşverû diramîn di eynî çax de rewşa cudetiya kesîtî dinimûne”8. Ev
e rastiya me – em di jiyana xwe de bi hemû alavên nuh re didin û
distînin, lê bi mêjiyekî paşdamayî. Ev yeka jî merceke ji mercên mirina
me ye, û eger ku em bixwazin careke din vegerin jiyanê, gereke berî
hertiştî em çareyekê ji vê durûçikiya xwe re bibînin.
Di çêroka bidûrxistina Adem û Hewa ji buhiştê, û piştî ku ew çêrokê tîne
zimên, vedigere û hinek têbîniyên xwe li ser wê çêrokê datîne. Ew di
pêşî de dinivîse: “Ew Xwedêyê ku ji me re tê nîgarkirin Xwedêyê Tewratê
ye û ne yê ku di ola îslamê de tête nasîn. Ev ji koşka dîrokê ve tiştekî
normal e... Lê gereke mejiyê Muslimanan vê yekê weke rastiyeke teqez
nebe, tenê ku ew di pirtûka şirovekirinê ya herî girîng de hatiye;
hatina wê li ba Teberî an xeynî wî ne pîvanek e. Gereke pîvan dijberiyê
bi yasayên mejî re neke. Çêrok weke tevnûbestekê ku Adem gêrkin dixûya,
tevnûbesteke ku Iblîs û Hewa û Mar pişkdarên wê ne, û di piş guhê Xwedê
de – ew ji tênegihêştinê bilind be – tê gerandin, û digihe ku ew dêng li
Adem bike û jê bipirse, ka wî ji fediya re xwe li ku veşartî. Ev ji
aliyekî ve û ji aliyê din ve jî xûya dibe ku sizaya wî ya li ser seriyê
kesên pişkdarî di wê tevneûbestê de sizayeke zordar e, ji ber hişkbûna
wê ji aliyekî ve û giştiya wê li ser dol û neviyên wan ji aliyê din ve.
Herdu jî ji aliyekî ve li dijî nihadên ku îslamê ji Xwedê re saz kirine
ne, ji aliykî din ve jî li dijî têkiliya wî bi mirovan re ye.”9 Li ser
têbîniya Dr. Nesir çend têbîniyên me hene; ji berî hertiştî em dibînin
ku ew dixweze îslamê û deqa Quranê ji akama Tewrat û Cihoyan bi dûr
xîne. Ew yeka jî ne tenê rastiyek e, ku bandoreke Tewratê ye mezinî li
ser îslamê heye. Lê li gor dîtina me – û weke ku Incîl bi navê “Soza
Nuh”tê naskirin – yek dikare bêje û bi nav bike ku Quran jî weke “soza
dawiyê” ye, ji aliyê din ve jî ev akama han di navbera milet û çand û
şaristaniyên wan de tiştekî pir normal e. Vêca çima Dr. Nesir ji vê yekê
bi tirs e û dixwaze wê yekê bincil bike? Tevî ku em tev jî dizanin ku
bandora pir çand û şaristaniyan li ser îslamê heye. Tirsa me ew e ku ev
yeka ne tenê ji rêbaza wî tê, lê belê ew berhema mejiykî girtî û
şovenîzim be.
Tiştê din ku ew tê de dikeve çewtiyan û rastiya dîrokê berevajî dike ew
e ku ew dixwaze bi xwendevanan bide fêmkirin ku ev çêrok weke ku tenê di
pirtûkên şirovekirinê de hati be – ew kok û damarên wê jî di deqa Quranê
de ji bîr dike, an xwe ji bîr ve dike. Sêyemîn tişt jî dema ku
dijberiyên Xwedê bi xwe re û ya di navbera dadên wî de weke tiştekî ne
li gor yaseyê mejî dibîne û ew ji bîr dike ku bi dehan eger – ku em
nebêjin bi sedanî – dijberî û nelihevkirinên kûrtirîn di nav yasa û
dadên Xwedê de hene. Tenê eger em “karîn û kotekiya” wî bi bîra xwe
bînin, emê dêst ji şirovekirina vê çêrokê bikşînin.
Têbîniya me ya çaran jî li ser hişkbûn û sitama ku Xwedê dê li neviyên
Adem û Hewayê bike ye. Dr. Nesir nikare vê yeka han înan bike, çawa ev
Xwedêyê ku îslamê bi me dayî nasîn – tevî ku îslama em dizanin eynî
Xwedyekî wilo hişk û sitemkar li hember yekî dilovan bi me dide
naskirin, û ev bi xwe jî careke din dijîtiya wî derdixe holê – dê kari
be karekî wilo bike, da ku xwediyên wan raman û şiroveyan pûç bike. Ew
bi matmayî dipirse: Çawa emê vê çêrokê bawer bikin, ewa ku li piş guhê
Xwedê tê te gerandin? Helbet ew vê yekê napejirîne; çawa Xwedêyekî wilo,
ku bi hertiştî dizane û tutişt bêyî fermana wî çê nabe – heya bigihe
gêrikên ku li erdê dimeşin bi fermana wî ye – dê haje tiştekî wilo tune
be û ewê Li piş guhê wî bête gerandin. Li gor rêbaza ku wî dîtin û
helwestên xwe li ser avakirine dê nikari be weke Dr. Sadêq C. el-Eîzim
bêje, yê ku di pirtûka xwe ya bi navê “Rexnekirina Ramana Olî” de
gotiye: “Ev yeka han dek û lêpoyeke ji yên Xwedê ne û ji nihada wî
ye.”10 Belê dê nikari be wilo bêje, lewre ew dinivîse ku “ev çêrok weke
tevnûbestekê ye”11.
Ev jî, careke din, dihêle ku em têkevin perçebûn û demdemiyê; ango bi
şêw û rehên nuh karên xwe şirove bikin, lê bi raman û dîtinine paşdamayî
derkevin. Ta ku Dr. Nesir ji rawestandina li hember xwe û pirsên girîng
bireve û li bersivên “çima evqas zor û sitemî”, “çima ev Xwedê hejî
kuştin û zorê û dojehê dike” negere û bi wêrekî bersivên wan nede, ew
careke din demdemiya xwe bi kar tîne. Lê eger ev tişt giş bi destên ên
din (Ciho û nijadperestan) li deqa Quranê hatiye barkirin, çima Dr.
Nesir aşkere napirse, ka bi Quranê hatiye lîstin an na? Lê pirsa herî
girîng ev e, ka rasteqîn Pêximber û daketina sirûş heya bi kîjan pileyê
durist e, û çima weke ku Buxarî di “Durista” xwe de û Ibin Îshaq di
“Kirdara” xwe de mirina Wirqe bi bêrîna sirûşê ve girêdidin?12 Ma ev
yeka – weke ku Ebo Mûse el-Herîrî di pirtûka xwe “Keşe û Pêxember”
dibêje – bi me nade fêmkirin ku Quran wergerandina erebî ye ji pirtûka
“Incîla” keşe re? Ka dem ne hatiye ku em dev ji van çêrok û efsanan
berdin û weke miletên dora xwe, ku bi yasa û nêrînên nuh pisgirêkên xwe
çareser dikin, biramin û bijîn.
Di derheqa mijara bingehîn ya vê xwendina me de ew dinivîse: “... Û
gerek e di vê ajotinê de em hinek sîberên rêzanî di kêmrewşa pîrekê de,
ku di guftûgoya Quranê de ye, rakin...”13 Helbet ew gotinên xwe bi rewşa
ku pîrek tê de bû ji berî ku Quran dakeve girêdide û dibîne ku ew yeka
nuh (banga ji pîrekê re ku di Quranê de û bi rengekî serbest ji mêr
hatiye hişmendiyeke nuheî tevî ku ew bi xwe jî dibêje: Yek dikare ewê
Yekê; Hişmendiya nuhî weke hintîrêj di helbestên Ebebozan de bibîne.
Tiştê balkêşî di vir deî ku Dr . bizavên xwe dike da ku deqa pêşîn ji
kêmasiyan biparêze û wêî mîna ku misliman dixwezinî weke deqeke pîroz û
ji ezmên de daketî berepêş meke . Lewre ew xwe dike pir şaşiyan demê kuî
carekê wêî weke bê kêmasî dibîne yan jî ku hebin hineke biçûk û li gor
dema îro ne ; “ Tu paşmakê jinekê bike nîvê yê mêr “ { 14} î an jî demê
bibêjeî ku deqa Quranê hişmendiyeke nuhî bo mafên pîrekanî afrandiye. ?
tu wilo dîrokêî bi xêza pênûsê xweî bighuêre dê gunehbariya herî mezin
beî û di vir de em tenê pirsekê ji Dr. dikin; Gelo miletên Ereb weke
xenyî xwe di qonaxa dayikbûnê re derbas nebû û çima navên hersê Xwediyên
Qureyşiyan ên mezin ; “ Latî Munatî û elîIze “ mê neî û yê ku Muhemed
aniye “ Elah” nêreî eger ku ola nuh û bi rêbaz û şêweyeke kartir rola
nêran bi ser nexistibe.
Pirseke din ji Dr. tê kirin; ~ima wî kêmrewşa pîrekêî û li ser zimanê
Xwediyên dengên dinî tenê di çêroka paşmakê de dît û bi dehan tiştên
weke wê û jê jî wêran û genîtir bin cilkirineî weke hinek mînak ku yek
dikare bêje; Dengê du pîrekan di rastbêjê de bi yê mêrekî yeî mêr di ser
seriyê jinan de ne û ji mafê mêraye kuî heya bi darê zorê jî î wan bînin
ser riya rastî{ Li ayetên 34- 35 an ji sûretê Elnîsaî binire}î û zewaca
mêran bi komeke jin re û bi pir şêweyanî nimûneyek balkêşe di vê yekê de
.
Heya di çêroka derxistina Adem û Hewa de yek dibîne kuî gunehê mezin yê
pîrekê yeî û dema ku Dr. dibêje: “ Xweda ew herdu weke hev girtine...
dema got ; Iblîs ew herdu şimitandin “ { 15}î ew nîvê rastiyê dibêje û
li me weke çêroka dibêje; “ Neçe mizgeftê “ dikeî bêyî ku nîvê ayeta ku
wê şirovedike bi serî bike. Erê ayeta { 36}an ji sûretê çêlekê wilo
dibêjeî lê çima ew ayeta {37}an jî nayîne zimên kuî di tobekirinê deî
tenê navê Adem tê gotin û yekî aguhdar dike ku Hewa ji tobekirin û wilo
jî ji beratkirina ewî gunehiya ku “ herdu şimitîne” nav deî dûre. ? da
ku meydana mislimanetiyêî bi carekêî ji van çêrokan paqij bikeî ew
dinivîse; ”Guftûgoya heye ji şêw û neqşa Tewrat ê werdigre” {16}. Bi vê
yekê re ewî weke piraniya rewşenbîrên Erebanî nikare xwe ji îdyolociya
nijad parestiyê rizgarbike û bi rola xwe ew jî di wê xefkê werdibe dema
kuî hemû şaşî û paşmayîna Ereban û derketina pir hêzên teror di demên
paşin deî dixe sukra yê biyan; yê din: ”Hilweşandina yekîtiya Sovyetî û
vegera cîhanê ser yek cemser û... û dilxweziya Emrîka û hin Ewrupiyan ku
mislimanetiyê bikin dijminekî îdyolocî şûngir û ... lîstika wê; ”Emrêka”
bi hin hêzên konevanî çi yên... hêşt ku bibin sedemên derketina tevgerên
zorbaz “{17}.
Helbet yek dikare pir tiştên din bîne zimên ku Quran û Muslimanetiyê bi
çavekî biçûk li pîrekê nirîye û ew di pileya dudiwan de hêştiye . Lê bi
tenê hin nimûne û li gor evê lêkolîna me besbûnî tevî ku emê careke din
li vê mijarê vegerinî û eger tenê yek vegere û Quranê bi mêjiyekî vekirî
bixwîne dê vê rastiyê û bi rengekî beloq tê de bibîne .
Di warê şirovekirina guftûgoya nuhavayiyê deî ew Muhemed Ebdê û şagirtê
wî Qasêm Emîn weke pêşendeyan dibîne û li ser zimanê wan dibêje: “
dijberî guftûgoya olî ya ku “ şûnketinê” bi dûrbûna ji sincên <slamê
şirovedikeî Qasim Emîn dibîne ku dûrketina ji sincîn <slamêî sedema wê
şûnketinê û paşdamayînê ye û ew rewşa dihêle kuî em <slamê bi rengekî
çewt û şûndemayî fêmkin . ? ji şûndaketinê reî di rewş û dîroka civaka
<slamê deî hinek sedem heneî Qasim Emîn di kotekî û zordariyê de
komdike” {18}.
Raste ev gotin li ser zimanê Dr. Nesir nehatine gotin wî xistiye ser
milên wan pêşendeyanî lê weke ku di ajotina guftûgoya wî de hatiye û di
van hevokan de nivîsiye: ” pir regez î niştimanê dilivîninî an wê ber bi
pêşketin û bajarvaniyê ve têvedidinî an jî wê ber bi şûnketin û hovîtiyê
dikşînin. Ev regez bi xwe jî eynî di wê “ olê” de jî kar dikin î ango di
çêroka têghîştin û şirovekirina wê de {19}.
Em têdighên ku Dr. jî î û weke Muhemed Ebdê û şagirtê wî Qasim Emînî bi
wê çewtiyê Ve diçe û dixweze li me weke çêrokaî hêk ji mirîşkê yan
mirîşk jihêkê ye bikeî gava ku dûrketina ji olê û paşketina civakê
berevajî dike û dibêje; |ûnketin sedema dûrketinê ye û vê şûnketina me
jî bi kotekî û zordariyê ve girêdide weke ku tirola <slametiyê di vê
yekê de tinebe û ew ji bîrdike ku bi dehan çêrokî li ser zimanê
Pêximberî hene û ew bang li sertewandina ji şûngir re dikin î weke; “
Destên Xwedê li ser civatê ye û Iblîs bi yê dijî civatê re ye” { 20} û
dîsa; “ |ûngir siya Xwedê ye li ser riwê zemînê“î û eger ku ne ji van
sinc û yasa û baweriyan baî yên ku bi hatina ola musilmantiyê re rehên
xwe di civakê de kûr berdaneî dê kotekî û zordariya ku bi destê
rêvebirên vê olê hatine meşandin tuneba û wan jî dê rê ji xwe re nedîta
. Wan hêşt ku civak bi gavin pir dereng bimeşeî û nirîna ku deqa Quranê
deqeke tekûz û herî bilind dinimûnê û kirasê pîroziyê bi ser de berdideî
nahêle yeke din; Deqeke din _helbet di mêjîyê <slamî de_ ku ji wê
bilindtir derkeve û hêştiye ku ew mêjî li cem dema sirûşê raweste û
nikaribe wê derbas bikeî vêca emê çawa ji dîrokê dernekevin.
Xala din a girîng ku Dr. û mamosteyên wî yên pêşende dixwezin xwe tê de
jibîrvekin ewe ; Weke ku em dizanin” ol” bi xwe jî berhemeka ramyarîyeî
ji rewşeke aborî_civakî taybet reyeî û ew rêbaz û îdyolociya dema xwe
hildigre û ne ramyariyeke di valahiyê deye da ku ew bizavên xwe bikin û
ewê rêbaz û îdyolociya ji berî { 1500}salî ji dema me ya îro re jî
durust bibîninî û bêjin ku tenê şirovekirina me ji deqên wê demê re
çewtin î û wilo ewjî dighên encama ku guftûgoya olî dighêyê kuî çewtî di
têghîştina mede ye û ne di deqa” pîroz” de ye; Ji ber ku ew gotinên
Xwedê ne û ji her demekê re rast û durustin . Tevî kuî weke me di pêşî
de gotibû; Ew di vê xalê de jî bi xwe re dikeve rikberiyêî dema ku
Quranê weke deqeke” pîroz “î ji aliyekî ve dibîne ji aliyê din ve jîî
bang li guhartin û hin tiştan dike kuî em li dijî Quranê biçin; ~êroka
Eqbata û ka em cizyê ji wan bistînin an na .
Wilo Dr. û weke ku ew bi xwe jî li ser guftûgoy nuhavayiyê dibêje; Ku ew
ji durûçikiyê dikeve derewîtiyêî ew bi xwe jî di wê xefkê wer dibe û
dighe pileya ku <slamê bê guneh derîne û binivîseî helbet bêyî ku wan
helwestan seranser weke yên xwe pêşkêş bike û wan dixe sukira guftûgoya
nuhavayiyê û ev bi xwe jîî careke dinî helwesteke durûçikiyêye; Ew
dinivîse: ”Mafên ku <slamê daye pîrekêî di hin ciyan deî dikeve pêş
mafên ku pîreka Ewropîî ku piştî dema nuhavayiyêî bi dest xistiye. Lê
mixabin hin sincin kirêt kuî ji hin miletên din _nîşanî ji Turkan re ye_
gihiştine wê ... hêştine hukumetin zorkar bi ser me de bigerin “{20}î û
wilo ew xwe û miletê Ereb bê guneh derdixe .
Tiştê herî hêsan ewe ku tu goga berfê; Gunehkariyê bavêje hebêza yê dinî
an jî weke ew dibêjin; Tu şaşî û gunehên xwe bi darikê yê din ve
daleqînî. Dr. ji bîr dike ku Ewropa ji şûndamayiya xwe rizgar nebûî taku
cudebûnek xist navbera “ol” û “civakê”; “OL ji Xwedê re ye û welat ê
tevaye“. ? tevî ku Dr. di rûpelê {66}an de dixweze weke kuî hemû cureyên
zanyariyê dikevin bin alav û şêwaziyên têgihêştin û şirovekitinêî gereke
“ol” jî wilo be û eynî bi rêbaza zanyariyên bête vekolînî lê careke din
ew dikeve venêrandina deqêî û rêbaza xwe li ser bingeha wan nirîn û
dîtinan ava dike û ji bîr dike eger kuî weke ew dixweze em rêbaza
zanyriyê Li ser “ol”ê bimeşînin dêî û weke ku Dr. S. C. elEzim di
pirtûka “rexneya ramana olî” de dibêje; Emê pir tiştan ji <slamê û ji
“deqa pîroz “ bavêjin.
Ew careke din vedigere çêroka bendên Quranê û dibêje : Gereke yek wan
weke heyeî û “tîp bi tîp” nexwîne û li şûna wê xwendinê gereke em li gor
“nîşandinên wê yên dîrokî” bixwînin “da ku em tiştê cewherî û bi cihî ji
piş ên demkî û tên guhartinî derînin “{22}. Helbet ev pirsgirêka ya
rêbaza ku Dr. ji xwe re vebijartiye û ne ji kêmtêgihîştinan hatîyeî belê
ev pirsgirêk a rêbaza li hevkirinêyeî ya ku ew dixweze di navbera
şûndamayîna “deqa pîroz” û gerekiyên pêşketina kuî civaka îroyîn tête
xwendinî de çêbike.
Di çêroka dadweriya <slamê de jî ew pir dûr diçeî dema ku dadweriya li
gor wê demê weke ya herî bilind û tekûz dibîneî û tenê çêrokên wekî
koletiya di <slêm de û piranîna jinan û kirîn û firotane wan; “ Navmalî
î diya zaro û ya destê rastê û ... hwd” û sitandina cizyê ji Ecem û
“Mewaliya” û nirîna <slamê li wan ku ew weke civaka ji pileya duyemîn e
û... hwdî dê bi me bide naskirin kuî dadwerî û dadvaniya <slamê heye
kîjan pileyê bilindeî û eger Dr. evan tiştan bi pêgirtên civaka nezaniyê
ve girêdideî yek dikareî û di hundirê deqa pêşîn de _helbet em gotina
deqa pêşîn û deqa pîrozî weke zaraweyeke zimên bi kar tînin û ne weke
wateya jê tête xwestin_î bersîva vê yekê bibîne kuî xwediyê wê deqê
ticarî li razîbûna bê olên weke Ebo Cehil û Ebo Leheb...nedigerîî da ku
li gor dilê wan bendên xwe binivîse.
Lê wî û hemû xwediyên rêbaza lihevkirinê dikarîn xwe ji evê pirsgirêkê û
durûçikiya xwe rizgar bikiranaî li gor baweriyên meî eger ku bi dilêrî û
aşkere bi gotina ku <slamî û weke hemû şaristan û <mperetoriyanî di du
qonaxan re derbasbûye; ya pêşî qonaxa demizrandin û qelsiyê ye û ya din
jî dema ku ew dighe û leşkerên wê êrîşê dibin ser mîrîtî û <mperetoriyên
kuî roja wan ber bi ava diçû. Lê ji berî evê rastiyê jî gerekbûî û
bêtirsî wî bigota ku deqa pêşîn berhem û pirtûka wê demê ye û rengê
pîroziyê ji ser hilaniya; Ango ew jî î û weke her pirtûkeke dîtirî
nivîskarî nivîskarên wê hene û wilo dê rê ji xwe re û ji gotina kuî
ayetekê yeke din sîrkiriye an jî dema îro ew derbaskiriye û gereke em bi
wê nekinî vekira. Lê û ji ber rêbaza ku wî ji xwe re vebijartî nedihêşt
û nahêle ku ew evê xwendinê bikeî wî xwe xistiye pir şaşiyan î xefkan.
Di dawiya vê perçeyîî ji vê nerîna li pirtûka Dr. N. H. Ebo Zêdî de em
gihîştinê wê baweriyê ku ew ê herî bi hişmendî piştvedaniya ola <slamê
kiriye û weke ku wî bi xwe jî nivîsandî; “ Hişmendiyeke zanyarî bi olê û
nîşandanên deqên wê “{23}. Lê em ne dizanin bêjin mixabinî ji ber ku ew
pir hate gunehbarkirin û riswakirin î û ne jî em bibêjin başe ku komele
û civatên <slamê ew rind fêm nekirin da ku pûtekî din ji me re ne
afrînin.
Tenê ma ku em wî vegerînin rûpelê {113} e ku têde nivîsandî:”dema ku
Zekî N.Mehmûd bi wê erêkirin û agahkirinê reî wî çekeke tûj da dest
berpozên xwe ku wî serjêkin”.{24}. Dr. di vir de li çavê rastiyê dixe û
weke ku wî li ser xwe nivîsandibeî û belkî ev yeka jî di mejiyê wî yê
veşartî de meyîbûî dema ku wî deqa pêşîn weke “deqeke pîroz” pejirand û
got:” xwedê yê min û wan e”.{25}
* * *
Di perçê dudiwan deî ji pirtûka Dr. Nasirî ew nêzîkî meseleya ”destlatî
û maf “ dibe û di rûpelê pêşîn de dinvîse: ”Lê divê ku em ji bîr nekinî
“mirovê” ku ol rêzgirtina wî digre û mafên wî tevan didêyêî ewê ku li
ser riya vê olê ye yan a dine... Lê ewê ku li derveyî çarçewa wê olê beî
di nêrîna wan deî yekî “miriye”î tumafên wî tunene...? ne tenê gefûgura
wîî bi êşa li roja din tête kirin. Lê “kêmdîtina” rojaneî ji wî reî bese
ku mirovatiya mirov jê bistîneî ewa ku bêyî wê her gotinek li ser mafan
tiştekî bê angoye”{26}.
Heya bi vir em bi gotina wî re neî ku ne tenê ol; ~i yên kevin an jî yên
nuh î lê heya bighe çi bîr û baweriyên ku derketineî û çi civak û
komeleyên ku li ser bingeha çi ramyariyê rabûne î eger ku nijad û xwîn
be ; êl û netew an jî fikir û raman be ; Ol û partî . Eger ku çi dibê be
wê hêştiye ku piştgirekî di nav endamên wê komelê de derkeve û weke
tiştekî pîroz lê bête nêrîn û yên dervayî civaka xwe weke dijmin î an jî
bi kêmanî rikbir î bibînin . ? li gor dîtin û baweriya me ev serhatiyeke
dîrokiye û dê jê re î ji bilî hişmendiyeke bilind î tidermanên dî
tinebe.
Lê eger ku yekî weke Dr.Nesir bê û binvîse: ”Bê guman ji mafê
musilmanaye ku li dijî vê dadeya giştî rawestinî ji ber ku <slam
baweriyê bi hemû olên ji berî xwe dike û ew ola herî dawiye ...{27}.
Bervedaniya xwe di ber <slamê de dajo û di vê angoyê de dibêje; Ku ola
<slamê mafê herkesî diparêze û rûmeta wî digreî tenê dema ku ew;
“Mirovê” destê xwe dike yê dijmin û şerê <slamê dike î wê hîngê ti mafên
wî tunene. ? di çêroka”cizyê”de jî dibêje; Yek dikare bêje ku ew rewaya
dema berêye û îro em dikarin wê berdin digel ku ew yeka ji bo parestina
yê dinî ên ne musilmanî derketibû.
Helbet ev nerîn weke ku tu di neynikê re li tiştan binirêye û tenê
aliyekî bibîneî ango tutiştan pan û dûz bike. Berî hertiştî ew ji bîr
dike ku hêzên <slamê î yên leşkerî bi ser bajar û welatê” Yê din” de
girtibû û ew dagîrker kiribûn û weke koleyan li wan dinirînî û ev tenê;
Ango dagirkirina yê dinî dihêle ku gotina: ”Mafên wî dihatin parastin”î
guftûgoyeke di bê de be . Vêca hîne tu werê û di welatê wî de cizyê jê
bistîne î tevî ku û weke ku Dr. bi xwejî dibêjeî ku ew yeka; ”Cizyê” î
“parekbû ji bikaranîna dîrokî yên wan deman “ . ? em jî dibêjin ku ew
rastiyeke wê demêbû ; Yê serdest ê din ji xwe re dikir kole welatên wan
jî talandikir û <slam jî ji vê sincê ne dûre.
Ya herî kirêt di nivîsandin û lêkolînê de ewe kuî tu rastiyên dîrokê
bervajî bikîî weke ku di pir rûpelan de kirî û vaye di yên { 131-132}
yan de ku î di ser kesîtî û karên pêximberê muslimanan nivîsandîî
dibêje: ”Pir nîşan di kar û berên pêxember de heneî çi yên kesîtî an jî
yên civakî û konevanî ku wî rûmetgirtina mafên mirovanî weke ku mirove î
digirt. Bêyî ku ew li ol û reng û nejada wî binireî û kuştina hinek
cihoyên Yesrêb; ” Bajarê midînê” ku wan peymana di nav muslimanan û
gawirên Mekê de şikandibûn û alîgirtina wan bi gawiran re li dijî
pêxember û hevalên wîî sedembû . Ew weke bûyereke ” doxmaniyeke netewiye
“ di têghîştina dema îro deî û rê nade lêkolînvanê paqij ku wê yekê weke
dijmanetiyekê li hember cihoyatiyêî weke ku ew oleî nîşan bide “ {28}.
Tenê Li hevoka dawî binirin emê baş têbighên ku camêr heya bi kîjan
pileyê bi gûftugo û bihîstina dengê yê din re yeî ku tenê tu bi gûmanî
an jî tu nêzîkî wê bûyerê bibî û ne weke ku ew lê dinêre binêrîî te
paqijiya xwe wendakir. Gerekeî û ji pêşî de î tu karê cihoyan weke
“doxmaniyeke netewî”binirxînîî û di dû re rê ji te re vedibe ku tu nirîn
û dîtinên xwe di wê çêrokê de bînî zimên . Weke dema yê musliman ji yê
din; ”Gawir” dixweze kuî gerke ew di pêşî de baweriya xwe bi Xwedê û
Pêxember û Quranê wî û ...bîne û di dû re têkevin axaftinan. Lê emê bi
ya wî nekin û ne xeme nirîna wî li ser me çibeî û em naxwezin ku weke tê
gotin bibêjin : ka gotinên kê dê di ser goyên dîrokê de cih bigrinî tevî
ku titişt nema û di vî sergoyî de cih negirtî.
Ji berî her tiştîî û weke ku wî ji me xwestibûî ku em vegerin”Ibin
Hîşam”î û bi rola xwe em jî xwendevanan vedigerînin wê jêderê û em wê ji
xwe û wî re dikin dadvan ka ew çi dibêje; Piştî ku leşkerên Qureyşiyan
ji dorpêçkirina “Yesribê” vekşî î rabû Muhemed û hevalên xwe “ Benî
Qureyza”; Ji cihoyên Medînê î dorpêçkirin û evê yekê{25}rojan ajot û
dema Cihoyên dorpêçkirî dîtin ku rewşa wan her diçe xerabtir dibeî
şandekekî xwe ji Muhemed re şandin ; “ |as bin Qeys”î lê tevî ewê yekê
jî wan nikarîbûn seriyên xwe biparistana û tê derxistin ku her ewê bêne
kuştinî di gel ku ew razîbibûn her tiştî li şûn xwe bihêlin û ji bajêr
biderkevin.
Lê hezkirina hin muslimanan ji xwînrijandinê re rê neda dengên xêrxwezî
û ta ku Muhemed karibe destên xwe ji vê yekê bişoî eger ku rojekê dem li
ser seriyê wî wergerî û ew hate dadkirinî lewre gote Seîid bin Muîaz;
Serokê Ewsî ku “benî Qoreyza” mewaliyên wî bûn û ew ji wan tijî bibû:
”Rê ji te re ye ku tu li doza wan binirî”î tevî ku wî baş dizanî dê çi
dadê bide wanî û Seîid gûmana wî li erdê naxeî lewre wî bê dudilî got: ”
Ez dadê didim ku mêr bêne kuştin î pere bêne parvekirinî û jin û zaro jî
bibin kole . Pêxemberê Xwedê jî gote Seîid: Te bi dada Xwedêî ji jorî
heft ezmananî ew dadkirin{29}.
Piştî dadkirina Seîid ji wan reî wan kom bi kom dibin nîvê bajêrî ku
hazir û ji bo wan”di nîvê çarşiya bajêr de” xendek kolabûnî û seriyên
wan jêdikin û di wan xendekan wer dikin; Hema ji yên ku ber defna wî
mordike û heya bighe kalên ketîî pere û milkên wan jî li xwe parve dikin
û jin û keçên wan jî li çarşiyên ”Yemenê” bi şûrekî an jî hespekî û ne
dûre ku bi kirasekî jî diguhêrtin; Her ku tişt li bazarê pir bû dê nirxê
wê kêmtir be û ev yeka ne derhînaneke ji ba me yeî“Ibin Hîşam” bi xwe
dibêje: ” |esid an hefsid û yên pir dikin jî dibêjin di nav bera heysid
û nehsidî de bûn”{30}; Ango yek ji sisyan ji rûniştvanên bajêr hatin
windakirinî ev jî gotina”Ibin hîşame” û ne ya meye û bi ser vê yekê de
jî Xwedê jî û di sûretê partiyan” elEhzab” deî ev karê Pêxember pejirand
û pîrozbahiya wê kir. Ewê ku dixweze di vê çêrokê de baş têbighe î em wî
vedigerînin “تهذيب سيرة ابن هشام” ji rûpelên{198} ta{207}an.
Vêca tenê em dixwezinî ji Dr. bipirsin kanî gotina wî ku; “~end Ciho
kuştin” li ku ma û xûya dike ku ew hîne têr ne bûye û gerekbû ku Muhemed
zaroyên wan jî bi kuşta da ku Dr. kîn û şovenista xwe ya îro li ser
Cihoya têr bikira.
Dema ku Ibin Hîşam dibêje: ” Ew çend sed bûn “ û xwe ji bîra dike ku
bajarên wê demê; Berî{ 1500} sal ne bi Melyonanbûn û bajarê herî mezin
ji çend hezaran çêdibûnî yek tê dighe ku mêjîyê Dr. heya bi kîjan radeyê
xwe xapandî. Vêca em dipirsin kanî ew dadvaniya li ser Pêxemberî ewa ku
Dr. dixweze jê re bike al û li bake.
Em dibêjin ev çêrokî tevî ku me bi hemû qirêjiya wê jî negotiyeî dê tenê
bes be û negereke ku em çêrokên di şerê” Benî Nedîr”deî ku gihîşt heya
darên xurmê jî ji kok de bibre û bi şewtîneî û rê bide hevalên xwe eger
ku yekî gawir girtin bi wî” temsîl” bikinî nemaze piştî kuştina apê wî
Hemze û dîtina eşareta bi wî kirineî dîsa rêdana wî ji kuştina bi dizî
reî ji yên ku li rikberî wî radiwestîn weke” E.bin Ubey” î û
hilweşandina pûtên Qureyşiyan; ” ..û dema ku Pêxemberê Xwedê {R.}bi ser
Mekê de hatî ew kete hundir mizgeftê ku hîneî li dora kevirê reşî pût
jipiyaneî wî bi kevana xwe î geh li çav û geh jî li devê wan da digel
gotina; Maf hat û derewîn pelixî ... û ew fermana şikandina wan ”pûtan”
dide ..”{Rexnekirina zanîn û zanyaranî Ibn elCewzîîR.59} {31}.
Evan karê Muhemed hêştiye kuî di roja îro de î yên weke tevgera Talban
li Avganistanêî û hemû tevgerên olî yên terorî wan kar û bûyeran ji xwe
re bikin nimûne û pîvanî û bi sedan bi destên wan bêne kuştin û ... hwd.
Belê negereke ku em van çêrokan û yên din bînin zimên da ku em
”dadvaniya“ Pêxember nasbikinî û em bibînin ew heya bi kîjan pileyê
diltenik û hezkirê mirovantiyê bû. Me çêrokên wan ên li ser xaka
Kurdistanê jî negotinî ji ber du sedeman; A pêşîn ku ew ne di demên
pêxember de bûn û ya dudiwan jî da ku nebêje; Em ji jêdereke
nijadperestî êrîş kelepûra Ereb û <slamî dikin.
? ta ku pelikê Pêxember bêtir sipî bikeî ew vedigere roja îro û hin
qulkirinên ji mafên mirovan re kuî li welatên Ewropa dertên{R.133}î dide
pêşiya xwendevanan kuî binêr em ji berî {1500}salî ji evên ku dengê xwe
ji bo mafên mirovan bilind dikinî dadvan û mirovanîtirbûn û ta ku bêtirî
weke guftûgoya paşdemayîî ku ew bi xwe jî li hember wê rawestiye lê tenê
bi tewrîî yê din; ”Ewropa” riswa û rûreş derîneî tevî ku em venaşêrin ku
hinek tiştên li dijî mafên mirovan li wir jî têne kirinî lê pirsa me
ewe; ~ima Dr. evan tiştan û di dema îro de ku li ser tê gotin; Dema
demokrasiyê û mafên mirovaneî ew van kêmkasiyan dibîne û nikarîbû
hovîtiya muslimanan û hemû kiryarên wan bidîtaî eger ku xwendina wî jî
ne weke ya paşdemayî yeke vebijartiye .
Tiştê ku yek dikare ji vê bervedaniya Dr. ji ber Ereb û <slametiyê ve
dikeî fêm bike ewe; Mejiyê me hîne li ser stûna nijadperestiyê dimeşe û
em î di demên ku bivetî nêzîkî nijad û kesîtiya me dibeî bi{1500} sal bi
şûn de vedigerin û weke ku guftûgoya paşdemayî î ewa ku Dr. bi xwe jî li
ser gotibûî ew hinek tiştên biçûk û gîre î helbet ên pîsî ji rewş û
jiyana Ewropa dide pêşiya me û dixweze wan bike wêneya şaristaniya
Ewropaî û wê hemû alav û têknîk û nirîn û dîtinên wan; Ango bi gotinekê
hemû bidestxistinên wan tevî ku em bi xwe jî wan bi kar tîninî ji bîr
dikin. Heya bighe mijara ku em têdeî Dr. ji bîr dike ku” Agehnama Mafê
Mirovan”î û çi tiştên bi vê çêrokê ve girêdayî neî giş ji Ewropa derket
û em dikarin bînin bîra wî ku welatên muslimananî helbet ên Ereban jî di
nav deî heya bi demên nêzîk yasaya koletiyê bi kar tanîn{*}’ û tevî ku
di roja îro de ji destûrên welatên xwe hilanîneî lê hîne jî ew sinc û
pirensîpênî ku reh kûr di civaka <slamê de berdaneî û weke ku wî bi xwe
jî li ser yekî ji yên ku guftûgoya pêşverû dinimûnand; ”Zekî N. Mehmûd”î
gotibû: ” Piştî ku wî got: Quran pirtûka min û we yeî wî xwe weke
nêçîreke hesan dabû destê paşdemayîî da ku wî karmendkin {32}. Dr. jî
eynî wilo dikeî demê ku dibêje; Xwedê yê min û wane.
Piştî ku Dr. û li gor înana xweî dighe ewê bawerî û encamê ku wîî
pêxember û dema pêşî ji <slamêî berat û sipîkirî ew vedigere demên
dawiyê û bizavên xwe dike ku wan deman jî bê lekên xwînê û kuştarên
tevayî û hilweşandina pir civak û şaristaniyan derîneî lewre dinivîse:
”Feqehên dawiyê ber bi tevlîkirin û ne ji hev cudakirina di navbera
tiştên “civakî” û “olî” ve çûnî tiştê ku hêşt “cudabûnek”di navbera
mirovanî bi sedema olêî çêbibe . ? di encamê de ew dadeyên sert ku di
derheqê yên ne musliman de derketibûî ewên ku...Lê tenê ew weke dîtin
manî muslimanan bi wan nekir. Berketvêrsin û ji bextê Sipiye ku di
dîroka <slamî deî di vekirinên wan de î ti buyerên komkujiyê an jî
paqijkirina olî derneketine”{33}.
Em jî dê bizavên xwe bikin kuîbi rola xweî çêrokên wî înan bikinî ku
ticarî destên muslimanan di dagirkirinên wan de î ji bajar û welatên ên
din re î bi xwîn nebûyeî û ne jî wan bi zora şûrî talanan û kokujiyan ev
miletên derdora xwe kirine bin darê zorê û destlatiya xwe î û wan bi
dilê xwe û bi gotinên nerim dev ji ol û perestên xwe berdanî û xwe ji
wan; Muslimanan re kirin kole ”mewalî” î û wan bi dilê xwe jî vêrge û
cizyê da wan.
Belê emê van çêrokan tev “bawer” bikin î lê tenê em çend pirsan ji wî
dikin; Gelo ew komkujên ku muslimanan bi hevkirineî ji bilî yên anîne
seriyê yê din; Rikbirî çine û ji bo çibû û ka Dr. wan weke komkujî
dibîne yan na î û eger ku ew dipirse î û xwe xeşîm û bilmez dikeî ka em
li ser çi di axivinî em wî û xwendevanan vedigerînin pirtûkên kevin;
“Diyên pirtûkan” û weke nimûne: Dîroka Teberîî Ibn kesîrî Ibn xalkanî
Ibn Esîrî Mesîudî û .. hwdî ku çêrok li dû çêrokê î ji me re î diçespîne
ku ji roja pêşî deî <slam bi zora şûr û li ser xwîn û koma qoqên
kuştiyan avabûyeî û em tenê û weke nimûne dikarin çend şer û bûyerên ku
di nav muslimananî bi xwe î de derketine bînin zimên.
Di şerê “elCemel” de î ku piştî kuştina Osman bin Efan di navbera
leşkerên Elî ji aliyekî ve û ji aliyê din Aîîşe; Jina pêxember û dayika
bawermendanî û Telhe û Zibêr de derketibû î û di encamê de î û weke ku
Muhsên el Emîn di pirtûka xwe de ya di bin navê “الشيعة بين الحقائق و
الاوهام”de nivîsandiye: ”.. Bi hezaran ji muslimanan hatin kuştin û
mervên Ebid el Qês mîna sehan li dû xwe kişandin û rih û simbêl û
birûhên wan hildikirin û ew bê guneh dihatin kuştin..{34}. Di cihekî din
de; “Bûyear elHera”î ku Dr. Ferec Fodê jî di pirtûka xwe ya di bin
navê”الحقيقة الغائبة” de dibêjeî û hêştibû ku ew seriyê xwe jî bi ser
rastebêjê de û rêxistinên teror ên <slamî wî bikujinî ku “Leşkerên Yezîd
{bin Muîawiye} êrîş Midînê kirin î dema ku rûniştvanên wê serokatiya wî
nepejirandin .. ? Serleşker fermanan dide ku bajar heya bi sê rojan ji
wan re berdayî yeî dibêjin ku çar hezar û pênsid kes têde hate kuştinî û
hezar keçik ji keçikaniyê xistinî û ev giş bi fermana Yezîd ji
serleşkerê xwe {Muslim bin Eîqebe}re bû ..{35}.
Ev giş tenê ji bo ku wan gotibû; Em serokatiya Yezîd napejrîninî ne hîne
<slamê qebûl nakin û eger ku Dr. çêroka cizyê weke merceke sivik dibîne
û wê yekê rê ji yê din re hêştibû ku ew li ser ola xwe ya kevin bimîneî
ev jî yeke ji çewtiyên dîrokê yên ku bi xêra şirovekirinên berevajî
gihêştiye me û ya durust eweî ku piştî Ereb bûn musliman û dest bi
dagirkirinên welatên ên din kiribûn û dîtin kuî çi kuştina wan an jî
<slambûna wan dê ji wan re î bêsûde be. Wan ev mercê siyemîn ji yê din
re pejirandinî û tenê ji wan re ; ji ber ku çênabe yê Ereb jî vê mercê
ji xwe re bipejrîne û ew nebe muslimanî û wilo dê karibin genciyên xwe
bi zêr û pereyan dagrin û wan jî weke kole ji xwe re bi kar bîninî û
çêroka “şerê El Redê” di dîroka <slamê de li ber çavaye ku tenê wan
gotibûî û piştî mirina pêxember: ”Ji vir û pêve nema em pereyan didin
genciya <slamê”{36}î û ne weke tê gotin ku ew ji ola <slamê vegerîbûn.
Heya gihîşt ewê pileyê î ku nehêlibin kesekî din derbasî nav ola <slamê
bibin da ku ziyan neghe genciyên wanî lewre olperestên muslimanan
fetweyek bi derwîna baweriya yê din; Ku ew ne Erebe û nuh bibûn
muslimanî derxistin: ” Ew bi derewîn ketine <slamêî da ku karibin cizyê
ji wan bistîninî tevî ku ew <slam bûbû jî î û wilo dê nehêlibin ku
kaniyên pere û dewlemendiyê li ser wan ziwabibin û ...{37}. Evê yekê
hêşt ku pir xelk ji welatên xweî û ji ber zor û sitema mîrên muslimana û
giraniya seraneya li ser pişta wanî bireve deverên dûr û tenê em weke
nimûne çêroka Yihya bin Seîîd el Hereşî bi bîr Dr. tînin ku î elEzdî
dibêje: ” Wî ; Yihya el hereşî î ji kesên Mûsilê xwest ku seraneya salên
çûne jî bidinî hêşt ku pir kes jê bazdin û biçin Azirbêcanê û tevaya
pereyên ku î tenê di sala 181 K._ 797 Z. de îkomkiribûn gihêşt .. |eş
hezar hezar dirhem. ? êş û zordarî di komkirina seraneya de berdewam bû
.. bi pir şêweyan mîna berdana keftar û mêşesoran û .. ser wan de .. û
lêdana bi danîna keviran ser milên wan”.{38}
? ew pere li kê û li çi dihatin belavkirin; Li kêf û navmaliya û .. Ev
tenê ji mûsilê û eger ku em vegerin rojên şûngirê dudiwan; Omer bin
Xetab ku ew û lawê xwe bi {16} dînaran mehekê li Hecyê dimîninî û jimara
seraneya ku wî ji tevayî <raqê komkiribûî emê bibînin ku çi zor û sitema
seraneyê hebû; Hinek dibêjin sed hezar–hezar bû û hin jî dighênin
{128î000î000}an{39}. ? Eger ku Dr. nizane van hejmaran bi zimanê îro
bixwîneî emê jê re bêjin ku Omer û tenê ji <raqê bi kêmayî sed milyon
dirhem distandî helbet ji xeynî kole û navmaliyan û hunguv û ..h.w.d.î û
ewê bihêlin ku; ”Qêrîna |ûngir; Omer bin Ebid el Ezîz ku bankiribû :
Xwedê em kirin pêşkar ne bacbir î piştî mirina wî î valabe”{40}.
Eger ku ev nebesbin em dikarin pêde biçin û bînin bîra wî ku î Elî û
herdu kurên wî bi destên musilmanan hatin kuştinû heya gihîşt ku Husênî
û bê serî î bi xaçekî ve mîxbikin û li bajarên musilmanan bigerînin . ?
emê şerê ku di navbera Elî û Muîawiya de derketibû ; ” |erê Sifîn”î ji
wî re bihêlin . Ji bilî karên ku Hecac û serokên wî tanîn serê
belengazên musilman û weke ku Mesuîdî di Miroc el Zeheb “de nivîsandî
ku; ”Hecac bi xwe li ser xwe digot: Tiştê herî xweş û bi mirês î ji min
re î ewe ku ez xwînê birjînim û ez bi karna rabim ku hîne ti kes pê
ranebûneî û ne jî pê ramiya ye{41}.
Tenê em vê çêrokê ji pirtûka”الشيعة بين الحقائق والاوهام”digrinî ewa li
ser Hecac salix dide ku ; “..piştî mirina wî î di zîndana wî deî bi
hezarê hezaran kes derketin î bêyî ku yek zanibe ka gunehên wan çibû
{42}.
? bi sedan çêrok û çêrokên xwînrijandin û komkujiyê hene; ”elSefah
birayê xwe Yihyaî weke şûngirekî xwe şande ser Mûsilê. Wî yanzde hezar
ji wan kuştin; Piştî soza jînperestiyê dabû wanî pir kes di mizgeftê de
kuştin û dema bi şev dengê giriyê jin û zaroyên wan bihîstî ferman da ku
wan jî bikuje î tevî zaroyan î û çar hezar reşikên Efrîqayê bi wî re bûn
î wan bi zorê jin distandin ..”{ jêderê berê R. 90-91}.
çêrok û çêrokî heya yek dighê ewê baweriyê ku <slamê ji bilî evê yekê
tituştî din nizanibû û dîroka rasteqîn hîneî ji wê re nehatiye
nivîsandin . Vêca î û piştî evê dîroka ku xwîn jê dadireve î yekî weke
Dr. Nesir bê û bêje me; ” Bereketvêrsin ew dîtin tenê weke gotin man û
musilmanan bi ya wan nekir..{43}. Dê ne tenê bervajî dîrokê beî lê tu yê
rê bidî hemû tevgerên kuî ew bi hemî ”karên qirêj” rabinî bêyî ku nihad
û mejiyê wan biwerime an jî sibe dîrok wan seza bikeî ji ber kuî û bi
xwendinek wilo bervajî ji dîrokê re î tu bi wî didî fêmkirin ku mejiyê
me î zû bi zû î tiştan ji bîr dikeî ya rast em xwe ji bîr ve dikin .
Di warê ku <slamê hêştiyeî di cîhana wê deî yek raman û dîtin .. yek
serok û Xwedê derkeve î Dr. wê yekê vedigerîne derdora sedsala pêncan
ku; “Hêdî_Hêdî ramana <slamê û li şûna ku rewşê nîgarbike û jê re bibe
rêçber î wê rewş “tebrîr“ dikir û kirasê îdyolociya û rewatiyeke olî bi
ser de berdida {44}.Belê em jî bi ramana wî re ne î lê tenê di dîroka wê
de emê li hevdu nekin î ewa ku vedigerîne sedsala pêncan û wê weke
destpêka paşverûyê dibîne.
Li gor dîtinên me î ev yeka î ji roja roj de û piştî ku mirov karîbû
bermayiyan; Zêdebûna ji gerkiyên xwarina ji wî re î di dest xwe de
bidîta û hêştibû kuî hêdî-hêdî î hinekên din ji xwe re bikar bîne û
berhema wan ji wan bidize û ew; “Mêr“ karibeî û di bin navê famîleya xwe
deî zordariyê li wan bike. Di vê yekê de Encilês di pirtûka xwe”اصل
العائلة و الملكية الخاصة والدولة”de dibêje: “ Tiştê ku hîştî destlatiya
mêra xort bibe eweî ku wî .. çend kes .. xistin hundirê sîstema famîla
bin destê xwe ... û gerekiya evê sîstemê tev jî ji bo ku bi çêriya
keriyan î di perçeyekî de î rabin{45}. Belêî ev yeka; Ji wan rojan de
tête meşandin û ne weke ku Dr. tîne û li sed sala pêncan radiwestîne .
Lê em ne di wê dîrokê de ne ka çima û çawa ev destlatî ji dest pîrekê bi
derket û kete destê mêran û wan çi û çi dianîn seriyên rikber û dijminên
xwe û weke me gotibû; Em di wê baweriyê de ne ku <slam jî xelekeke ji wê
zincîra dûdirêj ji destlatiyê û zordariya ku li ser seriyê yê din tête
meşandin.
Ji roja ku Xwedêî û tenê ji ber ku Iblîs ji Adem re neçûbû rûxistinê î
ew ji buhuştê derxistiye. Wî bi me da fêmkirin ku çêroka devgirtina yê
rikber di cîhan û bingeha mejiyê yê musliman de heya bi kuderê rehên xwe
berdaneî û emê zanibin rêbazên tevgerên teror ên roja îroî ku di nav
muslimanan de derdikevinî ji kîjan kaniyê vedixun û ne weke ku ew
dinivîseî ku <slama pêşîn û “ ... deqa Quranê gotin û karên pêxember ..
nimûne û mîsalin”{46}. Ango ew dûrî hemû van xalên reşin û wan ticarî
zordarî nepejrandî.
? dema ku di rûpelê {173}an de dinivîse ku; “|êwaziyên dûrxistin û
zordariyêî eger ku ji yê li dijî olê an jî ji musilimanê rikberî
îdyolociya <slama konevanî reî ne ji regdanên ol û baweriyê neî weke ku
ji yên ramanê ne ..”{47}.? wilo ew dixweze bi me bide fêkirin ku derd û
nexweşiyên me ji mejiyî me tê; Ango nesaxî di ramyariya me de ye û ne ji
wan deqên ku bang dikin; ”Ewên ku baweriya xwe pê anîn û bi karê rind
rabûn buheşt ji wan re ye ..”{48}î dê ji yê gawir re jî dojeh be .Lê ne
tenê wiloî ew bang li şerê wan jî dikeî ango tenê bi seza wan a roja din
razî nabe : ” We ew li ku dîtin şerê wan bikin ..”{49}.
Di sûretê Tobekriyê {eltewbê }î benda {39}anî de jî dibêje: ”şerê wan
bikin da ku finaz tunebin û ol tev ji xwedê re be ..”{50}.? li dawiyê em
wî vedigerînin pirtûka Sadêq C. elEîzim ku dinivîseî û li ser zimanê
ElEîqadî ku çawa şêxê elEzher û piştî ku Iblîs dixweze <slam bibe
dibêjêyê; “Ez nikarim bi evê yekê rabim û ew ji destê min naye; Di jorî
karîna min re ye. Eger ku ez bihêlim tu <slam bibî î gereke em pir
tiştan ji Quran û ola xwe bavêjin.”{51}.
Tenê mabû ku ew bêje; Hemû feqeh û dîrokvan û şirovekarên ku nêzîkî
deqên <slamê bûne gişî û bê awarteî xwedî mejiyên nexweşin û
şîzofiraniya bi wan re hebû; Ji ber ku ewî û li gor mejiyên xwe yên
nesaxî nêzîkî evan deqan bûne ûî li gor ewê mejiyê nexweşî şirove
kirine. ? ji bîr dike ku ew bi xwe jî î û weke ku ewê ketiye çala
dûpişkan û şerê wan dike dê ew jî eynî li ser rêbaza wan bimeşe û ji wê
jehrê vexwe. Lewre tu dibînî ew di yek rûpel de dinivîse kuî “Dûrxistin
û zordarîî eger ji yê li dijî olê an jî .. ne ji rengdanên ol û
baweriyêne “{52}î û piştî çend xêzan ew dinivîse; ”<slama ku .. bihêle
tenê bawerî rêbijartina yekî be û wê weke azadiyekê jê re nîşande .. dê
ne tiazadî be ..{53}. Helbet dê ne tiazadî beî lê emê bêjin; Ew ol jî dê
ne tiol be.
Erê wî wilo gotiye. Lêî û careke dinî diber <slama pêşî de ber vedanî
kiriye ku: ”<slamê rê bi temamî daye ku yek riya xwe di navbera
musilmantiyê û gawirbûnê rabijê re ..û tu gunehkariya cihanî ji yê ku ji
ola <slamê vegere tune ye {54}. Emê tutiştî din di şerê ku Ebo Bekir bi
wan re kiribûî û weke me dît ku wî bi xwe jî nivîsandibû zêde nekin. lê
tenê em wî vedigerînin eynî benda ku wî jê vexwariye ka çi dibêje: “.. ?
kesê ji we ku ji ser ola xwe vegere –helbet tenê ola <slamê û ev bi xwe
jî zordarî û tunekirina yê dine_ û ew gawir bimre dê karên wan kesa ên
vê dinê û wê dinê vala biçin û ewê ji yên ku hertim di dojehê de bin
“{55}.
Emê vegerin şirovekirina el Celalên ku dibêje: “ girêdana bi mirinê ve
merem jê ewe; Eger ku ew vegerî ola <slamê dê sûdê ji karên xwe bibîne“
{56}. ? ne jî emê şirovekirina xeynî wan bigrinî lê tenê em ji Dr.
dixwezin ku ew weke yekî pispor evê ayetê bixwîneî ka ew bend çi ji mere
dibêje; Berî her tiştî ew rê nade yekî ku ji ser ol û baweriya <slamê
vegerê û yê vegere seza wî di bendê de xuyayeî tiştê dinî erê ayetê
negotî wî bikojinî lê kuştina wî jî gunehkar nekiriyeî û li gor seza ji
yê ku ji ser ola xwe vegerê re xûya kirîî rê dide rewabêj ku bibêje; Ya
çêtir ewe ku ew bête kuştin{**}. ? ew bi xwe jî van çêrokan dizane ku
pir zanyar û ramyar seriyên xwe di vê yekê de winda kirin; Ji Ibin
elMuqefeîde bigre û di Helac re bibore ta tu dighî Ferec Fodê û Mihdî
Aîmêl û:Zincîr dirêje. ? bi ser giştîde jîî hemû karên wî dê vala biçin.
Vêca çawa tuseza ji yê ku ji ser ola <slamê vegerê tineye
* * *
Weke ku Dr. bi xwe jî tilî daniye ser birînêî ku reva Ereban di
hizêrana1967 an deî ji wan re bûye mofirkeke dîrokî ku li xwe vegerin û
her tiştên xwe yên berêî ku kirasê pîroziyê bi ser de berdabûnî tazî
bikin. Lê û li gor rewş û xwendinên weke ya Dr.Nesirî me dighînin ewê
baweriyê ku reva wan a di hizêranê deî û weke mirovê ku lêdanek li piş
guhê xwe de xwaribeî erê ew pê nehatiye kuştinîlê wê lêdanê korkiriye.
Emêî di vê xelekê deî nêzîkî mijara pîrekê bibin ku çawaî û weke berê jî
me gutibû; Dr. xwe di çala dûpişk de veşartî û şerê wî dike. Lê ji berî
ku em dikevin mijara xwe ya serekeî emê li ber dîtina wî ya ku çêroka
girêdana di navbera olê û şûngira konevanî deî ku wê vedigerîne ;
”Dawiya ribê pêşîn ji sedsala bîstan ku Kemaliyê Tirk di despêkê de
cudabûn xistin navbera”destlatgirê“ û “şûngirê“ û di dûre jî şûngirî îbi
carekê îrakirin {57}.
Em dikarin evê dîtinê rast bibînin dema kuî ew zarawaya dewleta netewî
ve bête girêdan; Ango Kemaliyên Tirk xwestin welatê xwe têxin qonaxeke
nuhî û ev yeka jî bi akama dîtin û tevgerên Ewropî bûî û nemaze piştî ku
ew di şerê cîhanê yê yekemîn de weke “mêrê nesax “ derketibû û tê de
dişkeî dihêle ku ew evê paşdamayîn û şikestina xwe weke encamekê ji ewê
girêdana çûyî re; Ya di navbera şûngir û destlatgirê deî bimînin. Lê
hemaî û weke ku Dr.dixweze bi me bide fêmkirin kuî ev girêdana hanî
piştî ku kemaliyên Tirk bi ewê cudakirinê rabûbûnî kete nav welatên
muslimananî dê bihêle ku baweriya me kûrtir bibe kuî hîne demeke dirêj
gerekî “me” ye ku em ji sergêjokiya “Hizêran“ ê şiyarbibin .
Tenê emê wî vegerînin roja mirina “pêxember” û çêrok û bûyerên wan du-
sê rojanî ka ew çi ji me re dibêjin: di roja ku pêxember dimrê de
dijberiya li ser “danîştokê” destpêdike; Dema ku “Ensar“ cihwarên Midînê
yên resenî di”sivdera benî saîde” de li hev dicivin dixwezin şûngirê
Mihemed “Seid bin Ubede” be û gava ku Omer evê yekê dibîseî çawa bi
destên Ebo Bekir digre û digel hinek penaberan êrîşî civata wan dikeî û
bi dek û fûtan cidatiyê dixe nav civatvana; Li ser bingeha dijmantiya
êlîtî di nav bera herdu êlên sereke “ Ews” û “Xezrec” deî û bi vê yekê
dikare rêza wan perçe bike û Ebo Bekir li şûna Seid bike şûngirî û
dihêle ku ew dibin lingan de bête pelixandinî û helbet Seid dê vê yekê
jibîr nekeî û heya roja ew mir wî li şûngirya Ebo bekir nepejrand.
Li aliyê din “ Elî bin ebî Talib “ jî seriyek kişand û got gereke
şûngirî jîî weke ku çawa peyanberî ji me bûî ew jî di “kesên malê “ de
beî û ew naçe cihê civînê da ku ew jî dengê xwe bide Ebo Bekirî û dihêle
ku Omer êrîşî mala wî keî û eger ku ne ji Elî ba dê şerek di nav bera
Omer û piştgirên Elî de derketa holê .
Ev rikberiya dê seriyê sê şûngira buxe û dê bi hezaran musilmanî bi
sedema vê yekêî di şerên wek “ El cemel” û ”Sifîn” û “el Hera” û ..
h.w.d. ku musilman xwe bi xwe radibûn hevî bêne kuştin. Tenê em gotina
Osman bin Efanî dema rikberên wî û piştî ku demekê mala wî dorpêç dikin
û dighên ku derî li ser bişkînin û jê bixwezin ku tenê ew derkeve û
bêje; Min dev ji şûngiryê berda û wê hîngê ewê titiştî neynin seriyê wîî
tînin bîra Dr. ku wî çi bersiv da wan; “ Ez kurtikê ku xwedê li min
kiriye danaynimî û ezê li cihê xwe bim ta ku xwedê ..”{58}.
Vêca em jê dipirsin; Ka ev têkiliya di nav bera şûngir û destlatiyê de
vedigere kîjan dîrokê û dîtina wîî ya ku dixweze evê yekê bi “
kemaliyan“ ve girêde û li ku dimîne .
Tiştê din ê balkêş dihêle gûmana me bêtir bimeyeî ku ji destpêka
damezrandina dewleta <slamê deî ev girêdana bi nav bera şûngir û
destlatdariyê deî yeke ji stûnê herî bingehîn ku ew li ser ava bûyeî
dûrxistina xwediyên olên din ji ewê pêşbaziya di nav bera rikberan de ku
li ser “ şûngiriyê” derketibûye. Ev yeka xûya dike ku yê din heya bi
kîjan pileyê hatiye altkirin.
Helbet em şûngiriyê weke “ destlatiyeke dinyewî “ dibîninî ji ber ku û
piştî mirina “ pêxember “ tukesî; ji şûngira cihê wî yê olî negirtî da
ku em şûngiriyê bi merema olî fêmbikin. Vêca eger kuî ew girêdan ji wê
hîngê de tuney yeî çima me nedît olên din jîî weke Cihoya yan jî Nesaraî
yekî xwe dernexistin nav ewê pêşbaziya ku li ser danîştokê; “ |ûngiriyê
“ çêbibû .
Emê niha bên ser mijara sereke; Pîrek di têghîştina <slam û musilmanan
de. Dr. ji destpêkê de û weke hertimî xwe dixe şûna parêzger ji ber
<slamê veî lewre û dema ku ajansa Ferensî fetweyeke serokê sazûmana
lêkolîn û fetweyan li Siudiyê ” E. elEzîz baz” ku di bin nav nîşana; ”
karê pîrekê ji şêweyên herî girde di kûndetiyê de” î diweşîne. Ev yeka
li zora Dr. tê û wê weke dijberiyekê bi cîhana <slamê re dibîne; “Bê
gûman ev guhdana ajansa Ferensî bi belavkirina vê fetwêî ku ji
helwesteke îdyolocî têî di hundirê çarçewa pîskirina <slamê û muslimanan
di ajansên rojava de bi gelemperîî tête fêkirin “{59}.
Em nizanin çima Dr. ji yê din dixweze kuî heya ji kar û fetweyên me yên
suryalîzmî re jî li çepikan bide. Gelo ev yeka ji perwerdiya ku di
rojhilat deî em li ser mezinbûne tê; Ewa hêştiye ku em ji derbasbûn û
derketina serokên xwe hundirên avrêjan re jî li çepikan bidinî an ji
bawerî û bervedaniyeke koranîî ji ber hrtiştên musilmanan ve û di bin
akama meteloka erebî ku dibêje: ”pişgirê birê xwe beî çi sitimkar an jî
sitimbar be“î tê. Tiştê din ku em dikarin li ser vê xalê bêjin; Li gor
dîtin û baweriyên meî tiştê ku berê çirkîn beî dê negerek be ku kesekî
din bê da ku wêneya wê pîsbikêî û tenê weke ew heye wê şanî xelkê ke dê
nasbikinî ku heya bi kîjan pileyêî riwê wî çirkîn û nexweşe .
Benda ku hêştiye rikberî di navbera şirovekarên musilman de derkeve; ”?
di malê xwe de rûnin û weke ên berî <slamê xwe fodil nekin û nimêja xwe
rabin û..”{60}îku gêştiye hinek bêjin: Ev ayet tenê ji bo “Diyên
bawermenda “yeî û ew li dû sedema ku ayet pê daketî dimeşin. Lê xwediyên
ku bi tevayiya gotûbêjê digrinî dibêjin: Na ew bi mebesteke tevayî
daketî û ji herdemekê re rasteî û evê yekê hêştiye ku Dr.di rûpelê
{198}an de binivîse kuî“? di herdu rûçikan de tengasiya şirovekirinê û
şirovekirina rikber dertêî û jêdera wê tengasiyê jî eweî ku..herdu bi
Quranê re didin û distînin weke ku ew ji dîrok û reşa ku ew bi derxistî
î bi carekêî cuda be .{61}
Em jî bi gotina wî re ne kuî deqa Quranê berhema dem û civaka xwe ye û
gereke em li wêî û weke ku çawa li her çêrokeke dîrokê ya kevin ku bi
regezên afsana dagirtiye dinirinî wilo li wê jî binirin û ne weke deqeke
pîroz ku kes newêribe tîpekê jê biguhêreî tevî ku yên kevin ne tenê
tîpek an jî ayetekî lê weke ku ew li ser zimanê Aîşe hatiye ku î bêtirî
ayetan wendabûye û evên mane pareke ji pirtûka rasteqîne û bi ser evê
yekê de jî û li gor jêderên kevin dibêjinî pir bend û ayetên Quranê
hatine guhartin .
Lê hema tu vê gotinê bibêjî; ku ew bi dîrok û civaka xwe ve girêdayiyeî
û di dû re jî tu bêjî: Ev bend gotinên Xwedê ne û tu bi pîroziya wan
înan bî helbet tu yê xwe weke niçîreke hesan têxe nav lepê wan ku ew te
serjêkin. Lê emê bizavên xwe bikin ku em dûrî ewê rêbaza durûçikî herin
.
Ji berî hertiştî em dixwezin li çewtiyeke dîrokêî ku roja îro weke
rasteqînekê lê tête nirînî vegerin; Ewa ku bi me dide fêmkirin ku
Muhemed ji despêkê deîweke civatzanekî têkoşer li ber civaka xwe
rawestiya û wî bi zanyarî dad û şîretên xwe gotine. Helbet û li gor
xwendina me ji kesayetiya wî û karûberên wî û rewş û çêrokên wê demê reî
em gihêştin ewê baweriyê ku bi sedema pir tiştanî çi yên bi wî “Muhemed“
ve girêdayî yan jî yên bi rewş û civaka dora wî ve girêdayîbûnî hêştin
ku ew jî li lehengî û serfiraziyeke kesayetî bigere . Lwera û li gor evê
rêbazêî û piştî ku em evan çêrokên efsane ku dibêjin ; Ev bend û ayet bi
riya Cibirîl daketine bidin aliyekîî emê bimeşin .
Li gor vê yeka çûyeî em wan gotinênî ku pîrekên Muhemed dixwezin; Ew di
mal de rûnin {elEhzab –33}îewana weke tirsekê ji aliyê wî deî li ser mal
û milkên xweî fêm dikin û eger ku yek dipirse;Ger ku wilo bû çima ew li
ser “maliyan û ewên di destê rastê û diyên zaroya” jî ne bi tirsbûî tevî
ku “jinên asê” netenê firotan û kole û navmalî dibûn pereî lewra gerekbû
tirsa wî li ser wan bêtir ba û bihîşta ku ew wan û ji berî jinên asêî di
paş perde û şarikan de veşêre. Lê em dibêjin ; Têgihêştina rasteqîn ji
wê yekê reî ku dihêle baweriyên me bêtir bi cih bibinî dijî şirovekirina
çûyiye; Ji ber ku yên kole û navmalîî zû -zûî dihatin kirîn û firotanî
lewra tirsa yekî ji wan tunebû û eger ku yek neketa seriyê Xwediyê wêî
wî dikarî ew bi hesanî bifrota û bi yeke din biguhartaî û ne weke “jina
asê “; Ku girêdan û berdana wêî pir dûvkên xwe hene û hîne bi serde
gereke malîna wê jî bidêyê û çêrokên zaroya û paşmakê û ..Ango serêşa
xwe pireî lewra dê bihêle ku yek li ser wan bi tirs be û çêroka
rûbendiyê ku ew tenê ji bo jinên pêximber daketiye; ”û pêşewa dibîne ku
fermana rûbendiyê fermaneke xasmaye bi pîrekên pêximber..”{62}.
? eger ku pîrekên din bixwestana li dû şopa wan biçûyanaî ev yeka ;
”rûbendî” tenê ji jinên “azad” re gerekbûî lê yên kole na; ”şermgeha
pîrekê laşê wê bi tevayiyeî ji bilî rû û herdu destên wêî eger ku azad
be. Lê ya navmalî; ”kole “ şermgeha wê weke ya mêraye; Ji jorî kabokê ta
navika wê ye “{63}.
Li gor vê dîtinê dê Muhemed netenê nikaribeî ku weke Fehmî Howeydî
dibêje: ”Deqên Quranê..wekheviya di navbera mêr û jinê de
diçespîne“{64}î bi wê yekê re beî lê û li gor dem û sincên wê hîngê dê
ew jî bi koletiya jinan re beî û belkîî û li gor hinek sincên wî yên
kesîtî cudebûnekî ji aliyê têkeliya wî bi jinan reî di navbera wî û
mêrên wê demê de hebe û ev yeka jî rê nade wan ku nirînên xwe û li gor
roja îro û aguhnama mafên mirovanî têxin dev û seriyê Muhemedî û dema ku
ew ; ”F.Howeydî” gotina: ”Hûn hinek ji hinekane “{65}î weke wekheviyekê
di navbera herduwan; jin û mêran de dibîneî ew careke din xwe dixapîne û
xwendineke bervajî ji wê bendê re dikeî ewa ku bi mebesta; Hewa ji
parsiwa Adem a xwar eî hatiye. ? pişt re ev çi wekheviye û ew yê “çêtir
“ û bilintire “û ji mafên wî ye ku wê perwerdeke .
Tiştê din ku bêtir evê dîtina me birehdikeî ew bizavên pîrekane; çi di
jiyana Muhemed de; ”û hinek jinên wî raza wî derxistin û dilê dudiwan
qels ket û ji ser riya bihîstyariyê derketin..û karên tobekirinê pêşkêş
kirinî lê tenê bi rûçikî ..? Teberî di şirovekirina xwe de dibêje ..
? Buxarî jî dibêje kuî ew herdu pîrek Aîşe û Hefse bûn “{66}î û yê ku
dixweze bi firehî li vê çêrokê binire ew dikare vegere sûretê ElEhzabî
bendên 28-34.
Piştî mirina wî jîî tevî ewê zordariya li ser pişta wanî ew kar û bizav
berdewam bûn da ku ew; Pîrekên wîî karibin rewşa xwe çêtir bikin û
derketina Aîîşe di şerê “elCemel” de li hember Elî nimûneyeke balkêşeî û
benda elEhzab–33 bi xwe jî bi me dide fêmkirin ku “diyên bawermendan” jî
dixwestinî û weke hemû jinên dinî bi xwe şabibin. Lewre ew ayet ji wan
dixweze ku bila ew di malên xwe de rûninî eger ku li razîbûna Xwedê
digerin; Ango soz û seza Xwedê kuî ew li wê dinê buheştî binî bi
koletiya wan ve; Rûniştina di piş perdan deî girêdayiye .
? ta ku deqa Quranê bêtir biparêze û perda pîroziyê bi ser de berdeî ew
wê û Tewratê dide ber hev û dinivîse: ”Quran dijî Tewratêye ; nimûne: Ew
”Hewa“ nake nimûneya nijada pîreka ku şeytên ew kiribe şêweyek da ku
Adem pê bixapîne û bihêle ku ewî û dijî fermana Xwedêî ji dara qedexe
buxe“{67}. ? dibêje ku şirovekarên <slamê çêroka Tewratê Li ser Quranê
barkirineî bêyî ku ew wê yekê bêjeî û wilo hêştine ku pîrekî di herdemê
de û heya bi heyaî gunehkar be. ? da ku bêtir dîtinên xwe bi me bide
înan kirinî ew xwendineke bervajî û bi rengekî veqetandîî ji hin ayetan
re dikeî nimûne: ”Wî hûn ji yekrewa afirandin û jina wî jê kişand da ku
lê bihêwire“{68}î û “ û kî ji nêr an jî ji mêyan karekî rind bike û ew
bawermendeî ewê têkeve buheştê..”{69}û “ û bawermend û bawermendaî hinek
destên xwe di ser ên din re digrin..”{70}.
Dr. Nesir van ayetan weke nimûneî di wekheviya di navbera jin û mêran
deî ku <slam pê bang dikeî dibîne û netenê wiloî ew bi xwendineke çewt
mebestên evan bendan bi hin angoyênî ku ew pê bawere û tenê di seriyê wî
de neî di guhê re; ” Wekhevbûna di navbera jin û mêran de mebesteke ji
mebestên Qurana bi rûmeteî ji du aliya ve: Aliyê yekê ku herdu ji
“yekrewa” çêbûne ûî careke dinî li rikberî Tewrata ku dibêje: Hewa
pareke ji Ademe..derdikeve. ? ji aliyê din ve jîî ew wekheviya di
karûbarên olî de û çi li serî ji xelat an jî sezayêî tê dayîn”{71}.
Li gor dîtin û baweriyên meî ew ducaran dikeve şaşiyan; Cara pêşîn dema
ku ewî benda “wî hûn ji yekrewa afirandin“ bi mebesta wekheviyê dinimûne
û wê ji pêvajoya nîşanyarî derdixe û dixweze bi me bide fêmkirin ku
Xwedê jin û mêr ji “yek tişt“ afirandine. Ew dîtin û şirovekirina çûyî
tucarî ne li gor pêvajoya deqêye ewa ku î û li gor em têdighênî dibêje:
Ew bendî an jî ya pêşîn ji sûretê Pîrekanî herdu ji bo mêran hatine;
Ango guftûgoya wan ji mêrên Qureyşiyan re ye û ne weke Dr.Nesir pêde
çûyiyeî û eger ku weke ew dibêje beî dê tumerem ji hevoka “û jina wî jê
kişand “ tinebe.
Tiştê din ku Dr. xwestiye xwe têde têxe çewtiyan; Dema wekhevbûna di
seza û xelatkirinê de ya herî girîng û bigehîn dibînê ye î ango
wekheviya li wê dinê û ev bi xwe jî bi me dide naskirin ku ne Dr. û ne
jî mamosteyên; ”Pêşewayên“ wîî ta bigihe Pêxemberî nikarîn ev wekheviyaî
di jiyanê de bi pejirandanaî ne hîne bixwestana. Lewera ew avêtibûn
cîhana dinî û ev dîtin û şirovekirina bi me dide naskirinî ku ew heya bi
ku bi wekheviya di navbera jin û mêran re ne .
Bi ser evê yekê de jî ew tê û bendên ku bi şêweyeke aşkere “çêtirbûna“
mêran û serdestiya wan xûya dikeî bervajî dikeî wan dijberî mebestên ku
pê hatine şirovedikeî nimûne: ”Ewên ku hûn bi wan bawerinî tenê mê ne û
ew ne ji bilî |eytanekî bêbawere “{72} û “Ewên ku bi roja din ne bawerin
feriştan bi navên mêyan bang lê dikin“{73}û ”.. Ji Xwedayê te re keçik û
ji wan re law .. ew ji derewên xwe dibêjin .. wî keçik di ser lawan re
girt ..nayê bîra we“{74}û ..hwd.
Ji van bendên çûneî û pirên ku me ne gotineî xûya dibe ku çêtirîn û
pileya bilind ji mêran re yeî û ev yeka li gor dema xwe hatiye û ne weke
ku Dr. dibêje: Li gor çêr û axaftina bi gawiran re hatineî û eger ku
weke ew dibêje be: ”Quranê dît ku ev dalyana Ereban da ku mêyan bikin ên
Xwedê û li gor sincên civakî yên wê demê ew tiştekî nêzîkî
kotîtiyêye”{75}. Ev yekaî weke ku ew bi xwe jî dibêje: Dê tiştekî dijî
hişmendiyê be û ew; “ Dijberiya hişmendiyê”î rastiyeke wê demê ye. Ji
aliyekî deî weke me dît ku sê Xwediyên mezin ên vê civakê mê ne di gel
ku hin pîrek jî rolin wan ên girîng di wê civakê de hebûnî weke Xedîce
jina pêxember a pêşîn û jina Ebî Leheb û Hind bint Utbeî ku Dr. bi xwe
jî wê weke nimûneke balkêş ji bo bi cihkirinaî ku pîrekan hin maf ji
berî <slamê bi dest xwe xistibû tîne; ” .. hin pîrek di demên berê de li
ser seriyên mêran bûn. ? bila yê paşverû vegere helwesta Hind bint Utbe
.. “ {76}. ? ji aliyê din ve jî î ew keçên xwe bin ax dikin.
Li gor dîtina meî ev dijberiya bi hişmendiyê reî yeke ji sedemên herî
girîng _tevî yên civakî û aborî û olî_ ku hêştin Muhemed bi ”şoreşeke”
olîî çandî rabe. Lê da ku ew; Dr. bêtir ronahiyê bide rûyê <slamêî evan
bûyer û çirûskan vedişêre û di wêneyeke reşî û bi mêrantiyeke sert
boyaxkirîî dide civaka berî <slamê da ku pir kiryarên musilmananî di
derheqa jin û koletiya wê deî sivik bike.
Tenê em dixwezin tiştekî ji şirovekirina wîî ku di pêşiya pirtûka xwe de
li ser nîşandeyên zimên kiribûî bînin bîrê; “ <dyolociya zimên li cem
sînorên wê cudebûna ku me nîşankirine ranewesteî ew dirêj dibe da ku
cîhanê bi hemû tiştên xwe di hundirê zoyîtiya nêrû mê re ava bike. ~iqas
nav hene an mêrin an jî mê ne û rêî di zimanê Erebî de î ji navên nêrmê
re tuneye .. Di hinek civakên nûjen de ku bi ingilîzî di
axivin..hişmendiyekeî hinekî bilindî bi îdyolociya zimên û bivetiya
mildana wê heyeî û bizavên xwe dikin; Di aliyê bikaranîna zimên de î ku
evê hişmendiyê bi yeke cuda biguhêrin. Nimûneî ew bizavên xwe dikin da
ku hertim bi pironava nêr ”He” nîşanî mirov nebe û li şûnê î herdu
pironavan weke ku guhartin be ”he or she“î bi kar tînin..{77}.
Vêca û piştî gotinên wî em jê dipirsin; ~ima ji pêşiya Quranê û heya
bighe benda herî dawiyê î Xwedê xwe bi pironavê nêr dide naskirin û ne
yê mê î eger ku ew mêran di ser jinan re nagire. Lêî û weke ku Dr.
dibêje: ”Ewê ku li sedemên daketinên evan ayetan bimeyzîne .. dê nasbike
ku heya bi kuderê Cibrîl li gor dilê guhdaran diçû“{78}. ? wilo guhdarên
wê hîngê jî dixwestin Xwedê nêr be û dema yên mê çûbû; Ango civak a
nêritiyê bû û <slam jî î û weke her pisporiyeke dinî a dema xwe ye.
An jî ya rast ewe ku bend û ayetên Quranê dûrî van dîtin û şiroveyên me
ne û tucarî ew – deqa Quranê – bi vê hişmendiyê nehatibû ber van çêrok û
bûyeran û tenê meî ew deq î bi dîtin û baweriyên xwe hilgirtiye û her
diçe em şax û rêçikan jê dikşînin ta gihîşt ku hinek şirovekarên demên
îro dengên xweî û bê şermî bilindkin û bibêjinî ku ev hemû alav û
destkewtinên îro; Ji telefonê de bigre ta tu dighê Intirnêtî ji Quranê
bi derxistine û ev yeka bi me dide fêmkirin ku şêwên şirovekirinê
dikarinî heya kîjan pileyêî deqê biguhêrin û berevajî bikin. Bi dîtina
meî eve girêka herî mezin û aloze di derûn û pisîkolociya mirovê
musilman de ku ew nikare xwe ji tekûzî û tevayiya Quranê rizgar bikê ye.
Di çêroka jinanînê de jîî Dr. dengê xwe dide nik ê pêşew Muhemed Ebdêî
ku gereke rewa rê nede yekî ku bêtirî jinekê bîne û nejî cariyan di
malên xweke. ” .. Lê ne dadweriye ku tu nehêlibî yek jineke din bîne ser
kebaniya xwe ya berêî demê ku ew nikaribe zarowan bîne “{79}. Di vir de
em jî pirsekê ji Dr. û pêşew dikin; Gelo demê ku ev yeka ji mêrik de beî
ka ewê rê bidin jinikê ku dev ji mêrê xwe berde û biçe yekî xwe din bike
: “ Ji ber ku mebesta zewaciyê anîna zaroka ye “{80}. ? em nabêjin bila
ew mêrekî din bîne ser ê xwe yê berêî da ku wekheviyeke tekûz derkeve
holê.
? da ku ew riwê <slamê di vê yekê de sipî bikeî tevî ku tiol û baweriyan
di vê çêrokê de; Mildana jinan ji mêran re û nirîna li wan ku ew jî ji
sermiyana wî neî weke <slamêî jin pûç û zîvar nekirine; “Ji xelkê re
hezkirina ji jinan û lawan û qentarên zêr û zîv û hespên rind û sewal û
çandinî hatiye bedew kirinî ew tiştikên jîna vê dinê ne û li ba Xwedê
xweştirîn cîhwar heye”{81}. Binir ku çawa Quranê jin xistiye nav
sermiyanê mêranî ji bilî rêdana ku yek dikare çarên asê bîneî tu dikarî
bi hezaran pîrekan di hundir û nav nivîna xwe kî; ~i bi riya navmaliyê
an jî dîlkerên şer û cengan: ” Di wê hîngê de _demên berê_ netew li ser
êrîşên çekdarî ava dibû .. hemû şaristanan î ji Girîk û Romanan de
bigreî sermiyana xwe li ser koletiyê ava kirine”{82}. ? çi bi kirîna wan
ji çarşiyanî weke her pertaleke din ku yek dikireî an jî bi riya “
jinanîna kêfê” ku heya roja îro hin kêşên <slamê pê digrin û gihîşt ku
şûngirekî musilmananî el Motewekêl li çar hezar pîrek keve î mîna ku Dr.
Ferec Fodê dibêje.
Piştî evê dîrokêî dê pir şerm be ku yek bêje: <slam bi wekheviya jin û
mêran re ye û ta ku ewî bi êlekêî riwê rokê veşêreî tevî ku nayê
veşartin jîî ew tê û hin nimûneyin beloq ji dîroka <slamê dibe û li
kuderê û kengî; “ filan lawê Filanî.. soz da jina xwe dê li ser nezewice
û ne jî ji bo kêfê _diya zarok_ bîne ser wêî û eger ku tiştekî wilo kirî
ferman di destê wê de ye ku xwe an jî pîrekên din ji mêr berde .. û
gereke ew bêtirî şeşmehan ji mal dûrnekeve û wêî bê dilê wêî ji mala wê
der nexe ..”{83}.
Belêî bes em dipirsin ev çêrok li ku derê û kengî bû; Ew piştî çardesala
ji <slamê û li welatê <span “elEndelus” û dibin heyameke rewşenbîrî cuda
de û tenê di hin mehirnameyan deî ango heya li wir jî ne pêgirt û
sinceke civakî bû. Vêca tu vê yekê bikî nimûne ku <slamî di çêroka
wekheviya jin û mêran deî gihîştibû pileyeke bilindî dê ne tenê xewş be
ji dîrokê reî lê tuyê bihêlî ku ustiyê rastiyê jî bête badan û temenê
dîroka nezaniya me jî dirêjtir bikî.
Tiştê din ku me di riya evê nimûneyê re li cem Dr. Nesirî naskir eve; Ku
camêr di pêşî de helwesta xwe digre û di dû re li xal û bûyerên ku wê
helwestê bicih dikin digere. Lewre em dibînin ku ewî çirûskên awirteî ji
xwe re dike nimûne û li gor helwesta xweî wan şirovedike û em dikarin
şirovekirina pêşew M. Ebdêî ku Dr. pêre erê dikeî weke nimûne bînin: ”Ji
yê nêr re weke ku du caran ji ya mê re be “{84}. Ew evê ayetê weke
deqeke girîng di çêroka weheviyê de dibîne û dihêle ku M.Ebdê binvîse û
Dr. jî pêre erê bike; “Weke ku paşmaka mêyan kiribe biryareke venasînê..
an jî ew kiribe bingeh di yasdanînê de .. ? eger ne wilo be dê bigota:
Ji mêyan re nîvê yê ku ji nêran re ye ..” {85}.
Bêyî ku em tidûvikan lê zêde bikinî yek baş tê dighe ku herdu camêran
mebesta wê bendê berevajî kirine. Eger ku em bibêjin “filan” ji “bêvanê”
bi du caran xweşiktireî Dr. dê çi jê fêm bike ; Gelo ewê Gotina me bi
merama ku “ bêvan “î di xweşikbûnê de î kok û bingeh bibîne yan dê fêm
bike ku ew di xweşikbûnê de ya kêm û lare.
Di çêroka zorkirina li yê din da ku wî bikin musilman û bihêlin ew dev
ji ola xwe ya berê berde yan bernede; “Azadiya baweriyê“î ew dinivîse:
Ku “Damezrandina azadî û kesatiyêî di Quranê de dozeke aşkereye ku ne
gereke yek li ser biaxifeî ji ber pirbûna wan deqanî ayetan ..”{86}. Lê
ewî bi dehanî ayetên ku bang li zorê dikin ji bîr dike û ew ji me re
xûya nake da çima leşkerên musilmanaî û bi hezarên kîlomitraî ji
cîhwarên xwe bi dûrketin û êrîş dibirin ser gelên dinî eger ku ne ji bo
belavkirina ola xwe û talankirina wan welatan be . ? gelo ka wan çima
şerê wan gelan kir û bi çi; Eger ku ne bi zora şûr û xwînê bû.
Nimûneyeke dinî ew jî ji jiyana pêximbereî ku dibêjin: Wî bêtirî çar
jinanî li cem xweî gihandin hev; “ Ew li ser nihan mir “{87}. ? hêştiye
ku Dr. wê yekê weke tengkirinekê Ji jiyana toxmî ya berdayî re bibîneî
_li rûpelê 288 an binire_ û ticarî gûman nake ku ew jîî û li gor dema
xweî li dû nêrtiya xwe û têghêştinên civaka wê çaxê çû be û ne bes wiloî
wî di vê yekê de jî serbariyek daye xwe û ne hêşt tikesî din bêtirî
çaran ji yên asê Li cem xwe kom bikeî û ta ku nêrtiya wî bêtir têr bibeî
nehêşt jinên wî ; “ Dayikên bawermendan”î di dû wî re timêran bikin.
Tevî ku hinek ji wan hîne di ciwantirîn temenê xwe de bûnî wek Aîşe .
Di dawiyê de em dixwezin mijara xwe bi çend têbîniyan kuta bikin. Ji
berî hertiştîî em hêvîdarin ku guftûgoya me bi mebesta êrîşeke koranîî û
tenê ji bo êrîşiyêî li ser <slamê û musilmanan neyê fêmkirin. Ev
sayîkirina me jî ne ji tirsî an jî ji bo dilsarkirina wanî tê û em bi
baweriyeke bilind û kûr dibêjin; Ku dema cîlaw û boyaxkirinê çû yeî ango
bi pîneyan tu nikarî kirasekî kevin nuh bikîî û wilo jî <slam bi
şirovekirinê nuhî ji yên weke Dr. Nesir H. ebo Zêdî dê venegere hêz û
jiyana xwe ya berêî tevî ku ew dixwezeî û weke hemû musilmanên ronakbîr
ku xwîneke nuh bi candekê wê de berde û li gor dîtina me î eger ku
musilmanan ew baş fêmkiriba –weke me berê jî gotibû_ dê pûtek ji wî re
çêkirana û ne dûre ku ew bi xwe jîî ji xwe reî bikirana pûtî têbîniya
dudiwan jî eve. Lê tenê ew yeka; Xwîna nuhî dê bihêle ku çêroka
pîroziyêî di çav û mejiyê wan de î biheje û kiras bête çirandin .
Têbîniya din ku em dixwezin di guhê Dr. de bibêjin eve: Ku <slam bireka
dawiyê bû; ”bireka dilovaniyê” bûî ku di seriyê nêçîrêî yê “civaka dayik
bûnê“ de hate teqandin û hêştiye ku yê nêr serdestiyeke fereh û sedî sed
bi dest xwe ve bîne. ? di dawiyê de em vê pirsê ji wî dikin: ka <slamî
di dema semax û hêza xwe deî ne weke Emerêka û welatên bakurî di roja
îro deî bû ku weke ew li ser dibêje: “ Ew nikarin û weke hemû
dewlemendên .. bi ustubariya xwe ya dîrokî rabin“{88}. ? çima ew
nimûneya <slamê weke awerteyekê ji vê bingehê re dibîne. Evin pirs û
têbînên me yên dawiyê û em bi hêvîne ku rojekê ew bersiva van pirsan
bidin. Gotina dawiyê em ji Dr. û xwendevanan re bêjin ku rewşa pîrekê di
roja îro deî û piştî {1422} sal ji “daketina Cibraîl “î dê hemû
venirînên di wekheviya jin û mêran de li erdê xin.
هوامش
-دêنصر حامد ابو زيد- دوائر الخوف ، قراءة في خطاب المرأةêص 9-10ê 1
2- Jêderê berê _ R .10 .
3- Jêderê berê _ R . 10 .
4- Jêderê berê _ R . 11 .
5 -القرآن ê سورة الأنعام ،الآية ( 115 ) ê
6- القرآن ê سورة الأعراف، الآية ( 162 ) ê
7- القرآن ê سورة الكهف، الآية ( 72 ) ê
8- د ê نصر حامد ابو زيد ê دوائر الخوف ê ص 11 ê
9- Jêderê berê _ R . 21_22 .
10- د ê صادق جلال العظم ê نقد الفكر الديني ê
11- د ê نصر حامد ابو زيد ê دوائر الخوف ê
12- Jêderê berê _ R . 262 .
13- Jêderê berê _ R . 36 .
14- Jêderê berê _ R . 36 .
15- Jêderê berê _ R . 48 .
16- Jêderê berê _ R . 48 .
17- Jêderê berê _ R . 55 .
18- Jêderê berê _ R . 63 .
19- Jêderê berê _ R . 63 .
20- ابن الجوزي ê نقد العلم والعلماء ê ص6 ê
21- د ê نصر حامد ê دوائر الخوف ê ص 21 ê
22- Jêderê berê _ R . 68 .
23- Jêderê berê _ R . 71 .
24- Jêderê berê _ R . 113 .
25- Jêderê berê _ R
26- Jêderê berê _ R . 129-130 .
27- Jêderê berê _ R . 130 .
28- Jêderê berê _ R . 131-132 .
29- عبد السلام هارون ê تهذيب سيرة ابن هشام ê راجع الصفحات 198-207 ê
30- Jêderê berê _ R
31- ابن الجوزي ê نقد العلم والعلماء ê ص59 ê
( * ) Suidiyê ta sala 1936 an yasaya qedexekirina bazirganiya koletiyê
dernexistibûî tevî ku Feransa di sala 1794 an de qedexe kiribû . Ji bo
baştirîn naskirina ji vê mijarê reî vegere: ( فاطمة المرنيسي، هل انتم
محصنون ضد الحريم ؟ ص145 ) ê
32- د ê نصر حامد ê دوائر الخوف ê
33- Jêderê berê _ R . 165 .
34- محسن الأمين ê الشيعة بين الحقائق والأوهام ê ص89 ê
35- د ê فرج فودة ê الحقيقة الغائبة ê ص80 ê
36- Rojnemeya” أخبار الأدب “ hejmara: 348î yekşem 12 avdara 2000 î .
37- د ê نصر حامد ê دوائر الخوف ê ص167 ê
38- د ê غيداء خزنة كاتبي، الخراج- الممارسات و النظرية ê ص250-255 ê
39- Jêderê berê _ R . 274 .
40- د ê نصر حامد ابو زيد ê دوائر الخوف-قراءة في خطاب المرأة ê ص167 ê
41- المسعودي ê مروج الذهب و معادن الجوهر-ج3 ص132 ê
42- محسن الأمين ê الشيعة بين الحقائق و الأوهام ê ص90 ê
43- د ê نصر حامد ê دوائر الخوف ê ص165 ê
44- Jêderê berê _ R . 168 .
45- فريدريك انجلس ê أصل العائلة و الملكية الخاصة و الدولةê ص71 ê
46- د ê نصر حامد ê دوائر الخوف ê ص171 ê
47- Jêderê berê _ R . 173 .
48- القرآن ê سورة البقرة ê الآية 82 ê
49- القرآن ê سورة البقرة ê الآية 191 ê
50- القرآن ê سورة التوبة ê الآية 39 ê
51- د ê صادق جلال العظم ê نقد الفكر الديني ê
52- د ê نصر حامد ê دوائر الخوف ê ص173 ê
53- Jêderê berê _ R .
54- Jêderê berê _ R . 173 .
55- القرآن ê سورة البقرة ê الآية 217 ê
56- تفسير الجلالين ، ص36 ê
( ** ) Em tev dizanin ku misilman rê didin ku mirov ji bo sê tiştan bête
kuştin; Yek ji wanî eger ku ji ser ola <slamê vegere .
57- د ê نصر حامد ابو زيد ê دوائر الخوف ê ص189 ê
58- محمد رضا ê ذي النورين عثمان بن عفان ê ص187 ê
59- د ê نصر حامد ê دوائر الخوف ê ص195 ê
60- القرآن ê سورة الأحزاب ê الآية 33 ê
61- د ê نصر حامد ê دوائر الخوف ê ص198 ê
62- Jêderê berê _ R . 240 .
63- Jêderê berê _ R . 239 .
64- Jêderê berê _ R . 189 .
65- القرآن ê سورة آل عمران ê الآية 195 ê
66- الشيعة بين الحقائق و الأوهام ê ص59 ê
67- د ê نصر حامد ê دوائر الخوف ê ص207 ê
68- القرآن ê سورة الأعراف ê الآية 189 ê
69- القرآن ê سورة النساء ê الأية 124 ê
70- القرآن ê سورة التوبة ê الآية 71 ê
71- د ê نصر حامد ابو زيد ê دوائر الخوف، ص208 ê
72- القرآن ê سورة النساء ê الآية 117 ê
73- القرآن ê سورة النجم ê الآية 27 ê
74- القرآن ê سورة الصافات ê الآية 149-155 ê
75- د ê نصر حامد ابو زيد ê دوائر الخوف، ص210 ê
76- Jêderê berê _ R . 295 .
77- Jêderê berê _ R . 31_32 .
78- Jêderê berê _ R . 212 .
79- Jêderê berê _ R . 220 .
80- Jêderê berê _ R . 220.
81- القرآن ê سورة آل عمران ê الآية 14 ê
82- فاطمة المرنيسي ê هل أنتم محصنون ضد الحريم ، ص10-11 ê
83- د ê نصر حامد ê دوائر الخوف ، ص224-225 ê
84- القرآن ê سورة النساء ê الآية 11 ê
85- د ê نصر حامد ابو زيد ê دوائر الخوف ، ص232 ê
86- Jêderê berê _ R .266 .
87- تهذيب سيرة ابن هشام، ص334 ê
88- د ê نصر حامد ابو زيد ê دوائر الخوف، ص286 ê
المراجع و المصادر :
1- نصر حامد ابو زيدê دوائر الخوف، قراءة في خطاب المرأة ê
الطبعةالثانية-2000 ، المركز الثقافي العربي ê
2- د ê فرج فودة ê الحقيقة الغائبة ê الهيئة المصرية العامة للكتاب-1992ê
3- عبد السلام هارونê تهذيب سيرة ابن هشامê الطبعة الثانيةêبيروت-1981ê
4- جريدة أخبار الادبê العدد 348 ê الاحد 12 من مارس 2000- ص 32ê (سلسلة
مقالات عن كتاب" الاسلام و أصول الحكم"للدكتور نصر حامد )
5- المسعودي ê مروج الذهب و معادن الجوهرêتحقيق محمد محي الدين عبد
الحميدêدار المعرفة-بيروت ê
6- محسن الامين êالشيعة بين الحقائق والاوهام-منشورات مؤسسة
الاعلميللمطبوعات-الطبعةالثالثةêبيروت1977 ê
7- كتاب القرآن - مطبعة الملاح- دمشق 1960 ê
8- فريدريك انجلس- أصل العائلة و الملكية الخاصة و الدولة- دار التقدم،
موسكو ê
9- د ê صادق جلال العظم- نقد الفكر الديني ê
10- تفسير الجلالين- دار شوكت- الطبعة الأولى- دمشق 1410هجري ê
11- محمد رضا- ذي النورين عثمان بن عفان- الكتب العلمية- الطبعة الثانية
2000- المركز الثقافي العربي ê
12- ابو موسى الحريري- قس و نبي ( بحث في نشأة الإسلام )-1979 ê
13- ابن الجوزي، ابي الفرج بن عبدالرحمن- نقد العلم و العلماء أو تلبيس
إبليس- دمشق1976 ê
14- فاطمة المرنيسي- هل أنتم محصنون ضد الحريم- ترجمة: نهلة بيضون- نشر
الفنك و المركز الثقافي العربي- بيروت ط1ş2000 ê
15- د ê غيداء خزنة كاتبي- الخراج( الممارسات و النظرية )- مركزدراسات
الوحدة العربية- سلسلة اطروحات الدكتوراة- بيروتşابريل1994-ط1 ê
|