Îşkence
 

“Beroş, tu ji min re dibêjî: binê te reş e. Lê yê te ji yê min reştir e”


Fûad Sîpan (akpınar)

efrin.net, 11.05.2004

Bi rojan e ku di çapemeniya cihanê de li ser îşkenceyên ku ji aliyê leşkerên Emerîka ve li dijî Îraqiyan hatine kirin tête sekinandin. Bi taybetî jî dewletên dîktator yên ereb, Îran û dewleta Tirk, yên ku bi salan e di pirsa îşkencê de sûcdar in, ti sînoran nas nakin û îşkence li cem wan her roj di jiyanê de ye, qîyametan radikin ser piyan û goya ew ji mafên mirovan re pir rêzdar in!

Bêguman sekinandina li ser îşkenceyan û lidijderketin û şermezarkirina îşkenceyan di cih de ye û ti gotina me jê re nîne. Çumkî îşkence û lêdan sûcên li dijî mirovatiyê ne, ji kîjan alî de dibe bila bibe. Sûcekî pir mezin e û mirovatî vê qebûl nake. Ewên îşkenceyan li mirovan dikin hov in. Loma sedem çi dibe bila bibe, îşkencekirin ti carî nayê parastin. Lê belê ne ji mafê wan dewlet û kesan e, yên ku bi xwe mafên mirovan didin bin lingan û dipelixînin, rabin werin û xwe wek parêzvanên mafên mirovan bidin xuyakirin. Mirovatî vê durûtiya wan bi ti awayî napejirîne.

Lê van dewletên melayan û şêxên derewkar, û dewleta devrût a Tirk, ne ku bi xwe ji mafên mirovan re pir rêzdar in û ji ber vê yekê van rexneyan dikin. Nexêr, tenê ji bo wê yekê ye, ku ew li dijî siyaseta Emerîkayê ne û loma ew li dijî van îşkenceyên ku li Iraqê ji aliyê eskerên Emerîka ve hatine kirin derdikevin. Çumkî ew dizanin, eger îstîqrarî li Îraqê çê bibe, wê hîngê dor dê were wan û selteneta wan jî dûr yan nêzîk dê ji holê rabe. Tirsa wan ya herî mezin jî bixwe ev e.

Eger ev dewletên dîktator ewqas mirovhiz û mafparêz in, çima ewqas zilm û zorê li gelên din û li gelên xwe dikin? Û çima îşkencekirin ji bingeha siyaseta dewletên wan e?

Eger pîvan û qiyasek di cîhanê de li ser îşkence û hovîtiyê bête çêkirin, dewletên Ereb, dewleta Îranê û dewleta Tirk – evên kevneperest û paşverû – dê rêza yekemîn nedin ti kesî.

Qaşo musilman hemû biran e û li ser musilmanan xerabiyan nakin! dema dewleta Tirk bi hemû hovîtiya xwe serhildanên Kurdistanê, Şêx Saîd, Agirî, Geliyê Zîlan, Dersim û serhildanên din bi destê zorê û bi qirkirina sedhezaran ji Kurdan û rakirina bajar û gundên Kurdistanê pêk danî; dema Xumeyniyê zordar bi hezaran gundên Rojhilatê Kurdistanê xerab dikirin û bi hezaran Kurdên belengaz ji holê radikirin; dema ku Sedamê hov Helepçe bi bombeyên jehrê yên Almanan bombebaran dikirin û dema di enfalan de bi sedhezaran Kurd dihatin qirkirin, wê hingê birayên me (!) yên musilman Li kûderê bûn û çima ji bo mafên mirovan dengê xwe ne dikirin? Û ev demeke ne dûr e, ku rejîma el-Esad bi lekan Kurd li Qamîşlo û derên din li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî bêperwa û hovane kuştin, heya niha jî bi hezaran Kurd di zîndanên tarî de ne û her rojê çend kes di bin îşkenceyê de têne kuştin. Çima ti kes ji wan li dij dernakeve û dengê xwe bilind nake?

Heya niha kîjan dewletê ji van, ji bo tewanbariyên lêborîna xwe xwe, ji xelkê xwestine? Em dest ji lêborînê jî berdin, kîjanê ji wan tewanbariyên xwe qebûlkirine?

Komkujiya Ermeniyan di cîhanê de bi awayek zanistî jî hatiye tespîtkirin, lê dewleta Tirk hên jî li ber xwe dide û naxweze navên Ermeniyan bide ser zimanê xwe. Komkujiya Ermeniyan di gelek parlamentoyên cîhanê de jî hatiye qebûlkirin, lê Tirk dema dibihîsin guhên xwe jê re digirin.

Her kes dikare li ser pirsa mafên mirovan bisekine û rexneyê xwe bêje. Lê mafê dewletên Rojhilata Navîn yên dîktator û saziyên wan yên kevneperest û paşverû nîne ku qala mafên mirovan bikin û rexneyan jî lê bigirin.

Lê gelo Ewropiyên durû heta niha di pirsa mafên mirovan de li ser van dewletên dîktator çi kirine? Ew jî wek Emerîka dîktatorên Rojhilata Navîn xwedî dikin û bi hemû şiyanên xwe çek û sîlahan didin wan, ku bila ew diha zêde li ser gelan xerabiyan bikin.

Hevalên Sedam Husên, serokwezîrê Almaniya Gerhard Schröder, wezîrê derve Joschka Fischer, serokê Rûsyayê Viladimir Putin û serokkomarê Firensa Jacques Chirac li dijî şerê bi Sedam re derdiketin û bi ti awayî ne dixwestin Sedam ji holê rabe, da ku ew jî ji Sedam îhalan bigirin. Ê baş e, eger Sedam ji holê ranebûya û neketa çopa cîhanê, dê niha li Îraqê çi bikira? Bêguman dê li mîlyonan Îraqî û Kurdan hên jî îşkence bikira.

Em jê hez bikin an nekin, divêt em tiştkî qebûl bikin, ew jî ev e ku Emerîka dîsa dersa demokrasiyê û camêrtiyê baş rayê cîhanê da, ku ew welatekî demokrat e. Serokê dewletê George W. Bush derket û got ku ew ji Îraqiyên ku îşkence lê hatiye kirin lêborîna xwe dixweze. Di pê re jî wezîrê parastinê Donald Rumsfeld di komîsyona Kongrê de got ku ew ji bo îşkenceyên ku li Îraqiyan hatine kirin lêborînê dixweze û vê sûcê qebûl dike.

Dewlet, serokên dewletan, yan jî berpirsiyarên dewletan û kesên desthilatdar û hwd. dema sûcekê dikin, divêt sûcên xwe jî qebûl bikin. Emerîka sûcê xwe qebûl kir û di dermafê kesên îşkence kirine de vekolîn vekiriye.

Dîktatorên Rojhilata Navîn hemû bi saya Emerîka û Ewropiyan derketine holê. Heta Emerîka û Ewropî bêjin “berjewendiyên me di ser her tiştî re ne” û aletên îşkenceyan bidin wan, dîktator jî dê bimînin û her dem bibin bela serê wan jî.

Gotineke Tirkan heye, dibêjin “Beroş, tu ji min re dibêjî: Binê te reş e. Lê yê te ji yê min reştir e” (Tencere dibin kara, seninki benden kara). Ev gotin layîqî her dewlet û kesên durû ye.
 

 

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]