Emerika bandora be´siyan ya Sûriyê tîne xwar
Dr.Cuwan Batû
efrin.net, 07.05.2004
Sala 2003-an, Emerîka bi alîkariya çend dewlemendên ereb yên ji
Suriyê, ku li Emerîka dimînin û hemwelatiyên Emerîka nin, ”Partiya
Rastkirinê Ya Suriye”, PRS, (Reform Party of Syria) saz kir. Di nava vê
partiyê de gelek siyasetmedarên Kurd yên serbixwe jî cihê xwe girtin in.
Û di meha 11an sala 2003an de, vê partiyê, li bajarê Brukselê, Belçîka,
civînên xwe yên yekem pêk anî. Tv ya erebî ya Al-jazaare jî ev civîn bi
awayek fireh da.
Li gor plana Emerîka, wê ew be´siyan ji ser bandora dewleta Suriye bîne
xwar û li şûna wan dê rêvebirên vê partiyê werin ser hukum.
Li layek dî, li gor programa PRS, di derbarê mafê gelê Kurd li Rojavayê
Kurdistanê (Sûrî) de, “Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de wê mafê xwe
yê otonomî werbigire”. Bi kurtî, li gor programa “Partiya Rastkirinê ya
Suriye”, gelê Kurd, piştî ruxandina rejîma be´isyan li Suriyê, wê bibin
xwedî desthilatiyeke baş li ser erda xwe. PRS hemû partî û kesên
welatparêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bo hevkariyê bi wê re bike,
vexwendiye. Lê gelo helwesta partiyên Kurd yên berê li vir, di vê
derbarê de çiye, ew hîn ne diyar e. Û herweha, PRS dixwaze ku dewleta
Suriye dev ji dijminatiya Israilê berde û ew jî weke Urdun û Misirê pê
re lev were. PRS vê yekê bo berjewendiya gelê Suriyê gelekî girîng
dibîne.
Li gor daxuyaniyên PRS, wan niha gelek şaxên xwe di welêt de avêtin e û
ew roj bi roj xurt dibin. Û herweha li gor PRS, “wan roleke gelek girîng
di serhildana Qamişlo û hemû bajarên dî de lehîstine. Gelek ji hevalên
wan di vê serhildanê de hatine girtin, kuştin û ji welêt derbeder bûne.
Lê berxwedana PRS bi awayekî xurt berdewam e”. Û herweha PRS, vê meha
nîsanê dest bi weşana radyoya xwe ya bo ceribandinê ku niha bes bi
zimanê erebiye kirine û ew hewil didin ku wê di demek nêzîk de bi
awayekî rojane biweşînin.
Dîsa di van rojên dawiyê de wan di malpera xwe ya internetê de
nivîsandine ku ”Emerîka wê jora Suriyê heya Helebê vegire!”. Gava me,
wek KDN (Kurdistandailynews.com), rastiya vê yekê ji berpirsiyarên wan
pirsîn, wan ev yeke bo me nedan zelalkirin. Lê gotineke Kurdî heye:
”Dera agir lê nebe dû jê naçe!”. Ango di bingeha xwe de rastiyeke vê
yekê heye, lê heya kî radeyê ev yeka rast e, ne diyar e.
Li gor çavkaniyên KDN, serkirdayetiya be´siyan ya Suriyê bin ve bi
Emerîka re bazarê dikin da ku serkirdayetiya Suriyê li gel serokê xwe
Beşar Asad ve dev ji bandora Suriye berdin û li pêşberî vê yekê ji aliyê
Emerîka ve neyên cezakirin! Bersiva Emerîka bo vê lavekirinê çiye hîn ne
xuya ye.
Weha dixweye ku Emerîka bi awayekî cidî dest avêtiye mesela Suriyê. Ji
ber ku ew dewleta be´siyan ya Suriyê wek berpisiyarekî terorîzma
navnetewî tewanbar dike û çend caran Emerîka ji bandora be´siyan
xwestiye ku destên xwe ji têkilhevkirina Iraqê bikişînin. Weke xuyaye ku
be´siyên Suriyê bi awayekî aktif kesên terorîst rêdikin Iraqê da ku bi
terorê aramî (istikrar) li wî welatî çênebe. Dîsa berî mehekê, polîsê
Urdunê kamyonek tejî bombe, dînamît û aletên teqandinê li Urdinê girtin.
Diyar bû ku ew kamyon ji aliyê dewleta be´siyên Suriyê ve bo Iraqê
hatibû rêkirin. Niha Emerîka şikeke mezin dibe ser kirdayetiya be´siyên
Suriyê ku hevkariyek di neqeba wan û al-Qaîde de heye. Ji ber van
sedeman, ne dûre ku Emerîka di demeke nêzîk de ew bandora zilmdar ya
be´siyan bîne xwar.
Li aliyê dî jî, gelek xuyaye ku Emerîka ne belesebep ketiye Iraqê û vê
herêmê. Ew li pey projeya xwe ya bo ruxandina rejîmên kevnare,
nedemokrat û diktator e. Di projeya Emerîka de piştî Iraqê dixweye ku
Suriye di rêza pêşiyê de ye, piştre Tirkiye û Iran di dorê de ne. Û
jixwe rejîmên wê heremê wek Suudîyê, Libya, welatên Kendava erebî,
Lubnan bi Hizbullaha xwe ve wê ber vê pêla projeya Emerîka biçin.
Ji ber vê yekê ye, li gor dîtina min, divê mirov hatina Emerîka bo
rojhilata navîn welê biçûk nebîne. Ew ji bo projeya xwe ya mezin ya
guhertina tevahiya herêmê hatiye û heya ew bisernekeve ew yê ji vê
herêmê naçe jî. Bêgoman ev proje, bo Emerîka projeya ”hebûn û nebûnê”
ye. Ango Emerîka, bive-neve, divê vê projeya xwe bibe serî û bi ser
bikeve, yan na cihê wê dê di dinyayê de nemîne. Her weha vê projeya
Emerîka tirs û xof jî xistiye dilê dewletên herêmê, gelek ji wan jî li
benda roja xwe ne.
Ger em werin ser Tirkiyê, mirov dibîne ku hayê wan ji vê projeya Emerîka
heye. Mesele, serokê parlamentoya Tirkiye, Bulent Arinc, di serdana xwe
ya bo Suriye, da xuyakirin ku “Emerîka dixwaze planeke xwe mezin di
herêmê de pêk bîne, lê nediyar e gelo ew plana mezin çi tiştî di nava
xwe de dicivîne!”. Ji wê axaftina Bulent Arinc tê xuyakirin ku ew ji vê
plan û projeya Emerîka bo Tirkiye gelek ditirsin. Ji ber ku li gor vê
plana Emerîka, gava dora guherandinê giha dewleta Tirkiyê, encamên vê
guhertinê wê bibe parçekirina Tirkiye. Ango, Tirkiye wê bibe dewelete
federal li ser esasê kurd û tirkan ku mafê kêm neteweyan jî bên nasîn.
Gelo ne pêwîst e ku helwesta me Kurdan ji bona guhertina vê xerîteya
herêmê diyar be?
Li gor dîtina min, li Rojavayê Kurdistanê divê mirov daxwaza federlîzmek
birastî, durust bike, lê divê ew mafê xwe ku di pêş de ew bikare xwe ji
dewleta Suriye biqetîne, azad bike û bi pareçeyek dî yê Kurdistanê ve
bike bidestbixe, hebe.
Li bakurê Kurdistanê jî, gelek girîng e ku gelê Kurd li wir daxwaza
serxwebûnê bike. Ji ber ku gelek xuyaye ku Kurd wê li wir bibin miletê
herî bingehîn yê wê dewleta ku jinûve were avakirin. Jiber vê yekê jî,
daxwaza federalîzmê bo gelê Kurd tiştekî gelek kêm e.
Çendî ku gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bidestxsitina federalîzmê
destxistinek gelek hêja wergirtine jî, lê li gor dîtina min divê gelê
Kurd li wî parçeyê Kurdistanê xwe bi vê federalîzmê ve girê nede û ew ji
niha ve daxwaza mafê veqetandinê- ger ew di pêş de bixwaze- bidestbixe.
Li îranê jî rewş divê nêzîkî ya Suriye be. Ango fedralîzma ku di dawiyê
de mafê gelê Kurd hebe ku ew bikare xwe ji wê dewletê veqetîne hebe.
Lê ya rastî, federalîzm rengeke ku neteweyên bi hevre Federalîzm
avakiribin wê mafê wanê dê rojekê ji hev veqetin jî hebe.
Ya qenc û durust, li gor daxwaza me kurdan, ew e ku hemû Kurdistan bibe
yek- serbixwe, serbest û azad! Lê mirov dikare qebûl bike ku di hinek
parçeyên Kurdistanê de heya ku mirov bigihe vê yekbûnê jê re gelek dem û
merhele pêwîst in.
|