Wêne û nakokî
Dr. Mihemed Zeyno
efrin.net, 01.05.2004
Ji roja 12.03.2004-an û bi şûn ve hin guhertinên sereke di civaka kurdî de
qewimîn, yên ku ta demeke dûr wê bandora xwe li ser rewşa gelê me dagirin. Gelê
kurd sînorên Kurdistana Sûriyê eşkere û baş xuya kir, ji wê rojê û vir de em
dikarin bê gûman bêjin ku ew deverên ku Kurdan lê serhildan ji Dêrîkê,
Tirbesipî, Qamişlo, Amûdê, Kobanî û Efrîn, ango ji rojhilata Sûriyê ta bi
rojavayê wê, ew Kurdistan e. Xêzeke serast dikişe, başûrê wê xêzê xaka Ereban e
û bakurê wê jî xaka Kurdan e.
Di wan çend rojan de gelê kurd mêjî û ramana gelek kesan leqand, yên di axaftin
û bi taybetî di nivîserên xwe de bi şêweyekî ji şêweyan gotina “Kurdistan” bi
kar tînin, hin dibêjin Kurdistana binxetê, Kurdistana Sûriyê, Rojavayê
Kurdistanê, Başûr-rojavayê Kurdistan yan Başûrê biçûk, lê tiştê balkêş ew e ku
Tevgera Kurd, ango serokatiya partiyên Krdan di daxuyanî û belavokên xwe de hîn
jî “newêrin” gotina Kurdistan bi kar bînin. Ji bo hin kesan gotina Kurdistan
zîndan, lêdan, îşkence û malwêrankirinê bi bîra mirovan tîne; gotina Kurdistan
yekser sînorên ku ta roja 12.03.2004-an peyda bû bûn diçirîne û bingehên
siyaseta mirdar hildiweşîne, wê qiloç dike, wê ramana rizayî rût û tazî dike û
sînorekî nû ava dike, wekî dem êdî ne dema salên 60.-70. ye ku navê “... li
Sûriyê” bû bû mode û kirasek ku partiyên me li bedena Kurdan siwar kiri bûn. Ew
kirasê “... li sûriyê” teng û çiriye, ne layîqî bedena bedew ya guvdê gelê kurd
e, ew beden bi demê re girs bû û ew hewcedarî kirasekî nû ye. Ew kiras êdî
nikare wî guvdî bisitirîne, kirasê nû Kurdistan e, ew dikare taziya Kurdan
veşêre û guvdê Kurdan bi bedewî nîşan bike.
Ji roja 12.03.2004-an û vir de “jêra gelê kurd” xwe kurdistanî dibîne, lê “jora
Kurdan” mixabin xwe hîn jî “...li sûriyê” dibîne. Tiştê balkêş ew e ku çawa
rewşenbîrekî, xwendekar yan nivîskarekî kurd dikare hîn jî kirasê “... li
Sûriyê” li xwe bike, ango bimîne endamê paretiyeke kurd “li Sûriyê” ku ew partî
bi giranî hiş û ramana wî napejirine; çawa mirov dikare keçikekê ji xwe re bike
bermalî, lê ew çi cara li mal rûnane; çawa mirov dikare xaniyekî ji xwe re ava
bike, lê bingehê wî xanî dîwaran nagire; çawa mirov dikare bibe endamê
partiyekê, lê ew partî ramana wî napejirîne… Bi rastî girêkeke asê ye. Di dema
nû de ku bi sedan rewşenbîr û xwendevanên gelê kurd hene, ji helbestvanan,
çîroknivîsan, xwedî pênûsên wêrek, bi sedan xwedî dîplom, bi dehan zimanzan, lê
mirovekî gundî, yê ku di salên 60.,70. û 80-an de bi riya lavlav û bergeran, bi
riya fen û fortan xwe gihandiye serokatiya partiyê, hîn jî serkêşiya wan dike!
Piştî 12.03.2004-an çep û rast di nav Kurdan de nema, belê îro tiştekî nû peyda
bûye, ew jî ev e: an em “li Sûriyê ne” an jî em Kurdistanî ne. Pêwîst e
veqetandinek hebe, ewên xwe “li sûriyê” dibînin bên ba hev û ewên xwe kurdistanî
dibînin bên cem hev, ji bo ewên dawî pêwîst e komcivînek bête sazkirin, bi navê
kongira netewî, û gilî û gazinên xwe, raman û bîra xwe bo hev diyar bikin.
Dem wek diyar e gelek nazik e, êdî dema xal û xwerzî borî û dema avakirinê
hatiye. Pirsa ku xwe di vir beloq dike ew e ku piştî serhldana pîroz gelê kurd,
nifşên nûgihayî, qehremanên serhildanê li Qamişloka birîndar û li Efrîna delal,
herwiha dilêrên wêrek li zanîngehên Şam û Helebê baş û eşkere ji me re xuyakirin
ku ew tirsa ji polîs, hêzên parastinê û çeperên partiya be’s nema, ew saw
bihorî, êdî qehremanên Kurdan bi mêranî sînga xwe ji guleyên tifingên polîsan re
vekirin û bi serbilindî şehîd pêşkêş kirin. weha diyar e ku gelê kurd bê tirs
xwedî li termên şehîdên xwe derdikeve û wan bi cemawerekî mezin bi rê dikin, wan
bi bîr tînin, navên wan li zêç û zarokên xwe dikin. Ew wêneyên ku ji welêt
dihatin bi kûranî hestên mirovan birîndar dikirin, çawa mirovê kurd bi guleyên
çeperan tên kuştin. Lê tiştê herî û herî girîng û balkêş ew e ku polîs û hêzên
parastinê li hember qehremaniya kurdan şêt û mêt mane, wan çi caran bawer ne
dikirin ku kesin hene û dikarin bê tirs pûtên serokê dewletê hilweşînin, wêneyên
wî biçirînin, binpê bikin, û wê ala ku di bin siya wê de ewqas dijatî û neheqî
li Kurdan kirine bişewitînin… Bi rastî wêneyine balkêş û babetine mezin in ji bo
lêkolînan.
|