Bila hilbijartina navan azad be!
Kemal Tolan
efrin.net, 04.04.2004
Gelek ji me dizanin, ji wexta desthilatdariya
welatê me ketiye bin destên dagirkeran û heta vêga dagiker
(berpirsyarên dewleta Tirk, Irak, Îran, Sûriyê, hinek welatên Soviyeta
berê û gelek hevalbendên wan) nahêlin ku em zarokên xwe jî bi navên
kurdî an jî li gorî urf û adetên xwe bi nav bikin. Ji ber vê neheqiya
dagirkeran e ku piraniya me Kurdan û bi taybetî jî em Êzîdî bi hindikayî
bi du navan hatine binavkirin.
Ez bawer im gelek ji we jî wusa bi çend navan hatine binavkirin û di nav
civaka me de vêga hêjî bi hezaran nimûne li ser vê babetê hene. Lê ji
ber ku hêjî hinek heval û kes ji vê mesela pirnaviya me fahm nakin,
dixwazim niha du nimûneyan ji serpêkhatiyên xwe ji bo agahdariya wan
diyar bikim:
Nimûne I:
Em di nav malbata xwe de hêjî bi pênc navan gazî jinekê dikin. Ew jî
weha:
– Dayreya Nasnama Tirka (nifûsê) navê di kutikê de danîne Vesîle
– Di nav civaka kurdî de jê re dibêjin Wesê an jî Weso
– Di nav malê de evdên ji wê hez dikin jê re dibêjin Wesîla
– Kesên jê hez nakin û dixwazin wê piçûk an jî qels bidine xwanê jê
re dibêjin Wesîîle.
Nimûne II:
Di wextê ez hatime Almaniyayê û şûn de, lawikekî me di sala 1977-an de
hate dinê. Di pey re ez çûme cem dayreya ku nasnama zarokan dinivisîne
(Nifûsê) û min gote karmendan, ez dixwazin li gorî urf û adetên me navê
kurê xwe deynim Şêran. Karmendê di dayreya karûbarê nasnamê de jî hinek
lîste ji refikê masê derxist û gote min: “Na, ev navê ku hûn dixawzin
binivisînin, di vê lîsta ku konsolosa tirk ya li Hannover-ê ji me re
şandiye de tuneye. Li gorî peyman û hevkariya me ya bi dewleta tirk re,
divê hûn herin konsolosa tirk, gava ew vî navê Şêran qebûl bikin, emê jî
wusa binivisînin.”
Gava ez çûme konsolosa tirk ya li Hannover-ê, karmendên wan jî gotin:
“Em navê Şêran di nav zimanê tirkî de bi kar nînin.” Min û karmendên
konsolosê gelekî muqate kir û gote wan, çawa hûn hez ji zimanê xwe dikin
û zarokên xwe li goriya dilê xwe bi nav dikin, ez jî wusa hez ji ziman û
çanda xwe dikim û dixwazim navê kurê xwe bi kurdî deynim. Dû re gotine
min: “Heyran, emê di kutika nasnama xwe de navê kurê te deynin Şiran û
tu jî dikarî di nav civaka xwe de bibêjiyê Şêran.”
Vêca herweha bêyî daxwaziya pêşiyên me jî gelek navên ku di kitabên
pîroz (Quran, Încîl, Tewrat, Meshefa Reş, Avesta û wd.) de heyî û gelek
ji wan navên padîşah, siltan, xelîfe û wh., ku welatê me dagirkirine,
ketine nava zargotinên me.
Încar em bixwazin û nexwazin piraniya dapîr, kalik, fêriz, canfîda,
gund, cîhwar, serxwebûn û berxwedanên me bi wan navên xerîban hatine
binav- û naskirin.
Û bi dîtina min, lewma jî divê em wan navên (ji kîjan zimanî tên bila
bên) ku kurdîtiya kevin xemilandine ji bo hezkirina ol, wêje, dîrok
û çande ya kurdîtiya nû jî biparêzin. Divê em jî şaşîtiyan nekin û
bihêlin bila her evd li goriya hezkirina dilê xwe navên keç an jî kurê
xwe hilbijêre.
Ji xwe va ye em bi dilekî xweş dibînin û dikarin încar li Almaniyayê
jî herin li cem gelek dayreyên nasnaman dinivisînin, navên kurdî
pêşniyar bikin û karmend jî hew li dijî vê daxwaziya meriv derdikevin.
Ji bo pêşniyarên hinek navên kurdî, min ev pirtûk, ya li xwarê nîşan e,
berhevkiriye. Hêvîdar im ev xizmeta min hêjayê dewlementkirina wêje û
çanda kurdî be.

Ev tenê lîsta navên kurdî ye. Nivîsandina bi almanî, tirkî û şirova
navan tê de tune ye.
Buhayê wê 3 € ye.
Kesê vê bixwaze, dikarim jê re bişînim.
Navnîşana min e postê E-Mail:
kemal_tolan@web.de
|